Dema meriv li seranserê cîhanê û seyra dîrokê mêze dike bi şiklekî aşkere û zelal dibîne û bi heman awayî fam û îdrak dike ku her çi tiştekî hatiye îcadkirin an jî hilberandin bi xwedîderkitinê di dîrokê de cihê xwe girtiye û xwe ji windabûnê xelas kiriye. Bi gotineke din tiştek hatibe îcadkirin an jî hilberandin eger yekî ku lê xwedî derkeve û qîmeta wî bizanibe tunebe ew tişt peyder peyder qîmeta xwe winda dike û piştî demekê tê jibîrkirin. Ev yek wek qaîdeyekê ye. Bifikirin berî niha jî û di roja me ya îro de jî gelek tiştên teknîkî û ‘ilmî hatibûn hilberandin û tên hilberandin. Her yek ji wan li gor roja xwe û şert û mercên dewra xwe bi qedr û qiymet in û feydeyeke mezin dan û didin însanan. Ev yek bi saya xwedîderketina li wî kesî û wî tiştê îcadkiriye an jî hilberandiye mimkûn bûye. Wek mînak ji ber ku di wextê wê de hinek kes/dewlet li kesên mîna Cezerî, Anstien, Farabî, Ebul Fida û kesên mîna wan û berhemên xwedîtî kirin navê wan kesan û berhemên wan ên giranbiha gihaştin roja me.
Vê carê em vegerin li ser halê xwe yê reben û ya ku digel tê zanîn ne xem û kedera kesî ye. Ez bawer dikim hûn niha ji xwe re dibêjin nivîskar qesda çi dike û derdê wî çi ye! Ez qesda tiştekî wisa dikim ku ew tişt gencîne û xezîneyeke wisa ye ku lê xwedîtî nayê kirin, ez qesda tiştekî wisa dikim ku ew bi temamê berhemên xwe berî niha û a niha jî di qada xwe bi neteweyên din re dikare qaqebûyê bike. Ew tişt edebiyata me û şairên me yên bi qedr û qiymet in…
Edebiyata me ya klasîk a Kurdî kesayetên mîna Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Seyîd Elîyê Findikî, Mela Huseynê Bateyî, Pertew Begê Hekarî, Mela Ehmedê Nalbend û bi sedan kesayetên mîna wan û berhemên wan ên bi qedr û qiymet di nav xwe de dihewîne. Ev kesayetên ku ‘umrê xwe bi ‘ilmê derbas kirine û di vê rêya pîroz de gelek berhemên bi qedr û qiymet dane bes çend kes in ku me navên wan li vê derê zikir kir. Ji xeynî van di warê edebîyatê de bi sedan ‘alim û zanayên me hene ku di warê edebîyata Kurdî de berhem nivîsîne. Her yek berhemên wan li gor xwe û li gor dewra xwe xwedî qedr û qiymeteke mezin û lê hêja ne. Lê mixabin him jî sed mixabin îro ger em li civatekê an jî li cihekî ku lê çend kes civîyabin vê pirsa “Gelo hûn bi edebiyata klasîk a Kurdî û temsîlkarên wê dizanin an jî we çend berhemên wan xwendin” bipirsin kêm kes ew ê cewaba “ez filan kes nas dikim û min berhema wî xwendiye” bide. Ev rastî û heqîqetek e ku di nav milletê me yê Kurdên bakûr de cihê xwe girtiye û nikare bê înkarkirin.
Baş e milletê me bi ya we çima bi edebiyata xwe û bi dîroka xwe nizane? Çima kesayetên mîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mela Huseynê Bateyî û kesayetên mîna wan nas nake û çima berhemên wan naxwînin? Gelo dibe ku milletê me yê Kurd di vî warî de xemsar be, gelo mimkun e hez ji ‘alim û şa’irên xwe neke û xwedîtîyê li wan neke? Dîsa ma dibe ku milletê me dijminê çand û edebiyata xwe be? Gelo gelê me dijminê edebiyata xwe û ‘alimên xwe ne? Bersiva temamê van pirsan gelekî hêsan e bi ya min. Sedema nezanîna edebiyata xwe, dîroka xwe, naskirina kesayetên mîna Melayê Cizîrî û sedema nexwendina berhemên wan û xwedînederketina berhemên wan ên bi qedr û qiymet û sedema vê xemsarîyê tev “bêxwedîbûn” e.
Rehma Xwedê lê be, Şêx Ehmedê Xanî berî niha bi sê qernan bersivên van pirsan bi rêya nezmê gelekî xweş û herikbar anîye ziman. Malûmê we ye Şêx Ehmedê Xanî xwedîyê yekem mesnewîya bi navê Mem û Zîn e. Ew di wextê xwe de vê berhema giranbiha nivîsî. Bi nivîsîna vê berhemê nema bi heman awayî derd û kulên xwe yên di warê ziman û edebiyata Kurdî de jî anî ziman. Dema em li berhama wî ya bi navê Mem û Zînê mêze dikin em rastî beşekê tên ku ew navê “Sebebê nezmê kîtabê bi vî ezmanî di sûretê şekwaya ji dewranî û giliya ji ebnayê di zemanî ku li bal wan yeksan e hunera danayî digel ‘eyba nadanî” lê kiriye.
