Xalê HUSNÎ KARTALÎ Gundê XERÎB (Tarîxa HEVDÎTINÊ: 26.06.2011) Nûha wefat kirîye, Xweda rehma xu lê bike.
GUNDÊ XERÎB Ê NAVÇEYA DARAHÊNÊ/ÇEBEQÇÛR
Me di nivîsa xu ya borî de qala gundê Şemsanê (Yokuşlu) kiribû. Gundê Şemsanê girêdayî bi navçeya Darahênê (Genç) va ye. Qetlîa’mê ku li gund kiribûn, li ser zimanê şahidê wê wextê me nivîsandibûn. Di vê nivîsa xû da jî emê dîsa behsa gundekî girêdayî bi Darahênê ve bikin. Ev gund gundê Xerîb e. Ev gund li muqabil gundê Şemsanê, ne di çîyê de di deşta Darahênê de ava bûye. Li ber çemê Mûradê li alî vîlayeta Çebeqçûr dikeve. Gund di deştê de ava bûye, lê belê cîhê wî pir xweş e û şînahîye. Erdê wan ê ajotinê pirin û debra wan bi bereketin. Rêya şehrê qedîm Dîyarbekir di ber gund ra diçû û niha jî di ber gund ra diçe.
Gundê Xerîb jî nesîbê xû ji qetlîa’mê zeman girtin. Ji ber ku gund di deştê de hatibû avakirin cîyekî ku gundî pêde birevin jî tinebû. Wextê leşker dihatin, gundî ber bi çemê Mûrado direvîyan û di nav darû-bera da xu diveşartin. Di qerexê çem da bi roja diman û nedizîvirîn malên xû.
Çemê Mûrado heta wê wextê can distend, însan dixeniqandin. Pêl bi ser pêlê ve diqelabt û însan jê ditirsîya. Ava çem radibû, reng şolî dikir, bihûrî nediman. Însan li ber wî heyirî diman û nikaribûn derbasî alî din bibin. Bihar û zivistana însan ji dengê çem û pêlê avê xewf digirt. Kes bi alî çem va nediçû. Nûha çemê Mûrado bûye xelaskarê însanê bêçare û belengaz. Berê can distend. Niha can xelas dike ji leşkerê cimhurîyetê.
Te pir tarîxê reş û sipî li peyhev dîtin û derbas kirin ey çemê dilhezîn, Çemê Mûrado. Te pir şevê tarî û zulmê kûr dîtin ey çemê dilşikest. Pir baş û qenc û welî ji te av vexwarin û çûn dunya heq. Pir însanê zalim û neqenc jî te bi ava xu avdan. Belê ‘alimê ‘amil, şêxê kamil di ber te da derbas kirin, qurtekî ava te jê re zêde dîtin, wek çemê Firat û hezretî Hûseyn. Te pir dostê Xweda şandin û ti hê bi wan kula dijî û li ser pîyayî ey çemê dilkul çemê Mûrado.
Di sala 2011a da em çûn vî gundî. Serpêhatîya gund û gundîya ji bo em ji devê şahidê wê wextê guhdarî bikin. Wê salê ji bo me tarîxekî pir biqîmet li gund heyata xu berdewam dikir. Navê wî Husnî Kartalî bû.
Şahidê wê wextê bi navê Husnî Kartali, di umrê xû yê 102 yande em gihîştinê. Di wexta qetlîa’ma da ew 13-14 salî bûye. Ew tiştê ku bi çavê xu dîtiye wekî do teze û xweşik tên bîra wî û bi me re parve dike. Xalê Husnî di dirêjîya heyata xu da pir tiştê bielem dîtibû û jê ra bûbûn tecrûba jîyana wî. Heyatê wî pir xweşik pijandibû. Însanekî durust û emîn bû. Di şitexalê xu da tiştê kû nizanibû digot “Min nedîtîye ez nizanim.” Belê tiştê bi me re parve dikirin, temamê wan bi çawê xu dîtibûn. Bêşek xalê Husnî tarîxekî durust û emîn bû. Niha çûye rehmetê, Xwuda wî bi rehma xu şake. Ew çû dunya heq, gotin û şahidîya wî di destê me de baqîne. Em ji wan deng û şitexlîyê wî îstîfade dikin.
