Xwendin, di her dewr û deman de, karekî muhîm û pîroz hatîye dîtin. Însanên xwende, di nav însanan de bi qedr û qîmet bûne. Însanê xwende, gotina wan hatine guhdarîkirin. Di kar û barên mûhîm de însanan şêwr û mişêwrê xwe bi wan kirine. Ji bo ku xwendekarî, karekî bi rûmet hatiye dîtin; însanan jî, roj bi roj zêdetir qîmet dane xwendinê. Ji bo xwendinê, zarokên xwe şandine mekteban; gelek zarok û ciwan, ji malên xwe bi salan dûr mane.
Ew zarokên ji bo xwendinê çûne bajaran, yan di pansîyonê mekteban de yan jî di xanîyê kirê de diman. Ji ber ku zarok û xort, bi salan ji malên xwe dûr mane, ew bi pirî, ji ‘urf û ‘adetên xwe, ji bawerî û yeqîna malbatên xwe jî dûr mane.
Fikr û ramanên ku li dora mekteban ji xwe re cih çêkirine, li ser van zarokan gelek tesîr kirine. Mu’ellimê di bin tesîra çandin û ramanên Ewrûpayî de, li ser van zarokan gelekî şiğulîne. Bi karekî zanebûn û bi pîlan, xwestine ku zarokan bixine bin tesîra xwe de. Ji ber vê, xwe bi zarokan dane heskirin; hevaltî bi wan re kirine û ew li dora xwe civandine. Xwedîtî li wan kirine û hinek îhtîyaciyên wan dîtine. Ew birine malên xwe, îkram li wan kirine. Bi van wesîla kîtabên fikrên xwe bi wan dane xwendin, ders û te’lîm ê fikrê xwe bi wan re kirine û fikrê wan xerakirine.
Di wextê valan de zarok gerandine, keyfa zarokan anîne. Carna ew birine tiyatroyan carna ew birine sînemayê. Bi film û şanoyê bê exlaq, zirar dane fitreta zarok û xortan. Bilxesse di van çûn û hatinan de, di van bernameyan de, qîz û law bi hev re kirine heval; da ku karê wan, bi nefsa wan xweş were û exlaqê zarokan bi rehetî xera bibe.
Xwedênenasan, bi van fe’alîyetên şeytanî ku li ser zarok û xortan kirine, piştî demekê gihane armanca xwe. Zarok û xortên Mislimanan, ji ‘eslê wan dûr kirine. Fitret û tebî’eta wan yên safî gerav kirine. Piştî zarokên xwendevan ji ‘esl û koka xwe dûr ketin, hiş û fikrê wan bi temamî hatîye guhertin. Îdî nema dê û bavên xwe, mezin û pêşîyên xwe ‘ecibandine. Ew li paşmayî û cahil dîtine. Gelek carî bi dê û bavên xwe re, bi mezinên xwe re ketine munaqeşê. ‘Urf û ‘adet û fikr û dînê gelê xwe rexne kirine, ‘eybdar dîtine. Bi însanên dora xwe re, ketine mucadeleyê; xwestine însanên dora wan, werne ser fikra wan.
Ser sed salî ye, ev xebat û kirinên şeytanî, di nav tevê gelê Misliman de tên meşandin. Mixabin van xebatan, îro li ser her ‘erdê Mislimanan, fêkîyê xwe yê jehrî dane. Çi heyf û xebînet e, ku zarok û ciwanên me, ji dest me çûne. Neslekî ğerîb û naşibe me derketiye holê. Me zarokên xwe, xwedî kirin û mezin kirin ji bo xelkê. Piştî zarokên me ji dest me çûn; ‘eqlê me hate serê me, lê bûbû dereng. Me hew karîye li zarokê xwe tesîr bikin. Lewra dilê wan, serê wan, dinyaya wan tev hatibû guhertin.
Ji van gotinên me yên pêşî tête fêhmê ku ger em ‘erdê xwe, neçînin û beyar bihêlin; wê xelk dest deynin ser û wê ji xwe re biçînin. Heger em fikra xwe, dînê xwe, ‘urf û ‘adetê xwe, bi zarokên xwe nedine heskirin û bi wan qenc nedin hînkirin; ev mûsîbeta ku me got, wê werê serê me teva. Ev meydan, valayîyê qet qebûl nake. Heger hûn tê de xweşik neşiğulin, hinekên din wê wêrin tê de bişiğulin.
Terbîye û perwerdeya zarokan, ne karek e ku meriv wê îhmal bike û ji xwe re bihêle. Ev kar zanîbûnê dixwaze, pîlan û sebrê dixwaze. Tuxmê qencîyê, tuxmê heqqîyê lazime hino hino û hêdî hêdî bête çandin. Lazim e şopandin û xwedîtî, lê bête kirin. Wekî ku em tev dizanin çandinî ne rehet e. Lazim e yek rêncberê ‘erdê xwe û çandina xwe be. Di nav tov û tuxm de, carna giyayê ğerîb şîn tê; heger meriv pê re micadelê neke, ewê zora çandina meriv bibe. Heger meriv çandina xwe, ji heyvan û ji talûkê ji derve tên hemîne wê disa çandina meriv di ber linga de here.
Wuha reng ger em qencîya zarokên xwe dixwazin, lazim e em wan bi serê xwe nehêlin. Çi wextê li cem me bimînin çi wextê li ğerîbîyê bimînin; ça’vê me her dem li ser wan be. Li hevalên wan, li xwendin û gera wan, li mu’ellim û hosteyê wan meriv hayîdar be. Wextê ji me dûr ketin, meriv wan teslîmî însanên emîn bike, wan li cem însanê qenc û mumin bihêle. Xwendina kîtabên muminên hişyar, ên bilxesse ‘alimên ‘esrî, meriv bi wan bide xwendin. Ji bona şi’ûreke qewîn bi wan re çêbibe, ev muheqqeq lazim e.
Hem lazim e bi zarok û ciwanên xwe re, em bidin fêmkirin; ku ji bo pêşketin û dewlemendîyê, ji bo hunermendîyê, ji bo bîrewerîyê û rewşenbîrîyê û ji bo xweşî û şadîyê, meriv ne mecbûr e bide pey Ewrûpayîyan. Meriv ne mecbûr e ji ‘esl û koka xwe biqete. Meriv ne mecbûr e Xwedayê xwe jibîr bike. Meriv zanibe ku wekî Ûstad Bedî’uzzeman Se’îd Nursî gotîye: “Daîreya helalê fireh e, ji bo kêfê kafî ye; lazim nake meriv têkeve heramiyê.”