Xanî di vê beşê de qala ‘ilm, huner û jêhatîbûna Kurdan dike û dibêje Kurd jî wek wan milletên din bi me’rîfet û bi esl û binyad in. Xanî di heman beşa berhema xwe de piştî ku qala jêhatîbûna Kurdan dike, dibêje “Kurmancî ne di pir bêkemal in/Emma di yetîm û bêmecal in” û halê ku Kurd tê de ne tîne ziman. Xanî dûv re balan dikşîne li ser xaleke gelekî muhîm ku ev xal bersiva wan pirsên ku li jorê hatin kirine. Xanî derd û kulên xwe yên wê demê ku ew bi heman awayî derd û kulên roja me ne jî wisa tîne ziman:
Ger dê hebûwa me jî xudanek
‘Alîkeremek letîfedanek
‘Ilm û huner û kemal û îz’an
Şi’r û xezel û kîtab û dîwan
Ev cinsê biba li ba wî me’mûl
Ev neqde biba li nik wî meqbûl
Di beşeke din a berhemê de Xanî dîsa derd û kul û xemên xwe yê di warê Kurdî de wisa tîne ziman:
Rabit ji me jî cîhanpenahek
Peyda bibitin me padîşahek
Şûrê hunera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn
Derdê me bibînitin ‘elacê
‘Ilmê me bibînitin rewacê
Bes di van şeş malikên ku me li jorê cî da wan de Xanî sedema bêxwedîmayîna Kurdî û sedema qedr û qiymet nedîtina Kurdî bi şiklekî zelal tîne ziman. Weke ku Xanî berî niha bi sê qernan îfade kiriye, ji bo qedr û qiymeta ‘ilm û hunerê, kîtab û dîwanê bê zanîn ewwelen lazim e ku “xudanek” me hebe. Yanî lazim e ku em xwedî desthilatdar bin û kesek ji me li ser wê desthilatê be. Wekî ku Xanî jî diyar dike ger “xudan”ekî me hebana, ji me jî “cîhanpenahek û padîşahek” rabûba ew ê wê demê qedrê qelem û ilm û şi’rê hatibana zanîn û ew ê dermanê me hatibana dayîn.
Çawa ku berê gelek berhemên bi qedr û qiymet hatibin dayîn û edebiyata Kurdî bi van berheman hatibe dewlemendkirin bi heman awayî -ne bes be jî û hindek be jî- dîsa hewl tê dayîn berhem di warê edebiyatê de bên dayîn. Lê belê ji ber ku kesekî “xudan, cîhanpenah û padîşah”îyê li wan bike li ser serê me tune ye qedr û qiymeta berhemên roja me û yên ku ji destpêka edebiyata klasîk a Kurdî ve hatine nivîsîn nayê zanîn.
Piştî Xanî bi çend ‘esran heman derd û kul û xem bi şa’ir û ‘alimên Kurd ên ku di sedsalên nêz de jiyane re jî peyda bûye. Wek mînak em dikarin qala Şêx Evdirrehmanê Aqtepî bikin ku ew di sala 1853yan de ji dayik bûye û di sala 1910an de jî rehmet kiriye.
Aqtepî di berhemên xwe yên ku bi Kurdîya Kurmancî nivîsîye de bi şiklekî israr tîne ziman ku zimanê Kurdî zimanekî şîrîn e û pê gelek berhemên mezin hatine nivîsîn û dikarin bên nivîsîn. Lê Şêx Evdirehman Aqtepî jî wek Ehmedê Xanî baş dizane ji ber gelek şert û mercan zimanê Kurdî ne di rewacê de ye û kes wê ji xwe re nake derde û xem.
Ji Kurmancîyê zêde şîrîn, nîye
Welîkîn xerîdarê çendîn, nîye
Eger min bidîta xerîdarî, qet
Rewan dê me bikra bi teşbîhê şet
Bi Xanî re derd û kula bêxwedîbûn û tunebûna serwer û padîşahekî ku li wan xwedî derkeve hebû û ew vê yekê bi şiklekî aşkere di berhema xwe de gotibû. Heman derd û xem bi Aqtepî re jî heye. Aqtepî di berhama xwe de dibêje ji ber ku ji berhema ku bi Kurdîya Kurmancî hatiye nivîsîn re “muşterîyek” ango yekî ku lê xwedîtîyê bike û ji ber ku kesekî ku qedr û qiymeta berhema wî bizane û jê re bibêje “aferîn” tune ye ew berhema xwe bi dawî dike.
Welî îktîfa kir ji nezmê hemîn
Çikû, kes nehin bêje min: “Aferîn.”
Belê gazin, derd, kul û xemên di warê zimanê Kurdî de bi jimartinê xelas nabin. Rast e gelek problem û kêşe hene ku em di jiyana xwe ya rojana de bi wan re rûbirû dimînin. Her yek ji me li gor qewet û jêhatîbûna xwe hewl dide da ku van probleman çareser bikin. Lê ev yek heta heta wisa nabe. Ji bo ku milletê me ‘alim û ‘arifên xwe karibe nas bike, ji bo ku xwedîtî li wan bike, ji bo wan hîn bibe û bi zarokên xwe bide hînkirin rêya tekane hebûna “xudan”ekî ye, hebûda xerîdaran e.
Wekî ku Xanî û Aqtepî jî di vî warî de gotine; ger yekî ku ji Kurdan re xudantîyê bike hebe, ger ji nav Kurdan jî cîhanpenah û padîşahek rabe û ger ji bo zimanê Kurdî xerîdar hebin ew ê demê problemên heyî ji xwe re çareser bibin û ew ê ziman û edebiyata Kurdî derkeve asta ku heq dike.
Bi hêvîya wan rojên bi xudanbûn û ji nav me derketina cîhanpenah û padîşahan.