1. Ismê te ye mektûbî di dîwanê qidem da
Herfek qelemê ‘ilmê bi teqwîmê reqem da
Di dîwana kevin de yê nivîsandî navê te ye
Tiştê ku qelema ‘ilmê xweştirîn nivîsandîye, herfek ji navê te ye
Ism: Peyvek Erebî ye, bi me’na “nav” e. Mektûbî: Erebî ye, bi me’na tiştê nivîsandî ye. Dîwanê qidem: Dîwan Farisî ye, qidem jî Erebî ye. Dîwan tê ma’neya deftera qeyd û sicîlê. Qidem jî bi me’na kevn û berê ye. Di vir de ji bo Lewhê Mehfûz hatiye bikaranîn. Teqwîm: Erebî ye. Bi wateya “rastkirin, serrastkirin, kamilkirin, xweştirkirin ‘îtîdalkirin, bi qîmetkirina tiştekî” ye. Reqem: Erebî ye, hem ji bo nîşana hejmaran, hem jî ji bo nivîsandinê tê bikaranîn.
Pirê şairên me yên klasîk di wê bawerîyê de ne ku Xwedayê Teala beriya her tiştî, nûra Hz. Mûhemmed (s.x.l) afirandiye, navê wî di dîwana kevin de yanî di “Lewhê Mehfûz”ê de li ber navê xwe nivîsandiye. Hemî tiştên din ku di alemê de hene ji nûra Hz. Mûhammed (s.x.l) xuliqandine. Vê hedîsê jî ji xwe re çavkanî digrin: “Lewlake lewlake lema xeleqtul eflak. (Ya Muhemmed!) Ne ji te bûya, ne ji te bûya, min felek (kaînat) nedixuliqand.” Mela jî di vê bawerîyê de ye. Di qesîdeya xwe ya bi navê “Îro ji cemala te dilê min bi birîn e”yê de, weha dibêje di vî warî de (Qoğî, Dîwana Cami’, 2004. r. 296):
Ger dê tu nebûya nedibû çerxê bi daîr
Sergeşte ji şewqê te tenê ne felekî ne
Di vê beytê de çerxê bi daîr, çerxa li dora xwe digere. Ji bo kaînatê hatiye bikaranîn. Sergeşte yanî yê ji hişê xwe çûye. Tenê ne felekî ne yanî yên ji eşqa te ji hişê xwe çûne, ne bi tenê wan mexlûqên rûhanî (ferîşte) ne. Mela dîsa di wê qesîdeyê de ji bo navê pêxember dide zanîn ku bi xatirê vî navê Hz. Pêxember, gelek kesên gunehkar hatine efûkirin (Qoğî, 2004. r. 296. Yûsif. 1988. r. 64-65.)
Ismê te ye mektubî digel ismê Xwedayî
Çend muznîb û ‘asî bi wî navî ğefirî ne
Li gorî Mela herfek tenê ji navê Hz. Mûhammed (s.x.l) ku ew jî “mîm” e, bi qelema ‘ilmê bi şeklê mikemel li ba navê Xweda hatiye xemilandin. Ev jî rêz û qîmeta pêxember ya li cem Xwedê nîşan dide.
Bi vê bawerîyê Şêx Ehmedê Xanî jî di Mem û Zînê de di qismê 3an de wiha dibêje (Xanî, 2008. r. 29):
Ewwel birîqî ji husnê sermed
Nûrek bûye me’neya Mûhemmed
Ew nûr-i bi emrê ‘Alîm ul xeyb
Bû menşeê feyzê ‘alema xeyb
Di vî warî de Melayê Bateyî di mewlûdê de wiha dibêje (Bateyî, 2010. r. 182):
Ya qelem binvîs bi emrê padîşah
Ez çi binvîsim bi ferman ya îlah?
Qale “uktub la îlah îlla ene
Hem Mûhammed qasidê emrê min e.”
2. Eşkal û xetên daîreê nuqteyê ‘ilm in
Ev neqş û mîsalên di xeyalatê ‘edem da
Ev neqş û mîsalên di xeyalên tuneyî de
Şikl û xetên daîreya noqteya ‘ilm in
Eşkal; Erebî ye, piranîya şekîl e. Xet; Erebî ye, bi me’na tiştê nivîsandî, sînor e. Daîreê nuqteyê ‘ilm: Peyv Erebî ne bi me’na çembera naveroka ‘ilmê. Neqş, Erebî ye bi wateya nexş e. Mîsal; Erebî ye, nimûne ye. Xeyalatê ‘edem; peyv Erebî ne. Xeyalat piranîya xeyal e. ‘Edem jî bi me’na tunebûnê ye.
