Eya Seyda ez bi Gorî!
‘Umr-i zayi’ bû me bê dilber ‘ebes
Wey tevê ‘umrê me borî ber ‘ebes
Eya Seyda ez bi gorî! Badilhewa diçe li ber bayê ûmrê ku di oxira dilbera dilbir de nebore. Ji xwe temmamê ‘umrê însan di mabeyna du nefesan de dibore ku yek ji Dara Axê yek jî Dara Oxê[1] vedikşê. Herçî Dara Axê ye; tev ji avzêma gunehan bi avek şêlû di vê dinya fanî de hatiye avdan ku serkanîya wê zewq û sefa û serxweşiyên di sefalletê de ne. Kesê ku di bin siya Dara Axê de li pêy zewq û sefayê jîna xwe di oxira dilberên derewînên dunyewî de biborîne; gerçê li vê dinê zewqek muweqqet werbigre jî dê daîm bi ax û keser be, her wê werîsê îdama ebedî wî bi bal ezabê Îlahî ve vekşîne, tim û tim dê bêje ax û ax. Herçî Dara Oxê ye ew dara fereca xêrê ye. Kesê ku di oxira siya wê darê de bimeşe lazim e gelek zehmet û ezîyetên muweqet li vê dinê bide be çavan. Bes di encamê de dema ku ew ezîyetên muweqqet ji ser wî rabûn dê hilmek puroksîjen bikşîne kezebê û bêje “oooooox! Ez giham fereca xêrê.” Îdî her zewq û sefa digel hezar nimetan bo min li vir di baxê Ridwan de amade ne.
Dil emanet da bi naehlan nedî
Lê bi naehlan me da gewher ‘ebes
Seyda! We’z û nesîheta te ser sera û ser çavan. Erê rast e lazim e mirov hîç ema hîç dil û hestên xwe nespêre kesên ku ne layiqê hûbba dil in. Lewra hub semera siya navê Wedûd e ku hem ji ‘ibadê xwe hes dike, hem jî ji heskirina wan hes dike. Ji ber ku mirov dilbera ber dilê xwe bibe baxê Ridwan û meqamê rizayê lazim e mirov di sînorê helal û heramîyê de li gorî emr û nehyê zatê Wedûd hereket bike. Ewil dibê mirov dilê xwe bispêre wî paşê hubba dilê xwe bide îbadên Wî yên emelsalih. Lewra mutmeînîya dil her bi zikrê Xweda ye, her ewe ê ku dikare dil şad û bextewar bike. Lê mixabin sed mixabin çawa ku we jî beyan kir bi giranî li vê dinya fanî wek seraba di çolê de, car heye dilê mirov dikeve mehbûbên ku di heddê xwe de hîç ema hîç layiqê wê muhbetê nînin, mirov dixapînin, bi bal dojehê ve dikşînin. Car heye ku di jiyanê de gewherê herî bi qedr li ba însan jîn e wê jî di oxira naehlan bi zewq û sefayên fanî badilhewa dişîne. Xweda hifza me ji wê rewşê bike.
Da di seyra ‘işqê bê dilber neçî
Lê dibit seyra te bê dilber ‘ebes
Belê Seyda! Rê dûr, rêwî naçar e. Elbet di vê rê de digel rêberek heqşinas ku li nêk ehlê îmanê resûl û nebî ne reçeteyek qayîm ku rênîşanên rê di xwe de bi hewîne lazim e. Kes di vê rê de bê rehber û reçete nagîje mexsed û miradê xwe. Elbet herçî ku xwedî dil in dilberek wan jî he ye. Bo bawermendan jî dilber û serdarê dilbera yanî yarê yara her Xweda ye. Hemî karên ku dil pê ve meşxûl dibe serkanîya xwe ji reçeteya yarê yara werdigre û li gorî wê reçetê dimeşe. Îdî ku aşiq di rênîşnên rê de xwe sipart reçeteya yarê yara tu karek wî badilhewa naçe lê eger bê reçete û rehber bikeve rê hem aşiq hem jî maşûq dê biçin helaqê.
