Racî, navê wî yê eslî Mela 'Ebdurreḥmanê kurê Mela Îbrahîm e, ji 'eşîra Mîkayîlîyê Cafê Şehrezûrî ye, di sala 1912ê miladî de li bajêrê Koyê ji dayik bûye.
Racî di sala 1920ê miladî de di heşt salîya ‘umrê xwe de li ba bavê xwe dest bi xwendinê kirîye, paşê jî li gelek cîhan xwendîye, di sala 1937ê miladî de bawernameya meclîsa 'îlmî standiye, di sala 1939an de bi Mamiza keça ‘Ebdî ra zewicîye.
Racî di sala 1940î de ji Koyê derketîye û bûye mela li gundê Qulqule, di sala 1941an de bûye mela li gundê Xerabe, di sala 1958an de çûye gundê Gelnêrî û li wir bi melatî û cotkariyê ve mijûl bûye, di sala 1958an de bûye mela li gundê Sabûraway Taze.
Berhemên Racî
Racî di sala 1934an de pirtûka “Luqtetul-'Eclan” a Zerkeşî ku di derbareyê Usûl û Ḥîkmet û Mentîqê de ye kirîye menzûme bi 'Erebî, lê mixabin wenda bûye. Di sala 1939an de qesîdekî dirêj bi navê “Nawnîşanî Kurdan” bi helbest honandiye. Racî ji ber ku zêde ḥez ji zanista mentiq kirîye, di sala 1939an de pirtûkek bi navê Zubdetul-Mentiq nivîsîye. Di sala 1948an de pirtûka “Feraizê Şerḥ-i Menhec” di warê fîqha Îmamê Şafî'î de taybet bi dabeşkirina mîratê wergerandîye ser zimanê Kurdî. Di sala 1951î de “Qesîda Burde” ya Şêxê Buseyrî bi menzûm wergerandîye ser Kurdîya Soranî.
Xeyr ji van berheman Racî xwedî dîwaneke helbestane bi zimanê Kurdî, dîwana wî du caran hatiye çapkirin.
Mixabin vî şa'ir û nivîskarê mezin, di 06/12/1969an de bi nexweşî li Bekrecoya Silêmaniyê koça dawî kir û her li wir jî bi axê hate spartin. Ev helbest jî nimûneke ji helbestên wî ye:
Tabinde, wekû rojî direxşan e Muḥemmed
Tacî huner û, sêberî[1] însan e Muḥemmed
Şerḥî dil û, bendî ciger û, rewneqî can e
Ew merkezî pergarî hemû kan e, Muḥemmed
Destûrî gelî kon û niwê[2], nesxî be ser hat
Qanûnî ḥekîmaneyî Quran e, Muḥemmed
Her padişehê kewte fena û, mîlletî qirr bû
Ew mîlletî serkewt û, le dîwan e Muḥemmed
Giyanî min e, serbazî ẍubarî berî pêt e[3]
Cerg û dillî min pêşkeş û qurban e, Muḥemmed
Awatî[4] hemû hozî hejar e, le cîhana
Çawey kerem û berzî û îḥsan e Muḥemmed
Serçaweyî jîn[5] «Amîr û Nahî», be du 'alem
Qîbley beşer û ke'beyî dewran e, Muḥemmed
Ew mezherî îlham e, le gel weḥîy semawî
Bo 'edlî hemû meḥkeme mîzan e Muḥemmed
Ser lewḥeyî ayatî hunermendî ye, her xoy[6]
Endaze û, şîraze û, burhan e Muḥemmed
Nûrêk e le naw bergî beşer da, ke diyar e
Bergî beşer e û satîrî nuqsane, Muḥemmed
Racî be fîday xakî der it, leng e zimanî[7]
Bîbexşe[8] le rûy agirî dûxan e, Muḥemmed
