Zarokên ezîz, ciwanên temîz, berxikên delal, delalên dil zelal! Selama Xweda li we be û merheba ji we re. Ji Rebbê mezin dixwazim ku hûn baş bin û her bextewar bin, her û her li ser şadî û xweşî bin.
Me mewsîmeke din, demsaleke bi kar û bar, demeke rengîn buhurand. Payîza me jî ji me xatir xwest û xwe bi zerîyê guherand û çilmisand. Payîza îsal, her çiqas bi tedbîr û tevdîrên koronayê derbas bû jî, ji aliyê zad û fêkî û sebze û beran ve, zêde bi bereket bû. Hîkmeteke Xweda ye ku dibe li ber nexweşiya koronayê ji bo xurtbûna sîstema pênegirtiya canê însan, qenciyek bû ewqas fêkî û sebzeyên tebi’î.
Delalên dila! Niha emê hinek wesfên pêxemberê me hîn bibin.
1. Kenê pêxemberê me, beşişî bû, ne keneke ku meriv ji aciz bibe. Gava tebessum dikir jî, diranên Wî, weka durrên biriqandî xuya dibûn.
2- Pêxemberê me li ser soza xwe dima, bi we’da xwe re rast bû. Tu carî ji soza xwe dernediket.
3- Ronya çavê me tim hal û ehwalê hevalên xwe dipirsî, ew ziyaret dikirin.
4- Resûlullah, eyb û qisûrên însanan nedida rûyê wan û eşkere nedikirin. Xeta û qisûran bi giştî ji hemî însanan re îfade dikirin.
5- Hedîye û xelatên jê re bihatana qebûl dikir. Bi mislê wan an jî ji wan xweştir tişt îkramî xwedîyê hediyê dikir.
Ji eshabê pêxember Hz. Enes (r. ‘e) weha dibêje: Pêxemberê me xwedî exlaqê xweştirînê însanan bû. Birayekî min bi navê Ebû ‘Umeyr hebû. Bi navê Nûğeyr çivîkeke birayê min Ebû ‘Umeyr hebû. Birayê min gelek caran bi wê dilîst. Gava pêxemberê me Ebû ‘Umeyr didît, jê re digot “Ebû ‘Umeyr! Nûğeyr çi dike?” û pê re dilîst û halê çivîka wî dipirsî.
Ezîzên dila! Niha jî em me’na van gotinan biellimin.
Dizê bîstanan, li xwe mukur tên zivistanan: Ev gotineke pêşiyaye. Rastiyekê nîşan dide. Ji bo kesên ku piştî demekê xerabiyên xwe eşkere dikin, li xeta û şaşiyên xwe dimikurin tê gotin.
Birîna wî, ya kêçê ye: Ev îdyomek e. Ji bo kesên ku li ser êşeke pir biçûk digazinin tê gotin.
Niha jî emê ji Mesnewîya Mewlana hîkayetekê bixwînin.
KOLE ‘EYAZ
Demekê bi navê ‘Eyaz koleyek hebû. Teqdîr ew teqdîr e ku kole rojekê dibe koleyê Siltan Mehmûd. Kêfa Siltan Mehmûd, ji ber şexsiyeta wî ya esîl ji koleyê pir hatiye. Kole ewqas baweriya Siltan Mehmûd hilaniye, Siltan Mehmûd ewqas pê bawer bûye ku ew tayînî ser hemî xezîneya xwe kiriye û mucewher û zêr û xişrên bi qîmet û zerîf teslîmî wî kirine.
Ehlê serayê ji vê biqedirbûna ‘Eyaz, zêde dilteng û acis bûne. Goya koleyek rabe bighê wê derenceyê û mîna wan bi qedr û qîmet bibe, ne tiştekî ku ewê qebûl bikin. Ji lew bi kîbra xwe hesûdiya ‘Eyaz kirine. Bi van hest û fikaran, nexasim dema ku ‘Eyaz nêzî Siltan dibû, roj bi roj giliyên wan ji ‘Eyaz zêde bûne û jibo ku şeref û qîmeta ‘Eyazê ‘esîlê qedirbilind bixînin, çi ji destê wan hatiye dest pê kirine.
Rojekê li hafa Siltan yekî ji serayê, ji yekî din re weha gotiye: “Ma tu dizanî ku kole ‘Eyaz, her roj diçe xezîneyê? Ez weka navê xwe bawer dikim ku zêr û mucewherên me didize.” Siltan ev gotin bihîstiye, lê zêde bawer nekiriye, ji xwe re gotiye: “Lazim e ez koka meseleyê bi çavê xwe bibînim.”
Siltan Mehmûd çûye di diwêr de qulekek biçûk çêkiriye. Di wê qulikê re li tiştê di hundirê ciyê xezîneyê de nêriye. Dibîne ku Kole ‘Eyaz, bêdeng dikeve hundir, derî li ser xwe kilît dike û diçe cem sendoqê. Siltan lê dinêre ku ‘Eyaz ji wir boxçikeke biçûk a veşartî derdixe. ‘Eyaz wê boxçikê maçî dike, datîne ser ‘eniya xwe û paşê vedike. Ji nav boxçikê, kincên kevn û qetiyayî derdixe. Wê, dema ku kole bû ew kinc li xwe dikirin. ‘Eyaz radibe wan kincan dîsa li xwe dike û derbasî ber ‘eyneyê dibe. Li xwe dinêre û weha dibêje: “Ma tê bîra te ku dema te van kincan li xwe dikir tu kî bû? Tu yekî hîç bû… Hemî û gişî te, koleyekî dihat firotin bû. Lê Xwedayê Teala bi destê Siltan, nî’metên ku belkî te heq nekirine, li te bexşandin. Qet’en, tu ji ku hatiyî ji bîr neke. Lewra mal û mulk hiş ji serê însan dibe, wî dixe nav jibîrbûnan. Vêga tu jî bi kibrê, xwe ji kesên ku ji aliyê nî’metan ve di bin te re ne, mezintir nebîne. Û daîm bîne bîra xwe ey ‘Eyaz!” Siltan jî li hemî rewş û gotinên wî temaşe dike.
Piştî van gotinan, ‘Eyaz sendoqê digre, kilît dike û bêdeng ji hundir derdikeve. Dema bi dizî ji odeya xezîneyê derdikeve, ji nuşka ve li Siltan rûbirû dibe. Siltan çavê wî zîq, li ‘Eyaz dinêre. Piştî kêlîyekê hêsir ji çavên Siltan dibarin û qirika wî weha tije dibe ku nikare rihet bipeyve. Paşê weha ji ‘Eyaz re dibêje: “Heta îro tu xezînedarê mucewherê min bû. Li niha tu xezînedarê qelbê minî. Te ders da min ku ez jî li cem Siltanê xwe hîç im û li ber wî divê ez çawa tevbigerim”