Ez wek mesûlê ‘Ûlema û Medreseyan a Cemaeta Dawet û Islahê, li ser navê xuşk û birayên xwe li ‘alimên Kurdistanê selamên xwe pêş dikim.
Pêşî ez dixwazim behsa sebebên çêbûna îxtîlaf û niqaşa di navbera cemaet û partî û ‘alimên Îslamî de bikim û behsa wê îttîhad çawa bibe bikim. Paşî jî dixwazim du meseleyên pêşdatir ên cemaet û ‘alimên Îslamî pêş we cemaeta ‘ezîz bikim.
Li hember Îslamê herbeke bênavber tê kirin. Dijminên Îslamê di vê herbê de bînaya ummetê dikin hedef. Di ‘aleyhê mislumanan de her roj planeke nû rast dikin. Li her derê xwîna mislumanan dirjînin. Berê, dijminên Îslamê neyartîya xwe ya li ber Îslam û mislumanan vedişartin. Niha vê dijminantîya xwe eşkere dimeşînin û di gelek planên xwe de biser ketine. Gihaştine gelek xwezîyên xwe. Wisa bûye îro misluman ketine haleke wisa ku ji ğeyrî dînê xwe bi her tiştê hevûdû re dişteğilin.
Lê Xweda tu zemanî qebûl nake ku nûra hîdayeta wî bitefe. Ji lew şîyarbûna Îslamî digel ewqas mûsîbetan jî di nav tarîtîyan rêya xwe dîtîye û bi saya ronahî û rêbertîya dînê hîdayet, dîsa dest bi meşa xwe kir. Bi vî awayî çirûskên hêvîyê di nav ‘alema Îslamê de şîn bûn. Ji ber vê ye dijminên Îslamê jibo bighêjin armancên xwe yên xerab, ji îşkence û zîndanan bigrin, heta te’deyên psîkolojîk, çi ezîyet û xerabî ji destê wan hatin, ji ummetê re kirin reva. Lê bi saya serferazîya pêşîvanên hişyarîya Îslamî, ev hemî planên wan pûç derketin. Van pêşîvanên Îslamî, dînê Xweda bi awayî hewce meşand û bûn mizgîna şahîya ummetê.
Di vê dewrê de di dilê mislumanan de, gihaştina rojên ‘ezîz û serbilind yên Îslamê weka yên berê zîl dane, lê di nava ferdên hişyarîya Îslamî de mixabin îxtîlaf jî xuya dibe. Pirê van îxtîlafan jî li dor ‘ecibandina rêya herî baş a jibo gihaştina armanca Îslamî peyde dibin. Ji lew dijminên Îslamê, evya ji xwe re ğenîmetek hesibandin. Jibona dawetvanên Îslamê, di seha hişyarî û hîdayeta Îslamê de negihêjin van meqsedan, di navbera mislumanan de îxtîlaf dijwartir kirin. Ji îxtîlafên fiqhî yên navbera mislumanan de îstîfade kirin, bi cehd û heyecaneke mezin hewla wan bera hev bidin dan.
Gava em li van îxtîlafan dinêrin, em dibînin ku pirê sebebê van îxtîlafan, ji derenca fêmkirina wan a ji Îslamê peyde dibin. Di tarîxê de ummeta Îslamê, pir hindik bûye şahidê mûsîbeteke weha. Di nava ‘alema Îslamê de tim îxtîlaf çêbûne, lê ummet tu carî weka weha ji hev perçe nebûye. Belkî serê sebebê van hemî pirsgirêkan, kêmbûna teqwe û nêrîneke firehe û kêmbûna haydarbûna ji ‘ilmên şerîetê ye. Ji ber vê pirsgirêkê di nava hişyarîya Îslamî de, bendîtîyên muxtelîf çêbûn. Ji me hinek ji kêmasîya ‘ilmê xwe, dikarin xebatên hinekê din ğeyrî Îslamî bibînin. Em bi vê tewra xwe, avê bera ser aşê dijminê xwe didin û zerareke ciddî didin wehdeta Îslamî.
Em vê rewşê xweşik analîz bikin, li ser Qur’an û sunnetê li ser sîyera pêxember, li ser heyata sehabe û selefê salihîn bisekinin emê vêya bibînin: Selefan ji ber ku ji Îslamê rast û durust fêm kirine, pêşdatirên xwe xweşik dîyar kirine. Li gorî wan pêşdatiran baş dizanibûn ewê çawa heyata xwe dîzayn bikin. Gava ji nav wan hin kesên van pêşdatiran nizanîbûn derdiketin, hema zû diçin li wan nesîhet dikirin. Di meseleyên Îslamê de gava di fikrên wan de îxtîlafek biqewimîya, xwe di avêtin ser nêrdewana pêşdatirên fiqhê, bi hukmê;
'الاهم فالاهم' (mûhimtir û herî mûhîmtir) tesbît dikir û hîdayetî rêya rast dikirin.
Ji ber vê yekê em qîmeta Resûlûllah a li cem sehaba dizanin û lê naheyirin ku çima wan terka defna resûlê Xweda kirine. Wan baş dizanibûn ku di medresa Resûlê Xweda de pêşdatir çawa tên tertîbkirin. Dizanibûn talûka ku misluman bê rêber û xalîfe bimînin, ji talûka derengmayîna defna resûlê Xweda mezintire. Ji lew di nava sehaban de kesî ji vêya re îtîraz nekir. Em mislumanên vê ‘esrê di roja xwe de me van pêşdatirên fiqhê ku wê gelek pîrsgirêkên me yên em bi wan re rûbirû bûne çareser bikin, wenda kirine. Ji bo çareserkirina van hemî pirsgirêkan, ji ğeyrî vegerîna wê fêma sehîh û esasgirtina pêşdatirên ‘alema Îslamê, tu rêyeke din tuneye.
Herî muhîm du pêşdatirên ‘aliman û cemaetên Îslamî ev in:
- Qebûlkirina îxtîlafan
- Pêgirtina rêya wasat.
Ev rêya herî baş e ku wê hêvîyên dijminên Îslamê bişkîne û bihaneyan kêm bike.
[1] Mesûlê ‘Ûlema û Medreseyan a Cema’eta De’wt û Îslahê li rojhilatê Kurdistanê