Xalê Husnî Şêx Se’îd bi çavê xu dîtibû û jê re tasek ava cemidî xwestibû bive bidêkê. Ji bo wê tasa avê çi dît wê ji mera behs bike. Belê ew çax Şêx di destê leşkerê cumhurîyetê de hêsîr bû. Wê ji mera behsa xelasîya xu û malbata xu û bavê xu ji mirinê bike. Bavê wî li Dîyarbekir çima bi zimanê Zazakî şitexilî, ji bo vî hate girtin û çewa bavê xu dît û ji bin çe’va xelaskir, wê ji mera behs bike. Wek vana pir tiştê ku bi çawê xu dîtîye û bûye şahid ji mera wê bi zimanê xu bêje. Em bala xu bidin xalê Husnî bê wê çi ji mera bibêje, di heqê wê tarîxa meya nêz û bi kûl û keder.
“NAVÊ MIN HUSNÎ KARTALÎ YE”
“Navê min Husnî Kartali ye. Ez ji Çebeqçûr ji gundê Xerîb im. Salê ‘ûmrê min vê gav ser ya sed salî da ye. Sala qiyama Şêx Sa’îd, ez mezin û fe’ma bûm. Bûyerê di wan roja de, tev pir xweş têne bîra min.
Ez û dîya xu li malê, li ber derê xu rûniştîbûn. Mala me di nav gundê Xerîb da bû. Rêya ‘am di ber derê mala me ra diçû. Di ber derê me da bîrek avê hebû. Me ava xu ya xwarinê ji vê bîrê temîn dikir. Me dît ku şêx Se’id li ser hespê di ber derê me da derbas dikin. Min bazda ser xu û ji dîya xu ra got “Dayê, bilezîne ji bo Şêx avê ji bîrê bikşîne, ez tasek av bighînimê.” Dîya min bi lez avê ji bîrê kişand û da destê min. Min jî şerbikê avê xist destê xu û bi bal Şêx ve bazdam.
Ew çax wesaît tinebûn. Wasîta însana, bibexşînin, ker, qantir û hesp bûn. Şêx û hevalên wî li ser pişta hespa dibirin Dîyarbekir. Leşkerê wî alay bû an jî tabûr bû ez baş nizanim. Ya alay bû ya tabûr. Wan leşkera, Şêx û hevalê wî bindest kiribûn û di ber mala me ra dibirin bal Dîyarbekir va.
Şêx Se’îd li ser hespekî sipî suwar kiribûn. Herdu pîyê Şêx di kêleka hespê de di bin hûrê hespê de biheva girêda bûn. Herdû destê Şêx jî li ser dilê wî bi hevre girêda bûn. Rûyê wîyê sipîyê mubarek li ser singa wî bela bûbû. Dirêjahîya rûyê wîyê mubarek gihîştibû ser dilê wî. Serê xu di pêş de bi mehzûnî xwar kiribû. Zilamkî telê wî dirêj bû, esmer bi rengê genimi bû. Li ser wî ‘ebakî bi rengê qehwê hebû, rûyê wî ‘eba bi surme. Hespê ku lê sûwar bû ‘eyara wî kûrmancî ‘eyar bû, ji zengûya fire. ‘Ebayê Şêx daketibû ser zengûya. Forsekî girik kişandibûn ser ‘eyara sipî. Hevalê Şêx jî hebûn. Min bala xu nedabû wan, derdê min Şêx bû.
Şerbikê avê min bi destê xu girt ber bi Şêx lezand û ez çûm. Ez gihaştim ber serê hespa Şêx Se’îd û min xwest ku şerbikê avê dirêjî destê Şêx bikim. Leşkerê li ber serê hespê sekinîbû, ket pêşîya min û şerbikê avê ji destê min sitend. Min li ba xu got ku herhalde leşker dibêje ku destê min nagihîje Şêx, ew dixwaze şerbikê avê ji destê min bigre û bide Şêx. Lê belê qet vûsa çênebû. Leşker bi kîneke mezin, ew şerbikê avê ku ji destê min girt, ava hûndûrê wî rêt ‘erdê û şerbikê me jî avêt li gûhê kevira xist û şikand. Min heyret kir û ez di cîyê xu da cemidîm. Dayîka min van bûyera li ber çawê xu dit û xebera ji leşker ra got. Min wehameta hedîsê fam kir. Ez li ser alî dayîka xu fetilîm û min go “Dayîkê hişbe, dengê xu neke, wellahî dengê te here wan wê te jî binçev bikin” Diya min nêzî me bû, lê belê dengê xeberê wê neçûn wan. Ez dibêm ku hespa, ji mêşa pîyekî xu radikirin yekî datanîn. Jiber wî deng neçû wan. Dayîka min jî tehlîkê fam kir û car din dengê xu dernexist. Wan di ber mezelê gund ra derbas kirin. Di ser çemê Mûrado da derbasbûn û bi alî Dîyarbekir va çûn. Ez û dayika xu di cîhê xu da bi heyret me li wan nihêrt heta ji ber çava hûnda bûn.
