Belê xwendevanên bi qedr û qiymet!
Weke hûn jî dizanin li ser erdnigariya Kurdistanê gelek hewadîsên pir ‘ecêb qewimîne ku di van hewadîsan de ji bo her Mislimanekî/ê gelek ders û ibretên hêja hene ku ev jî ji bo axreta însên dibin mîna qendîlekî û pêşiya mirov ronî dikin. Ji van hewadîsan hewadîsek jî hewadîsa navdar a “Zembîlfiroş û Gulxatunê” ye ku ev hewadîs li temamê xakên Kurdistanê deng vedayê û bi şikleke devkî bi saya dengbêjan bi varyantên cuda gihaştiye roja me ya îro. Em vê qisseya Zembîlfiroş û Gulxatunê ji zimanê Hecî Şerîfê Farqînî ji we re radigihînin. Em hêvî dikin ku ev qisse bibe wesîleya xêr û bereketê. Hewce ji gotina zêde re tuneye, de werin em tev de guh bidin vê qisseya mîna zêran bi qedr û qiymet a Zembîlfiroş û Gulxatunê…
Qisseya Zembîlfiroş û Gulxatunê[1]
Zembîlfiroş lawê Mîrê Hekkarî bûye, her tim karê wî nêçîr û seyd bûye. Dema ku li seyd û nêçîrê geriyaye ji zozinan hatiye û berê wî ketiye Hekkarî li deşteke rast. Zembîlfiroş siwarê hespê şînbozê pûl pûlî ye. Gava ku hatiye, piyê hespê wî di erdê de çûye û Zembîlfiroş ji vê ibreteke mezin girtiye. Li hember wê ibreta mezin a ku girtiye gazî xulam û xizmetkarên xwe kiriye û ji wan re gotiye “Bînin tevr û berên xwe, ka vê derê bikolin, di vir de çi heye çi tûneye.” Dema ku wê derê kolane bala xwe dane wek mezelek di wir de derketiye û du kêlik li seriyê. Li ser van kêlikan nivîsandiye pir sal, zeman û dewran derbas bûye. Ji van sal, zeman û dewranên ku derbas bûye heybeteke mezin girtiye. Bala xwe dayê di vê mezela hanêkê de gencek heye û ‘emrê wî 35 sal e. Ev gencê ku 35 salî ye hêj tiştek bi kefena wî nehatiye. Zembîlfiroş dema ku kefenê li ser rûyê wî xortê 35 salî yê ku di mêzelê de derketiye hilandiye dîtiye ku di orta eniya wî de zîpik zîpik xweydan avêtiye.
Li serê bû wek êş û elem û rabû berê xwe da mala xwe. Dema ku berê xwe da mala xwe bav û diya wî hatin pêşiya wî û jê pirsîn ‘Ey lawo! Çi bûye?’ Gazî kirin hekîm û doxtoran û loqmanan anîne. Kirin nekirin çareyekê ji halê wî re nedîtine. Ji ber vê halê Zembîlfiroş bi her dû destên xwe li çokên xwe xistine û gotine “Gazî kin şêx û mela, wan top kin li dîwanê, bila binêrin ka derdê vî lawê me çi ye?” Gava ku li derdê wî mêze kirin; devê Qur’an, hedîs û kitêban vekirin û li serê di’a xwendin. Lê belê ev tişt tû feydê nedane. Ev roj ji rojên Xweda rojek bûye du heb derwêş bûne mêvanê Zembîlfiroş û jê pirsîne “Gelo te çi dîtiye?” Zembîlfiroş gotiye “Min ‘îbreteke mezin dîtiye, ji mêzel derketiye, pir sal û zeman tê de derbas bûye, xweydan di eniya wî de avêtiye, tişkî bi kefenê wî nebûye.’
‘Ecêbeke pir giran li ser bûye êş û elem û derd, bi halê xwe çêbûye.Van her dû baba derwêşan gotine “Evê ku rehmet kiriye bi keda helal şixuliye hetanî ku ew sax be, tiştek bi kefen û ceseda wî nebûye.” Heyecaneke giran girtiye Zembîlfiroşê ku navê wî Muhyeddîn bûye. Zembîlfiroş rabûye destê zêc û zarokên xwe girtiye ketiye deşta Wanê zembîlan çêkiriye. Li deşta Wanê middetekê sekiniye û berê wî dû re kete Tatwanê ku Tatwaneke rengîn e û li ber behrê dimîne û li ber gola Wanê dibe û tîne. Gava ku Zembîlfiroş çendakî li wir dimîne serê xwe datîne, pir xewnên ‘ecêb dibîne. Di xewna wî de jê re tê gotin “Ew ê tu bikevî Geliyê Bidlîsê ku gelî bi gelî ye. Te mezin bûye cotek welî ye. Yek Şêx Şabaddîn e yek jê Seyîd Elî ye.’
Ji ber vê yekê Zembîlfirtoş qesda Geliyê Bedlîsê kiriye û hatiye ziyareta qebra Weysel Qeranî. Pişt re ji wir derbas bû berê wî kete Êlihê ku wek gundekî bûye. Çendakî li wir sekiniye û bala xwe dayê deşta Êlihê, deşteke pir germ bûye û mêşên wê pir bûne û tebatî pê neketiye. Zembîlfiroş dû re ji ber vê yekê berê xwe da Farqînê, li kêleka sûrê ji xwe re holikekê çêkiriye. Gava ku holik çêkir, êdî dest bi çêkirina zembîl û selikan kiriye.