Ev tiştên ku berê tunebûn, di xeyalan de nepeyde bûn, Xwedê bi xatirê navê hz. Mûhammed (s.‘e.w) ew afirandin, bi neqş û nimûneyan ew xemilandin. Tev jî di nav noqteya ‘ilmê de ne. Tê gotin ku gencîne û xezîneya Xwedê, di noqteya binê herfa “b” ya bîsmîllahê de ye.
3. Mîm metle’ê şemsa ehed ayînesifet kir
Lami’ ji ‘Ereb berqê li fexxarê ‘ecem da
(Xwedê) Mîm (Hz. Mûhammed) ji roja yekîtîya xwe re kir wekî eyneyê
Nûra wî ji nav Ereban hilat, li welatê ‘Eceman biriqî
Mîm; herfa ewil a navê Hz. Mûhemmed (s.‘e.w). Metle’; cîyê hilatinê ye, peyveke Erebî ye. Şemsa ehed; Erebî ye. Şems roj e, ehed bi me’na yek, yekîtî ye. Ayînesifet; Erebî ye, ayîne neynik e, sifet jî dirûv bi me’na wekî ye. Lami’; çirûsk, ronîdar, biriqandî ye, peyveke Erebî ye. ‘Ereb bi me’na Erebistanê hatiye bikaranîn. Berq, biriqîn e. Fexxarê ‘Ecem; bi Erebî ye bi me’na war û welatê ğeyrî Erebistanê ye.
Xwedayê Teala di ayeta 46an a sûreyê Ehzabê de hebîbê xwe bi “sîracunnûr (qendîla nûr belav dike)” wesifandîye. Ji lew ji tewhîdê re bûye mîna eyneyê. Hatina Hz. Mûhammed, nûra Hz. Mûhammed mîna ji roja ehediyeta Xwedê re bûye nîşan. Nûra Hz. Mûhammed her çiqas li nav ‘Ereban hilat, feqet li nav welatên din biriqiye. Di demeke kin de li ğeyrî Erebistanê belavbûna Îslamîyetê vêya nîşan dide. Li gorî kitêbên sîyeran, dema Pêxemberê me diwelide, şerq û ğerbê dinyayê ronî dibe. Gava ku Xwedê pêxemberê me dide, yehûdiyên Mekkeyê dikin hewar û dibêjin “Îşev stêrka Ehmed hilat”. Mela di helbesta xwe ya “Îro ji cemala te”yê de weha dibêje:
Gava ku tu hatî bûye ronahî li her ca
Êdî me nedî zulm û xirabî veşirîne
Melayê Bateyî jî di mewlûdê de ji devê diya pêxemberê me Hz. Amîneyê wiha dibêje (Bateyî, 2010. r. 200):
Ewwela min dî ji min nûrek diçî
Qesrê Bûsra min ji eksa wî didî
Şêx Ehmedê Xanî dîsa di Mem û Zînê de, li ser xuliqandina Hz. Mûhammed, wiha dibêje (Xanî, 2008. r. 29):
Hêja ne zemîn ne ev sema bû
Ew serwerê cumle enbiya bû…
Ew pencereya cemalê Barî
Şemsa feleka dilê di tarî
4. Da şahidê esma bi hemî wechî binasîn
Yek mestê Semed kir bi yekê neqşê senem da
Ji bo em hemî navên Xweda bi her awayî nas bikin
Yek kir serxweşê navê Semed, bi yekê jî pût xweşik nîşan da
Esma; Erebî ye, piranîya nav e. Wech jî Erebî ye, bi me’na awayî hatiye bikaranîn. Mest serxweş e, ji hiş ve çûye. Semed navekî Xweda ye. Her tişt hewceyê Wî ye, ew ne hewceyê tiştekî din e. Neqşê senem Erebî ne, bi me’na rindîtîya pût e.
Xweda hinek kirin aşiqê xwe, hinek jî pût li ber dilê wan xweşik kir da ku di vê îmtîhanê de ji yekîtî û navên Xwedê re bibin şahid. Navên Xwedayê Teala li ser kaînat û mexlûqata tecellî dikin. Îsmê Rezzaq dixwaze ku rizq û tiştên hewce bide mexlûqan. Navê Ğeffar, dixwaze ku kesên gunehkar efû bike. Her wiha pêxemberan, ji navên Xweda re ‘eynedarî kirine. Ji lew wîladeta pêxemberê me, navên Xwedayê Teala dide nîşandan û nasandin. Senem li gorî me’neya tesewûfî hebîb e, pîr e. Xweda hinekan aşiqê xwe kir li ber dilê hinekan jî hebîbekî, pîrekî ezîz kir. Da ku bi rewşa xwe ji yekîtî û navên Xwedê re bibin şahid.