“ŞÊX XENIQANDIN Û DI ŞÛNA WAN DE FABRÎKA ARAQÊ ÇÊKIRIN”
Min Şêx di vî halê hêsîr da dît ku tasek ava vexwarinê jê re pir dîtin û pê nedan vexwarinê, pir li zora min çû. Bi sala min ew zulum jibîr nekir. Ez îdî bi ser salê xu da çûbûm. Carekî ku ez çûm Dîyarbekîr bi mira kirîvekî min bi navê Şukrî hebû, kurê Hecî Sefer. Ji mi ra got “Were ez te bivim cîhê ku Şêx û hevalên wî lê daleqandine” Ez û kirîvê xu em bi hevra çûn derê çîyê ku jê ra bi zimanê Tirkî divêjin “Dağkapı” Cîhê ku lê hatibûn daleqandinê em li wê derê gerîyan. Li ser wî cîhî fabrîka araqê çê kiribûn. Ew jî heqareteke din bû li wan û însanên li pey wan, dikirin. Nav wê fabrîqê em gerîyan. Ez pir mehzûn bûm. Ew halê esareta wî û ku tasek avê jê ra pir dîtin hat bîra min. Cîyê ku lê daleqandibûn, min di zîhna xu da tahayyûl dikir. Cesedê min li wûr bû, belê rûhê min çûbû wê wextê. Kirîvê min min pir mehzûn dît û nêzî min hat, wûha got “Kirîv ez dinhêrim ku ti gelek mehzûn bûyî. Belê ez mizgînî didim te ku zazayên me cesedê Şêx jivir derxistin û birin, ema birin ku ez nizanim” Dilê min gelek mehzûn bû, ji ber zulma ku li Şêx kirin. Ji ber vî qasî ez bi pey hedîsa cesedê wan ku ji wir birine neketim. Piştî ew heqaret li ‘alimê me hatin kirin, birina cesedê wan ji wir ewçax pir bala min nekişand. Paşê jî ez pey heqîqeta wê meselê neketim.
Piştî Şêx û hevalê wî girtin û wan li derê çîyê daleqandin, hê teze derê zûlmê li herêma me vekirin. Leşkerê Cumhurîyetê zarok û pîrek kuştin, gunda tevde şewitandin. Ew zûlma xu li gundê me jî kirin. Ez şahidê wan bûyera me. Rojkî leşker bi ser gundê me da jî hatin. Gundî li vî alî li wî alî dest bi bazdanê kirin. Dixwestin xu ji ber leşkera veşêrin. Lê belê gundê me di deştê de bû. Cîyekî ku meriv xu tê de veşêre tunebû. Ew çax darekî meriv karibe xu bide ber sîya wî, di gund de tinebû. Nûha ez dertêm ber derî, ji dara tava rojê li min naxe.
Şêx Se’îd ‘îdam kirin. Însanê bi de’wa wî re sadiq bûn, silahê xu dananîn. Derketin çîyê û mûcadela xu dewam kirin. Sîlahê wan însana li mala me hebûn. Bavê min wan sîlah û melzema ji malê derdixist û dibir di vî tepeyê da davêt xwarê. Bavê min ji me ra got “hûn herin, carek tenê melzemê man ezê wan jî bavêjim û werim bighîjim we” Em jî bi tevî gundîya ve ber bi qerexê çemê Mûrado va revîyan. Em çûn hember gundê Valêr (Çaytepe) me xu veşart. Bavê min nehat. Leşker bavê min û çend gundîyê me diqefêlin. Wan bi alî Çebeqçûr da dibin. Li kenarê rê wan dikin sirayê û li hember wan leşkerê bi sîleh pêçîka wan li ser tetîkê didin sekinandin. Çavê leşkera li ser qûmandanê wane, çi wext emir bide wan wê hêsîra teva qetil bikin. Ji qarargeha leşkera sûwarîkî bi rewan bal wan da tê. Qûmandan wûha dibêje “sebir bikin, way sûwarîkî bilez tê, belkî xeberekî bixêr ji van merivan ra bîne” Leşker emrê rakirina kuştina însana tîne ji qûmandan ra. Qûmandan ji wan re wûha dibêje, “xelasbûna we ji mirinê lûtfekî min nîne. Minê we bida kuştinê, lê belê şansê we, ya dû‘a kîja dîya we li pey we hebû yan jî dîya we di rojekî bi xêr de we anîye dunyayê.” Bi vî hawayî bavê min û kesê pê re ji mirinê xelas dibin. Wî û hevalê wî dibin Çebeqçûr û paşê wan berdidin.
