Bi navê Xweda. Tamemê hemd û pesn û wesfên qenc ji Xwedê re ne. Selat û selam li ser Hebîbê wî, malbata Resûlê wî û li ser heskiriyên Hebîbê wî be heta roja qiyametê.
Bi minasebetekê ez çûm dibisatana navîn a îmam xetîbekê. Mamosteyê dersa Kurdî, çend xwendekarên xwe ji bo pêşbirkekê amade dikir. Di vê pêşbirkê de ewê şagirtan, helbestên Kurdî yên klasîk bixwendana û bi dibistanê din re pêşbirkek bikirana. Yek helbesta wan xwendekaran ku mamosteyê wan spartekî dabû yekî wan, berhema Şêx Şemsedînê Birîfkanî ya bi navê “Te ne nâ hâ yâ hû” bû.
Mamosteyê Kurdî, ji bona wateya wê hevokê hîn bike û ji xwendekarên xwe re bêje, li pisporekî gerîyabû. Ev pispor, di beşa Kurdî de helbestvan, mutefekkîr û bi nivîskarîya xwe tê naskirin. Di heqîqetê de jî ev kes di beşa xwe de pispor e. Di zaningehan de akademîsyentî û mamostetîyê dike. Lê mixabin û sed mixabin ev şexsîyet, di beşa xwe de her çiqas bi pêş ve çûbe jî, ji çand û kevneşopîya gelê xwe ewqasî jî cahil û nezan maye. Çimkî wî pisporî ji mamosteyê Kurdî re vîdyoyên xwe yên di warê şîroveya vê helbestê de şandine. Di vê vîdyoyê de ji bo wateya helbesta “Te ne nâ hâ yâ hû” dibêje: “Ene, ente, Rebbî(……………)” qaşo dibêje Şêx Şemsedîn evêya qest kiriye. Ev pispor bi vê şiroveya hanê, ayeta “Elestû bîrebbîkum ” (Araf 172) qest dike. Rast e dibe ku Şêx ev ayeta Qur’ana Pîroz qest kiribe. (Hin pisporên din jî ji wateya vê hevokê re dibêjin ku bi me’na “ji te pê ve Îlah tune ye”) Lê ya ‘ecêb ev e ku pisporê me ji çand û bawerîya qewmê xwe bêxeber û dûr e, haya wî ji “’ehda elest” qet çênebûye. Ev mesela “ehda elest” êdî ne tenê bi zimanê ‘Erebî, belkî çend qewmên Misilman hebin bi çend zimanên cûda xeber bidin jî, dîsa “’ehda elest” bûye çand û malê wana teva, ji xeyrî vî kesayetê ku him akademîsyene him jî di warê zimanê Kurdî de di zanîngehan de mamosteyekî xwedî paye bilinde. Mixabin ji bedêla bêje “elestû bîrebbîkum” dibêje “ene, ente Rebbî”
Vê bûyera hanê, rewşa qewmê Kurd û rewşa pêşkêşên(!) wî anîn ber çavê min. Rewşa xelkê û rewşa goya pêşkêşên wan ji hev cuda ne. Gelo qewmekî ku rewşa wî û pêşkêşên wî wiha be, ewê pêşeroja vî qewmî çawa be û wê çiqas ronî be?
Rêberên Kurdan ên qedîm
Li jor me behsa pêşkêşên Kurdan û behsa rewşa wan a ji rewşa gel cudatir kiribû. De ka îja em behsa rêberên Kurdan ên heqîqî bikin. Bêgûman wexta behsa rêberên Kurdan bê kirin, pêşî Mîr û Şêx û Beg tên bîra meriv. Di vê nivîsê de emê behsa rêberekî Kurdan, behsa Şêx ‘Ebdurrehmanê Axtepî bikin.
