PÎRA SARÎYE BAĞIŞIK
QETLÎA’MA LI GUNDÊ ŞEMSANÊ
Di jimara borî de me sernamekî nivîsandibû. Piştî xeniqandina Şêx Seî’d û hevalên wî, li herêma me çi qewimîn û bi serê însanê me da çi afat derbas bûn, der barê wan de bi zimanê birîndaran ev nivîs a ewil e. Emê di serî da qala gundê Şemsan (Yokuşlu) ê bikin. Ewil bira pîra Sarîye Bağişik serpêhatîyên xwe ji me ra bîne ziman bê çi dîtîye û di wî zemanî de ji mirinê çawa xelas bûye.
Gundê Şemsanê, gundek ji gundên Darahênêya navçeya Çewlîkêye. Leşkerê hikumeta cimhûriyetê, wek pirê gundên herêmê, dor li Şemsanê girt. Însanê di gund da jibo canê xwe xelas bikin, revîyan bal çîyayên bilind. Hinek gundiyên ku ji bêrîtîya xwe ewlebûn, di gund da man. Ewê ku revîyan çîyê, canê xu xelaskirin. Lê ew kesên ku ji bêrîtîya xwe ewlebûn û bi leşkera emîn bûn, ewana hemî hatin kuştin.
Gundê Şemsanê li rojhelatê Darahênê, gundekî di çîyê deye. Di nava gund de newalek heye. Di vê newalê re zivistanê tenê av diherike. Li herdû alîyên newalê, du girikên dirêj bilind dibin û li hev dinhêrin. Hêşînaya li ser wan, kêfa meriv tîne. Darên gûzan, mêwên tirî, darên hirmîyan, dendûreşk… Baxçên li ber ava sar, firingîyên her yek bi meznatîya xwe nîv kîlo, îsot, balîcan, xîyar… Kanîyên av cemidî ku havînê zebeşan dikin du şeq. Kanîyên ku di çîyê da ji bin ta’tên mezin û serd, ji dilê erdên davên der… Însanên gundê Şemsanê, avahîyên xwe li guherên girik ku li başûr dinhêre çêkirine. Ev bi temamî, exlaqê însanên ku li cîyên bilind dijîn teva ye, daku zivistanên dirêj û biberf rihet derbas bikin. Jibona malê wan di qeresî û sermaye de nemînin, li alîyê rûyê bakûr avahîyan çê nakin.
Jibo kesên ku gundên çîyayên me dizanin, hewceyî gotina zêde nake. Ew baş dizanin ku gundên me yên li çîyan çiqas xweş in. Ev gundên me yên xweş, talan û wêran kirin. Bi ser însanên di wan de xera kirin. Ji lew em guh bidin pîra Sarîye. Bila çi bi serê wê de hatîye, bi zimanê xwe ji me ra bêje û şahidîya wehşeta wî zemanî bike. Di behsa sahneyên wehşetê de carna wê bigrî, hêstira birjîne, carna wê dengê wê bilerize û qut bibe.
Me bi pîra Sarîye ra, hevdîtina xwe di 26ê Hezîrana sala 2011an de pêk anîbû. Îro pîra Sarîye, ne li heyatêye. Xweda rehma xwe lê bike. Wê bi cenneta xwe şa bike. Gava ku em bi pîra Sarîye ra serpêhatinê wê diştexilin, çend mûyên porê wê yê sipî yên li derve, dixwaze wan bike binê melesa xwe. Carna jî kirasê xwe dikişîne ser destê xwe. Heya û terbîya pîrekên berê nîşanî me dide, me jî bi hurmet vê rewşê temaşe kir. Ew çûn lê belê şahidîya wan di heqqê zulma wî zemanî da di destê me da baqî ma. Em anha ji wan îstîfade dikin.
Ji Gundê Şemsanê Sûretek
Navê min, Sarîye Bağişik. Ez li gundê Şemsanê dijîm. Di dema cimhûriyetê û qiyama Şêx Seî’d de jî ez li vî gundî dijîyam. Min wan qetlîa’mên pey Şêx Seî’d li ber çavê xwe dîtin. Leşkerê Kemal, ez jî girtim û birim bal mirinê ve. Niha ezê ji we ra behsa girtina xwe bikim ku çawa hatime girtin û pişt re çawa ji mirinê xelas bûme.
