Rewşenbîrên Kurd di serdemên cuda yên dîrokê de di avakirin û parastina nasnameya Kurdî de roleke girîng lîstine. Di vê pêvajoyê de keda rewşenbîrên weke Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî ji bo pêşketina çand û wêjeya Kurdî xwedî girîngiyeke mezin in. Xebatên wan ji bo zindî hiştina mîrateya çandî û zimanê gelê Kurd û gihandina wan ji bo nifşên pêşerojê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Van rewşenbîran di pêşketina edebiyata Kurdî de bûne alîkar û bandoreke mezin li pêkhatina nasnameya Kurdî kirine.
Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî helbestvan û bîrmendekî girîng ê Kurd e ku di sedsala 16’an de jiyaye. Helbestên wî di edebiyata Kurdî de şopên kûr hiştine û di avakirina nasnameya Kurdî de rolek girîng lîstine. Di helbestên Melayê Cizîrî de mijarên evîn, mîstîsîzm û tebî’atê tên nîqaşkirin. Van mijaran cîhana giyanî û çandî ya gelê Kurd nîşan didin û bûne sedema pêkhatina hişmendiya nasnameya wan.
Melayê Cizîrî ne tenê di edebiyata Kurdî de yek ji helbestvanên girîng e. Her weha helbestvanekî giring ê ‘alema Îslamê ye jî. Ew bi helbestên xwe yên dilzîz û bi ramanên xwe ‘alema Îslamê jî ronî kiriye. Cizîrî bi helbestên xwe wek alavekê cesaretê dide qencî, rastî û edaletê. Di heman demê de dewlemendî û hêza vegotinê ya zimanê Kurdî derxist holê. Helbestên wî bi sedsalan bûye parçeyek ji hafîza kolektîf a gelê Kurd.
Berhemên Cizîrî dewlemendî û potansiyela edebî ya zimanê Kurdî dide ber çavan. Helbestên wî bûne pêşengê pêşketina edebiyata Kurdî û îlhama nifşên pêşerojê. Ziman û şêwaza Melayê Cizîrî beşeke girîng a nasname û mîrasa çanda Kurdî ye.
Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî rewşenbîrekî din ê girîng ê Kurd e ku di sedsala 17’an de jiyaye. Xanî ne tenê helbestvan e, di heman demê de fîlozof, zimanzan û pêşengekî civakî ye. Berhema wî ya herî bi nav û deng “Mem û Zîn” yek ji şaheserên edebiyata Kurdî tê hesibandin û nûnerekî girîng ê çand û nasnameya Kurdî ye.
Destana "Mem û Zîn" dema ku bi mijarên gerdûnî yên wekî evîn, fedekarî û têkoşîna civakî ve mijûl dibe, di heman demê de nasname û zimanê Kurdî jî bi rûmet dike. Her weha Xanî di vê berhema xwe de ‘adet û bawerî û xeyalên Kurdan jî nîşan daye.
Ehmedê Xanî bi vê xebata xwe hişmendiya dîrokî û çandî ya gelê Kurd xurt kirîye. Di heman demê de bal kişandîye ser girîngiya ziman û nîşan daye ku Kurdî dikare wekî zimanekî edebî bê bikaranîn.
Di Avakirina Nasnameya Kurdî de Rola Rewşenbîran
Rewşenbîrên Kurd di avakirina nasnameya civakî û çandî de berpirsyariyên mezin girtine ser milê xwe. Hewldanên wan ji bo zindî hiştina hişmendiya dîrokî û çandî ya gelê Kurd û gihandina wê ji nifşên paşerojê re mîraseke girîng tê dîtin. Kesayetên wek Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî di avakirin û parastina nasnameya Kurdî de rolên sereke lîstin û bi berhemên xwe dewlemendî û kûrahiya çandî ya gelê Kurd derxist holê.
Têkoşîna rewşenbîrên Kurd ên weke Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî ji bo parastin û pêşxistina nasnameya Kurdî xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku girîngiya ziman, çand û dîrokê fêm kirin û hewl dan van bighînin nifşên pêşerojê.
Îro pêwîst e rewşenbîr li ser şopa Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî bimeşin. Divê ev rewşenbîr bi xebata di qadên cuda de tevkariyê li dewlemendkirin û pêşxistina çanda Kurdî bikin û di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî têbikoşin.
Rewşenbîrên Kurd ji bo aştî, ‘edalet û azadiyê -ku ev ne bitenê nirxên hevpar ên neteweyekê ne her wiha ên hemû mirovahiyê ne- têkoşîn dane. Berhemên wan ne tenê di cîhana wêjeyê de di heman demê de di gelek warên wekî; dîrok, felsefe û civaknasiyê de jî beşeke girîng e. Navên wekî Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî kevirê bingehîn ê çanda Kurdî ne. Wê heta bi heta îlhamê bidine nifşên pêşerojê.