Qurtejîyana Şêxê me
Şêx ‘Evdirehmanê Axtepî di sala 1850’î de li gundê Axtepî hatiye dinyê. Kurê Şêx Hesenê Nûranî ye. Mezinê her çar lawên Şêx Hesen e. Li cem bavê xwe dest bi xwendînê kiriye. Lê wekî hemî feqîyan wî jî tenê li medresa bavê xwe nexwendîye. Li gelek medreseyên Kurdistanê ‘ilmê şîrîn tehsîl kirîye û daye hev. Me’lûm e feqîyên Kurdistanê weke mêşên hunguvin. Çawa ku mêşên hungiv, kewara xwe bi nifşekî kulîlkan tenê danagire, belkî rojê li sed nifşên gul û kulîlkan xwe datîne û şêranîya teva kom dike. Û kewara xwe bi wan tije dike, bi vî şeklî hingivê tije şîfa çêdike û pêşkêşî însana dike. Bi vî rengî feqîyên Kurdistanê jî li gelek medreseyên cuda digerin û ‘ilmê seydayên cuda, tecrubeyên wan didin hev û tûrikê xwe tije dikin da ku roja pêdivî çêbû derînin holê. An jî wan cewherên ku berhev kirine, bi ser şagirdên xwe de bibarînin.
Şêx ‘Ebdirehman jî xwendina xwe diqedîne û vedigere gundê xwe. Piştî wefata bavê xwe Şêx Hesen, Şêx ‘Ebdirehman li meqamê wî rûdine. Him irşada gel dike, him jî li medresa bavê xwe dersa feqîyan dide. Ev rewş heta ku birayê wî Şêx Mihemed Can, xwendina xwe ya li Şamê diqedîne û vedigere Axtepê didome. Piştî ku birayê Şêx ‘Ebdirehman vedigere gund, Şêx karê dersdayîna feqîyan dispêra birayê xwe Şêx Mihemed Can û himmeta xwe dide ser îrşada gel û nivîsandina kitêban. Şêx, xisûsen di warê helbestan de weke helbestvanên berîya xwe gelekî jêhatî û navdar e. Bi rastî, di tevahîya berhemên xwe de heqê ‘ilmê xwe daye û ji yên pey xwe re mîraseke girîng û giran hiştîye. Şêx bi îrşad û helbestên xwe di dewra xwe de çar hawirdorê xwe ronî kiriye. Wî di rewşa ku ji qewmê Kurd re nerast, wezifa xwe wekî ‘alim û rewşenbîrekî bi heqî anîye cî û barekî giran ji me ra hiştîye. Weke ku di helbesta xwe de gotiye:
Welê bê Xwedanin nehîn me reîs
Ku meqbûlî bin nig wî şi’rê selîs
Me jî ger hebûya Xwedanek çunîn
Guhernas û qîmetşunas û emîn
Ji Kurdan gelek şa’irê sihrîdar
Bi nexmê diatin wekî mûsîqar
Welê çun me dîtin ku em bêkes in
Ji bêçaregî kes bi me nahesin!
Şêx di vê kurteş’irê de rewşa qewmê xwe ya ku bêserek û bêqewet maye û jiber vê rewşê jî qedrê ‘ilm, zanîn û hunerê nemaye û ev hal jî pêşveçûna qewm disekinîne û li paş dihêle tîne ziman. Ev hal, ji gur û hirçên di kemînê de nobedar in, zemîneke xweş dertîne holê. Xayîn û dijberên oldarîya qewmê Kurd, di vê zemînê de derfeta xapandin û ji rê derxistina mexdûrên qewm bi dest dixin. Lewra li holê êşek heye û mirov bi vê êşê diêşin. Xapînok jî xwe weke bijîşk nîşanî wan didin û bi tiryakên xwe yên ji hiş dike, wan ji hiş dikin û ji bo armancên xwe wan dişuxulînin. Wan helbestên Şêx jî ji xwe re wek delîl nîşan didin. Kesên ku Şêx û armanca helbestê û feryada Şêx baş nasnekiribin, dibêjin ku qey şêx di vir de pesnê nijadperestiyê daye. Ya rast ev e ku Şêx behsa hebûna pirsgirêkekê dike û rêberîya gelê xwe dike da bi çi rêçikê ji vê rewşa neseza xelas bibin. De ka li helbesteke din a Şêx binêrin bê ka bawerîya wî bi çi rengî ye û çi rê nîşanî me dide.
