Ey av û av, ey av û av
Ma tu bi ‘işq û muhbetê
Mewc û pêlan tavêy belav
Bê sekne û bê rahetê
…
Ew reng dibêt ava zelal
Buhrîn li min çend mah û sal
Qet kes nekir li min sual
Heta giham vê sa’etê
Feqîyê Teyran; Mihemedê kurê ‘Ebdullah… Mîm û Hê û Dal… Ehl û ewlîyayê axa Miksê… Li Tirkistanê Yunus Emre, li Kurdistanê Feqîyê Teyran… Tebî’etbêj, xwedîyê qelbê paqij, ilhama me’nê…
Evcar seyr û sefera me bi alî Navçeya Miksê de bû. Bi meqseda dîtina warê Feqî, ew av û axa ku jê xwaribû, lê jîyana xwe berdewam kiribû. Di serî da em çûn ber ava ku ji hundirê şikeftê, ji koka kevirê hişk dizê, derdikeve wek bi aşîta çemekî têr û tije. Ava cemidî, zelal û wek çemekî giran her diherike û diherike dawî lê nayê. Tê gotin ku Rebbê ‘aleman her roj ji Cenneta Baqî dilopekî av diniqutîne ser wê ava Miksê. Ji xezîna Xweda ye ku lewra havîn, zivistan, deqe, si’et û an her diherike, naçike û naqede ti gav û an.
Feqî li ber serê wê avê rûdinî û ‘Ey av û av’ dibêje derdê dilê xwe dirêje. Gelo heta wê kêlîyê çend car Feqî di ber wê avê de derbas bû li ber qerex rûnişt û guh da xure xur û gure gura wê. Belê ev çax îlham û ‘eşq girt û got ‘Ey av û av’ û pê de çû. Hevaltîya xwe û avê li ser ‘eşqê gihand hev û li hev mar kir. Av, wek wî ‘aşiq bû, li pey ma’şûqê xwe her dinalî, dikir xure xur, şire şir, sekin û teban pê nediket, bi şev û roj her diherîkî û dinalî. Ji cezba ‘eşqa Xweda qet tebatî nedikir, serê xwe li kevir, xîç û zinara dixist, diherikî û diherikî. Feqî jî wek wê avê ‘aşiq bû li pey maşuqê xwe her dinalî, dizarî, bêsekin û tebat baz dida bi qerex ve diçû.
Feqî geh li avê gazinê xwe dikir, geh dor dida avê lê guhdarî dikir. Belê ne ku av bi rastî pê re diştexilî. Belkî haya avê ji wî û wê nalîna wî tinebû. Ew bi zikrê xwe mijûl bû, wezîfeya xwe îcra dikir. Feqî, bi sen’etekî edebî wesfê însanî dabûyê de û ew dida şitexilandin. Yan na karê avê her çûyîn bû, av û av, ne bi şunda zivirandin, da ku bal û guhê xwe bide feqî.
Her ewlîyayekî Xweda ji bo derê ‘eşqê veke xwe li tebî’etê girtîye. Tê de sirr û îlham keşif kirîye. Ewên ku çûne ser çîyayên bilind, ewên ku di nav gûlîyên darê de ‘inzêl çêkirîye û guh daye çîke çîka çivîka, teyr û tirûta. Ewên ku bi newalên kûr ve çûne û guh dane luvîna bayê, xurîna avê wek Feqî.
Feqî bi zimanê teyr û turuta jî dizanibû. Rojekî dertê rêwîtîyê û bi alî Cizîrê ve diçe. Bi rê de leqayî keşîş dibe. Ew keşîş jî bi alî Cizîra Botan de diçe. Her du bi hev re rêwîtîyê dikin. Rêwîtîya bi linga jî bi rojan dewan dikirin. Ji hev hez dikin û rastîya xwe didin hev. Rehtbûna meşa pîyan giranîkî dide ser canê wan û li bin sîya darekî xwe dirêj dikin, bîhna xwe didin. Wê demê çend çivîk tên ser gulîyên darê û bi hev re diştexilin, di şitexalîyên xwe de behsa Feqî û Keşîşên li bin darê ji xwe de ketine jî dikin. Feqî ji zimanê wan fêm dike û tebessûm dike. Belê Keşîş ti me’nekî nade ew kena Feqî û sirrê wî karî dipirse. Feqî her çiqas sirrê xwe vedişêre jî Keşîş dev jê bernade û dibêje:
-Di bin her ken û henekekî de miheqqeq heqîqetek heye, tu yê ji min re wê heqîqetê bêjî.