Pir di pê weslê me se’y û cehde da
Cehde û se’ya me hatin der ‘ebes
Haşa seyda summe haşa! Digel şahidiya sêsed salên piştî we, hem temmamê ehlê ‘ilm û ‘eşqê hem jî em şahidin ku cehd û se’ya we badilhewa neçû û naç e. Lewra ta nuha bi hezaran kesan ji serkanîya we ava eşqê vexwarin. Dilop bi dilop beyt û ristên we dawerivîn ser zar û zimanê evîndarên heq û heqîqetê, di deryaya evînê de bilq vedan. Digel vê gelek seyda û mela ji medresa we perwerdeyî evîna heq bûn, li pêy şopa we bezîn ku Şêxê Meczûb, Şêx Seydayê Cezerî û Şêx Zekî ji wan kesan çend kesên bijare ne. Seyda! Bila dilê we rahet be, hûn di nav nûrê de bin û baş ewle bin ku ked û se’ya we badilhewa neçû û naçe
Ahê wê kuştim bi derba xencerê
Ma di mêlakê diret xencer ‘ebes
Seydayê min! Derba ku ji serê tîr û xencerên yarê peyda dibit hem derd e hem derman e. Birîndarê bi tîr û xencerê yarê îdî zahiren sersem û gêj e, ew derb bask û perrê wî dişkêne tîne xwarê, lê di heman demê de ew xwîna ku ji ber tîr û xencerên yarê ji demarên wî di herikin dibin tov û bizrê jîn û jîndarîyek sûdmend û bextewar. Heta ku mirov di oxira yara xwe de ji canê xwe nebuhure mirov nikare bighîje meqamê evîn û seadeta ebedî ku di baxê bihitşê de li bin siya dara Wedûd konê wê vegirtiye. Eger ku mirov gihîşt wî meqamî îdî dil û kezeb dibit pola û di dewsa xwînê de gulên baxê evînê jê şax vedidin.
Dil ji derba kaşowan bû parepar
Goy di meydanê dibit sed ker ‘ebes
Seyda ez bigorî! Çiya ji ber agirê evînê dikelijin dibin volqan û diteqin. Kanî û serkanî bi agirê evînê keviran diqelêşin, dizên û diherrikin. Kurt û kurmancî serkanîya her tiştî ji sancoya evînê ye. Her wiha dema ku serê kaşoyê yarê yara li dilê we ketiye û parepar kiriye ji wê demê û ta nuha nalînên we bûne îlham ji birîndarên yarê re û birînê wan kewandine. Ji xwe meydana evînê meydana qal û şerrê başî û nebaşiyê ye.
Mehdara vî suxteî îro bikin
Ez dibêjim nabit ev mehder ‘ebes
Seyda! Em ji yarê yara yanî ji Rebbê xwe hêvîdar û duadarin ku derîyê rehmeta xwe li herdû aleman li me û we veke. Me û we bide xatirê navê xweyê Xeffar, me û we bixefrîne li ser hewza Kewserê, di meydana mehşerê li rex enbîya û ewlîya û şehîdan me û we bi dîtina cemala xwe şa bike. Em evîndarê wî ne, di oxira evîna wî de li hember tu zor û zehmet û ezîyetan xema me nîne. Ayeta “La Teqnetû” bo me bask û perr e naumîdî hîç ema hîç kar û emelê me nîne. Ji ber ku mehdera herî baş bo însan kar û emelê însan e û semereyên însan ê mayîndeyê fêdedar jî sedeqeî carî ye ne; em bawer in deftera we ya xêrê hêj jî vekiriye. Lewra hem medresa we hêj li pê ye û şagirt jê radibin hem jî dîwana we rêberiya aşiq û ‘arifan dike.
Kifş e me’na kî li lew‘hê sîmî dî
Nuqte ê misk û xetê ‘enber ‘ebes
Na seydayê min na, kesî nedî. Lewra aşiqê heq ku di riya heq de xwe ji bo yarê yaran feda bike îdî kes di wî de yek nuqteyek jî ji xeta û îxaneta li yarê nabîne. Lewra evîna wî a ku ji siya serkaniya Dara Wedûd diherrike wilo pak û paqij û zelal e ku hîç emaretek şêlû lê peyda nabe. Lewra ava zelal û herrikbar hem paqij e hem paqijkiroxe. Her wiha çawa ku madenê zîv û zêr dibiriqin û lekedariyê qebûl nakin evîndarê heqîqî jî di yarê xwede tu kêmasiyek nabîne. Ji lew her meşaqeta di oxira yarê yara de payeberz û pîroz in, badilhewa naçin qet.
Da Mela hişyarê bî lê pur kesan
Sîne pur lê dane seng û ber ‘ebes
Ax Melayê min! Ax û ax! Bi rastî hoşiyarî û hayîdariya di oxira evîna bo yarê de karek gelek pîroz û payeberz e. Ji lew rêveçûnek bi dîqqet di vê rê de lazim e li gor kelamê Heq ku wek “Teqwa û Hesasiyet” hatiye binavkirin. Di vê oxirê de li ser rê gelek dirrî û sitirî hene ku lazim e salikê vê rê daw û delingê xwe hilde û xwe ji dirrî û sitiriya biparêze lê kulîlkan her ji nav helbijêr e. Elbet di vê rê de gelek îmtihan jî hene. Lerwa eger salik li gor şert û mercên rê bi dîqqet nemeşe dê di vê rê de gelek yarên derewîn derkevin pêşberî wî û wî bibin helakê.
[1] Liv ir terma Ax û Oxê ji Rîsaleê Nur bi deyn hatiye wergirtin.