Hemd ji Xweda re… Salat û selam li ser qasidê Wî û li ser al û eshabên qasidên Wî bin.
Xwendevanên hêja, bi munasebeta konferansa ku di cotmehê de li Diyarbekir çêbû a hevdîtina ‘ulemaê Kurdistanê, me û gelek ‘alimên ku ji çar aliyên welat hatibûn hevdû naskir û li ser gelek mijaran me bi hev re xeberda. Ji bo xewndevanên kovara Kelhaamed jî bi yek ji wan ‘aliman Şêx ‘Ebdullah Heme Mûrad re li ser xortan û meseleyên xorta ev hevpeyvîn kir:
Kelhaamed: Seyda, pêşîyê em dixwazin we nasbikin.
Şêx ‘Ebdullah: Binavê Xwedayê Rehman û Rehîm. Hemd ji Xweda re be. Selat û selam li ser Resûlê Xweda Hz. Mûhemmed be û li ser al û eshabên wî be. Ez Şêx ‘Ebdûllah Heme Mûrad im. Li Kurdistana ‘Iraqê dijîm. Ez berpirsyarê medreseya yekîtîya aliman ya Hereketa Îslamî (Bizûtnawa Îslamî) me û ez li Kurdistana Iraqê endamê daîmî yê meclîsa fetwayê me. Ez mela û we’îzim. Li Helebçe di mizgefta ‘Ebdûllah Bîn ‘Umer de wezîfedar im. Zewicandî û bavê 2 kur û keçekê me.
Kelhaamed: Seydayê xoşewîst, li ser wezîfe û berpirsyarîyên xort û ciwanên me yên musliman wunê çi bêjin.
Şêx ‘Ebdullah: Xort û ciwan di nava millet û netewan de mîna sitûn an jî movikê pişta ne. Di Îslamê de jî xort esas û bingeh in. Lewra enerjî, hêz û quwet, cesaret û jêhatîbûn di xortan de mewcûd e. Di dîrokê de tu kesî pişta xortên Îslamê dananîne. Ji ber ku neyarên Îslamê vê yekê dizanin û jê haydar in, xwe didin pêşîya wan û ji wan re dibin asteng. Berê wan duguherînin. Xortan ji Îslama ‘Ezîz sar dikin, dûr dikin. Seydayên wan yên fikir paqij, li ber çavê xortan reş dikin. Li ser xortên Musliman lazim e ku xebatên biqîmet û muhîm bikin da ku wezîfeya xwe bi cîh bînin û bikaribin li ser dînê xwe bişewitin.
Em dikarin wezîfeya xort û ciwanên xwe weha rêz bikin:
“Fêrbûna ‘ilmê li ser her muslimanî ferz e”
Hewceye ciwanên me ‘ilmîhalekî bixwînin û qenc fêm bikin. Xwedê ferman dike: “Gelo yên zana û yên nezan dibin mîna hevdû?” pêxemberê xwedê jî di hedîseke xwe de wiha kerem dike: “Fêrbûna ‘ilmê li ser jin û mêrên musliman ferz e.” Xwendin ferz e li ser me muslimana, lewra kesên nezan û cahil ji dîn dûr in. Ji mirovê cahil kes feydeyê nabîn e. Ne ehlê wî, ne bajarê wî û ne jî gundê wî tu kes jê feydeyê nabîn e. Ji ber vê yekê divê xort û ciwanên me beşdarî sohbet û xelekên Îslamî bibin. Beşdarî bername û semînerên komelên Îslamî bibin. Di serî de Qurana pîroz, divê kitêbên Îslamî bixweynin.
“Zikata ‘ilmê teblîğkirina dînê Îslamê ye”
wezîfeya ciwanên me yek jê jî divê însanan dawetî bi bal dînê Xwedê ve bikin. Lewra dawet û teblîğ ji zikata ilm û zanînê ye. Piştî Xwedin û fêrbûna ‘ilmê, divê îcar wî ‘ilmê xwe bi der û dora xwe, li eqreba û naskirîyên xwe parve bike. Û pêwist e ku wan ji riyên şaş û xerab rizgar bikin, riya ber bi heqî û rastîyê ve biber wanxin.
“Teblîğvan ew kes in ku li dijî ezîyet û te’deyan bi sebr û sebat, bi îxlas û îstiqrar in”
Îcar dema teblîx û îrşad kirin, ev xebat ne wiha hêsane tabîî, divê li ser ezîyet û meşeqqetên ku derdikevin pêşiya wan sebr û tehemmul bikin. Çi ji ezîyetên tewr û tevgerî û çi jî ji ezîyetên bi ziman û gotina însanan tên divê bi sebr û sebat, bê ğemsarî û acizî, bi îstiqrar xebatên xwe yên teblîğa Îslamî bi domînin. Dema bi ezyet û meşaqqetên wiha giran re hatin rû hev bila li enbîya yên Xweda tefekkur bikin. Bê çawa ew bi îşkence û zîndan, zilm û tadeyên giran re hatibûn rû hev ku bes sebir dikirin û daîm şikir û hemdê Xweda dikirin. Bila xortên me jî bes ji bo riza Îlahî bi xebitin û mukâfata xwe ji Xwedê tenê hêvî û daxwaz bikin.
