KURTEJIYANA WÎ
Seydayê şêx Muşeref, salekê paş şehadeta şêx Seîd, di sala 1926 ê mîladî li gundê Xunûka Berwariya Sêrt'ê hatiye dinyayê. Navê bavê wî şêx Es'edê kurê şêx Ebdullah ê kurê şêx Es'edê ewil û navê diya wî jî Fatîma bû. Malbata şêx Es'ed, malbatekî ehlê îlmê û ehlê tesewufê bûn. Diya wî Fatîme jî, ji seyîdên Arvasiyan keça şêx Muhemmed Emînê Arvasî bû.
Seyda, terbiye û xwendina xwe ya ewil ji bavê xwe şêx Es'ed distîne. Ji xwe şêx Es'ed seydayê medreseya xwe bû û dersa feqiyan dida. Seyda li cem bavê xwe, di nava feqiyande xwendina xwe pêş de dibe. Belê dizane di malê de xwendin nabe. Bi vê sedemê, diçe gundê ‘Eynika Qurtelanê li ba mela Teyîb çendekî xwendina xwe didomîne. Paş hingê diçe Helenzê cem mela Ebdulhekîmê Helenzeyî xwendina xwe diqedîne û îcazeta ilmê jî ji mela Ebdulhekîm distîne.
Piştî ku îcazeta xwe ya ilmê distîne, Seyda çendekî li başûrê Kurdistanê li Berzûra Zaxo û li Hewlêrê dimîne û têkiliyên wî bi alim û meşayixên herêmê re çêdibe. Ji wan aliman baş îstifade dike. Sê/çar salan li wê derê dimîne, hem bi ilmê fiqihê û hem bi ilmê Îrfanî û tesewuf û riyazetê pêş dikeve. Ji xwe îcazeta xwe ya xelîfetiyê jî li wê derê ji şêx Mustafa Kemaleddînê Hewlêrî distîne. Bi rastî em dikarin bêjin kûrahiya ilmê Seyda, di wan sê/çar salên li başûrê Kurdistanê, pirr zêdetir dibe.
Seyda çaxê ji başûrê Kurdistanê vedigere welatê xwe, li gundê Robariya dibe mela. Li wê derê nêzî deh salan dimîne û digel Melatiya gund, di medreseya xwe de dersa feqiyan dide. Ji xwe paş hingê hetanî wefat dike jî daîma feqîyên wî hebûne û bi ders û limê meşxûl bûye. Bi rastî her û daîm karê wî yê sereke digel îrşadê dersdan, xwendin û ilim bû.
Çaxê birayê wî şêx Munewwer wefat dike, ji gundê Robariya vedigere Xinûkê û di medreseya bavê xwe de dersa feqîyan dide û li wê derê bicî dibe. Hetanî 18,04,2008 an de wefat dike li gundê Xinûkê dimîne.
BERHEMÊN SEYDA
Seyda di derbarê edbîyatê de jî bêhempa bû. Bi kurdî, erebî, farisî û tirkî yanî bi çar zimanan berhemên wî hebûn. Hinek ji berhemên wî, mektûb û namebûn ji seydayan re şandibûn. Hinek jê ‘eşq û mehebbeta pêxember û erdê pêxember lê geriyayî anîbû ziman. Hinek jê nesîhet û şîretên li xwendevan û feqîyên medreseyan bû. Ev şîretname bi navê "gûz û mewîj" hatibû binavkirin û li pirrê medreseyên herêma bota weke lewheyêkî hatibû daliqandin û pirrê seyda û feqiyan jiber kiribûn.
Dîwana wî bi navê "Dîwana Şêx Muşerref Xinûkî" ji teref "banga heq" ve hatiye çapkirin.
ILMÊ SEYDA Û RÊZDARIYA WÎ JI SEYÎDAN RE
Seyda di derbarê îlmê de jî pêşketî bû. Mela Bedredîn û Mela Burhan du seydayên hêja û zana bûn, li cem Mela Ebdulhekîm xwendibûn û hevaldersê Şêx Muşerref bûn. Ev herdû seydayên qedirbilind, di medreseyên xwe de bi hezaran feqî perwerde kirine û îcazet dane wan. Mela Burhan dibêje rojokê li ser meseleyekî îlmî ez û Mela Bedredîn me tifaq kir ku tehqîq wiha ye. Belê Seyda Şêx Muşeref jî dibeje zenna min da weka we nîne û bi awayekî din şîrove dike. Û dibêje çaxê me li kitêbê mêze kir, zenna Seyda ji tehqîqa me rasttir derdikeve. Her wiha Mela Burhan wiha dibêje. Çaxê hinek diçûne cem Seyda jibonî şerîetê, seyda digote wan birako herin cem mela Burhan ew çêtir dizane. Û mektûbek dida wana û di mektûbê de jî derbarê meselê de hukmê şerîetê çiye dinivîsî.