5. Yek girtîye zulfê we yekî xalê numaî
Ayîne bi Eskenderî û camê bi Cem da
Yekê zulf û bisk bi dest xistîye, ji yekê re jî şanik nîşan bûye.
Neynik daye Eskender, Cem jî bi qedeha şerabê bi tas kirye
Zulf Erebî ye bi me’na bisk e. Xal, şanik e, bi Kurdî ye. Numaî Kurdî ye, bi me’na eşkere, nîşandayî. Ayîne, eyne ye. Eskender, berîya Mîladî di salên 336-323yan de qiralê Makedonyayê ye. Li Îskenderîyeyê eyneke mezin daye çêkirin. Cem an jî Cemşîd, qomandarekî Îranî ye. Leqeba wî şîd e bi me’na ronahîyê.
Zulf di tesewûfê de bi wateya huviyeta xeybî ye. Xal jî di me’neya nûra heq de ye. Xweda yekê kiriye mubtelayê zulfê yanî tiştên ğeybî, yekê jî xistiye cezba nûra xwe. Bi vî awayî bi wan hinek tiştan dide zanîn. ‘Eyne daye Skenderî û cam daye Cemî. Tê gotin ku neynika Skender ya li ser deverekê bilind, keştiyên bi mehekê dûr ve nêzî wan, tesbît dikir. Di heqê eyneya wî de hinik weha dibêjin: “Di wêjeya tesewwufê de armanc ji Neynika Îskender, qelbê ku ji her tiştî tê xalîkirin û bi tenê nûra Xwedê dide olandan e. Çawa ku keştiyên dijmin gava diketin menzîla neynika Îskender, bi tîrêjên rojê dihatin şewitandin, her wiha nebaşî jî gava bixwazin têkevin qelbê ku nûra Xwedê dide olandan jî bi vê nûrê tên tunekirin.”
Qedeh û camê Cem jî tiştên ku wê di pêş de biqewimin nîşan didan. Ev neynik û cam ji bo tiştên derûnî tên bikaranîn. Camê Cem di me’neya qelbê aşiqê Xweda de jî tê bikaranîn. Xweda ‘ellamul ğuyûb e ku bi hemî ğeybê dizane û ger dil bike, bi qasî bixwaze hinek kesan ji hinek tiştan xeberdar dike.
6. Erwahê muqeddes şebê qedran te dixwazin
Nûra te ye mîsbahê di qindîlê Herem da
Rûhên pîroz di şevên qedran de te dixwazin (ya Muhemmed)
Nûra te ye wek lembeya di qendîla Kabeyê de
Erwahê muqeddes; peyvên Erebî ne. Erwah piranîya rûh e. Muqeddes bi me’na pîroz e. Şeb, Farisî ye bi me’na şev. Qedr, Erebî ye ji bo şeva leyletulqedrê hatiye bikaranîn. Mîsbah Erebî ye bi me’na qendîl.
Şeva leyletulqedrê ji hezar şevî bi qedr û qîmettir e. Kesên qenc û xwedî rûhên paqij pir dixwazin Hz. Muhemmed bibînin û bigihêjinê, ji lew di şevên herî bixêr de tek xwestina wan ev dîtin û gihaştin e. Çima? Lewra nûra Muhemmed (s.‘e.w), qendîla Kabeya wan e, yanî di dilê wan de her tim wek lembeyê şewq dide. Pêxemberê me di hedîseke xwe de wiha kerem kiriye: “Di pey min de ew ê hinek însan bên ku ji wan her yek ji bo carekî min bibîne, dikare hemî mal û ewlad û ‘iyalê xwe feda bike.” (Camî’us Seğîr)
Baba Tahirê ‘Uryan di çend malikên ğezeleke xwe de bi wergera kurmancî wiha dibêje (Baba Tahir, 2012. r. 159):
Ger ji bil eşqa te dil te tişt hebe
Nav heftê û du gelan de kafir im
Di hedefa vê dinya fanî de
Wek tîreke şikestî û bê per im
Her disojim, disojim, her disojim
Bi germî ez ji agir agirtir im
Ez ew Tahir im ku ji Muhemmed re
Ji noker û xulaman xulamtir im
7. Da weqtê lîqayê bi te hey bin di beqayê
Min neqdê dil û can di fenayê bi selem da
Ji bo dema gihaştina te li axîretê ez bi te heyatê bibînim,
Min biha dil û canê xwe li dinyayê pêşin daye
Weqtê lîqayê: Peyvên Erebî ne, bi qalibê Kurdî hatîye gotin. Weqt dem e, lîqa jî hevgihîştin e. Hey: Erebî ye, bi me’na xwedî heyatê ye. Beqa: Erebî ye, bi me’na daîmî ye, ji bo axîretê hatiye gotin. Neqd: Erebî ye, bi wateya bihayê ye. Fena: Erebî ye, bi me’na tunebûnê ye, ji bo heyata dinyayê hatiye bikaranîn. Selem: Erebî ye. Peymanek e ku kesê tiştekî dikire, pereyê wî pêşin dide.