“Tiştên Xwedê emir kiriye pê ‘emel bikin û xwe ji wan kar û ‘emelên ku Xwedê nehya me ji wan kirîye biparêzin”
‘Emelkirina bi emr û fermanê Xwedê û xwe dûr kirina ji kar û ‘emelên ku Xwedê nehya me jê kirîye. Lewra divê xort û ciwanên musliman îta’etkar bin ji emrê Xwedê re. Di hedîseke pêxember ‘eleyhîsselatû wesselam wiha hatiye ferman kirin: “Roja ku tu sî tune ye, heft qisim însan di bin sîya ‘erşê Xwedê de tên heşir kirin… Yek ji wan jî îmamê adil û ciwanên ku di ciwantîya xwe de dest bi îbadet û îte’ata ji xwedê re kirin e.”
“Nefsa xwe terbîye bikin, hemû azayên wucûdê xwe ji heramîyan bi parêzin”
Yek ji wezîfeya ciwanên musliman jî terbiye kirin an jî paqij kirina nefsê ye. Ev yek jî helbet bi kirina zikr û îbadet, xwe dûr kirina ji karên xerab û rê ya şaş mumkun dib e. Divê xort û ciwanên me çav, guh, dev, dest û pîyên xwe ji heraman bi parêzin.
“Beşdarî meclîs û civînên ku ‘alim lê rûdinin bibin”
Xortên me ancax bi teşwîq û alîkariya ‘alim û seydayên pê bawer dikarin rêya xwe bibinin û xizmetên di cîh de bikin. Lewra ‘alim û seydayên xwedî tecrûbe û bi ewle, yên ku Îslamê di heyat xwe de tetbîq dikin, helbet divê ji ciwanan re bibin rê nişan û rêber. Û xort û ciwan jî guh bidin nesîhet û we’z û şîretên wan. Di rêya Wxedê de îta’eta seydayên xwe bikin.
“Xwe ji ‘urf û adetên kufrê biparêzin, bi Quran û sunnetê tenê qîma xwe bînin”
Divê ciwanên Musliman li tewr û tevgerên xwe, li cil û bergê xwe û hetta bi xwarin û vexwarina xwe li gorî Quran û sunnetê û ‘adetên Îslamê serrast bikin. Lewra wek di hedîsên pêxember ‘eleyhîsselatû wesselam de tê gotin: “Kî bişibe kê an jî kî ji kê hez bike ew jî ji wan kesa ye” û “kesek li ser dîn û baweriya hevalên dor xwe ye.” Li gor vê qaîdeyê divê xortên me yên musliman xwe rast bikin û li xwe miqatebin.
“wek her demên dîrokê, îro jî ummeta Îslamê hewceyê hêz û quweta ciwanên xwedî teqwa ye”
Gelek pêdivî û îhtiyaca alema îslamê, xelkê musliman bi hêz û quweta xort û ciwanên musliman heye. Ji bo galîbyet û bilindbûna doza dînê Xwedê, lazim e ciwan xwe feda bikin, çi bar ket ser mile wan bi fedekarîyek mezin hilgirin.
Xwedê li ‘alema Îslamê were rehmê û bi saya xortê fedekar, bi teqwa û îxlas ummeta îslamê ji bin vê zilm û zordestîyê derxîne…
Kelhaamed: Derbarê perwerde kirina ciwanan de wun çi tewsîye dikin. Divê xort çawa bê perwerde kirin. Nesla niha çawa bê perwerde kirin?
Cewab: Merhala perwerde kirina ciwanan piştî bû reşîd, yanî ev jî ji 7 saliyê bigrin heta 10 salîya xwe de dest pê dike. Resûlê xwedê (s.x.l) wiha kerem dike: “Piştî zarokên we gihaştin 7 saliya xwe, bi wan nimjê bidin kirin…” Hewce ye perwerdeyî di temenê zaroktîyê de dest pê bike. çimkî dar ku hêşîn û ter be tê tewandin. Li zarokên xwe miqatebin.
Kelhaamed:: Rola xort û ciwanan di dîroka Îslamê de çawa tê behs kirin?
Cewab: Sehabîyên li dora pêxember ‘eleyhîssalatû wesselam civîyabûn hema bejin tev ciwan bûn. ‘emrê hinek sehabîyan 14 bû heta bi 30-35 salan. Di alîkarîya ji bo belavbûn û bilindbûna dînê Xweda rola sehabîyên ciwan nayê pîvan, ewqas muhîmm e.
Resûlê Xweda (s.x.l) wiha kerem dike: “Xort û ciwanan bi ya min kirin, ji min re bûne piştevan û alîkar. Feqet extyar li dijî min derketin û dixwestin min ‘asê bikin.”
Bê guman di her dewrên tarîxê de Îslamê gelek zêde îhtîmam daye ciwanan, rola wan ya di seffê mücadeleyê de qet’îyyen biçûk nehesibandiye. Hetta ji bo neslên ku wê di pey wan re bên bûne nimûne û mînak.
Kelhaamed: Seydayê xoşewîst, ji bo we dema xwe ya herî bi qîmet ji me re veqetand teşekkur ji we re dikin. Mala we ava be. Xwedê we ji serê me kêm nek e. Xwedê xebat û xizmetên we yên di rêya azadîya heqîqî de daîm bike.