Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm
S: - “Tu ji van îxtîlafên bi dehşet ku di nav ‘ulemaê ‘alema Îslamê de ne re çi dibêjî? Re’ya te çi ye?” Tu çi dibêjî ji îxtîlafa re’yên îmamên mezheban û muctehîdên di nav mezheban de? Hinik tişt hene îmamek dibêje heram e, îmamekî din dibêje helal e.”
C: - “Ez li ‘alema Îslamê bi nezera mecliseke meb’ûsan û heyeteke şûrayê ku ne bi rêk û pêk in û întîzama wan xerabûye temaşe dikim.” ‘Alema Îslamê bi giştî wek meclisekê ye, wek meşweretekê ye. Bes ne muntezem e, ne bi rêkû pêk e. Musluman li ser xetekê nesekinîne û mil nedane hev, haya wan ji hev tune ye, seffên xwe nekirine yek.
“Em ji şerî’etê hîn dikin ku re’ya cumhûr ev e, fetwa li ser vê tê dayîn.” Yanî tiştê ku pirraniya ‘ulema û pirraniya muctehidan li serê îttîfaq kiriye fetwa ancax li ser wê tê dayîn. De îja re’ya cumhûr çi ye?
“Re’ya cumhûr jî nezîrê re’ya ekseriyetê ye.” Yanî re’y û me’ne ya ku ekserê Muslumanan qebûl kirine ew re’ya cumhûr e. Resûlullah ‘Eleyhîsselatû wesselam dibêje:
لا تَجْمَعُ اُمَّتى عَلَى خَطَءٍ Yanî “ummeta min li ser xetayan tifaqê neke”
“Qewlên ku li derveyê re’ya cumhûr dimînin heger ne xaliyê ji heqîqet û eslê bin û ne vala û bê me’ne bin merev wan ji re’yên qabiliyetên wan re ber dide.”
Hinik re’yên ku muxalifê re’ya cumhûr bin û munferid bin jî heger di eslê xwe de ne muxalifê Qur’an û sunnetê bin, Muslumanê ku ev re’y li halê wî were kare pê ‘emel bike. Wek meseleyên şer’î ku hukmên wan di merzhebê Şafi’î û Henîfî de ji hev cuda ne.
“Ji bo ku her kes li gora qabiliyeta xwe tiştê ku ji terbiya wî re lazim e hilbijêre.”
Musluman, ji bona terbiya xwe tiştê ku lazim e kare bi îctîhadên îmamên mezheban ‘emel bike. Di ‘emelkirina bi re’ya cumhûr de ji xwe îxtîlaf tuneye. Re’ya ku ne a cumhûr be jî heger xwe bi îşareta Qur’an û sunnetê ve girtibe her ferdê Musluman li gora zerûreta halê xwe kare pê ‘emel bike.
“Bes di vir de du nuqteyên muhîm hene. Nuqta yekem: Ew qewlê ze’îf ku bi meyla qabiliyetê hatiye hilbijartin û heta derecekê heqîqetê di xwe de di hewîne (tezemmun dike) û di eqelliyetê de maye, di eslê xwe de muqeyyed e û xasê bi wê îstî’dadê ye. Bes xwedyê wê, wê îhmal kiriye û mutleq hiştiye. Tabi’ên wî jî bi vî şeklî xwe pê girtine û hukum te’mîm kirine.”
Mesela di mezhebê Şafi’î de limêjên ferz merev kare wan cem’ bike, lê ev jî qeyd û şert jê re hene. Îdî ji ber ku Îmamê Şafi’î van şertan negotiye, bi zeman re ev mesele te’mîm bûye, bê qeyd û şert limêj tên cem’kirin. Û dîsa mesela di temamê mezheban de erdên ku hatine fetihkirin îdî heta bi heta wan deran Darul-Îslam in, hemî mezheban di vir de îttîfaq kirine. Bes mezhebê Henîfî di vê meselê de munferîd maye. Ew dibêjin; ciyên ku ehkamên şer’îye lê ne hakim be ne Darul-Îslam e. Hal ew e ev hukum ne ‘umûmiye, bi hinik qeydan ve girêdayiye. Îja ji ber ku îmam vê qeydê ne gotiye bi zeman re ew hukum wek ‘umûmî hatiye qebûlkirin û li dervayê re’ya cumhûr mayiye.
“Muqellidê cahilê ku îmamê mezheb teqlîd dike, te’essub dike û ji bo muhafeza wî qewlî li hedimandina muxalifên xwe dişuğule. Di vê nuqteyê de mucadele, cerbeze, cerh û redda ğeyrên xwe hat wê derece, toza ku ji ber nigê wan radibe û dumana ku ji devê wan dertê û birûskên ku ji zimanê wan dipekin, wek perdekê teşkîl dike. Bes ew ‘ewr di dereca ‘ewrê rehmetê de nema ku ji feyzgirtina ji tîrijên rojê re qabiliyetê di bexşîne. Ji xwe baranê neda, tîrijî jî men’kir.”
Hereketên cahilane ku ji te’essuba mezhebî peyda dibin zirarê didin belavbûna Îslamê û qebûlkirina wê. Heger re’ya cumhûr nebe wê ummet helak bibe. Te’essuba di mezheb de gelek xerab e. Mezheb ne dîn e. Çimkî xudyê mezheb dibêje; “ev re’ya min î ku min ji ayet û hedîsan derxistiye”, nabêje “dînê Îslamê ev e”. Lê mixabin vî zemanî her mezheb, her meslek, her meşreb, her terîqet ji cîhet mensûbên xwe ve wek “dîn” tê dîtin.
Lazim e xwedyên meslek û meşreban meslekên xwe di dereca sêyem û çarem de bibînin. Re’yên mezheban ku li dervayê re’ya cumhûr dimîne lazim e neyê te’mîmkirin.
“Nuqta duyem: Heqîqet û meyla heqîqetê di wî qewlê ze’êf de heger ğelebe neke li ser hewa û hewes û te’essub û mîzaca xwedyê xwe ew qewl dibe talûkekî mezin.” Ancax di haletê zerûretê de merev kare ji re’ya cumhûr derkeve. Çewa ku zerûret qediya gerek merev bizivire re’ya cumhûr. Ji bo hewa û hewesa xwe merev qewlê ze’îf tercîh bike ev batil e.
“Çimkî kesê ku bi qewlê ze’îf ‘emel dike, di bedêla ku di daîra Îslamê de bi wî hukmê şer’î zerûreta xwe biqedîne û nefsa xwe teslîmî hukmê Îlahî bike, radibe wî hukmî ber bi nefsa xwe de dikşîne, telqîh dike û dixe bin emrê xwe.”
Di bedêla ku ew ji dîn re xizmet bike, dîn dixe xizmete xwe.
“Ha, de îja di vê nuqtê de “huda” werdigere bi bal “hewa”ê ve. Û mezheb jî ji mîzacê (kêfê) peydadibin.”
Yanî hukmê ku ji Kîtab û Sunnetê dertê li gora hewa a nefsê tê guherandin û menbe’a mezheban jî dibe kêfa nefsî.
“Mêşa hingiv avê vedixwe hingiv dide, ma’r jî avê vedixwe jehrê dide.” Muçtehidê ku rizaa Xwedê esas digre muşkîlan hell dike û xêrê qezenc dike. Kesê ku ji bo kêfa xwe wî hukmî bi kar tîne jî gunehkar dibe.