Em bi malbata Kelhaamedê bo we xwendekarên bi qedr û qiymet di vê hejmara xwe de bi Seydayê Mela Beşîr Varolê ku muterekkir û şair e û di nav xelkê bi navê Mela Mizgîn û Mela Muhammed Beşîrê Bêcirmanî tê naskirin re derbarê hewadîsên xeyrî însanî yên ku li dinyayê diqewimin, xala ku xortanî lê ye, rêjarî, pîrek, pêwendiyên li derê zewacê, texrîbkirina saziya malbatê û mijarên cûrbecûr de hevpeyvînek kir. Mela Mizgîn di hevpeyvîna ku me pê re kir de hişyarî û şîretan kir û got problemên civakî bo bên çarserkirin divê hemû kes wezîfeya xwe bi heqê wê bikin.
Kelhaamed: Li gor we tiştên neqenc û nebaş çima tên serê însên?
Mela Mizgîn: Însan çi qas ji perwerdehiya Îslamî dûr dikeve neqencî û nebaşî zêdetir dibin. Lewra ew perwerdehiya Îslamî ji teref Xweda ve ji însanan re hatiye dayîn. Xweda dizane ku însan çawa dikeve îfsadê. Lewra ew bi xwe însanan xuliqandiye. Çawa ku muhendisek bi mekîneyeke ku ew bi xwe çêkiribe çêtir dizane, însan jî wisa ye. Ji ber vê yekê Xweda ji însan re bi wasitaya pêxemberan û nexasim jî bi wasitaya Hz. Muhammed (s.x.l) bi Qur’an û Sunnetê talîmateke baş daye. Xweda hinek ahkamên ku dê însan bên islahkirin şandiye. Lê belê însan serê xwe bi van hukman naêşînin, ango li gor wan hereket nakin. Elbest çi qas ku însan xwe ji van hukmên Xwedê dûr dikin û li gor wan hereket nakin neqencî û ew rewşa nebaş a ku însan ketiye navê zêde dibe. Bes riyeke tenê bo xelasiya ji vê rewşê heye ku ew jî xwe bi hukmên Xweda ve girtine û li gor wan jiyan e.
Kelhaamed: Di bin navê mafên jinan de gelek îfsad û texrîbat tên kirin, hûn dixwazin derheqê vê mijarê de çi bibêjin?
Mela Mizgîn: Telaq û munasebetên bêzewac zêde dibin, ev yek di civakê de dibe sedema tahrîbateke mezin. Pêxemberê me di hedîseke xwe de dibêje “Haya xwe ji dinya û jinana bikin.” Ger pîrek ji tesettura Îslamî bê derxistin û bo tiştekî ji rêzê û ne tişt bê teşhîrkirin wê demê dê civak xera bibe. Di bin navê ‘mafên pîrekan de’ gelek îfsad û taexrîb tên kirin. Hêzên emperyalîst vê yekê bi zanebûn û bi organîze dikin. Elbet ev yek jî dibe sedem ku dinya tevlîhev bibe. Ger pîrek cardin neyê venegere ber bi perwedehî, edeb, tesettur, îffeta û nîkaha Îslamî ew ê dinya bi zanebûn ber bi nebaşî, cudahî û tevlîheviyê ve biçe. Bes çareya sereke û tenê vegerîna pîrekê li mala xwe, îffeta xwe, tesettura xwe ye. Xweda di Qur’anê de û Pêxemberê me jî di sunneta xwe de derbarê vê mijarê de gelek talîmatan dane.”
Kelhaaamed: Seyda di nav civakê de weke ku hûn jî dizanin zina û pêwendiyên di navbera jin û mêran de ên xeyrî Îslamî gelekî zêde bûne, hûn dixwazin derheqê vê yekê de çi bibêjin?
Mela Mizgîn: Nesl û civakeke ku ji bin fermana Xweda derkeve dê tu carî îflah nebe. Nesleke ku di vî halî de be ew ê ber bi felaket û bobelatê ve biçe. Ger pêşiya telaq, zina û pêwendiyên di navbera jin û mêran de ên xeyrî Îslamî neyê girtin dê însanetî ber bi felaketeke mezin de biçe. Lewra şadî û bextewariya însanan di hukm û fermanên Xweda de ne. Ji van ferman û hukman yek jî nîkah e. Xweda di Qur’anê emir dike ‘nêzî zînayê nebin.’ Ev mêze kirine, li derveyî sînorên nîkahê pêwendiyên di navbera jin û mêran de ye. Zina ji teref Xweda ve hatiye qedexekirin. Divê însan ji van riyan vegerin û berê xwe bidin ‘îffet û adabên Îslamî.
Dema ku ji fermanên Xweda neyên bicîanîn kes qet îflah nabin. Divê em hemû di vî warî de ji hev re bibin alîkar. Divê pîrek û zilam ji hev re bibin alîkar û divê hevdû biparêzin. Lewra pîrek jî zilam jî bi tena serê xwe nikarin xwe biparêzin. Ji xwe malbat bo vê ye. Ji ber ku hêzên emperyalîst fermanên Îlahî, cezayên Îslamî ji nav me rakirin û ji ber ku ev ceza di nav me de tunene û ji ber ku jin û mêr bi têra wê ji hev re nabin alîkar însanetî dikeve riyeke nebaş û neqenc.
Kelhaamed: Bo xort û ciwan ji vê jiyana xeyrî Îslamî dûr kevin çareserî çi ye?
Nesla nû ji bawerî, çand û nirxan dûr dikeve û mezin dibe ku di vî warî de di serî de hikûmet, saziyên perwerdehî û dê û bav wezîfeyeke mezin dikeve ser milên wan. Wek mînak di daran de fêkiyên ku bala însanan dikşînin mezin dibin. Lê belê dema ku xwedî li wê darê neyê derketin kurm davêjin wê darê û piştî demekê di bayeke nejidayî de jî werdigerin. Ciwanî jî wusa ye.
Dema ku însan zahiren li xortaniya îro dinêre jê re xweşik xuya dike, lê belê ji ber ku ji hukmên Îslamî dûr ketiye mîkrobên ku dê zirarê bidin wî xortî ketine laşê wî. Nexasim dema ku li xortaniya Ewrûpa bê nihêrtin tê dîtin ku bes bi zewqê dikarin biçin mektebekê bi dehan însanan bikujin. Vaye dema ku însan ji fermanên Xwedê dûr bikeve tiştê ku dê bibe ev e. Ger însan venegere li ser ahkamên Îlahî, Xweda mihafeze bike em ê her roj zêdetir li rastî van bûyeran bên û wanan di televîzyonan de temaşa bikin. Divê em perwerdehiya Îslamî bidin xortan û wan vegerînin ser Qur’an, sunnet û ahkamên Îslamê.
Riya çareseriyê bes ev e, di vî warî de em tev mesûl in û wezîfeyên me hene. Nesla nû ji bawerî, çand û nirxan dûr dikeve û mezin dibe ku di vî warî de di serî de hikûmet, saziyên perwerdehî û dê û bav wezîfeyeke mezin dikeve ser milên wan. Divê em li ser vê yekê bifikirin û însanan wergerînin ser ahkamên bi hikmet ên Xwedê û perwerdehiyê bidin wan. Naxwe ‘aqûbeta me dê ne bixêr be. Însan zen dikin ku ger însan ji fermanên Xwedê dûr bikeve dê zirarê nebîne; na, ne wisa ye. Dîrok vê yekê nîşanî me daye. Însanên ku di dewra pêxemberên berê de jiyane dema ku ji ahkamên Îlahî dûr ketine bi mueyyîdeyên Îlahî hatine cezakirin.