“Ellah Te’ala nûra asîmanan û erdê ye.”
Bîsmîllah…
Rewşen ronayî ye. Bîr fikr e, hizr e, fehm e, hafize ye, fehmkirin e. Rewşenbîr, ê ku di destê wî de rewşen yanî ronayî heye û bi wê ronayîyê dinêre, dibîne. Yanî ji ezber xeber nade, tiştê ku dibêje ne xiyalî ne, dibîne û dibêje. Rewşenbîr kesê ku rewşê bi rewşenê dibîne, dibe agahdar. Bi rewşê dizane çimkî rewşen di destê wî de ye, yanî rewşenbîr e. ‘Ereb jê re dibêjin “munewwer” yanî kesê nûranî, kesê ku bi nûrê hatiye ronîkirin.
Serçaviya ronayiyê Rebbê ‘aleman e ku dibêje “Ellahû nûrussemawatî wel ‘erd”. “Ellah Te’ala nûra asîmanan û erdê ye.”
Ronayiya ku heye bi Wî ye. Ew jî wehy e, Qur’an e, ‘ilm e. Kesê ku bi wehy û ‘ilmê ronî bûbe lazim e di ciyê xwe de nesekine. Gerek têkeve pêşiya xelkê xwe û wan ronî bike. Ji van kesên wiha re em dibêjin rewşenbîr. Rewşenbîr hem pêşerojê hem paşerojê dibîne hem jî dûriyê dibîne. Hewl dide ku paşerojê bi xwendina pêşerojê fêm bike. Dixwîne, dide ber hev, pirs û pirsigirêkan ji hev vediqetîne û li hella wan dixebite.
Rewşenbîr hêviya çareserî û pêşveçûnê ye. ‘Alim, şa’ir, nivîskar, mutefekkir îhtiyaca ummetê ne. Heger kadroyên bi vî rengî perwerde nebin neslên paşeroja me dibe ku ji destê me herin. Dînê Îslamê dînê rewşenbîriyê ye ku emrê wê yê ewil “bixwîne” ye. Rewşenbîrê Îslamê welatê xwe bi tenê xelas û ronî nake, belkî pêşiya însaniyetê jî ronî dike.
Rewşenbîrê Kurd li ser Kurdan difikire. Pirsgirêkên wan, wek ‘unsurekî ummetê munasebetên wan ên bi qewmên Musluman re, sebebên mehrûmiyata wan, sebebên dûrketina ji Îslamê, çare, çareserî, riyên alternatîf… Bi teva re serê xwe diêşîne. Bi vê dîtina di ber xelkê xwe de fedakariyê dike.
Her wekî Muslumanan, îdeolojî û dînên din jî rewşenbîrên wan hene, xizmetê ji qewmê xwe re dikin. Ew jî bi îdeolojiya xwe rê bi ber xelkê xwe dixin, wan îqna’ dikin. Di bedêla wehyê û nûra ‘ilmê de bi zulm û zulûmatê ‘emel dikin. “Ellah weliyê Muminan e, wan ji zulûmatê derdixe nûrê. Kesên ku weliyê wan tağût be jî wan ji nûrê derdixe zulûmatê”
‘Alema ğerbê li ser wehya muxerref, zulm û bê exlaqiyê ava bûye. Rewşenbîrên laîk/sekulerîst jî ku ji nav me rabûne alîgirên Ğerbê ne. Vana dîroka me ya biqîmet yan înkar dikin yan jî texrîf dikin, li ser me’lûmatên îbtîdaî (îlkel), carna jî li ser derewan xwe dixapînin û di derewan de noqbûne çûne xwarê. Her wekî pisîkolojiya meymûnan Ewrûpa teqlîd dikin û xwe teslîmî Ewrûpa kirine. Li hember Ewrûpa xwe kêm hîs dikin û ji can û dil dixebitin ku bibin Ewrûpayî û bi vêya jî îftîxar dikin.
Vanê ku heyranê Ğerbê ne û bi wesfê rewşenbîr behsa wan tê kirin ‘elaqa wan bi dîroka wan, edebiyata wan, dînê wan qet nema ye. Ne ku ‘elaqa wan nemaye bi tenê jî, ‘adetî li hember nirxên xwe bi dujminantî mu’amele dikin û vê helwestê jî me’rîfet dibînin, rewşenbîrî dibînin. Ti dibêjî qey vana ne ji vê erdnigariyê ne, her wekî ji nav Ewrûpa pekiyane nav me. Li hember medeniyet û dîn û exlaqê welat û însanê xwe gefan dixwin. Esasen koleyên neazadkirî yê fikra Ğerbî ne, lê xwedîyê qelemê ne. Marksîst û alîgirên Ğerbê ê nav ‘alema Îslamê koleyên fikra vê serdemê ne. Her gotineke wan, her cumleke ku dinivîsin bi gotineke mutefekkirekî Ğerbê ve girêdayi ye.