Piştî demekê li bajêr dest bi gerandina zembîl û selikan kiriye. Xortekî jê re gotiye “Tu herî kuçeya sûka mala mîr dê zembîlên te pir bên firotin.” Zembîlfiroş dema ku berê xwe da sûka mala mîran, Xatûnê wî ji birca bilind dîtiye û ne bi dilekî bi hezar dilî ‘aşiqî Zembîlfiroş bûye. Xatûnê gazî qewraşa xwe kir û jê re gotiye “Here gazî bike wî Zembîlfiroşî, wî bîne vira.” Dema ku Zembîlfiroş hatiye, qewraşê jê re gotiye “Xatun ji bircên bilind bi pêpûlik pêpûlik hatiye.”
Xatûn tiştekî li ser Zembîlfiroş gotiye: ‘Hey Zembîlfiroş! Keremke pêşê, qiymeta selikên xwe bibêje, ên mezin biha bibêje, ên biçûk bi zêran bikêşe, keremke ser meslehetê, dûr e roja qiyametê.’
Ji ber van gotinên Xatûnê, Zembîlfiroş gotiyê: “Ey hurmetê! Ez tobedar im, tobedarê Rebbê Cebbar im, wellahî ez ji Rebbê xwe qet nikarim.”
Xatûnê gotiye: ‘Ey Zembîlfiroş! Keremke şûna mîr e, bikşîne qelûna mîr e, li mîr heram be, li te helal be, keremke li ser meslehatê, ku ez û te bi hev re herine cennetê, hê dûr e roja qiyametê.’
Zembîlfiroş gotiye: “Wey hurmetê! Wey hurmetê! Topa Xwedê li kaf ketê, te ez birme helaketê, tirsa min ew e ji Şahê Qudretê.”
Xatûnê gotiye: “Ey Zembîlfiroş! Lawikê ‘Ebbas e, bi tenê derbê û kiras e, ez qesem bikim bi zatê Rebbûl ‘Alemîn, tu îro ji vî destî nabe xelasê.’
Xatûn ji Zembîlfiroşî re dibêje “Ey Zembîlfiroş! Bi cî ye.” Û dû re çavê xwe li qerwaşê şikandiye. Her çar kapî lê girtiye, riya revê Zembîlfrioş nedîtiye. Zembîlfiroş rabû bi qest misînê jê xwestiye, derkete ser birca bilind ku hezar û pênsed rim bûye, riya rêvê tunebûye, her çar derî jî lê girtiye, serê xwe bilind kir li asîmanan mêze kiriye, gotiye: “Ya Rebbî! Zarok û çoluk û çocuk bi temametî teslîmî tê bûye” û xwe ji ser bana bircê avêtiye xwarê, Rebbûl ‘Alemîn ferman kiriye û gotiye “Ey Cebraîl! Teyrê sivik, xwe bigihîne vî evdê bêşik, deynê erdeke nermik bila neêşe.” Dema ku Zembîlfiroş ji ser birca ku hezar û pênsed rime ketiye erdê, weke ku li ser le’êf û doşekan bikeve ketiye û qesta mala xwe kiriye. Zarokên wî hatine pêşiyê û gotine “Ey bavo kanî heqê selikên me?” Zembîlfiroş gotiye “Lawo, Xatûnê ji min selik standine bi zor, min wê spartiyte Rebbê li jor.” Pîreka Zembîlfiroş hatiye û gotiye “Ey Zembîlfiroş! Zarok bi temametî him tî û him birçî ne.” Zembîlfiroş gotiye “Hurmet tenûrekê dare bi sariye.” Zarok hetanî di xew de çûne, gava ku devê tenûrê vekiriye, te’amên cennetê tê de derketiye, gotiye bixwin hetanî ku qiyamet çêbûye. Li wê derê dîsa Zembîlfiroş sekinî, Xatûnê tedarikên xwe kiriye, qerweşa xwe hilanî, bi ser mala Zembîlfiroş de girtiye, dema ku Zembîlfiroş dîtiye Gulxatûn hatiye mala wî û jê miradê dixwaze hema ji wir reviyaye û Xatûn daye dû ye, berê xwe daye çemê Mala Badê ku a niha dibêjin çemekî pir pir mezin bûye, dema ku di wî çemî de derbas bûye, fetaferateke pir mezin çêbûye, Zembîlfiroş bala xwe dayê ku Xatûnê li dû ye, gava ku ji çem derbas bû li binê Kozluk kahniya Rewal heye li wê derê sekiniye, filitandina wî ji destê Xatûnê tunebûye, serê xwe bilind kiriye û li asîmanan nihêrtiye, gotiye:
“Ya Rabbî! Tu bi hurmet û celaleta navê xwe bikî, Tu li vê derê canê min ji min bistînî, min bi destê Xatûnê de bernedî.’
Zembîlfiroş li wê derê rehmet kiriye, Xatûnê çûye li ser cesedê wî ye. Xatûnê giriyaye, şûna stêrkên çavên wê de xwîn hatiye, carekî li asîmana nihêrtiye û gotiye “Ya Rebbî! Tu bi hurmet û celaleta navê xwe bikî, ew diaya ku Zembîlfiroş kiriye û Te jî li ba xwe qebûl kiriye, Tu wê diayê ji min re jî bikî.” Xatûnê jî li kêlaka Zembîlfiroş rehmet kiriye û meseleya Zembîlfiroş û Xatûnê li vir xelas bûye…
[1] Ev qisseya Zembîlfiroş û Gulxatunê ji teref Hecî Şerîfê Farqînî ve hatiye gotin û me jî vê yekê di şiklê nivîsê de amade kiriye.