Gelê xelkê zemanî dîn we tesîs
Berê xwe-d dim we nîne ‘ar û namûs
Çi wîcdan e we hey yan bext û murwet
Kiçêt we-l mekteba ser kol û çok rûs
Be şer’et ‘ewretê wan ê diyar e
Li ser şûla heram cehwîs e îblîs
Wekî mêra leşê wan dît çi fayde
We cangê ta’etê xûher girev rîs
Berê xwe-bidin kîtaba ka çi gote
Çewa emr e bo jinka setr û telbîs
Çi lazim jin bibin katib û bê dîn
Me’aşê wan welew dînar in sed kîs
Resûlullah û Ellah herdu dujmin
We hal nabît li qebrêw cehnema xwîs
We cennet da bi dunya mulkê fanî
Û şeytanî xirandin ew bi telbîs
Çewa mêrê xudan şehwet û bê jin
Nezer lê naketin û nefse cehwîs
Kesê-j me nîne daîm tê nefekrît
Çi hal e ey Musulman hinde ê pîs
Çi lome bû kesê hizra xirab kir
Wekî fikrî ser û çokan leşê sîs
Çewa ew dê ji fikra pîs berî bit
Bixwe qelbê me şeytana kire lîs
Niho ekser mirova êke kağez
Bo xêra û bo şerra sed qeratîs
Eger hûn dê bi ‘eqlê min ‘emel ken
Kiça-j van mekteban rakin bi namûs
Nîhayet dê netîce bîte qebhet
We cehnem hisse ye nabît feradîs
Sebeb bû wê ‘ezabê da û baban
‘Eyalê xu hema gêran ebalîs
Nivêj hêlan û rojî bê sitar e
Wekî teyrê li kolana diken fîs
Guhê xo bes bidin van Ewropaya
Bo şola zan kirî ‘adat û tesîs
Ew in kafir bira hûn ehlê îman
Ji kufrê pîstirê nînin çu tencîs
We Qur’ana hey û Pêğember û ‘ilm
Ewan dêr û senem ruhban û qesîs
Kiça xu ruwys nekir-j ‘arê wekî we
Bo şalûm û netirxan û yewanîs
Herê Ehmed li şola heq tu xurt î
Ji ber xelkê nedanî da bikey qîs