Di wê sala ku însanên herêma me qetlî‘am kirin û gund şewitandin de, ‘ez dora dehsalîya ‘umrê xwe de bûm. Leşkerê Kemal ji gundê pêş de dest bi qetlî‘ama xwe dikir û bi alîyê gundê me da dihat. Belê însanê ku ji destê wan xelas dibûn, dihatin di gundê me ra derbasî çîyê dibûn. Me jî gotina wê wehşeta leşkera ku li gunda dikir bihîstibû. Ji ber vêya guhê me şîyar bû li ser neyta leşkera. Ewên ku li gundê pêş sax filitî bûn û dihatin di gundê me ra derbasî çîyê dibûn, ji me ra jî digotin “Hun jî birevin. Wê leşker we jî qetlî‘am bike” Belê însanên gundê me dest ji gundê xwe nedikir. Rojekê em bi peyva ‘leşker hatin’ hesîyan. Hinek gundîyan bal çîyê ve bazdan ku canê xwe xelas bikin.
Ji mala me ez û dîya xwe em li malê bûn. Xuşkeke mina biçûk di qumatkê de hebû. Dîya min wê xuşka mina di qumatkê de hemêz kir û da ber dilê xwe. Dest û pîyê dîya min dilerizîn û lihev diketin. Çar pênç gav bi alî rê de avêtin. Fetilî li min nihêrt. Ez jî li ber malê li halê dîya xwe heyîrî mame û lê temaşe dikim. Dîya min tiştekî naştexile. Wekî ku zimanê wê di devê wê de bûbe gilok. Yan jî xwîna wê cemidîbe û nikaribe tiştekî bivêje. Piştî çend gava ji min dûr ket, fetilî li min nihêrt. Qêrînek ketîye nav gundîya, divên ‘leşker hat’ û direvin. Kes li hêvîya kesî nasekine û li kesî guhdarî nake. Dîya min bi ber min de hat. Destekî wê da xuşka mina qumatkê, destê xwe yê dinê xwest bavêje min. Bi qêrîna gundîya cardin dest ji min berda û bi bal çîyê ve ket rê û dîsa çend gavên bi lez avêtin. Di hemêza wê de sebîya wê ya qûmatkê heye. Cardin fetilî li min nihêrt. Min ti me’nekê nedida halê dîya xwe. Dîya min cardin bi bal min va hat. Lê belê em bi derengî ketibûn. Leşkerê Kemal ha gîhiştin me, ha wê bigîhêjin me. Bi carkî di dîya min da tiştekî ğerîb çêbû. Dayîka min sebîyê xwe ya qûmatkê li ber min danî erdê û bi bazdan revîya. Gund terk kir. Bi alî çîyê ve ew jî çû. Ji wehşeta leşkera direvîya. Bi tabîra ku ‘dê sebîye xwe davêjin’ wê jî sebîyê xû ya qûmatkê avêt rex min û revîya. Ez mam bi tevî wê sebîyê qûmatkê. Sebî li erdê digirîya. Min ew girt hemêza xû. Ez û ew em man di nav destê leşkera da.
Pir zeman derbas nebû, leşker li nava gund tije bûn. Her hinek bi alîkî da çûn û gundîyên ku di gund da mabûn li hev kom kirin. Çend leşker hatin ber mala me jî. Ez û xûşka xû ya di qûmatkê de ya li ber dilê min, li ber derê malê wek sêwîya disekinin. Hinek leşker ketin hindirê malê. Meqseda wan, tiştê meyî biqîmet û zînet, perê me bibînin û ji xwe ra bibin. Hinek leşker jî em girtin û birin. Bi rastî ez jî dikaribûm ber bi çîyê de birevîyama û min jî canê xwe xelas bikira. Lê belê bêqerarîya dîya min, ez jî bêqerar kirim. Piştî dîya min sebîyê xwe ya di qûmatkê de hişt û revîya, ew sebî di ûstîyê min da ma. Ez mecbûr mam ku li wê sebîya qûmatkê xweditîyê bikim.