Çend roja em bi tevî gundîyê xu li qerexê çemê Mûrado me xu veşart. Paşê em hatin malê xu. Lê belê leşkera tiştek di malê me da nehiştibûn. Avahîyê me neşevûtandibûn, lakîn tiştê xwarinê, zexîre çi di malê me da hebin teva derxistibûn derva û rêtibûn nav xwelîyê. Rûn, savar, nîsk çi hebin tevî berî nav hev dabûn. Kiribûn halekî wûsa ku însan jê îstîfade nekin, ji birçîna bimrin.
Çemê Mûrado
Heta emrê kuştina însana radikin, di herêma me da bi tenê bi deh hezara însan dikujin. Bi seda gund dişewitînin. Piştî emrê rakirina kuştina însanên bêrî û zarok û pîrek dîsa xelkê herêma me li hêvîya însafa leşkera ya ku tineye hiştin. Bi sala leşker di herêma me de zulum kirin. Çi çax bixwestana cardin însanê bêguneh dikuştin û ti kesî hesab ji wan nedipirsî.
“GUNDÎYÊ ME JIBO PERÊ XU NEDA LEŞKER HAT KUŞTIN”
Di wan sala da hedîseke kuştinê ku li gundê me ez bûme şahid ezê bi we ra parve bikim. Leşker li nav gundê herêma me qet xalî nedibûn. Yanî her gav darê wan li ser serê me kêm nedibûn. Gundîya ji tirsa canê xu wan li malê xu dihewand û xwarinê ku nedixwarin bi wan didan xwarin. Leşker ji ber ku di nav gunda de bi sala mabûn, perê kê, malê kê hebûn pê dizanibûn. Pere û zêrê xelkê bi cebrî ji wan distendin. Kesî ne wêribû dengê xu bike. Anha ji gundê me bi navê Qaynakçî Mihemed ‘Elî heye. Navê kalê wî Mihemed bû. Mihemed gundîyê mebû, ew çax li gundê me dima. Leşkerê ku li gundê me diman yek ji wan rûtba wî çawîş bû, li mala Mihemed dima. Malbatê bi ‘îzzet û îkram li wî dinhêrt. Jê heznekirna jî ji tirsa canê xu wêya dikirin. Çawîş ji ber nav mala wan dizanibû, hîn bûbû ku perê wan heye. A li vir ber mala me di ronkayîya rojê de li ber çavê min hedîse çêbû. Mihemed ji îşê xu, ji nava erdê xu dihat, ber mala me Çawîş rêya wî birî û jê re got “Tuyê perê xu bidî min” Ez li ber mala me nêzî wan bûm. Dengê wan dihat min û min wan didît jî. Bi wî gundîyê me ra bi navê Xalid û Ehmed du gundîyê me yên din jî hebûn. Gundîyê me Mihemed, selikê tijî ka kiribû û di binê çengê xu da bicî kiribû dibir malê. Ew çawîşê ku perê wî jê dixwest lê fetilî û wûha got “Ez şuxulîme, min pere jibo xu karkirîye ne jibo ez bidim te” Çawîş israr kir “Anha tu perê xu didî min nadî min” Mihemed got, “Ez pere xu nadim te” Çawîş gullek berî serê wî da. Mihemed bi tevî selika xu ya kayê, bi mislê perçekî goşt ji cîyekî bilind da bikeve, ket erdê. Gulle mêjîyê wî belakir. Hê li pîya ruh ji bedena wî derket. Bêruh li ser ser û çev ket erdê. Li hember wê wehşetê ez bi wê zaroktîya xu di cîyê xu da cemidîm û fena hêkel sekinîm. Wextê cesedê Mihemed ket erdê, selika kaya wî jî di berda ket erdê. Çawîş bi ser cesedê Mihemed da xar bû û bi kîn rahişt selika kaya wî, qismekî kayê bi sere wî da rêt. Kaya sipî ket nav xûna sor… Heta wê anê gundî yê me Xalid û Ehmed bi min ra wê wehşetê bêdeng seyr dikirin. Jixu ev tişt di zemankî kurt da çêbû û bi kuştina Mihemed qedîya.
