Çiqas pêxember hatine ji însana re, çiqas kîtab ji Xweda Te’la hatine ser ‘erdê, çiqas ‘ârif û şa’irê dilvekîrî hene, bâla însana kişandinê ser “mirin”ê. Ev mijar, hevqa giringe kû meriv, wê fêm neke; meriv nikâre me’na jîn û heyatê fêm bike.
“Mirin” heqîqeteke wekî rojê, li ber çe’va ye. Ava kehnîyekê ye, kû tevê mirova, rojekî muheqqeq jê divexun. Kesî nikarîye inkâra wê bike. Ê înkâr kirine, wekî ê navê xwe kirine Nemrût / Ne-mirit (ê namir e), kâ li kûne gelo?
Di dinyayê heçî rabê
Feqîr û şêyx û ağa bê
Ji ber mirnê xilas nabê
Di şerq û hem di ğerbê da
(Seyid ‘Elîyê Findikî)
“Mirin” heqîqeteke wuhaye, kû zanîna heyatê bi wê tê fêm kirin. Ger “mirin” tunneba belkî însana wê me’na heyatê jî, fêm ne kiriba. Heye kû ji ber vê, navê mirinê, di ayetê da, berî heyatê hatîye gotin:
الَّذِي خَلَقَ الْمَوْتَ وَالْحَيَاةَ لِيَبْلُوَكُمْ أَيُّكُمْ أَحْسَنُ عَمَلاً وَهُوَ الْعَزِيزُ الْغَفُورُ
“Xwedê, mirin û jiyan çêkirî ye; kû we bi ceribîn e; bê karê kê ji we çêtir e. Her ew e, yê ‘Ezîz û Ğefûr.” (Mulk-2)
Sirrê hebûna me, û mirina me, ev ayeta mûbarek xweş beyan dike. Em hatine ser dinyayê ji bo kirina kârê baş, di dewreke mu’eyyen de. Mana meyî li ser dinyayê, ne ebedî ye. Însanê ‘eqilmend, vê heyata xweyî li ser dinyayê, li gorî riza Rebbê xwe derbas dikin. Di ‘umrekî li gorî ebedîyyetê gelekî kin, heyatek ebedî, û cennetek ava ji xwere pê distînin.
Dinê qenc e ji mêran ra
‘Ecêb mulk e ji şêran ra
Kû ava kin ji xêran ra
‘Ecêb mezre’ û ‘eqar e
(Feqîyê Teyran)
Belê gelekê însana, dinyayê ne bi vî awayî bi kâr tînin. Lazim bû, kû însana, dinya ji bona axretê, wekî ‘erdekî, ji xwere bi çandina. Kâr û ‘emelê baş, li pêşya xwe bişandina axretê. Lê em, îro li halê xwe û li halê însana dinerin; dibînin kû em însan di ğefleteke pir mezin de ne. Me însana, di vî ‘umrê xweyî kin de, me xwe ji Xwedê Te’ala pir dûr kirîye. Me ‘îbadet û qencî terikandî ye, lîstik û mijûlîya tiştê bê fêyde ji xwe re kirî ye kâr. Em bi dinya derewîn hatine xapandin.
Dinê mulkê kesî nîn e
Çiqa bê bêxt û xayîn e
Kesê goh bidyê ew dîn e
Xwe hinde bernede tê da
(Seyid ‘Elîyê Findikî)
Însan di bê qey mirin jê re tunne. Herçiqas jî, bi devê xwe qebûl dikin, kû ewê bimrin; lê bi kâr û kirinê xwe, didin nişandan kû ewê qet nemirin. Hingî em di ğefleteke hewqa mezinde ne, em nabînin kû nefesa mirinê li ser stûyê me ye. Hingî girêdana meyî bi dinyayê hewqa zede ye, em naxwazin kes ji me ra behsa mirinê bike. Em ‘aciz dibin ji we’z û şîretê di derheqê mirinê de.