Bide saqiya badeyê pur elem
Di dil da me hilbû hezar narê xem
...
Wekî ney binalim ji qelbê hezîn
Bikêşim hezar def'e ah û enîn
Çi tedbîrekî naseza kir felek
Şehîd ew şehê Kerbela kir felek
Di Sehrayê "kerb û bela" şeh Huseyn
Dihenxuşk û lebteşne bû şeh Huseyn
...
Ne da û ne bab û ne qewm û bira
Di xurbet şehîd bû şehê Kerbela
...
Di nêv Kerbela çûn Huseyn bû şehîd
Bi erd û sema ket fîxanek şedîd
...
Ji bo matema şahê Deşta 'Iraq
Ket esman û erdan 'eceb îhtîraq
...
Hewar e werin matemê bît-temam
Ji bo mersiya şeh bikin îhtîram
...
Huseyna, Huseyna şehê Kerbela
Bi 'işqa te xayet ez im mubtela
……....................................................
Di vê mersiyê de Şêx, behsa kuştina Hz. Hesen û Husên dike, bi vê suîqestê janeke çiqas dijwar daye dilê Şêx û ew jî weke hemî bawermendên vî dînî çiqas xemgîn bûye, bi zimanekî gelek belîx û bibandor tîne ziman. Hetta li hember gelek ‘alimên Îslamê le’netê li qatilê wî û alikarên qatilê wî dike. Nuqteya pirsê ev e: Rewşenbîrekî Kurd, digel ku qewmê wî mexdûr û bindest e, ew bixwe jî gazinan ji vê rewşê dike, lewra helbest û hunerên wî jiber vê rewşê bêqîmet û veşartî dimînin, çima wekî ku ji malbata meqtûl be, an jî herî şêrînê ber dilê wî bi şiklekî herî wehşîyane qetl bûbe dinale? Bêgûman bersiv her ev e, lewra ew her çiqas Kurd be jî, ji qewmê mexdûr be jî û Hz. Hesen û Hz. Husên ji qewmekî cudane jî dîsa Şêx, elema vê qetlîamê di nava dilê xwe de hîs dike. Çimkî Şêx bawermendê Hz. Pêxember, dildayê Şêxzadeganan û dildayê rêya wan e. Dîsa Şêx baş dizane ku dîndarîya wî ne asteng e ji bo mexdûrîyeta qewmê xwe bîne ziman. Belkî dînê Îslamê yekem rêya xelasîya tevê mexdûra ye ku ji hemî kul û derdan azad bibin. Ka em li helbesteke Şêxê Xanî binêrin bê ka Seyda ji me re çi dibêje, bi wê zimanê xwe yî belîx û bêhempa.
Pisporê ziman Şêxê kamil, aşiqê dînê Îslamê û zimanê Kurdî Şêxê Xanî halê qewmê xwe û sedemên ku rewşa qewm xera kiriye û çareserîya derketina ji vê rewşa xirab çiye, yek bi yek weke libên tizbîya destê sofîyan rêz kirine. Şêxê Axtepî jî di rêya Şêxê Xanî de dimeşe. Lewra rewşa dema Axtepî dişibihe rewşa demê Xanî. Şêxê Xanî çawa ku çareserîya xelasîya qewmê xwe di dînê îslamê de didît û rê bi ber xelkê xwe dixist, Şêxê Axtepî jî xelasîya gel di Îslam û distûrên îslamê de dibîne û tewsîye dike.