Mela Xelîl lawê Mela Huseyn, lawê Mela Xalid, lawê Hecî Hesen, lawê Şêx ‘Izedîn, lawê Hecî Huseynê Mîrê Cizîra Botan e. ‘Aliman gelek leqeb lê danîne. Mesela Seydayê Mela ‘Ebdullahê lawê Mela Reşîd jibo wî gotîye “Şêx Xelîl Efendî.” Leqebeke wî ya din jî “Şewqî” ye. Seyda hatîye naskirin bi nisbeta: Kelatî, Qulpikî, Hîzanî, Sêrtî, Şafi’î; jibo xatirê mezhebê Şafi’î, Mela Xelîlê Kurdî; jibo xatirê ku ji gelê Kurd e. ‘Umerî jî tê gotin; jibo ku ji nesla Hezretî ‘Umer e. Binemala Seyda bi rêya Şêx Musayê Zulî dighêje Hezretî ‘Umer.
Şerefxanê Bedlîsî gotîye: Bajarê Hîzanê ji wan bajaran e ku di wexta Îslamê de hatine avakirin. Avakerê wê çewa ku meşhur e li ser zimanê ehlê wî alî xwedîyê çêreya Tebrîzê ye.
Seyda li Hîzanê hate dinê. Wîladeta Seyda li gor Mu’cemû Şu’eraî Kurd di sala 1167ê hîcrî de bû. Hefîdê Seyda gotîye ku wîladeta wî sala 1164 hîcrî ye ku rastî 1751ê mîladî tê.
Seyda di nav malbateke ku bi ‘ilmê û dîndarî dihat nasîn de jiyan kir ku derdor heskiroxê malbata wan bû û ji wan re hurmet nîşan dida. Bavê wî tevî ku ne dewlemend bû jî camêr bû, ‘aliman û feqîyan li mala xwe dikir mêhvan û hurmetê dida wan û qencî bi wan dikir.
Seyda hîna biçûk bû bavê wî ew danî ba meşayixan da ku ‘ilmê ji wan bigire. Bavê wî piştî demekê ew bir Tillo. Tahir Efendîyê Bursewî dibêje:
“Îbrahîm Heqîyê Erzerûmî jê re dua kir, Seyda hîna negihîştibû salê bîrbirîyê. Piştî vî qasî bi salekî bavê wî ew bir ba alimên Hîzanê. Piştî ku Seyda bû xort û ji xwe bawer bû îdî ew bi xwe derket ji bo ‘ilmê teleb bike. Seyda çû Bidlîsê, ‘ilmê ji alimên wergirt. Piştî wextekî hindik zivirî Hîzanê, bar kir çû gundê Helenzê ku di navbêna Tillo û Sêrtê de ye, ji ‘alimên wê jî ‘ilmê girt. Piştî muddetekî çû gundê Xoşabê ku gundê Gulpinarê ye ew jî navçeya Wanê ye. Paşê çû Cizîra Botan. Dîsa vegerîya Xoşabê, lê pir li Xoşabê nesekinî û zivirî Hîzanê. Rihleta Seyda a paşî jibo ‘ilmê çûna bal ‘Îmadîyê ku girêdayê bi Dihokê ye li ba Seydayê Mela Mehmud muftîyê ‘Îmadîyê bû. Di vê rihletê de Seyda îcaza xwe ya ‘ilme girt tevî hevalê xwe seydayê mela Yehyayê Mizûrî.”
Piştî ku Seydayê wî îcazet dayê wî layiq dî jibo ku îmamtîya xelkê bike, we’z û nesîhetan bike, ders bide. Seyda jî çû Hîzanê jibo tedrîsê. Mela ‘Elî derheqê wî de dibêje: “Mumkun e ku meriv rihleta Seyda ji bo ‘ilmê di van cîyan de bicivîne: Kulbik, Bidlîs, Tillo, Helenzê, Sukana Qeseba Muksê, Xoşab, Cizîra Botan û ‘Îmadîye.”
Seyda li ‘Îmadîyê deh salan ders da. Paşê li ser xwestina bavê xwe çû li Sêrtê ders da. Li Medreseya Fexrîye sî salî ders da û kitêban nivsand. Gelek ‘alim li ber destên wî rabûn.Seyda di tesewufê de jî întîsabî Şêx Ehmedê Reşîdî kir, lê ji bo ku zemanê xwe bi ilmê re diborand hewqas di tesewufê de xwe kûr berneda.[1]
Seyda li ser mezhebe Şafiî, bi eqîdeya xwe Eş’erî, di terîqa Qadirî de bû. Çavkanîya gotina xwe kirine yek ku Seyda li Sêrtê di sala 1259 h – 1843yan de wefat bû. ‘Umrê Seyda li gor hîcrî 95 sal, li gor mîladî jî 92 sal bû. Niha jî li rojavayê başûrê Sêrtê li Miheleya Elûs di Goristana Şêx Silêman de hatiye definkirin. Li derdora wî jî zarok û nevîyên wî hatine definkirin. Gora wî li ser girikekî ye li alî rojhilatê bajêr dikeve. Xweda kir nesîb ez çûm min gora wî ziyaret kir, fatîhayekî ji bo ruhê wî xwend, min dît ku meqberek mutewazî ye, her wekî ku ne Seydayekî wusa namdar e, belkî weke hemwelatîyekî ji rêzê ye. Min pirsî gelo ji bêxwedîtî wusa ye, çima li ser gora Seyda tiştekî wek qubê tine, heta bi kevirine delal jî nehatîye hawîrdorkirin? Hevalê min gotin ku Seyda wesîyet kirîye ku qebra wî gerek wisa mutewazî be.
