Tiştekî bê nîşan nîne. Êş, nîşana hebûnê ye. Dema ku em hebûna xwe îspat dikin jî em têşin. Gelo em ji ber hebûna xwe têşin an ji ber êşa xwe bi hebûna xwe dihesin?
Hişekî ku ne zindî be, naêşe. Barkêşê rastî û duristîyê, di ber destheqekî mezin de dixebitin. Lê mirîyên rastîyê, êşeke beleheq dikşînin. Derd û kulên wan, hestên demborî ne.
Derdê herkesî ne weke hev e. Li gorî rola ku mirov tê de ye tê guhertin. Lewma derdê bûkan gotinê xwesîyê ye. Di hiş de çi hêja be, ew dibe armanca mirov. Ji ber vê yekê derdê hirçê hirmî ye. Ku mirov tiştek xwest an jî tiştek xiste serê xwe, bi wî tiştî tê ceribandin. Eger tu nikarîbî rajî wî barî Xwedê li te nake. Jiyan guherbar e û rewşa herkesî ne weke hev e. Rewşeke ku ji te re kêf be, ji hinekan re derd e, lê derdê te dibe ku ne xema hinekan be. Lewma derdê feqîran nan e, derdê ağê kêf û dîlan e.
Pîleya êşê jî heye. Jana tilîyan hemû ne yek e. Mirov li gorî berjewendîyên xwe bi rewşekê pir têşe an pê hindikî têşe.
Civakên birastî û li ser xwe, bi hev hemhal dibin, bi hev têşin. Di van civakên wisa zindî de êşa tilîyê ya hemû laşî ye. Carna jî derdê herkesî ji herkesî re ne derd e. Tiştekî ku bi tevayî ji civakê re pêwîst be, ji hinekê pir kêm re ne hewce ye. Lewma wê kêmanîyê ji xwe re nakin xem. Perwerdeya civakê ne xema wan e, pêşeroja civakê ne xema wan e, ronakbîr ketine hepsê, mirine ji wan re ne derd e. Xema kor e ku çira vêsiyaye? Lê li gorî ku deng ji gelek kesan dernakeve dibe ku ev kes gelek bin jî.
Mirov, hewcedarê hevdû ne. Lewra her tişt li bal herkesî û li her derê nîne. Dar û berê çiyê giş hirmî ba, wê kî bi xema kê ba?
Sazûmana pîşeyan, karûbarê sazîyan û guncanîya têkilîyan ne hêsan e. Derd û kul jê peyde dibin. Lewra herkes divê ezmûna xwe li deverekê, li sazîyekê, bi bûyerekê û bi têkilîyekê îspat bike. Bertekên ku mirov dide, îspata hişê mirov e. Malê ağê diçe, canê xulêm têşe.
Daxwazîya tiştekî ji kêmanîya wê ye. Daxwazî, êşê peyda dike, lewra mirov dixwaze kêmanîya xwe ji holê rake. Lê ji bilî hest û bawerîya “hebûna Xwedê û axretê” kêmanî, xelas nabin. Lewra ev hest û bawerî mirov haş dikin, nahêlin ku mirov bihezîne. Dûrahîya hezkerê mirov, sedema nexweşîyan e jî. Ji ber êşa vê hesretê, mirov dikarin nexweşîyê hezkerê xwe jî di xwe de peyde bike.
Heta ku serokê xwe yê rast nebînin êşa civakan bi dawî nabe. Serê bêsermiyan, jê çêdibe derdê bêderman. Helbet li ser kaxezê û li ber çavan rêvebir û serok xuya dikin, lê bi rastî ku sermîyanbûna wê pirsiyarbûna. Wê mal û milk û namûsa gel, parastîbana. Doza wan wê heqê millet hemî ba. Wê derdê hemû kesî yê wan ba.
Em bi hestan ve tên girêdan. Em hestên xwe dihilbijêrin. Hest dikin ku em biêşin. Qorîna quling ji derdan e. Ku derdê me neba, me bi vî zimanî nedinivîsî; lewra ev ziman, tijî derd û kul e. Dîsa jî me ev bar qebûl e, hema bila ev ziman zindî be.
Nivîskar, civyarê hest û hişmendîya civakê ye. Derd ku karibe peyvan bicivîne. Hem divê ji hiş û hestên civakê re bibe mirêk, hem divê bi huner û rexneyên xwe rêbertîyê bike û hem hestyarê zimên be. Ti kes zû bi zû nivîskaran nake serokên civakî, lê ew dîsa jî vî barî dikşînin. Carna nivîskar, bi civakê re şer dike, carna civak nivîskar qebûlî nav xwe nake. Her nivîskar an ronakbîr dixwaze êş, kul, hest û ramanê xwe li civakê bar bike. Lê berî wî ronakbîrî nivîskarekî din civak li halekî hiştîye. Lewma ronakbîrên nûjen yên kevin rexne dikin. Heta her du bi êşan dikemilin demeke dirêj derbas dibe. Ku pêşî ronakbîr li hev rûnin û hevdû têk bibin, civak derdê şerrê wan ew qasî nakşîne.
Li pişt hestan jî îradeyek heye. Ew îrade bi saya hestan carna tê xelatkirin carna jî bedelê dide. Bi kula dil jiyana rojane û ketûber tê guhertin. Tevgerên bedena mirov tê guhertin. Xem, xewê direvîne.