Melayê Cizîrî jî, li gorî hedîsa li jorê hat gotin, yek ji wan kesa ye ku ji bo dîtina cemala pêxember û saxbûna bi wî, dikare her tiştê xwe feda bike. Çima? Lewra kesên aşiqên pêxember dizanin ku bê pêxember, heyat ne heyat e. Heyat encax bi Muhemmed (s.‘e.w) bi me’ne dibe. Şêx Ehmedê Xanî di helbesta “Derê Xemha”yê de li ser xwestina dîtina dîlberê yanî pêxember wiha dibêje (Xanî, 2008. r. 267):
Ger di hîna ez wefat bim, bête ser min Ezraîl
Mujdeya xuldê bidit min, hem di gel wî Cebreîl
Xudr û Îlyas tev bibîtin ew ji bo min ra delîl
Dê bibêjim “Min nevêtin Xuld û Kewser, Selsebîl”
Ger bizanim ez di heşrê da nebînim Dîlberê
Cennetê dê çi bikim pê wer bikim xagusterê
Di malikan de hîn dem, xuld cennet, nevêt naxwaz, xaguster xwelî ye.
8. Yaqûtifiroşan di kef elmasi şikestin
Ev sefheya elmasi ku neqqaşî reqem da
Elmasên di destê yaqûtfiroşan de şikestin
Gava ku xaliq rûyê han bi almasê xuliqand
Yaqûtifiroşan: Peyveke Kurdî ye bi me’na kesên ku yaqûtan difiroşin. Di kef: Kurdî ye, yanî di kefa dest de. Elmas: Kurdî ye, almas jî tê gotin, kevirekî zêde giranbiha ye. Sefhe: Erebî ye. Bi me’na dem/kêlî/merhale/yê ye. Neqqaş: Erebî ye, bi me’na kesê dineqşîne, şekil dide tiştekî. Ji bo navê Xaliq ê Xwedayê Teala hatiye bikaranîn. Reqem: Erebî ye, bi me’na nivisînê / çêkirinê ye.
Gava Xwedayê Teala hebîbê xwe xuliqandiye, ew bi şeklê herî xweşik afirandiye ku kesê wî dibîne, xweşikahiya li ba xwe ne xweşik dibîne. Di vê beytê de cemala pêxemberê me ji elmasê hêjatir hatiye îfadekirin. Elmas li cem yaqûtfiroşan bi qîmet e, lê dema xweşikahîya li ser rûyê pêxemberê me dibînin ku ji elmasê hêjatir e, elmasê di destê wan de dikevin û dişkên. Li gorî gotinên sehaban, di nav her sê kesan de, kesê xweşik û bejn bilind û xuyanî û balkêş, pêxemberê me bûye. Şêx Ehmedê Xanî di bendekê de li ser xweşkahiya pêxember wiha rêz dike (Xanî, 2008. r. 285):
Leb ‘eqîq û durr û mercan ew ji ‘eslê madenê
Qemer û şemsêd di burcan, rohniya wan da tenê
Sen’et û karên Xwedê ne xal û nîşan ketinê
Esmerê min dîlberê min li te bin yuz bîn selam
Di van malikan de leb lêv e, ‘eqîq kevireke sor û pir biha ye û ji bo ava gûr û boş ku di besta xwe de diherike jî tê gotin, xal şanik e. Gotina yuz bîn selam, xurtbûna hunera Şêx Ehmedê Xanî ya di vê helbestê de nîşan dide. Bi kurtasî Xwedê pêxember mîna madenên pir bi qîmet û bi ‘esîl ji tiştên giranbiha xuliqandiye, tiştên ku pêxember dibêje jî wiha bi qîmet in. Di rohniya hêv û roja bi burcan de tenê rohniya nûra pêxember heye. Şêx Ehmedê Xanî di helbesta “Îro li textê dîlberê, Ya Reb çi şîrîn esmer e” mîna gotina Melayê Cizîrî şerh bike wiha dibêje (Xanî, 2008. r. 289):
Ya Reb kitêba husnê yar, haşî ne yan xettê xubar
Yan Ka’be hacî çarkenar, wan qesd hecul ekber e
Lêv in gelo yaqûtê can, yaqût e yan eqîq Rewan
Yan qutiya dirca duran, ya hewzava Kewser e
Xettê xubar, cureyek ji xettê Erebî ye. Zirav tê nivîsandin.