Hinek ji seydayên ku Mela Xelîl li cem wan ‘ilim xwendîye ev in: Sofî Huseyn; li ba wî Qurana Pîroz xwendîye, Mela ‘Ebdurehman Belakî; dîwana Hafizê Şîrazî xwendiye, li ba Mela Remezanê Xerpûtî; ‘ilme tesrîfê xwendîye, li ba Mela Mehmûdê Helenzê mesabîhussunne, li Muksê li ba Mela Ehmedê Kefnahî nehwê û mentiqê, li Hîzanê li ba Mela ‘Ebdulhadî Muqeddîmeya Mentiqê, li Xoşabê li ba Mela Huseyn û Mela ‘Ebdusselamê Bîzanî û Mela Îsmaîlê Kîsînî belaxet û Menzumeya Yusuf û Zuleyxa bi Farisî, li Cizîrê li ba Şêx Ferex ‘eqîda Nesefî û haşîyê wê, li ‘Îmadê li ba miftîyê wê û serokê alimên wê Mela Mehmûd usululfiqih û felsefe xwendiye û îcazeta xwe girtîye.
Alimên ku li ber destê Seyda rabûne çend kes ji wan ev in: Her sê kurên wî Mela Mustefa û Mela Mehmud û Mela ‘Ebdullah, Mela Muhemed lawê Mela ‘Erebê Sêrtî, Mela Yehya kurê Mela Xalidê Mizûrî, Mela ‘Elîyê Helenzî, Şêx Hamîde Tilloyî.
Qedrê Seyda di ‘ilmê de gelek pir e : Ew tiştê ku nîşan in ji ‘ilmê Seyda re; 1 – Pirbûna telîfatan e di cûrbicûr meseleyê ‘ilmê de ji ‘eqîde û tefsir û hedîs û luxet û nehw û serf û mentiq û qîraet û xeynî wan heta zêdetirî çil eserî nivsandîye, 2 – Ev bû çend sed sal e ‘aliman di kitêbê wî de hetanî roja me ders dane û li ser kitêbê wî şerh û haşiye nivîsandine.
Tiştekî din balkêş heye ji bo Seyda, di dema ku gelek kes ne haydar bû ji hinek ‘ilman mirov dibîne Seyda di wan ‘ilman de hewqas pêş de çûye heta gihîştîye asta telîfa wan ‘ilman, wek ‘erûz û qiraet û fiqha muqarin. Tiştekî din balkêş e ji bo Seyda ku telîfatê xwe hem bi nesr çêkirîye hem jî bi nezm, wek Xebîye û Nehculenam û Zumrudîyye.
Noqteyekî din mûhîm ew e ku Seyda di telîfê de zimanê gelê xwe jî jibîr nekirîye. Nehculenam û Tecwîd û Îsağûcî û Zurûf bi Kurdî telîf kirîye. Bi vê munasebetê em dikarin bersiva bêolan bidin ku Seydayê Mela Xelîl ‘alimekî Îslamê bû û bi Kurdî telîfat kirîye. Van xebatên wî wisa tê ser wê wateyê ku Seyda xwedîtî li zimanê xwe kirîye. Seyda jî ji wan namdaran e ku xwenaskirîyê gelê xwe ye. Bi vî hawî Seyda ji gelek namdaran vediqete.
Tiştê ku tê famkirin Seyda bi Farisî jî dizanibûye. Lewra di nav pirtûkê ku bi dersî xwendîye Farisî jî hebûne. Wek dîwana Hafizê Şîrazî, Yusuf û Zuleyxa. Sedema ku di Farisî de kitêb çênekirîye yan fayde nedîtîye, weya bi qasî telîf bike bi Farisî nizanîbûye.
‘Aliman pesnê Seyda dane, mesela Ustad Bedîuzzeman ji wî delil anîye, gotîye: Li ba me wî zatê meşhûrî ku gotina wî huccet tê qebûlê zatekî muheqqiq e di heqê sehabîyan de wusa gotîye…Mela Xelîl ellameyê meşhur ê sitûna ehlê ‘ilmê ye û seydayê seydayan e di Kurdistanê de.
Şêx ‘Asimê Oxînî gotîye: ‘Ilmên li dîyarê me hemû ji kanîya ilmên wî ye, silsileya îcazê di Kurdistana Tirkî de wek Diyarbekr û Tillo û Bidlîs û Rihayê dighêjin Mela Xelîl. Tiştê ku lazim e em bibêjin pirê kitêbên Seyda hîna jî destxet in; hinek ji wan di kutubxana Hemdî kurê ‘Ebdulmecîd selefî de ne, hinek jî di hewzê nevîyên wî de ne, hinek jî di destê ehlê ‘ilmê li vîyalî wîyalî ne.
Seyda li ser medreseyan û mufredatê wê bandoreke esasî li du xwe hişt. Bû wesîle ku ilim ji nû ve ruh bigre û medrese xwe nû bikin. Seydayê ku wusa namdar bû, tije ‘ilim û xwedîyê hewqas pirtûkê bi fayde bû û ew qas feqîyê bi hêz perwerde kir bi sedem ku jîyaneka munzewî ji xwe re pejirandibû di dema ku tê de jîyan dikir ‘eleqeya ku heq dikir nedît û bi hawê ku heq dikir nehate naskirin.
Xweda rehma xwe li seyda bike, me jî ji xêr û bereketa ‘ilmê wî bêpar nehêle.