Feqî dibêje:
-Ger ez ji te re qala sirra xwe bikim, tu yê bi min re îxanet nekî û sirrê min aşkere nekî, li ser vî hişke sozê bide, ezê sira xwe bêjim.
Ji ber vê daxwaza Feqî, Keşîş wisa lê vedigerîne:
-Ez soz didim te ku ewê sirrê te li bal min veşartî bimîne.
Li ser wî sozê qewî Feqî qala zanîbûna xwe li ser zimanê teyran dike. Paşê bi hev re dighîjin Cizîrê. Feqî diçe Medreseya sor û Keşîş jî diçe mêvandarîya dêrê. Rojekî xelk li ber derê dêrê li hev dicive û qala xezîneyekî mezin li wûr dike. Keşîş jî hazirê weqtê ye. Melîk tê wê derê û cîhê xezînê nabînin. Keşîş derdikeve pêş, aqilê şeytanî wî hinc dike û ji bû xwe bike çavê Melîk wiha dibêje:
-Melîkê min, ez însanekî nas dikim ku halê xerîb pê re hene û ew dikare di vê pirsgirêkê de bi we re alîkarî bike. Ew kes niha li Medreseya Sor e, hûn dikarin wî bînin vê derê.
Melîk li ser gotina Keşîş xeber dişîne Medreseya Sor û Feqî tîne hizûrê. Ji Feqî re bi kurtasî qala xezîneyê dike û alîkarîya wî dixwaze û soza para wî jî dide. Gava Feqî çavberî Keşîş dide meseleyê fêm dike û dirêj nake. Zeman dixwaze. Bi teyran re cîhê xezînê diştexile. Teyr dibêjin:
-Şeveqê bi derketina rojê re were vir û binhêre ku tîrêjê rojê ‘ewûl li kur dikevin xezîne di wûr de ye.
Feqî cîhê xezînê nîşanî Melîk dide. Ew jî xezînê derdixe û ji Feqî re dibêje:
-Ka bêje bo min, ti para xwe çikas zêr dixwazî?
Feqî dibêje:
-Ez para xwe bi qasî giranîya serê Keşîş dixwazim.
Melîk sozê dirêj nake û dibêje:
-Ji bo vî gerek em serê Keşîş jê bikin.
Serê Keşîş didin ser alîyekî terezîyê û alîyê din bi zêrê tije dikin. Belê tim serê Keşîş giran tê û her zêr lê zêde dikin. Dawî li zêr tên belê hêj serê Keşîş giran e. Melîk dibêje:
-Feqî ev çi hal e. Me temamî xezîneyê da te û hê jî em ji te re deyndar in.
Feqî ji erdê radike çengek ax û davêje alî xezînê, ew çax xezîne giranîya xwe nîşan dide û serê Keşîş radibe jor. Feqî li ser Melîk dizivire û wûha dibêje:
-Meqseda min ew bû, ez bidim zanîn ku çavê însan tenê ax tijî dike, ne ku ji xezîneyê mal û xişir ji xwe re bibim.
Welîyên Xwedê tenezilî malê dunyayê nakin. Di ber sîtila zêran da jî herin, pîyê wan li çemilê wê jî bikeve, lê nafetilin û nanhêrin. Bi wî rengî Feqî dersekî da Melîk û herçî hazîrûn û dersa din jî da Keşîşê xayîn, li hember xîyaneta wî. Feqî welîyê Xwedê bû, îş û karê wî bi mal û xezînê dunyayê tunebû…
Ax Feqîyêm dikî gazî
Bi nezm û cezm bi awazî
Li ber serê ava tazî
Te ji derdê firqetê
Hatim Miksê Feqîyê delal
Şopa eşqê ava zelal
‘Eşqê ew roj ez kirme lal
Tê ji mir bikî hîmmetê
Min got Feqî, wî gote av
Sirrê xerîb pê dav û nav
Dê ez biçim her av û av
Da ku Xaliq ke rehmetê
Çûm ber avê ser şopa wî
Av ew av e nayê dawî
Av nabîne min weka wî
Nabêj Feqî çû axretê
Ji Feqî re pir xweş kelam
Nîne bû min peyv û selam
Ey av û av ez ji çi mam
Feqî nema bi şûnde tê.