Yasemîn di Sûka Nûseyretê de bi pîyê xwas baz dida. Bi bomberanên siyonîstan, hinek avahî hilweşîyane û bi ser rêyan de qelibîne. Yasemîn di nav perçê hesin û keviran de baz dida. Dema hate dawîya sûkê, li milê rastê vegerîya. Çend gavên din jî avêt û kete dikana Mehmûd Beşîr. Bi kelecan derîyê dikanê vekir. Bîna wê çikîyabû. Herdû destê xwe da ser çokê xwe û bejna xwe bi xwarê de şikand. Hilme hilma wê bû. Zimanê wê ne digerîya ku derdê xwe bêje. Dikandar Mehmûd Beşîr, bi ketina wê ya dikanê û kelecanîya wê, ji nişkava rabû pîya. Ji pişt dezgê derket û ber pê hate. Bi milê Yasemîn girt û wê li ser kursî da rûniştandin:
- Çibû keça min, çi bela te ye, tu çima ewqas bi kelecanî?
- Qe… Qe… Qelem xalo, qelemekê bide min.
- Qelema çi, tê çi bikî bi qelemê, min ji te tiştekî fêm nekir. Ma ders û mekteb heye keça min? Ka hinekî bîna xwe bide, ez ji te re qedehekî avê bînim.
Mehmûd Beşîr bi gavên lez çû paşîya dikanê…
……………………..
Ğezze… Bajarekî ji bajarên Filistîn e. Erd û axa Filistîn bi deh salan e ji alîyê rejima sîyonîst ve hatîye îşğal kirin. Lê rewşa Ğezza, hê xerabtir e. Lewra rejima îşğalker bajarê Ğezze dorpêç kirîye. Ji alîyekî ve bi dîwarên beton dor lê girtîye, alîyekî din behra sipî ye. 3 derîyê sînor hene li Ğezzeyê. Ji van derîyan 2 derî, dîsa ji alîyê rejima îşğalker ve têne qontrol kirin. Derîyê sisîyan ku derîyê Refahê ye, ew jî li hêla sînorê Misrê ye. Belê mixabin, di vî derîyî da jî dîsa bê îzna rejima sîyonîst tu tiştekî nakeve hundurê Ğezze yê. Li bajarê Ğezze nêzîkî 3 milyon însan dijîn. 3 milyon însan, di esra 21an de di nav dîwar û behrê de têne pelçiqandin.
Wekî her sal, her meh, her heftî û her rojan, rejima îşğalker dîsa bajarê Ğezze bomberan dike. 7 milyar însan, hînî van bomberanan û zilma rejima işğalker bûne, êdî tu kes dengê xwe ji van qetlîaman re jî dernaxe.
Yasemîn El Qesas, keçikeke 11 salî ye. Li bajarê Ğezze, Taxa Şêx Ridwan li sûka Nûseyretê dijî. Bavê wê ji alîyê rejima işğalker ve 6 sal berê hatîye şehîd kirin. Ew, dîya xwe û 5 xuşk û birayên xwe bi hevdû re dijîn.
Yasemîn, wekî tevê zarokên dinyayê, xwendevaneke. Lê mixabin mekteba Yasemîn bi bomberanan xera bûye. Pirên hevalên wê û mamosteyên wê, ji alîyê rejima işğalker ve hatine şehid kirin. Dikandar Mehmûd Beşîr, bi vê yekê dizane. Îro ne roja mektebê ye, ka wê qelem ji çira lazim be kû Yasemîn jê qelemê dixwaze.
Mahmûd Beşîr, ji paşîya dikanê ber bi Yasemîn ve hat. Di destê wî da qedeha avê:
- A ji te re keça min, avê vexwo, bila hinekî bîna te derê.
- Ez ne tî me xalo, ez avê venaxum. Qelema te ya şîn heye xalo, qelemekî bide min. Dîya min li hêvîya min, divê ez lez bikim herim.
- Qelema şîn tune keça min, ka ji min re bêje tê çi bikî bi qelemê. Ma îro roja qelemê ye, tu nabînî çi sosret heye li derva. Çima ji malê derdikevî. Zûka here malê cem dîya xwe, dernekeve derva. Ma qê mekteb…
Hê gotina dikandar ne qedîya bû, Yasemîn ji nişkava rabû pîya û ber bi derva baz da. Dîsa di sûkê de di nav perçê hesin û keviran de dest bi bazdanê kir. Carnan ji dûr ve carnan ji nêz ve dengê teqînan tê. Ser bajarê Ğezze, dûyê reş girtîye. Dengê ambûlansan tê. Dîsa hinek birîndar yan jî şehîd hene. Bîn li Yasemîn çikîyaye. Hate ber dikaneke din, derî radayî bû. Li alî din fetilî, dikanekî vekirî dît. Çû hundir.
- Xalo li dikana te qelema şîn heye?
- Qelama çi keça min?
- Qelema ku mamoste pê textê dersê dinivîse. Ji min re lazime xalo, ku hebe bi xêra xwe yekê bide min. A ji te re perê wê.
Yasemîn çend perê hesin danî ser masa dikandar. Dikandar li pere rihênt û vegerîya Yasemîn.
- Rake perê xwe keça min, a ji te re qelemê lê zûka here malê, li derva mesekine.
Bi dirêjkirina qelemê kêfa Yasemîn hat. Qelemê da destê xwe û ber bi malê vegerîya. Dema gihîşte serê sûka mala xwe, kire qêrînî. Berîya niha dengê bombeyê ku dihat, li avahîya wan ketîye. Avahî bi ser dîya wê û xuşk û birayên wê ve hatîye xwarê. Dengê girî û qêrînê wê bilind dibin erşê Xweda. Di destê wê de jî qelema şîn, hişk pê girtîye. Cîranên wan, merivên der û dorê li dora avahîya wan, di binê enqazan de li merivan digerîyan.
Yek ji cîranên wan ber bi Yasemîn ve hat. Xwest ku tesellîyekê bide yasemîn. Yasemîn digrî û dilerize.
- Yasemîn, tu çawa derketî derva, dîya te, xuşk û birayên te li kuderin.
- Ew tev li malê bûn xalo, ez çûbûm dikanê, min vê qelema şîn girt. Dîya min ji min re gotibû here qelemekê bîne.
- Dîya te ji bo çi xwestibû.
- Wê bi qelemê ser destê me û milê me navê me binivîsandina. Dema em şehîd biketina jibo em bêne naskirin. Lê hê ez ne gihîştim malê ew tev şehîd ketin xalo.
Bi xeberdanê re jî dikir qêrîn û digirîya Yasemîn. Girîneke wiha ku tenê Rebbê Semî’ girîna wê dibihîst. Dinya ker û kor, ne ew didîtin ne ew seh dikirin. Cîranê wan, li ser çokê rûnişt, Yasemînê girte nava herdû milên xwe, serê wê da ser paşila xwe û pêde girîya û girîya…