PÊSÎRÊ DU AMOJNÊ MIN JÊ KIRIN
Pîrek û zarok, di xanîyekî gund da civandin. Min sebîya qûmatkê bi ber dilê xwe da şidand û ez di paşîya malê di goşekî da rûniştim. Wê wextê min dît ku du amojnê min jî anîn ba me. Navê van herdû jinapê min jî Fatma bûn. Wan Ev mal ji pîrek û zarokan tijî kir. Herdu amojnê min nêzî derê derva rûniştin. Leşkerê Kemal dest bi îşkenca kirin. Ewil li ser pîreka û mezina dest bi îşkencê xwe kirin. Li herdû amojnê min, li ber çavê min îşkencê wehşî kirin. Pêsîrê wan bi kêra jê kirin. Ji ber qirika wan heta ser dilê wan, çawa meriv masî diqelêşe, wisa qelaştin. (Pîra Sarîye, weqta behsa perçekirina herdû amojnê xwe kir, bi deng girîya. Heta zemanekê nikaribû biştexile. Wexta ku go “amojnê min, ser dilê wan veka masî qelaştin” destê xwe da ber qirika xwe û pêva berjêr anî) Qêrîna herdu amojnê min diçûn asîmana. Em însanê li wir, pîrek-zarok bi hevda qutifîbûn. Xwîna me cemidîbû û deng ji me dernediket. Her yek ji me li ber sira xû bû. Emê tev bimirana, lakîn navê mirinê jî li me xweş dihat. Çiqas zû em bimiranan ewqas ji me ra baş bû. Pîrekê ku di vê malê de top kiribûn, teva yek bi yek bi wî hawayî qetil kirin.
Ez û xuşka xwe ya di qûmatkê ya di hemêza min da, di goşa malê ya paşîn da rûniştibûn. Her ku min ew wehşeta wan didît, min hinekî din xuşka xwe bi hemêza xwe va dijdand û xwe bi paş ve dida, bi dîwêr ve dizeliqand. Belê dîwar bi paş ve nediçû. Li hember wê wehşetê ez biçûk dibûm, dihelîyam, diguvişîm ser hev.
Leşkera nihêrt ku hemî însanên di wê malê da top kirine, bi îşkenceya dereng diqedînin, hinek ji leşkeran dest bi topkirina hejikan kir. Di destê wan de bîdonê benzînê, wê bi tevî cenaza malê bişewitînin. Ji me ewê ku sax mane jî wê di nav êgir da bisağî bişewitin.
Hê leşkeran agir berî malê nedabû, xeber ji wan ra hat ku gerek ji wê anê û şûnda pîrek û sebîya nekujin. Li ser vê xeberê em neşewitandin û em ji mirinê xelas bûn.
Piştî ku leşker ji gundê me derketin û çûn, însanên ku revîyabûn çîyê bi paş de hatin. Ew çağ dîya min jî hat û em dîtin. Di nav gund de li însanên ku hatine kuştin gerîyan. Bi navê Mehmûd û Hesen du apê min jî kuştibûn. Ew herdû apê min, pîrekê wan jî bi îşkencê hatibûn kuştin. Navê wan herduya jî Fatma bûn. Ewanê ku min di serî da behsa îşkenca li wan kir. Belê wan apê min cesedên wan hatin dîtin, serê wan jê kiribûn. Çiqas em li serê wan gerîyan jî, serê wan nehatin dîtin. Paşê me hîn kir ku leşkerê Kemal serê wan jêkirine û birine li Çewlîkê teşhîr kirine. Ew çax serê mêra jê dikirin û wekî hebê tizbîyê bi bena va dikirin û li sikakê Çewlîkê dadiliqandin, heta bîna genî diket wan, însan jê ‘aciz dibûn hêja radikirin. Bi vî hawayî dixwestin çavê însanan bitirsînin.
24 ÎNSAN DI KADÎNEKÊ DA ŞEWITANDIN
Li gundê me bi navê Ehmedê Nadir şexsek hebû. Ev kes însanekî bi qedir bû. Ehmed û çend gundîyên me, gava ku leşker tên nêzî gund, dibêjin: “Em herin peşîya wan, ji wan rica bikin ku em bêrîne û ti zirarekî me negihîştiye dewletê da ku ew jî zirar nedin me û gundê me.” Gava bi ber leşkera va diçin ku rica gund ji wan bikin, leşker di serî da wan dikuje û qet nahêle biştexilin. Pîrek û zarok yên malbata Ehmed 24 kes jî, di kadîna wan de agir berdidê û teva dişewitînin. Sebîkî ji vê malbatê, ji kesên ku ji şerê leşkera bal bi çîyê ve direvîyan re weha digot: “Hûn birevin, way bavê min û çend gundî çûn pêşîya leşkera. Ewê rica me ji wan bikin. Ewê tiştekî bi me nekin. Wexta leşker werin nava gund, jixwe hun direvin, emê jî çend serî heywanê we ji wan ra ser jêbikin û ji wan ra bipêjînin û bidin xwarin, ewê dengê xwe ji me ra nekin.” Bi leşkera ewle bûn, lê belê ewan ewilî bavê wî sebîyî kuşt û temamê malbata wan di kadînê de top kir û agir berdayê, bi saxîtî tevê şewitandin. Ji wê malbatê tu kes sax nefilitî. Di nav merivên wan de kesê nêzî wan ku li wan bibe waris û xwedîtîyê li erdê wan bike nema.