Ew wehşet li me tava pir zor hat. Lê belê tiştek ji destê me nedihat. Xweyn ketibû çavê wî leşkerî û sîleh di destê wî debû. Belê gundîyê me Xalid bêdeng nema. Xîreta wî wê zulmê qebûl nekir. Canê xu xist ortê û li ser leşker fetilî, pêçîka xu ya eşhedê ber bi ‘esmana bilind kir û wûha got “Ez jibo Xweda şahidim ku te jibo pera mêrikê kuşt.” Çawîş ber pê çû û jê sewal kir, “Tu şahidî didî ku min mêrik jibo pera kuşt” Xalid, “Ez li ba Xweda şahidim ku te mêrikê bê suc û gûneh, jibo pera kuşt.” Çawîş vê suwala xu sê car pirsî. Xalid jî her sê cara ‘eynî bersiv da. Ji heyata xu neditirsîya. Lewra piştî vê zûlma mezin jîyan jî ji însan re dibe bar û piştî. Meriv di bin wî bar û piştî da di‘eciqe, dihele û diqede. Çawîş gullekî berî serê Xalid jî da. Xalid jî emanetê xu hê li pîya teslîmî xwedîyê wî kır. Çend gaw ji Mihemed wê da ew jî bêcan ket ser erda reş. Bi wê şahidîya qewî çû hizûra Xwedayê xu. Kîna çawîş hê dananîbû. Dirêjî selika kayê kir. Kaya ku tê de mabû wê jî bi serê Xalid de rêt. Gundîyê me bi navê Ehmed li wê derê fena min di cîyê xu da cemidîye û temamê hedîsê muşahade kir. Çawîş bi ser wî da fetilî û bi halekî “Tu jî şahidî nadî” sualî lê nihêrt. Xweyna Ehmed cemidîbû. Bi lênihêrteke vala li çawîş dinhêrt. Deng jê derneket. Zimanê wî bûbû perçek goşt di devê wî de. Ew jî li benda kuştina xu bû. Wê kengî çawîş hebkî gulle berî serê wî jî bide. Çawîş ber bi Ehmed çû, bi temamê qûweta xu û bi qirma tivingê li Ehmed xist. Ehmed wek potikî vala û sivik li erdê, li ber pîyê çawîş dirêj ket. Ji xu va çû bêhereket. Te digot qey ew jî mirîye. Ji şahidê wê hadîsê ez tenê li ser pîya mam. Ejî bi wê sebîtiya xu li ser pîya li hember wê wehşetê mirîbûm. Çawîş min ji zilama hesab nekir û bi alî mi da nehat û ji wê derê çû, dûrbû.
Jı Gundê Xerîb Sûretek
Piştî van zulmê giran û bi keder însanê herêma me bêtir derxistin çîyê. Van kesa bi sala têkoşîn dan li hember zulmê. Ewê ku bi wê têkoşînê nam dan, hinik ji wan ağê gundê Gurnozê bûn. Hecî Selîm ku jê re tê gotin Kolos Ağa û birê wî Hecî Mûstefa. Vana bi deh sala zêdetir têkoşîn li ser de’wa Şêx berdewam kirin. Bi wan re yê ku di herêma me de nam dan, Yado hebû û Zaza Huseyîn. Ez behsa têkoşîna wan nakim. Belê wan ti zirar nedan însanê me. Hikûmet li hember wan bêçare ma û milîsa ji xû ra çêkir û bi pey wan xist. Ji wan re digotin milîs Hûkumet. Ji ber wan milîsa rê û dirb dizanibûn, wan ew têkoşîn qedand. Hukûmet nikaribû Yado bikûje. Bi destê milîsê xu wî kuşt. Zaza Huseyn bi tevî pîreka xu di malê de dor lê digirin. Teslîm nabe. Pîreka wî jê re dibêje, “Xweyna min li te helal be, şûna ez dikevim destê milîs û leşkerê bênamûs, tu min bikûje û bira ji bo namusa te çavê te li paş nemîne” Pîreka xu dikûje û bi leşker ra şer dike. Li gor ku tê gotin Huseyn heft dîwarê malê, di ber hevda qul dike û têde dertê derva. Piştî şerkî giran tê kûştûn. Dîsa li gor gotina, mîlîs kî dixwaze bi cesedê wî de bewla xu bike. Di vir da jî tê fehmê ku çiqa însanê bê qarekter hebûne, di memleket da ew bûne mîlîs. Serê leşkera berê xu dide wî mîlîsî û jêre weha dibêje: “Lawê min, mêrik wexta sağ bû hûn newêribûn li siya wî binhêrin, anha vê ‘adîtîyê ti çima bi cesedê wî ra dikî” Ew çax ji wî leşkerê cimhûrîyetê temamê mîlîsê firotî yên li wê derê, dersa xu distînin, belê însan bê qîmet û qarekter be havênê wî naguhere.
