Ji berê ve bihara erdnigariya ku em li serê dijîn bi cejn û şahiyan tê pêşwazîkirin. Her kulîlkek qedrek jê re heye, me’nek jê re heye. Her gulek qîmetekî ‘erz dike, çav û dilan şad dike. Bêhna wan ferehê dixe qelban, dîtin û xwenîşandana wan a bi giştî menbe’a jiyana komelayeti ye bi sidq û emn û eman û biratiyê. ‘Îd û newroza axa me bûye nav û naverok ji bo şi’r û ğezelan, edebiyata me bi van remz û me’neyan xwe xemilandiye, xweşî û nexweşî bi hebûn û nebûna wan hatiye qebûlkirin. Geşbûna kulîlkên me geşbûna qelb û jiyana me ye, çilmisandina wan çilmisandina qelb û jiyana me ye.
Lê îro pevçûn û tevliheviyê em hêsîr girtine. Em tên rakişandin bi bal rewşeke ku me ji dîroka me vediqetîne. Bayê nesîmî ku ji çiyayan kulîlkên me mizdide û bi ser me de tê bêhna xwînê jê tê. Bêhn ket zozanê me, bêhn ket berfa me, bêhn ket bayê me. Êş û jana komelayetî ku em dikşînin kulîlkên me çilmisandin. Gund û bajarên me ketine şînê.
Her yek ji xelkê ‘Ereb û Tirk û Kurd û Faris û Laz û Gurcî û Arnawût û Boşnak û her wekî dî xelkên din bi milyonan însan li ser vê axê jiyane, xudîtî lê kirine. Qedera me yek bûye, şîn û şahiyên me yek bûne. Li hember heft duwela, li hember xaçparêzan, li hember êrîşên emperyalîstan tî, birçî, bêcil û pêxwas me herb kiriye, xûn rijandiye, bi milyonan şehîd xistiye bin vê axa xwe. Piştî vê dîroka me ya zelal û bi fexr û şanaziyê dagirtî em qewmên Musluman çewa karin dijminantiya hev bikin? Kurd çewa karin dijminantiya Tirkan û qewmên Musluman yen din bikin? Tirk û qewmên Musluman yên din çewa karin bi Kurdan re xusûmetê bikin, rikê bikşînin, wan tune bihsibînin û ji heqan mehrûm bihêlin.
Van xelkên ku di dîroka nêz û dûr de di nav hev de bûne, bi hev re zewicîne, li mizgeftan bi hev re limêj kirine, şirîkantiya saz kirine, di nav jiyanê de her bi hev re bûne; gelo îro mani’ çiye ku di siyaset, tîcaret, aborî, kultur û hwd. di sehayên jiyanê de mil bidin hev?
Kurd û Tirk du qewmên Musluman in, du xelkên ummetê ne, du ‘unsurên eslî yên Îslamê ne. ‘Ereb û Faris jî wiha. Ji ğeyrî vana, li gor re’ya giştî a komalnasan bîst û şeş qewmên Musluman hene. Tev jî endamên ummetê ne. Her Kurd û her Tirk baş dizane ku ‘aîdiyeta qewmî çi dibe bira bibe Musluman birayê hevin, nikarin dijminantiya hev bikin, nikarin xûna hev birjînin, nikarin bi qewmiyetê qurretiyê li ser hev bikin. Evana tev heram in.
Îro em bi heramiyan herrimîn. Necasetan êrîşî yektîtiya me kir. Biharên me yên ku me bi kulîlkên biratiyê pîroz dikir li me bûn bahoz û firtonê agir. Qulletayna ummetê ket bin îşğala tebayên necis. Kêr li biratiyê hat kişandin. Xwîn li cilê limêja me ket. Qewmiyet bû dîktator li ser serê me, bu agir û bi me ket. Qewmiyet bû qewmperestî, qewmperstiyê qewmperestan payda kir. Qewmperestan “heq” ji kitêban îxrac kir, ‘edaletê ji cumlê hezif kir, “cehalet”a ku “la mehelle leha mînel î’rab” bû di î’rabê de mehel jê re îhdas kir.