Gelek mirov, ji bo ku êşê nekşînin pirsiyarîyê davêjin ser kevneşopîyê. Dîn û bawerîya xwe bi ya bavûkalan girê didin. Dîrokê ji xwe re dikin pişgir. Helbet di paşerojê de mirovên baş jî hene lê wê çanda ku bav û kal pê rastî nedîtine ji xwe re dikin mînak. Her yê ku dixwaze ji rastîyê dûr bikeve, dikeve êşa şaşîyê. Di ber bawerîyên pûç û vala de xemê dixwin. Helbet di paşerojê de peyxemberan jî di ber rastîyê û duristîyê de êş kişandine, lê ev derd û kul berxwedana wan bû, azmûna wan bû û pê dikemilîn. Êşên wisa pîroz in.
Mirov dikare dîrokê ji xwe re bike derd. Dikare li ser bûyereke dîrokî bibe pispor. Dikare ji wê bûyerê huneran peyde bike, teorîyan îcat bike û dijminan ji xwe re çêbike. Ne bes e dikare ji mirovên zindî ku bertekên bidine dijminan ji xwe re bibîne. Jê tê ku derdê mirîyan bikşîne, bi êşa wan hemêş bibe. Jê tê ku bedela mirîyan ew bide. Lewra êşên mirovan dîrokî ne.
Êş nîşana guhertina hebûnê ye. Ya rast, hebûneke neguherbar nîne, bûyer û tevgerên me, guhertina me ye. Ji bedêla ku em hebûna xwe îspat bikin, divê em başîya dilê xwe derxin derve û em li gorî gotina ku ji devê me derketiye tevbigerin.
Êş û kul, nîşanekên lêgerîna rastîyê ne. Heta em neêşin em xwe naguherin. Lewra eger rewşa mirov, li dijî rastîya Îlahî be mirov têşe. Tevgerên ku ji bo rastî û duristîyê tên kirin, daxwaza başbûnê ne. Eger armanca mirov başî be, ev mûsîbeta lêgerînê jê re dibe derman, lê eger armanca mirov nebaşî be, êşa ku dikşîne jê re dibe ceza.
Lê hinek jî dixwazin herdem di nav derdan de bijîn. Keser ne xema wan e. Pîşe û hunera wan ji êş û kula wan peyde dibe. Nanê xwe jê dixwin. Bi kêf û xweş in ji wan keseran. Derdowî pirbêj dibin, evîndar dengbêj dibin.
Êş, lêgerîn e; lêkolîn e, daxwaza gihaştina ya di dil de ye. Hilbijartina hebûnê, pêvajoyeke biêş e. Mamosteyên zane, şagirtan birîndar dikin. Eş û kulan ji wan re peyde dikin. Êdî heta mirinê ew şagirt, li dermanê xwe digere.
Êş, elema rastîyê ye. Adaba, tevgeran e. Ji ber ku êş, rast e û ji hebûna wê mirov gumanê nake, delîla hebûnê ye. Mirovên bê êş, ji ber vê yeke, mirî tên hesibandin. Êş û kul ne ji bo nixumandinê ne, ji bo çareserkirinê ne. Rastî çiqasî bêne nixumandin, derd û kul dijwartir dibin.
Ji zemanan ve mirovên ku dikin hewar an jî digirîn, dênê mirovan dikşînin. Lewra dilê mirov bi mazlûm û ketîyan têşe. Bi hezar salan helbestvanan helbestên evînî nivîsîn û tê de kul û êşên xwe sewirandin. Evîndar her tim derdê xwe û hewcedarîya xwe bi êş ji yarê re got. Ji bo ku dilê yarê pê biêşe. Lê em di serdemeke nûjen de ne. Êdî ev bikêr nayê. Hewara mazlûman, ax û waxa hezkeran ne çare ye. Heta radeyekê ax û wax bala mirovan dikşîne lê “Hevalê ketîyan nîne.” Divê tu zane bî. Tu çewt î ku tu li hêvîya rehma dijmin be. Tu nezan î ku tu dawa qedrê xwe bikî li bal yara bê wefa.
Êş, nîşana zilmê ye, barê xwe giran neke. Eger bar ê te be, tu pê naêşî; lê ku yê hineke din be, mirov zilmê li xwe dike.
Êş, nîşana hebûnê ye. Xwedê ti kesî bê derd nahêle. Lewma ne hewce ye ku tu hebûna xwe îspat bike, divê tu qalîteya hebûna xwe hildî. Derdên heq bikşîne, xemên meşrû’ bixwe ku li êşa te hêja be.
Êş ji derdê ye, jan ji kulê der tê. Tu biçî ku dera cîhanê jî zanibe ku derman di tevgerên te de ye. Bi êşkûj û êşbirran tu derman nabî. Divê tu êşa xwe bikşînî û dersa xwe bistînî. Eger tu wisa nekî, nexweşiyên hişmendî û rih dest pê dikin. Êşkûj û êşbirr, ji bo demeke demborî ne û ne dermanên dost in. Bi nixumandina êşê, mirov rehet nabe. Kişandina êşên meşrû’, dike ku mirov derdê xwe nas bike. Ku te derdê xwe nas kir, tu xwe jî nas dikî lewra derdê mirov, nasnameya mirov e.
Eger tu Wî ji bîra bikî, Ew ê jî te ji bîr bike. Êşa mezin û derdê giran, ha ev rewş e.