Gotin ewqas ne westî di tarîxê tu edwar
Vî rengî naçar nebû hunda bû soz û mihwar
Gerek li me nebûna tebat tu wext û cîh-war
Di piştî şehadeta Yehya Îbrahîm Sînwar
Çend care em xeniqîn me got gotin qedîya
Jiber pêjna bê tevger ûcdan li me qusîya
Îkrah dibit pir cara nivîs li dest lefiya
Ji xemsarî naxwîye curma li ser bêrîya
Bê gûman ev xemsarî bi ‘ezab hamîle ye
Herba hember sebîya rû zelîla sîle ye
Hemin cîhan dojeh e li ma’sûma çîle ye
Jîyan û kêferat a rûzemîn nafîle ye
Nafîle ye ev jîyan di pey çûna Heniyye
Girîfdarê bêbextî li nav erda Persiye
Heyfa wî ma li erdê lew mefer şikestî ye
Jiboy şehîdê ‘ezîz bes dixwînim mersîye
Di ‘esra bi herc û merc jîn bûye kûr adetî
Li sedra kolane derd hukmê kufra le’netî
Bi lerza merezê xist li zemîn da afetî
Li hedma însan e qesd bêbextî û xîyanetî
Bi bêbextî û xîyanet dojeh bûye para me
Ka biratî û dîyanet ji wehdetê kara me
Cîhad li me çi hacet Ğezze hat hewara me
Çengek qîyam bi kar ket sibeh û êvara me
Ev dewra agir weşan bi xebatek manîdar
Hember kufrê bû remza berxwedanek namîdar
Lew ji Qur’anê mulhem bi tofanê barîdar
Pêşgotina azadî muzeffer be payîdar
Bardar e bi baranek ser qederan îrade
Di wêran û kavila heye jînek azade
Bes ji bonî xûnrija tunebûnek îfade
Bihadar bî bi teqdîr li wehşîyan îade
Şuğlê jîyan ditovin li ser mulkê Suleyman
Li secdeyan likumî qeder û bext û seyran
Dîn û har bûn ji lewra hovê wehşî li meydan
Ji dûr û nêz bêmecal nêrîn û kul ji mer man
Ev halê mey pur melal ji bal heqqê xeber e
Em bizanin ku Ğezze jibona me qeder e
Ger lîyaqet nekêşin bal îhsan û zafer e
Qedrê me, bênusreta Xweda nake du pere
Me fêm kir bihayê xwe bi temaşa vê curmê
Ne fortê me qebûl in ne jî quwwet û kulmê
Ew koma newêreka ne hêjayê yek hulmê
Li me poşîne zillet bi tetbîqin her zulmê
Yekcaran em be’icîn di piştî vê şikînê
Tê kolan bi gelacî qalika ser birînê
Divê em haydar bibin bikar bînin civînê
Guhdar bin li Banga Heq bixwînin qesda jînê