Ez Bi Navê Medresettuzzehra Medreseyekê Dixwazim
Îdarevanên dewletê ji Ustad dipirsin:
S: - “Tu çi dixwazî?”
Ustad cewab dide:
C: - “Bira kirinên we gotinên we tesdîq bikin.” Gotin û fi’lên we bira hevdû bigrin.
Û “qusûrê înasnan ji xwe re negerînin me’zeret.” Hûn di vî meqamî de ne. Em naxwazin me’zereta ji we godarî bikin.
Û “karan hewaleyî hevdû nekin.” Hûn mukellefê bi karkirinên ne. Em dixwazin hûn ji millet re kar bikin.
Û “xizmetên ku ketine ser milê we de keslaniyan nekin.” Evêya wacibê îdarevantiyê ye. Dema we xizmet ji me re kir ne keslanbin.
Û “heqên me yîn ku bi sebeb we ji destê me derketine em dixwazin ku hûn pêk bînin.” Ji bo ku em we bînin ser hukum me gelek heq feda kir.
Û “em dixwazin ku hûn li halê me bipirsin. Der heqê îhtiyaciyên xwe de em dixwazin bi we re îstîşare bikin. Yanî em dixwazin hûn piçkî terka kêfa xwe bikin û li kêfa me bipirsin.” Meqamê ku hûn tê de ne ne mekqamê kêf meşandinê ye, meqamê betilandin û xizmetkirinê ye.
S: - “Meqseda xwe mubhem nehêle, tu çi dixwazî?” Eşkere beje.
C: - “Ez dixwazim wek Camî’ul-Ezhera Misrê, medreseyek dereca wê gelek bilind bi navê Medresetuzzehra ku zanîngeh jî di nav de be, li Bedlîsê ku navenda Kurdistanê ye û li Wan û Diyarbekir ku li her dû aliyê Bedlîsê dikevin û biraderên wê ne were sazkirin. Hûn bawer bikin em Kurd naşibihin xelkê, hûn yeqîn bikin jiyana me ya komelayetî ji jiyan û se’adeta Tirka peyda dibe.” Meqseda me ne tefrîqe û dijberiya hukûmetê ye.
S: - “Çewa? Wek çi? Çima?”
Şartên wê çi ne? Wê çewa çêbibe? Fêdên wê çi ne? Tu çima tişkî wiha dixwazî?
C: - “Hinik şert jê re lazim in. Fêde û dahatuyê wê jî gelek in.” Çimkî ev, muesseseyekî ilmi ye. Wê welat bi ‘ilim sağ bibe.
S: - “Şertên wê çi ne?”
C: - “Heşt şert jê re hene. Şertê yekem: Navê wê gerek medrese be. Navekî me’lûf û me’nûs û cazibedar û şewqê bi însanan re çêdike û î’tîbara wê heye. Ji ber vî qasî navê “medrese” mubarek e ku heqîqeteke mezin di xwe de hildigre û meyla însanan bi balve çêdibe.”
Ji ber ku însan vî navî nas dikin û zanin çi ye û hînbûyîne lazim e navê wê medrese be. Kêfa însanan ji vî navî re tê. Navên din wek “mekteb”, “zanîngeh” dewsa medrese nagrin.
“Şertê dudwa: ‘Ilmê fennî ê nû gerek bi ‘ilmên medresê ve werin mezckirin.”
Gerek bi ‘ilmên şer’î tenê tenê neyê îktîfakirin.
“Û gerek zimanê ‘Erebî wacib, ê Kurdî caiz, ê Tirkî jî lazim were qebûlkirin.”
Gerek telebeyên vê medresê van her sê zimanan zanibin. Zimanê ‘Erebî ji xwe zimanê ‘ilmê ye. Ê Kurdî jî gerek serbest be, gerek neyê qedexekirin. Tirkî jî ji xwe zimanê resmi ye, gerek her kes zanibe.
S: - “Di vê mezcê de çi hîkmket heye ku tu hewqas terefdariya wê dikî, hema daîma dibêjî?”
C: - “Ji bo ku mehkeme zihnî ji sefseta çar qiyasên fasid xelas bibe. Û ji bo ku sefseteya melekeya feylesofane ji ser kesên ku wek zarokan teqlîdê dikin rabe.”
Qiyasên fasid ev in: Mesela; qiyaskirina ma’newiyatê li maddiyatê. Û qiyaskirina selefan li xelefan û qiyaskirina madî li hal û îhtîrazên ne di cî de ku ji van qiyasan peyda dibin. Û hinik kesên ku di fennekî de meşhûr in merev gotinên wan di fennên din de jî huccet qebûl bike. ‘Ulemaê ku fennên nû nizanin merev gotinên wan di îlmên din de jî qebûl neke. Yan kesên k udi fennên nû de şarezane di ‘ilmên din de jî bi re’ya xwe ‘emel bikin.
S: - Muğalete “wek çi” mesela?
C: - “Ronayiya ûjdan ‘ulûmê dîni ye.” Wek tefsîr û hedîs û fiqhê, ‘ilmên ku Qur’anê beyan dikin, ‘ujdanê merev ronî dikin.
“Nûra ‘eqil jî funûnê medeniye ne.” Tiştê ku ‘eqil pê ronî dibe jî ‘ilmên fennî ne.
“Bi mezcbûna her dûwan heqîqet tecellî dike.” Ji bona ‘eql û qelb bi hev re ronî bibin û îndasn pêşiya xwe bibîne lazim e ev herdû ‘ilm bi hev re mezc bibin.
“Bi van her dû bazikan hîmmeta telebe pêşiya xwe dibine û difire. Dema ku her dû mezc nebin û ji hev biqetin di a ewil de te’essub, di a duduwan de jî hîle û şubhe di welide.”
Kesên ku ‘ilmên dînî tenê dixwînin bi wan re te’essubek çêdibe ku ziddê dîndariya qewîne. Kesên ku ‘ilmên fennî tenê dixwînin jî bi wan re şubhe çêdibin û dibin hîlekar.