Heta niha li ser qiyama Şêx Se’îd Efendî gelek tişt hatine gotin. Kesên dindar sedema qiyamê wiha dibêjên: Rejima kemalîst, piştî Lozanê li dijî dîn, tewra xwe danî û êdî dijminantî bi dînê Îslamê re kir, heqaret li muqeddesatên Îslamê hat kirin û sazîyên Îslamê hatin girtin. Ew sozên hatibûn dayîn bi cî neanîn. Ya herî girîng xîlafet hat rakirin.
Şêx Seîd Efendî roja înê, meha Sibatê di sala 1925an de, di Mizgefta Pîranê de di xutbeya xwe de xîtabî gel dikir û wiha digot: “Medrese hatin girtin. Wezareta Karûbarên Dîn û Ewqafê hate hilweşandin û dibistanên dînî bi Wezareta Perwerdehiyê ve hatin girêdan. Di rojnameyan de, hin nivîskarên bêdîn diwêrin heqaretê li dîn bikin û heqaretê li Pêxemberê me bikin. Ger îro min karibana, minê bi xwe dest bi şer bikira û ji bo pêşvebirina dîn hewl bida.”
Şêx Seîd Efendî, di yek daxuyaniyên xwe yên weşandî de jî wiha dibê:
"Ji ber ku Serokomarê Tirkî M. Kemal û hevalên wî, ji roja damezrandina cumhûrîyetê vir ve hewl didin ku bingehên bawermendê dînê Ahmedî (Îslam) têk bibin, berevajî rêgezên Quranê tevgeriyan, Xweda û pêxember înkar kirin û xelîfeyê Îslamê surgûn kirin. Ev hate diyarkirin ku hilweşandina vê rêveberiya neqanûnî li ser hemî misilmanan ferz e û mal û canê kesên ku di serê komarê de ne û yên ku bin destê komarê de ne, li gorî Şerî’eta Mûhemmed helal e.”
Di qeydên mehkemê de jî meriv li gotinên Şêx Seîd Efendî dinêre, sedema qiyamê dijminantîya rejimê ya bi Îslamê re kiriye.
Kesên nasyonalîst jî dibêjên sedema qiyamê, eger çiqas tesîra dîn hebe jî, ji ber ku rejima kemalîst Kurd înkar dikirin, heqê Kurda nedidan û ew hinek sozê dabûn bi cî nedianîn.
Delîlê wan jî ev e ku xebatên hinek sazîyên Kurdan weke tevgera bi navê Âzâdî (Cem’îyeta Serxwebûna Kurdistanê) plan çêkir ji bo serhildanê tertîb bike. Di vê mînwalê de hinek civîn çêkirin. Meqseda wan di biharê de qiyam destpê bike. Lê jiber ku rejimê xeber ji van xebatan sitend, tedbir girt û di miqabilê wê de serokê hereketa Azadî Xalit Begê Cibirî û Yûsûf Zîya Beg tewqîf kirin û birin girtîgeha Bedlîsê. Bi vî awayî xwestin pêşîya serhildanê bigrin. Ji alîyê din ve xwestin Şêx Seîd Efendî jî bigrin, lê Şêx Seîd fêm kir ku wê rejim wî bigre, neçû îfadê û cîhê xwe terk kir. Ji ber ku kesên wê serokatîya serhildanê bikin hatin girtin, wezîfe li ser milê Şêx Seîd Efendî ma. Lê heta niha tu delîleke ku Şêx Seîd endamê Rexistina Azadîyê ye tuneye. Ew di mehkemê de jî vêya qebûl nake. Lê tekilîyên wî bi endamên Rexistina Azadî re hebûn.
Ew endamên sazîyên Kurdan jî kesên dindar bûn. Ğaya wan jî Kurdistana serbixwe belkî ya Îslamî bû. Di vê mijarê de di nava her dû hêla da jî zêde ferqî tunebû.
Bi rastî meriv lê dinêre, di her dû îddîayan de jî rastî hene. Ji ber polîtîkayên nîjadperestî û dijminantîya Îslamê di nav Kurdan de bertekeke tund hat nîşandan. Wekî Salih Begê Hênî di mehkemê de digot, “Qabîlîyet hazir bû, ne Şêx Seîd bûya jî, kê serî bigirta wê ev bûyer çêbiba.”