Qonağa ku îro em ketinê; Erdnigariya yekîtiyê, erda biratiyê ket bin nigê garrana whşiyên kûvî. Qudus, Mescidê Eqsa, Ğezze, erdnigariya ummetê ku di dîrokê de her daîm bi wehya Îlahî hatiye xemilandin û bûye mekanê mucadela tawhîdê bi şirk û nîfaqê re; tebaretên necis lê hêlîn çêkir. Qewmperestiyê Tirkan li hember qewmên Musluman tûj kir, erda Kurdistanê û temamê ummetê parçe kir, bi hudûdên cahilî Kurdan ji hev dûrxist, mefhûmê ummetê lawaz kir.
Nema carek xuya bit hudhudê şîrîn kelamê min
Sulaymanwariyek dem dil bi wî mesrûrî bit ya Reb! (Kerbelaî)
Sebebên nakokiyên navbêna Kurd û Tirkan ne cudabûna qewmi ye, ne dujminantiya herdû xelka ye. Bûyerên ku îro di nav xelkên dunyayê de çêdibin, dujminantiyên ku di nav qewman de heye di tu demên dîrokê de çênebûne. Xelk yan jî qewm xwe bixwe dijminantiyê bi hev re nakin. Merev kare bêje di her demî de ê ku dibin sebebê şerr û pevçûnê di navbêna însanan de, ê ku herb û şerrê navxwe derdixin; dewlet in, hêzên deselat in, sinifên ku li ser hukm in.
Diyar e, ew aktorê ku tuxumê dijminantiyê di nav ummetê de, di nav Kurd û Tirkan de di reşîne yan di vî warî de kar dike ne Tirkên Musluman in ne jî Kurdên Musluman in. Belkî Tirkên qewmperest û Kurdên qewmperest in.
Cereyanên qewmperestiyê di sedsala pêş de ku dest pêkir dewleta mezin a ‘Usmanî helweşand, kir parî parî. Pişt re jî di nav van pariyan de bû sebebê nakokiyên ku dujminantiyeke dûvdirêj dewam bike peyda kir. Ev rewş wek halê xerab ê qebîleyên Ews û Xezreciyan e ku piştî bi Îslamê yekîtiya wan çêbû di navberekê de ketin sehaya gerrîneka cahiliyê. Şûr li hev kişandin, hindik mabû ku hevdû bikujin. Li hember vê rewşê Resûlê Ekrem ‘Eleyhîssalatû wesselam bi hêrs li hember wan rabû û deng li herdû aliyan kir: “Hûn dîsa dizivirrin bi bal şerrê ‘esebiyeta cahilî ve qey?”
Em gerek jibîr nekin “alîkariya zalim jî mezlûm jî” wacibê me ye. Ev alîkarî, zalim ji zulma wî dûr dixe mezlûm jî li hember zulma zalim diparêze. Her wekî Resûlê Ekrem ‘Eleyhîssalatû wesselam em jî bang didin hemû aliyan: Werin bibin ‘unsurên bi şeref ê ummetê. Em tev mecbûr in li ser esasê biratiyê di dunyake bi ‘edalet de, li vê herêmê û li ser vê axê bi hev re bijîn. Ne Tirk karin xwe ji Kurdan bişon ne jî Kurd karin xwe ji Tirkan bişorn.
Madem sazkirina jiyaneke qenc û selamet mumkun e ne karê ‘aqil e ku di bin şûrê qewmperestiyê de em janê bikşînin.
Dema ku van satiran dihatin nivîsandin xebera şehadeta Îsma’îl HENIYYE Serokê HEMASê ket medyayê. Em şehadeta betlê ummetê pîroz dikin û ji Rebbê ‘Alemê serfîraziyê ji bo Muslumanan niyaz dikin.
Piştî eva qehr û kula derman bikin derd û bela
Geşbin bi hevra wek gula hetam biçîne mehşerê (Findikî)