Mela Huseyn jî seydayekî zana û alimekî baş bû. Dostekî Şêx Muşerref bû û pirr di sohbeta şêx de mabû. Rojekê ji Mela Huseyn tê pirsîn, gelo Şêx Muşeref alimekî çawa bû. Mela Huseyn dibêje dîwana wî tenê ji ilmê min zêdetirbû.
Rêzdariya Seyda ji Seyîdan re ji ehlê beytê re zêde hebû. Çi biçûk çi mezin yekî seyîd çaxê dihate cem seyda, seyda radibû piya û destê wî maçî dikir û li cem xwe cî dadayê. Çaxê radibû, seyda jî radibû û digel wî derdiket derve.
Kesê carekê Seyda didît, heskirin û evîna Seyda diket dilê wî. Zanayên ûnîversîteya zû bi zû seydayên medreseyan naecibînin, belê çaxê seydayê Şêx Muşeref didîtin dibûne evîndarê wî. Her wekî mamosteyê hêja brêz Prof Îhsan Sureya Sirma jî yek ji wan zanyara ne ku dost û evînê Seyda bû.
TEQWA Û ZUHDA SEYDAYÊ ŞÊX MUŞEREF
1) Ji gotina Hacî Refîq Axa:
Hacî Refîq axa maqûlekî herêma Sêrtê û însanekî pêşketî bû. Di herêmê de bi rûmet bû û herkesî rêz û hurmet jê re digirt.
Hacî Refîq Axa dibêje, “rojekê merivekî ji derveyê welat hate misafirîya min. Evî merivî, gote min; ez merivekî maldar im. Û ez dixwazim mizgeftekî li vê derê ava bikim. Belê bilanî kesek navê min jî nezane. Û ez dixwazim ev mizgeft, mizgeftekî herî bi xêr be û cemaeta vê jî zêde be û her û daîm meriv ji vê mizgeftê îstifade bike da ku xêra wê jî zêde be. Hem ji bonî min jî bibe sedeqeyek daîmî.” Hacî Refîq Axa dibêje min jêre wiha got; “li gundekî Berwarya Şêx Muşerref heye, mizgefta wî kevn e û biçûk e û ji kevir û heriyê hatiye çêkirin. Eger qebûl bike ez bawer im mizgefta herî bi xêr, wê çêkirina vê mizgeftê be.”
Hacî Refîq Axa dibêje “bi vê minasebetê me xwe hazir kir da ku em herin cem şêx. Me pirsiyara şêx kir, merivekî gote me şêx li Sêrtê ye. Dibêje em çûne bal şêx û çendekî di sohbeta wî de rûniştin. Paşê me ji şêx re got em dixwazin bi tenê bimînin. Di odeyê de em tenê man û me meqseda xwe jê re got. Belê şêx middetekî bê deng dimîne û bersiva me nade. Paş middetekî dirêj şêx gote me înşa Ellah sibê ezê tiştekî ji we re bêjim. Roja din em cardin çûne bal şêx û şêx ji me re wiha got; mizgefta min ava ye û pêdivî nîne ku em ji nûve çêkin. Hem di mizgefta min de her nimêj deh duwazdeh meriv nimêj dikin, belê li bajêr eger tu çêkî dibe ku her nimêj pêncî şêst meriv nimêj bikin û xêra te wê zêdetir be. Vêca ez naxwazim bibim maniê xêra te. Û bi ti awayî me nekarî em bi şêx bidinê qebûl kirin û em vegeriyan mala xwe. Paş hingê me li Sêrtê li mihela çeqmeqê mizgeft avakir. Xwedê xêra vî xêrxwazî qebûl bike.”
Di vê bûyerê de kesê me agahî jê hildayî, naxwaze em navê wî bidin. Bonî vê yekê em rêzdariyê jêre dikin û navê wî nadin.
Ev camêr dibêje pirranî îş û karên Seydayê şêx Muşeref min bikar tanî. Dibêje ez li qezayê bûm û şêx jî li gund bû. Şevên îniyê ez diçûme suhbeta şêx û îş û karê wê hefteyê jî min bikar tanî.
