kelhaamed
Hûn dikarin xwe bi me bidin naskirin?
Navê min Helîme Tokun e, ez 115 salî me û li Artukluya Mêrdînê dijîm.
Hûn dikarin ji me re qala wan rojên xelayê bikin?
Di dema xelayê de em li vê herêmê dijîyan. Me gelek zehmetî kişand, wê çaxê tiştekî xwarinê tunebû. Me ceh dikeland û ava wê vedixwar. Însan nikaribûn tiştekî peyde bikin. Ez dikarim bibêjim ew mabû hev dû bixwin. Me gelek tişt dît û gelek ezîyet kişand. Wê demê gelek însan ji nêza mirin, Xweda cardin tiştekî wisa neyêne serê me. Wê demê seferberî hebû û temamê zilaman birin nexweşxanê. Ji ber vê yekê ji mecbûrî pîrek dixebitîn. Li gundê me 30 pîrekên hebûn ku ew barê êzingan dabûn ser pişta xwe bo firotina wan diçûn Mêrdînê. Li ser serê wan bes yekî kal hebû. Me gelek tişt dît û gelek ezîyet kişand. Ne tiştekî xwarinê ne jî lixwekirinê hebû. Wê demê pereyên zîv hebûn. Wek quruşek, du quruş, 10 mecîdî. Wê demê me êzing dibir Mêrdînê û bi du quruş û nîvan difirot û me hewşil dida debara xwe bikin. Me gelek tişt dît. Niha emrê min gelek zêde ye. Ji ber wê yekê gelek tişt nayên bîra min û zû dibetilim.
Di Ğelayê de Dewletê Ji Bo We Tiştik Nekir?
Tiştê min dît, Ataturk çend caran digel leşkeran hate gundê me, millet dikir ji nêza bimre, lê wî temamê xurekan dida hev û dida leşkeran. Carekê dîsa Ataturk digel leşkeran hatibû gundê me. Elbet di gund de tu kesê ku bi Tirkî zanibe tunebû. Bavê min mecbûr mabû ku ji wan re heywan ser jê bike. Xwarin ji wan re çêkir û dema ku Ataturk hat ji me re got ‘xwarinê bînin.’ Bavê min jî hazirî kiribû, encax ji ber ku bi tirkî nizanibû got ‘na.’ Ji ber vê yekê Ataturk ji leşkeran re got ‘wî razînin erdê.’ Piştî vê gotinê leşker bavê min razandin erdê. Elbet dû re bavê min bi şiklekî xwe bi wan da fêmkirin û di talîyê de xwarina xwe xwarin û dû re çûn Stewrê. Bi saxiya xwarina bavê min millet xelas bû. Digel ku millet birçî bû mecbûr ku xwarinê bidin leşkeran. Her cara ku dihatin bi şiklekî xwarin berhev dikirin û didan wan.”
Dema qedexekirina Qur’ana Kerîm tê bîra we?
Belê, di dema Îsmet Înonu de Qur’an hat qedexekirin û azan bi tirkî hat xwendin. Di wê dewrê de gelek alim hatin îdamkirin.
Heyama seferberîyê tê bîra we?
Belê tê bîra min, di dewra seferberîyê de gelek naskirîyên min birin şer. Encax yek ji wan jî nehat. Me bi salan şîna wan girt. Ermenîyan bi ser gundên me de digirtin. Dema ku bi ser gund de digirtin xelk ji tirsan diketin malên xwe. Lewra Ermenîyan însanan qetil dikirin û zilmê li xelkê dikirin.
Hûn dixzwazin bo Qudsa Pîroz çi bibêjin?
Rebbê min bibe alîkarîya Mislimanên Filistînî, bi merhemeta xwe wan şa bike. Rebbê min îşxalkeran qehr û perîşan bike û wan ji Filistînê derxîne. Ez bo azadîya Filistînê dia dikim, înşaallah ew ê îşxalker ji Filistînê bên derxistin.
Gelo hîkmeta bi sihhetbûna we çi ye?
Heta niha qet neçûm xestê. Ez ewil bi wesîleya Xwedê û dû re bi wesîleya mast wisa bi sihet im û li ser piyan im. Ez xwarinên bi tewaş naxwûm. Ez pir zêde mast dixwûm û dew vedixwûm.