9. Ya Reb ji çi rû leb bi senaya te kuşayem
Subhaneke len uhsîye fî şe’nîke hemda
Ya Reb! Bi çi rûyê ez dikarim devê xwe ji bo pesnê te vekim,
Tu subhanê ji qisûran pak î, ez bi heqî nikarim hemdê te bikim
Leb: Farisî ye, bi me’na lêv e, ji bo axaftinê hatiye bikaranîn. Sena: Erebî ye, bi me’na pesindayînê hatiye gotin. Kuşa: Farisî ye, bi me’na vekirinê ye. Risteya duyem bi Erebî hatiye gotin. Subhaneke: Ez Te tenzih dikim ji qisûran. Len uhsîye: Qet nikarim bibêjim, bînim zimên. Fî şe’nîke: Di heqê karê te de. Hemda (hemden): Bi hemdîtîyê.
Xweda erd û asiman ji bo xizmeta însan xuliqandine. Însan jî kiriye eşrefê mexlûqat. Ji lew însan nikare bi heqî hemdê Xwedê bike. Bedîuzzeman (rh.x.l) ji bo hemdê wiha gotiye: “Ji ezel heta ebed, ji kê be û ji kê re be, pesn û medhê tên û ew ê bên kirin, tev ên Xweda ne. Lewra nîmet û îhsan û kemal û cemal û medarê hemdê ku tev sebebên medhê ne, hemî yên Xweda ne û ‘eydiyê wî ne.” (Mektûbat, Mektûba 20î)
10. Minnet ji Xwedayê ku bi ‘ebdê xwo Melayî
Iksîra xemê ‘işqê, ne dînar û direm da
Mela minnetdarê Xwedê ye ku Rebbê wî
Îksîra xema ‘işqê dayê, ne hezkirina dînar û dîrhemê
Mînnet: Erebî ye, ji bo qencîyekê, tiştekî deyndarî ye. ‘Ebd: Erebî ye, bi me’na bend e. Iksîr: Farisî ye. Pir bitesîr e. Ji her derdî re dibe derman an jî weha tê bawerkirin. Berê, digotin hinek maddeyên bêqîmet, dike zêr. Xemê ‘işqê: Peyvên Erebî ne, bi me’na derd û kedera evînê ye. Dînar û dîr(h)em: Erebî ne, bihayên pereyê/diravê ne.
Di van malikan de Melayê Cizîrê amanc û felsefa xwe beyan dike. Derdê wî ne xemla dinyayê ye. Qenciyê ku Xweda dayê û tiştê ku li ber dilê wî xweş û şêrîn kiriye, êş û kovana ‘işqê ye ku ji wî re dibe derman û îksîr. Maddeya îksîrê, paxirê dike zêr. Li gorî me’neya tesewûfî tecelliya Îlahî ye. Her wiha qelbên xerab paqij dike, wekî zêr bi qîmet dike. Li gorî baweriya Melayê Cizîrî, ‘işq beriya “qalû bela”yê hebûye:
Hê di ber qalûbelayê belko ev ‘alem nebû
Çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû
‘Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê
Husnê heq bû istiwayê lami‘a ‘işqê hebû
Çavkanî
- Baba Tahirê Uryan, Dubeytî, Nûbihar, Ji Lorî Wergêr Sabah Kara, Çapa Yekem, Stenbol, 2012.
- Ebdurreqîb Yûsif, Şairên Klasîkên Kurd, Jîna Nû, Çapa Yekem, 1988.
- Ehmedê Xanî, Hemû Berhem, Lîs, Çapa Yekem, Stenbol, 2008.
- Kadri Yıldırım, Şîroveya Helbesta Melayê Cizîrî, Kovara War, Hj. 16, Payîz, 2004.
- M. Ehmed Hîlmî Qoğî, Dîwana Cami’, Weşanên Îhsan, Çapa Yekem, Stenbol, 2004.
- Melayê Bateyî, Nûbihar, Stenbol 2010, r. 182.
- Melayê Cizîrî, Dîwan, Nûbihar, Amadekar Osman Tunç, Çapa Sêyem, 2010.