Hecî Selîm ku bernavkê wî Kolos Ağa ye, min jî wî dît. Wextê min wî dît îdî extîyar bûbû. Rûyekî nûranî li ser bû. Deh salî mûcadele dan. Pir eqrebayê xu şehîd dan, lê belê ew şehîd neketin. Ji derd û kula ra man. Paşê ketin hepsê jî û hatin berdan. Min li navçeya Gêncê Qaso jî dît (ew mûxbîrê ku Şêx da girtin, Bînbaşı Qasım) ez ji wera sond dixum ku rûçikkî pîs û qebîh lê bû, însan digot qey ji cehennemê fîrar kirîye.
Ez û bavê xu jibo hewceyên malê em çûbûn Dîyarbekir. Bi me ra yek şexsek bi navê ‘Elî jî hebû. ‘Elî, li deşta gundê me ‘erdê ku ajotîbûn bekçîtîya wan dikir û li mala me dima. Li ber camîya dîrokî Ûlû Camiyê disekinin. Îşkî min derket ez ji ba wan bîhnekî dûr bûm. Ez vegerîm bal wan ku bavê min ne xwanêye. Min ji ‘Elî pirsî “Bavê min li kûye” ‘Elî got, “Polêsa bavê te birin.” Min pirsî “ Gelo çima polêsa bavê min girtin” ‘Elî got, “welleh bavê te bi zazakî şitexilî ji ber wî qasî wî binçav kirin.” Min bihîstibû ku ji xeyrî zimanê Tirkî kî bi zimankî din biştexile qedexeye. Zimanê her dayikê qedexe kiribûn. Min ji ‘Elî pirsî, “Cezayê şitexilya xeyrî zimanê Tirkî çiqase” ‘Elî “Cezayê wî 25 qurûşe” “Bi bavê min ra 25 qurûş tinebû ku wî binçav kirin.” ‘Elî got, “Nizanim.” Min pirsî, “Bi tera jî pere tinebû ku ti bidî wan bavê min negrin.” ‘Elî got, “welleh bi mira hevû.” Min pirsî, “Madem bi tera pere hebû, te çima neda wan ku bavê min birin.” ‘Elî deng nekir û diber xu da kenîya. Ew halê wîyê bêxem li zora min çû û min got, “Te pir tişkî baş kirîye lewma ti hûr hûr dikenî.” Ez pê ra xeyîdîm, min wî rezîl kepaze kir. Paşê min cîyê bavê xu hîn kir û ez bi pey ketim. Zemanê paydosa navrojê bû. Ew çax Ûlû Cami kiribûn cîhê ewlehîyê. Min xu berda hewşa camîyê. Hewş di çalê debû. Gava ez di pêlika da gîştim hewşê, li qarşî min nezareteke bi çend pêlika dertê jor, xûyakir. Derê wê nezaretê di bin da bi qasî bihostekê merisîbû û jêda ketibû. Di bin derî da min pîyê bavê xu di sola wî da naskir. Min hînkir ku bavê min li vir tê girtin. Min xu berê jêr da. Bala xu dayê ku serpolîsk û katibê wî li ser masekê rûniştine. Min silav da. Silava min vegirtin. Min got, “Cezayê bavê min çiqase.” Qomsêr got, “Ev şexis bavê teye.” Min got, “Belê bavê mine.” Wî got, “Cezayê wî 25 qurûş e.” Min derxist 25 qurûş danî ser masa wî û min got, “Îdî ez dikarim bavê xu bivim.” Qomsêr got, “Çima ti bi zimanê Tirkî dizanî, bavê te nizane.” Min got, “Ez hatime vira jibo bavê xu bibim. Ez nehatime ku ti min îmtîhan bikî.” Girtina bavê min pir li zora min çûbû. Nexasim ku çima bi zimanê dayîkê şitexilye. Qomsêr famkir ku ez ji wê zulma wan ‘aciz bûme. Qomsêr got, “Belê, dikarî bavê xu bivî” û min bavê xu girt em ji mekanê zulmê derketin.
