Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm
“Belê, êrîşa minî li ser wan ne di ‘eleyhiya wan de ye, di leha wan de ye. Ev jî ji bo wan kesên ku xwe dixin sûretê wan, qîmeta wan dixînin.”
“Bi gefxwarina li min nikarin min ji vî karî vegerînin. Di riya meqseda min de çi talûkên ku derkevin pêşiya min ezê xwe li wan biqelibînim. Di gel ku Ermenîkî besît vê heyata dinyewî ji bo milletê xwe feda dike, ez jî rabim fedabikim û vêya jî bikim minnet ev ne heqê min e. Çimkî ‘elaqa min bi vê heyatê ve gelek ze’îf bûye. Heft caran teşebbus hatkirin, hindik mabû ev heyat ji destê min derkeve. Rûh xwest ji qefesê bifire ser darê û ‘eqil bi reve ber bi bêhêviyê ve, lê ji bo ku di pêş de werin fedakirin halê hazir sekînin.”
Êrîşa min a li ser şêxan ne ji bo xerabiyê ye, ji bo meslehetê ye, ji bo ku kesên ne ehil wan ji qîmet nexînin. Meqseda min ez wan weliyên mezin yên berê ji sextekaran xelasbikim. Bi gefxwarina li kuştina min jî ez dev ji vê xebata pîroz bernadim. Welew ez werim kuştin jî.
“Îja, gefxwarina bi vê heyatê ne tişteke. Çimkî wana bi heyata axretê gefa l imin dixun. Lê ez vê minneta wan jî nakşînim.”
Em ferz bikin “rûhekî ku agirê hesreta anha pê ketiye bira di cehennemê bişewite. Dema ku ûjdan agirê wê hesretê derxe ji xwe fîrdewsekî jî di zimnê xwe de (di nava xwe de) peyda dike. Û xiyal jî, ji hêviyê, wê cennetekî çêbike.”
Ji ber sextekarî û neheqiyan ji xwe hê ji anha ve agir bi dilê min ketiye. Lê dema ez bi sextekariyan re mucadele dikim ev dilê min wek hawê têkeve cenneteke me’newî rihet dibe. Û dema însan ji xetayan xelas dibin xiyala min jî cennetekê qezenc dike. Îdî tu me’ene ji nifirên şêxên sexte re namîne.
Her kes bira vêya zanibe ku; min her dû heyatên xwe bi her dû destên xwe girtiye. Di du meydanên herbê de ez bi du dujminan re herbê dikim. Zilamê ku heyatek wî ya tenê heye bira dernekeve ber min.”
Min dunya û axret tev de ji çav derxistiye û ez di du cebhan de bi du dujminan re mucadele dikim. Yek ji wan cehalet e yek jî îxtîlaf e. Zilamê ku ji dunya xwe yan jî ji axreta xwe bitirse nikare bi min re mucadele bike. Çimkî piştî ku min her dû dunya ji çav derxist îdî tirsa min ne ji dunya min ne jî ji axreta min heye. Serfiraz her ez im.
S: - “Tu ji şêxên anha çi dixwazî?”
C: - “Ew îxlasa ku daîm jê xeberdidin ez wê ji wan dixwazim.” Ez dixwazim ku her daîm li gora rizaa Xweda hereket bikin.
“Û di wê tekya ku weke qişla (leşkergeh) me’newi ye, û di wê terîqeta ku weke ‘eskeriyeke (leşkerî) ruhani ye, ez cîhadulekbera ku daîm pê ve girêdayine û terka tereftariya nefsê ji wan dixwazim.”
Ez dixwazim ku şêxên anha bi nefsa xwe re cîhadê bikin û terefdariya nefsa xwe nekin.
“Û ez terkkirina menfî’eta şexsî ji wan dixwazim ku ev jî me’na zuhdê ye. Zuhd jî şî’ar û ‘elameta wan e.”
“Û ez ji wan mehebbetê dixwazim ku ew jî her daîm vêya îddî’a dikin. Û ji xwe havênê mîzaca Îslamiyetê jî mehebbet e. Çimkî ji ber ku ewana hetanî niha wek xizmetkar me ji xwe re şuğulandine, ucreta xwe sitendine. Ji niha û pê ve jî ew deyndarên me ne ku ji me re xizmetê bikin.”
‘Ewamên Muslulmanan ji şêxan re gelek xizmet kirine. Ji niha û pê ve gerek şêx destên xwe di serê wan bidin, ji wan hes bikin, li halê wan bipirsin, îhtiyaciyên wanî maddî manewî pêk bînin, bibin şivan ji wan re, ji wan re xizmetê bikin, vegerin karê xwe yê eslî. Ji xwe karê wanî eslî jî xizmeta ummetê ye.
S: - “Bira şêx çewa bin?”
C: - “Yan bira ji serserê me rabin yan jî bira ‘înad û ğeybet û terefgîriyê ji nav xwe rakin. Çimkî gelekê ku xwe bi zorê kirine şêx bûne sebebê peydabûna firqeyên jirêderketî û ehlê bid’ê.”
Ummet yekîtiyê dixwaze. Van şêxan jî bi sebeb terefgîriyê her yek ji wan di gel pêgirtiyên xwe serîkî dikşîne. Gelek ji wan jî ji ber ku cahil in yan bi temamî ji rê derketine yan jî ehlê bîd’ê ne.
S: - “Ka çewa wê bi hev re bibin yek û tifaqê bikin? Çimkî her yek ji wan ê dinê înkar dike. Li gora rêzika wanî giştî kesekî ku munkir be, yanî ku şêxê te înkar bike yan tu şêxê wî înkar bikî muhabbeta li hember wî û hetta hevaltiya pê re jî heram e.”
Li gora usûlên şêxê îro kesekî ku şêxê te înkar bike xeberdana pê re jî heram e. Ka îja çewa yekîtî û tifaq wê di nav wan de çêbibe?
C: - “Wê çağê heqê min heye ku ez bi we re wiha xeber bidim: Hey eblehno! Hey heywanno! Ma we ev ayet nebihîstiye? We fam nekiriye ku Xuda dibêje:
اِنَّماالْمُؤْمِنُونَ اِخْوَةٌ Evêya namûsa Îlahi ye.”
Xweda dibêje ancax mumin bira ne. Ev ferman qanûna Îlahi ye. Li hember vî emrê Îlahî Muminek çewa kare Muminekî înkar bike? Çewa kare pê re xeber nede? Ma hûn vî qanûnê Xweda nasnakin? Ma we îman bi xweda aniye ji bo ku hûn bi hev re şer bikin û dujminantiyê bikin?