Rewşenbîr bi fikr û ramanên xwe yên taybet rê bi ber dewletê jî dixin. Lê vanê ku bi rihê xwe koleyê Ğerbê ne; bi îdeolojiyên wek kapîtalîzim, lîberalîzim, sosyalîzim, komunîzim û nejadperestiyê ve xwe girê dane. Vana hiş û rihê xwe bi destê zordestan ve berdane. Ji xwe ew ji xelkê dûrketine, bes talûke ev e ku hêdî hêdî xelkê ji rê derdixînin.
Di nav qewmekî de dema şarlatan û demagog bi navê rewşenbîran derkevin pêş û li ser mijarên ku heqîqeta wan baş ronî nebûye xeber bidin evêya ‘elametê felaketa wî qewmî ye. Vana tu carî bi tefsîl li ser meselekê nikarin bisekinin. Çimkî ferhenga wan ‘îbaretê ji siloganan e, bes bi siloganan xeber didin.
Şer û niqaşên ku hene dizivirînin û tînin ser mijarên xwe. Her wekî di merkeza dunyayê de mijara wan û terefdarê wan bi tenê hene û her kes û her tişt li dora wan dizivire, ji wan xeber dide.
Îro kesên ku li ser meseleya Kurdan zêde deng derdixin û qelebaliğê dikin ev kes in. Vana dema di mesela Kurdan de xeber didin berê wan her li Ğerbê ye. Hêviyeke wan ê gelek mezin ji Emerîka û Ewrûpa heye. Ji bo ku xwe bi wan bidin hezkirin û gotinek bi dilê xwe ji wan bibihîzin her qelaşiyê dikin. Hîç nayê bîra wan ku berê xwe bidin xelkê ‘alema Îslamê. Li gora wan dîn xirbekiye ku moda wî derbasbûye. Xwe ji dîn dûr dixin û dîn ji xwe dûr dibînin. Hewl didin ku xelkê Kurd û erdnigariya Kurdistanê bi sekulerîzmê meşhûr bibe da ku li ber dilê koledaran şêrîn bibe.
Van helwestan dibin sebebê ku mesafeya navbêna wan û ‘alema Îslamê firehtir bibe. Ji aliyê din ve jî xelkê ‘alema Îslamê sucdar dikin dibêjin çima piştgiriya me nake. Çimkî serê du sed salan e ku xelkên Musluman bi ‘alema Ğerbê re di haletê herbê de ye. Herba germ yan jî a sar.
Xala muşterek a di navbêna rewşenbîrê laîk ê Tirk û rewşenbîrê laîk ê Kurd de faktora “Îslamê” ye. Zihniyeta her duyan jî yek tişt e. Rewşenbîrên laîk ê Kurd jî wek ê Tirkan di nêzdîroka dewleta Tirkiye de di perwerdeyiyeke bê dîn û sekuler de derbas bûne. Di mesela dîn û Îslamê de gelek cahil mane. Ji bo rewşenşbîrê laîk ê Tirk, dîrok û dîn û ‘irfana xelkê wan problem e, pirsgirêk e. Ji rewşenbîrê laîk ê Kurd re jî dîn û dîrok û ‘irfana xelkê Kurd problem e, pirsgirêk e, mani’ e. Her wekî ku sîstema dewleta Tirkiyê pişkinye û rewşenbîrê laîkê Tirk û Kurd ji pozê wê pekiyane.
Çi Kurd çi Tirk rewşenbîrên me heger rojekê berê xwe ji Ğerbê û zihniyeta wê ya xerab a sekulerîzmê bizivirînin bi bal qîbleya xwe û xelkê xwe ve, bi dîn û dîrok û ‘irfana welatê xwe re li hev werin wê ew roj bibe destpêka çareseriya pirsgirêkên hemî ‘alemê.
Guhê xwe bes bidin van Ewrûpa ya
Bo şûla zan kirî ‘adat û tesîs
E. Nalbend