(Dibêjin ji dûr da hinek pîrekên eqrebayên wan, xwedîtî li erdê wan kirine. Em li nav gund gerîyan. Me çû cîyê ku ev malbat lê hatîye şewitandin dît. Belê hinek gundîya, hestîyê van însanan li cîye kadîne top kiribûn û li derbejêreke bêkeys veşartibûn. Ji ber ku ew kadîn ji wê malbatê re bûye mezel, cîyê wê dûze û ji baxçe ra dibe. Li ser vêya ez naxwazim gotinê pir dirêj bikim. Halê însanê me li hember tarîxa wan a nêzîk ev e, êdî hun teqdîr bikin.)
Qebra 24 însanên ku di kadînê de hatine şewîtandin
Di gundê Şemsanê da pir însan bi leşkera ewlebûn û ew emîntiya wan ji canê wan ra bû mal. Ewilî ew hatin kuştin. Yek ji wana jî Yusûf bû. Çi weqta leşker bal gundê me da tên, gundîyê me direvin, Yûsuf li nav erdê xwe ye, jê ra jî dibên bireve. Ew ji gundîya ra weha dibêje: “Kurekî min li eskerîyêye. Kurê min jî yekî fena wan e. Jibo xatirê kurê min be jî ewê min nekujin.” Ji ber leşkera nareve û ji nav îşê xû jî dernakeve. Leşker hê nagîjin gund, wî li nav erdê wî dikujin. Behsa kurê xû yê esker dike, belê wî qet nadin xeberdan.
JI ŞAHIDÊN GUNDÊ ŞEMSANÊ ABDULLAH YÖNDAŞ DIŞTEXILE
“Kalê min Hesenê 80 salî, li ber derê malê rûniştîye û pîra min Hafsa jî li kêleka wî ye. Di salên xû yên derbasbûyî de bi muhabbet û hûrik şitexilandin, li cem hev rûniştine. Leşker wan di vî halî de dibîne. Kalê min didin ber sungûya. Ew pîrê fanî li ber derê mala xû can dide. Pîra min wê wehşetê dibîne û direve. Ji paş ve bi sîlah wê jî qetil dikin.
Pîreka apê min û 3 zarokên wê jî dikujin. Paşê wan ceseda li hev top dikin. Dikin hundirê avahîya û agir berdidinê. Kesê ku ji gundê me revîyabûn çîya, piştî leşker diçin, têne gund jibo cesedên însana defin bikin. Belê li ber wehşeta şewitandina cesedê însana, xweyna wan dicemide. Li nav avahîyên ku agir berdanê digerin. Perçê cesedan yên ku ji êgir filitîne top dikin û defin dikin. Hinek gundî cesedê kalê min di avahîyê da sağlem dibînin. Di sûrete wî de zîpikê xwêdanê dibînin û wî di xewê de zen dikin. Yek ji wan kesa dibêje: “Dirbê mirîya get nade, lê belê ev kesê 80 salî, çi sûcê wî hebû ku qetil kirin, xwêdan di suretê wî de dernekeve ma di suretê min da derkeve?” Kalê min, weqta qetil dikin, wî davêjin nav avahîyê û agir berdidinê. Belê ew avahî naşewite.
Dîya min Horîye û hinek pîrek û zarokên gundê me, piştî emrê kuştina zarok û pîreka radikin, wan hêsîr digrin. Ber bi Çewlîkê ve dibin. Di rê de leşkerekî ji Pîranê û Zaza ji wan re weha dibêje; “Ewê we teva bikujin. Çi pere û mucewherê we hebe bidin min” Temamê pere û mucewherê wan ji wan distîne.
Leşker, arvanê ku ji gunda top kirîye dide pîrekên hêsîr û dibêje “hevîr bikin û nan lêxin” ew jî vêya dikin. Dibêjin, wî nanî bidin zarokê xwe û bixun. Belê nan bi ber kesî de naçe. Pîrekeke belengaz û dilşewitî ji leşkera rica dike û weha dibêje, “Ez di bextê we de me, hun min û zarokê min, li derve bi sîlah an jî bi sungûya bikujin. Me nekin kadîna û bi êgir neşewitînin.” Wexta ev pîrek bi vî şeklî ji leşker lavahîya dike, du sebîyê xwe yên biçûk dixe hemêza xwe û rica dike. (Niha bila dîyê sebîya, xwe têxin dewsa vê pîrekê bê ka di çi haletê rûh daye)