Her roj hinek însan, ji dora me, ji şerbeta mirinêyî te’l te’m dikin û diçin hizûra Xwedê. Her roj em diçin şîn û te’zîya hineka; hetta em diçine defna gelek însana. Lê em dîsa jî, di heqîqeta mirinê de na fikirin. Ew qebra em li ser di sekinin, bi zimanê vekirî bangî me dike; û vê ayetê ji me re dixûyne:
فَأَيْنَ تَذْهَبُونَ {26} “Vêca hûn bikûve diçin?” (Tekwîr-26)
Lê dîsa jî, em deng nabine xwe. Em bi xwe didin yeqîn kirin, kû her hinekê ji ğeyrî me, wê her bimirin. Nexêr, rojekê wê însan dîsa werne ser mezel û gora, ji bona defnê; lê emê bi wan re, ne li ser pîya bin. Lewra vê carê, ê mirî wê em bin!
كُلُّ مَنْ عَلَيْهَا فَانٍ {26} وَيَبْقَى وَجْهُ رَبِّكَ ذُو الْجَلَالِ وَالْإِكْرَامِ {27} فَبِأَيِّ آلَاء رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ {28}
“Her çi tiştên hene, ew fanî ne. Lê belê Xwedayê te, kû xwedyê mezinahî yû keremê ye, dê baqî bimîne. Vêca ma hûn, bi kîjan qencîya Xwedayê xwe bawerî nayînin?” (Rehman: 26-28)
Ji van ayetan em vê fêm dikin; kû fanî buna me, ji qencîyê Xwedê Te’ala ye. Lewra ev dinya, gelek carî, li însana di be heps û zîndan. Nexweşîyê bê derman û zehmetîyê pîrîtîyê, ger bi mirinê nîhayet nebin, însan wê tu te’mê ji heyatê nekin. Jîna dinyê, wê li wan bibe zor û zehmet. Ji ber vê yekê, kû em xweşik fêm bikin, mirin ji me re xelasî ye.
Însan rê û mîhwera xwe, ger xweşik te’yîn bike, li dinyayê “daîra helalê, ji keyfê re kâfi ye” ([1]). Însanê ‘eqilmend, tiştê Xwedê Te’ala li vê dinayayê dayîyê, wê di ber wî de serf bike. Jîn û jîyana kû Xwedê Te’ala jê re qismet kiri, li gorî riza Xwedê wê bi borîne. Kengî Xwedayê wî bake wî, ewê here hizûra Rebbê xwe. Çawa meriv ji derîyekî derkeve têkeve derîyekî dî; wê meriv bi mirinê ji vê dinyê here dinya ke dî. Lê dinya ke rehet û rewnaq, ne dinya ke zehmet û tarî. Îdî ji bo kesê mu’min, ne zulm û zorî dimîne, ne neheqîyû te’de dimîn e, ne nexweşîyû êş dimîn e. Îca ev, ma ne nî’metek e Xwedê Te’ala ye kû daye însan?
Ji bona însan xwe li dinyayê ebedî ne bîne, ji bona ji armanca jînê dûr nekeve, ji her alî gelek tişt jê re dibêjin: “Ey însan, tu li dinyayê mêhvanî; tu ne baqîyî! Kâ binêre li rojê, bê çawa diçe ava. Kâ binêre li biharê, bê çawa ber bi payîz û xezanê ve diçe. Kâ binêre li deverê dîrokî, kâ xwedîyên wan li kûne? Kâ binêre li pirtûk û kitabên dîrokê; bê ew gel û hukumdârê kû behs û qâla wan tê kirin, a niha li kûne?” Her tişt ji vê ayeta Xweda Te’ala re dibêje, “Seddeq, te rast gotî ye!”
كُلُّ نَفْسٍ ذَائِقَةُ الْمَوْتِ ثُمَّ إِلَيْنَا تُرْجَعُونَ {57}
“Her kes, dê mirinê te’m bike; paşî hûnê, li me bê ne vegerandin.” (‘Enkebût-57)
([1]) Bedî’uzzeman Se’îdê Kurdî