Dibêje, belê şevekê paş nimêja îşayê yekî ji cem şêx tê û ji min re mektûbekê tîne. Mektûbê de şêx dibêje îşev li teqsiyekê siwarbe were îşê min bi te heye. Dibêje heman demî min teqsiyek girt û ez çûme xizmeta şêx. Dibêje min dî şêx di mizgeftê de rûniştiye û li benda min sekiniye û neçûye mal. Ez çû destê şêx û şêx got tu bixêr hatî, ka keremke rûne. Çaxê ez rûniştim şêx ji binê mîndera xwe hinek pere derxist û da min. Navê çend merivên feqîr da û got, evî pereyî li evan merivan parve bike.
Hal ev e pêdivîya şêx bi wî pereyî pirr hebû. Ji xwe pereyê şêx tunebû ku heqê teqsiyê jî bide û paş çend rojan ji min re heqê teqsiyê şand.
Dibêje çend caran bi vî awayî şêx pere daye min û min jî bi xêra xwediyê pereyan li feqîran parve kirîye. Lewra şêx pereyên herkesî qebûl ne dikir, yan jî pereyê ku zekat be ji xwe re qebûl nedikir.
JIYANA ŞÊX MUŞEREF BI RÊZIKNAME BÛ
Jiyana şêx bi rêzik û tertîb bû. Her wiha her roj, paş nimêja esrê tirba dê û bavê xwe ziyaret dikir û ji wan re dewr û Yasîn dixwend. Paş her nimêjan, bê kêmasî tesbihatên nimêjê bikar tanî. Wird û diayên xweser û rojane hebûn û bê kêmasî her roj di weqtê de bikar tanî. Navbera nimêja mexrib û îşayê, berê xwe ji qiblê venedigerand û bi zikrê û diayê meşxûl dibû. Çaxê nimêja îşayê dikir paşê berê xwe dida civakê û ji wan re sohbet dikir. Belê sohbeta xwe zêde dirêj nedikir. Di sohbetên xwe de ticarî ne digot ez wiha dibêjim. Yan digot Xuda wiha dibêje, yan digot pêxember wiha gotiye yan jî filan alimî wiha gotiye. Ji xwe gotinên wî tev bi zimanekî sivik û şêrîn, belê bi me'neyên kûr û bi hikmet bûn.
Hacî Nezîr şufêrê qeymeqamê Berwarê bû. Dibêje rojekê ez û qeymeqam em çûne ziyaretiya Şêx Muşerref. Qeymeqam dibêje Şêx; em dixwazin qursekî ji bonî xwendina Qur'anê avakin û navê te li vê qursê deynin. Ev gotin xweşa şêx naçe û dibêje “qeymeqam beg qursê avakin belê navê min lê daneynin, tenê bilanî navê wê qursa Qur'anê be (Kur'an kursu)
GIRANÎ Û QEDRÊ SEYDA DI SELAHETA GEL DE
Hacî Nezir wiha dibêje: “Hûsyan, gundekî Berwarê ye û gundekî mezin e. Di navbera gundiya de şer çêdibe û sê/çar rojan şer dewam dike, kuştî û birîndar hene. Li herêmê qereqoleke mezin hebû û ji qezayê jî esker diçine gund belê bi tu awayî nikarin şer rawestînin. Hinek axa û pêşîvanên eşîran jî navçîtiyê dikin belê şer nasekine. Merivêkî gundî ji eskeran re dibêje Şêx Muşerref tenê dikare vî şerî rawestîne. Ger ew nebe ev şer niha bisekine jî dibe cardin şer çêbibe û meriv werine kuştin. Esker Ji herdû aliyan jî pirsyar dikin û dibêjin şêx Muşerref nebe ev şer wê bidome.
Bi vê sedemê esker, Şêx hildidin û diçine Hûsyan. Çaxê Şêx dikeve navbera gundiyan, herdû alî jî têne teslîm dibin li ser destê şêx, gundî lihev tên û selahet û aştî çêdibe û şer radiweste.
Di derbarê şêx Muşeref de pirr agahiyên balkêş hene. Belê nivîs zêde dirêj dibe.
Agahiyên derbarê şêx Muşeref de mê ji şêx Wefa, Mela Burhan, Mela Huseyn, Hacî Nezîr û du kesên ku ne dixwest em navê wan bidin hildaye. Xuda ji tevan razî be û kesên wefat kirine Xwedê rehmeta xwe li wan bibarîne.