Piştî derba mezin xwarin li Bedrê
Muşrik ketin nava huzn û kederê
Sê sal temam derbas bûne j-hicretê
Jibo heyfê çav berdane firsetê
Ebû Sufyan kom kir sê hezar 'esker
Berî didan Medîneya Munewwer
Hat Medînê xebera van dujmina
Resûlûllah şandiye pê mumina
Gotiye ez vêya ji we dixwazim
Dernekevin ji Medînê hûn lazim
Keliyaye xwîna xort û ciwana
Emê bi şûr derkevine meydana
Belê xorta gotin emê derkevin
Da li hember dujmina kêm nekevin
Qismê xorta di fikra xwe israr kir
Resûlûllah çekê herbê li xwe kir
Eshaba got Resûlûllah bû hezîn
Ew ğeyidî jê bixwazin lêborîn
Çûne pêşya Resûlûllah bi poşman
Eşkere poşmanîya xwe dan nîşan
Nûra çava ji Medînê dernekev
Emê ji ter xwe feda kin roj û şev
Bersîva ku Resûlûllah daye wan
Bi wê 'ezm û qerara xwe kir beyan
Ne layiqe qet jibona pêxember
Piştî ku çek li xwe kirin dîs veger