Di qiyamê de rola wek sazîyê Hereketa Azadî zêde nexuyaye. Heta wiha tê gotin: “Bi bihîstina hedîseya serhildana Şêx Seîd, endamên Azadiyê yên Amedê şaş dimînin. Endamê Azadiyê Dr. Fuat ji Fehmî Efendîyê Licê daxwaz dike ku bira Şêx Seîd dev ji serhildanê berde… (Yanî hê zûye) Lê dema ku serhildan nehat rawestandin, ji bo ku rengekî netewî bide tevgerê, li ser navê Kurd û Kurdistanê beyanat tên çapkirin û belavkirin."
Piştî provaqasyona Pîranê, qiyamê bêhazirî destpê kir. Serhildan di zemanekî hindik de li gelek cîyan belav bû. Lê ji ber bêhazirî û bêpîlan bû, rejimê provakator xistin dewrê û li bajaran malê millet talan kirin. Li alîyê din hinek kesên di nav serhildanê de bûn, lê tu ‘eleqeya wan ji ğaya serhildanê tune bûn û serberedayî ketibûn nav êlê, zirar dan mal û canê xelkê.
Li aliye din Fransa û Îngilîz destek dan rejimê. Li ser van geşedanên neyînî serhildan têk çû. Leşkerên Şêx Seîd cihê xistibûn destê xwe vala kirin û vekişîyan. Rejimê jî piştî qûwwetên teqwîye stend û bi alîkarîya hinek ‘eşîran li Çebeqçûrê leşkerê Şêx Seîd meğlûb kir. Piştî van pêşveçûnan, Şêx Seîd û hevalên wî xwestin derbasî Îranê bibin, ketin rê. Lê di nava Mûşê û Varto de li ser pira ‘Ebdurrehman Paşa bi Muxbîrtîya Binbaşî Qasim ji teref leşkerê rejîmê ve hatin hêsîrkirin. Ji wir jî anîn Diyarbekirê. Piştî hatin mehkemekirin(!) di heqqê wan de qerara îdamê hat dayîn. Ew û 46 hevalên wî di 29ê Hezîranê sala 1925an de li Derê Çîyê bi sêdarê ve hatin daliqandin û hatin şehîdkirin.
Gelek sedemên ku Qiyam serfiraz nebû, hene. Ya ewil Qiyamê bêhazirî destpê kir. Ya din teşkîlateke tekûz tunebû. Ji ber hereketa Azadî serokê wê hatin girtin, ew têkilîyê di nav Rewşenbîr û serokê ‘eşîran qutbû. Hereket ji çek û sîlehan mehrûm bû. Bi taybetî sîlehê giran wekî topa qet tunebû. Leşkerên Şêx Seîd bêperwerde bûn. Rejimê zilamê xwe bi dizî xist nava hereketê û bi provakasyonan, zirar dan malê millet. Evêya jî bu sebebê ku milletê xwe ji serhildanê dûr kir.
Gelek şêx, ‘eşîr û ağa ku hêvî ji wan hebûn alîkarîyê bi qiyamê re bikin, neketin nav qiyamê, hinekan jê jî xwe da kêleka dewletê. Hinek şêx û ağê ‘eşîran jî ji teref rejimê ve bi peran hatin kirîn. Ya girîng li pişt vê serhildanê tu dewlet yan jî dewletê mezin tunebû. Muqabilî vêya dewletin mezin wekî Fransa û Îngilîstanê destekên lojîstik dan rejîma Kemalîst. Jixwe îmkanê dewletê jî bi her awayî ji yên Şêx Seîd Efendî û hevalên wî bêtir bûn.
Ji teref Rejîma Kemalîst tê îddîakirin ku Îngîlîstan piştgirî da serhildana Şêx Seîd. Îsmet İnönü, mirovê duyemîn ê pergala Kemalîst, di bîranînên xwe de wiha nivîsandiye; "Di bûyera Şêx Seîd ya 1925an de di navbera Îngîlîstan û tu hêzek biyanî de tu têkilî tune." Tevî îtîrafê wî, dîsa jî di pirtûkên dersê û dîroknûsiya fermî de şermazar dibe ku serhildan ji hêla Îngîlîstan ve hatiye piştgirîkirin û kişkişandin. Wekî din, di tu belgeyê de tu agahî nehatiye dîtin ku vê rûreşiyê rast bike.
Evêya qa’ideyeke ku dîrok bi destê serketiyan tê nivîsandin. Ji ber vî awayî gelek tişt bi berovajî tê agahdarkirin. Ji wî awayî gelek qehreman bi xaîntî, gelek xaîn jî bi qehremantî qala wan tên kirin û jiyana wan bi vî şiklî tê nivîsandin û tên zanîn.