Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm
S: - “Te berê der heqê hemî şêxên murşid de heta der heqê şêxên ne şêx de jî husnûzen dikir. Çima tu niha hucûmî teşeyyuxan (yanî şêxên neşêx) dikî?”
C: - “Carna dujminantî ji mehebbeta zêde tê.”
Ji berk u ez ji wan hez dikim naxwazim têkevin gunehan.
“Bê çiqas min ji bo şexsê xwe ji wan hez dikir ji bo Îslamiyetê min bi hezarcaran ji wan hez dikir û ez ‘aşiqê wan bûm.”
﴿وَلَقَدْ اِنْتَقَشَ فِي سُوَيْدَاِء قُلُوبِهِمُ الطَّاهِرَةِ الصِّبْغَةُ الرَّبَّانِيَّةُ، وَفِي خَلَدِهِمْ ضِياءُ الْحَقِيقَةِ﴾
Yanî: Di roniya çavê qelbê wanî paqij de boyağa Rebbanî û di dilê wan de jî ronaya heqîqetê neqiş bûye.
“Di uslûba vê gotinê de helqeyên silsila mubarek hatiye zikirkirin. Yanî îşaret dike bi bal weliyên wek Şahê Neqşebend, Îmamê Rebbanî, Xalid Diyaeddîn, Seyyid Taha, Seyyid Sîbğetullah û Seyda.”
﴿نَدِيمانْ بَادَهَا خُورْدَنْدْ رَفْتَنْدْ. تَهِى خُمْخَانْهَا كَرْتَنْدْ وُ رَفْتَنْدْ﴾
Yanî: Wan kesên ehlê heqîqetê ku şeraba ‘eşqê vexwarin û xwe wenda kirin ewan koçkir û çûn. Vê dunya ku misfirxane ye vikîvala ma, dewsa wan kesên mubarek vala ma, kesên neehil derketin pêş.
“Bes esasê mesleka wan kesên mubarek evbû: Ronîkirina qelban û rebtkirina wan bi hev ve, yanî meşa li gora exlaq û fezîletên Îslamî, yanî cesaretsitendina ji ğîreta Îslamî, yanî zuhd û terka rihetiyê ji bona Îslamê, yanî terka menfî’etên şexsî ji bo pêkanîna îxlasê, yanî teweccuha sazkirina mehebbeta Muslumanan ji hev re, yanî xizmeta ji bo yekîtiya Îslamê û îrşada xelkê bi bal vê xizmetê ve.”
Wan şêx û weliyên ku min ji wan hezdikir van xizmetên bê hempa dikirin ku îro kes dewsa wan danagre. Di nav Muslumanan de mehebbet saz dikirin û pêşkêşiya yekîtiya ummetê dikirin. Ji bo vê jî terka rihetiya xwe kiribûn.
﴿فَتَاءَ سُفًّا قَدْ اَسَاؤُا مُتُّكِئِينَ، وَتَكاسَلُوا فِى خِدْمَتِهِمْ، فَحِينَئِذٍ اُرِيدُ تَحْوِيلَ هِمَمِهِمْ اِلَى مَجْرَيهَا الْحَقِيقِيِّ الْقَدِيمِ﴾
Yanî: Mixabin, kesên ku di dû wan re hatin di xizmeta xwe de keslanî kirin. Xwe paldan û dirêjkirin û li rihetiya xwe nerîn. Anha jî ez dixwazim van kesan bizivirînim bi bal ğîret û mecraya wan î berê ve.
Ewan, şuğlê xwe yê eslî terikand û bûn warisê îstîbdadê. Xizmeta ummetê jibîrkirin, bi dû dunyayê ketin. Meqseda min ne ku ez wan rexne bikim û ‘eybdar bikim. Ez dixwazim wan bizivirînim ser riya wan î eslî. Ez dibêjim werin bibin warisên ceddê xwe, ne bin warisê zulm û rihetiya dunyayê.
Di destpêkê de şêx û weliyan civaka Îslamî sazkirine û rehbertiya muslumanan kirine. Îro dîsa vî şuğlî gerek ew bikin.
S: - “Tu her daîm behsa îttîhada Îslamî, yekîtiya Muslumanan diki. Ka ji me re te’rîf bike.” Çi ye Îttîhada Îslamî?
C: - “Di kitêba xwe ya bi navê “Îkî Mektebê Mûsîbet Şehadetnamesî” de min îttîhada Îslamî te’rîf kiribû. Anha jî ezê kevirekî, neqşekî wê qesra mu’ella nişanî we bidim ku wê di pêş de xwe bide nişandan.”
“A va ye Ke’ba Mukerreme, Heceruleswedê Îttîhada Îslama Munewwer e û ke’be ya dilşadiya me ye.”
Çewa ku Heceruleswed temamê heciyan li dora xwe dicivîne û yekîtiyê çêdike, Ke’be ya Mukerreme jî her wekî ku Heceruleswed be temamê Muslumanan li dora xwe di yek merkezekê de di civîne. Se’adeta Muslumanan di Ke’bê de ye û Ke’be wê di pêş de bibe qesra yekîtiya Îslamê.
“Û durra bi tenê a Îttîhada Îslamê Rewza Mutehhere ye.”
Xezîneya ku temamê ummetê wê dixwazin û li serê diricifin Sunneta Seniyye ye. Ewê di pêş de li ser Sunnetê yekîtiya Muslumanan saz bibe. Heger Sunnet neyê rî’ayetkirin îttîhada Îslamî jî wê çênebe.
“Mekke ya Mukerrema wê Cezîretul’ereb e.”
Lazim e Ku îttîhada Îslamî xwe bispêre wir û berê xwe her bide wêderê.
“Medîne ya medeniyeta Munewwera wê, Dewleta ‘Usmani ya wî zemanî ye ku hurriyeta şer’î kâmilen tetbîq dike.”
Ciyê ku yekîtiya Îslamî tê de wê were sazkirin Dewleta ‘Usmaniya wê demê ye bi şertê ku hurriyeta şer’î bi temamî tetbîq bike. Çimkî ew der merkeza xîlafetê ye. Hemî qewmên Musluman xwe tabi’î wê dizanin.