Ew çax herêma me bi vî rengi vû. Ne ev tenê, kîtaba meya Mubîn Qur’ana Kerîm qedexe kiribûn. Tu kes nikaribû dersa wê bide yan jî bixweyne. Hê jî perçê Qur’anê di çîya û şikeftê me da tên xuyakirin. Bi nîşanê Îslamî re jî herb vekiribûn. Şalwarê li însana û kum û şaşik qedexe kiribûn. Rojkî ez di ber derê avahîya ewlehîya Çebeqçûr re derbas dibûm. Şexsekî xebatkarê ewlehîyê min da sekinandin û kumê min ji serê min kir. Pir li zora min çû. Qomsêr dît ku ev kirina hevalê wan ne di cî da ye û pir li zora min çû, ber bi min hat û xwest min tesellî bike. Ji mi ra got, “Ez herim kumê te ji te ra bînim.” Min got, “Ti kumê min bînî jî ez îdî nadim serê xu.” Qomsêr însanekî bi wîcdan derketibû. Ew jî pir li ber min ket. Ez mehzûn û bi dilşikestî bi nav sûkê da çûm. Serê min bêkum bû fena ez tazîbim. Fena ku min sûcekî mezin kiribe.
Ez li leşkerîyê nûmara neferîbûm. Min ji xu hez dikir. Cilê xûyê leşkerî min li ba dirûnker li gorî xu dida dirûtin. Ser û çavê min paqijbû. Bolik qomandanê me navê wî Kazım Erdem Ay bû. Tugay qumandanê me jî Îsmail Hakkı Talay bû. Rojekî Tugay qûmandanê me hat teftêşa leşkerê bolika me. Duzena min balawî kişand û gazî min kir. Ez çûm balê. Li memleketê min pirsî û hînkir ku Bîngolî me û ji wê derê navê çend însana pirsî. Kesê ku min wan nas dikir, min digot ez wan nas dikim. Mesela ji navçeya Gêncê Se’îd Döker pirsî, min go ez nas dikim. Ji Diyarê Boydê ‘Umerê kûrê ‘Elî pirsî, min go ez vî nas dikim. Bi vî hawayî navê pir însanê herêma me pirsî. Paşê hat ji Walêra Çolak Şukru pirsî, Çolak Şukru xalê min bû. Min got, Çolak Şukru xalê mine. Ji ser kursî rabû pîya, ber bi min hat û cardin pirsî, min cardin got, ew xalê mine. Sê cara suala xu pirsî û min jî ‘eynî bersiv da. Wuha dewan kir, “Ku ew xalê tebe, min pir nanê wî xwarîye û çay û qehwa wî vexwarîye.” Min got, “Te nanê wî xwarîye, çaya wî qehwa wî vexwarîye, paşê wan û bi tevî malbata wan, ciranê wan di xanîkî de topkirîye û agir berî wan dayîye wan bi tevîhev şewitandî ye.” Li hember vê berteka min, bêminnet li nav çavê min nihêrt û ji min re got “Belê, wellahî min wî jî kirîye” Bi kîn û nefret min li nav çavê wî nihêrt. Dilê min jê lihevket. Li ber çavê min we kî marekî reş disekinî. Însan ancax ewqa bêminnet û canî dibe. Wehşetê ku li herêma me kirine, venaşêrin û pê peznê xu jî didin. Min xwest ku ez wî di heyfa wan mezlûmê gundê Walêrê ku di xanî da şewitandin, perçe perçe bikim, lê belê ev tişt ji destê min nehat. Min berê xu bi nefret jê guhart û ez jê dûrbûm. Wî jî nefreta min li hember xu fêmkir û wekî din ti tiştekî din negot. Ji ba wî qatilî ez çûm û dûr bûm, bi huzn û xemeke dilşewat…
Gundê Walêr, Xanîyê Ku 33 Însan Tê De Hatın Şewıtandın