Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû Wesselam, bi Cema’eta Îslamî ya di Kûrdîstana Tûrkîyê de halê hazir mevcûd e, mizgîn daye ûmmetê û ji wezîfeyê wê behs kirîye. Ev heqîqet, li ba ‘ilim bedîhî ye; zelal e û ne tiştekî veşartî ye jî.
Ev heqîqet, ne temennîyekî me yê ziwa ye, bil’ekis heqîqetekî kû paldayîyê bi Qûr’an, Hedîs û ‘ûlemayê mûheqqîq û mûceddîda ve ye.
Çewa ku mizgîndayîna Pêxember (‘e.s) bi cema’etekî li dor Mescidê Eqsa ku di axir zeman de wê zuhûr bike û heta qiyametê wê galibane cîhadê bike; heqîqet be, mizgîndayîna wî yê Cema’eta Îslamî ya kû ji Kûrdistana Tûrkîye wê zûhûr bike jî ‘eynî bi qasî vê hedîsê sehih e û heqîqet e.
Kûrdistana Turkîye, di temamê tarîxa de herêmekî mûbarek bûye. Hem bûye mewqi’e dawêt û cîhada gelek pêxembera; Kurdistana Turkîye, ‘adeta dergûşa pêxember û ewlîya ya ye. Hem Pêxember (’e.s) ji Amed û Nisêbînê dû’a kirîye; hem li Anadolê, Kurdistan herêma ku pêşî hatîye fetih kirine.
Di Qûr’ana Kerîm de bajar û navçeyê dora Çîyayê Cûdî wek Şirnex (Şehrê Nûh), Batman, Mêrdîn, Sêrt, Amed û Bedlîs; bi “mûbarek”î hatîye wesifdayîn: “(Ey Nûh) Dema tû ew kesên li gel te li kiştîyê bi cih bibin wiha bibêje Hemd ji Xweda re be ku em ji bereka zaliman xelaskir” (Mûmînûn:28)
“Dîsa Bibêje: ‘Xwedayê min! Min li cihekî pîroz û bi bereket bi cih bike û her tû yî çêtirînê bi cîhkeran” (Mûminûn:29)
Di Qûr’anê de wesifdayîna Çîyayê Cûdî û dora wi bi “mûbarek”î, bi tefsîrkırına bi tene ji alê flora û faûna Herêmê, li î’caz û îycaza Qûr’anê naşike. Lewra dema kû Çîyayê Cûdî û dora wi, ji alê flora û faûna ve gelek dewlemend bû jî; li ser rûyê ‘erdê, ji alê flora , faûna û îqlîmê ve cîhê hê dewlemendtir jî hebûn. Ser de ev herêm ji alê rewşa coxrafî ve herêmekî kû îqlîma wê dıjwar e. Nexwe aşîkar e kû m’aneya wesifdayîna “mûbarek” hê berfirehtir e. Tek ji îşaretekî ji gelek îşaret vê ayete jî îşaret heye ku milletê Kurdi ji alê nifûsê ve ji temamê milleta zûtir zêde dibin.
Weke ku tê zanîn Cûdî, navê Gûdî ye ku ji Kurdî gûherîye ‘Erebî. Ji ber ku di ‘Erebî de tîpa “G” tune ye, “Gûdî” bi “Cûdî” hatîye xwendin. Gûd’i, ji navên Kurda yê herî kevn e. Ji ber vê yekê m’aneya tam yê Çîyayê Cûdî “Çîyayê Kûrd” e, yan jî “Çîyayê ‘aidê Kûrda” ye.
Di Qûr’anê de bîrawendîya Çîyayê Cûdî (Kurd) bi îsmen bi cîhekî “mûbarek”î, hêseya Cema’eta Partîya Xweda û d’awea wê, Cîhada wê û şehîdê wê jî heye; kû axlebê wê Cema’etê Kûrd in û buherka nêz de li hember qomîteyên Deccalî cîhad kirîye û ji Hz. Mehdî re zemîn amade kirin.
Di hedîsên şerîf yên sehîh de jî îşaretî vê Cema’eta îslamî ya Kûrdistanê hatiye kirin.
‘Ebdullah îbn-î Harîs neql dike: “Resûl (‘e.s) rojekî kerem kir: ‘Ji rojhilat wê hin însan derkevîn û ji bû Mehdî wê zemîn amade bikin’” (Kûtûbê Sitte c.17.sh.558).
Dîsa gelek ewlîya jî wek Hz. Ustad Bedî’uzzeman di vê mijarê de wiha kerem dike:
“Berîya niha bi gelekî min ji ehlekî welayetê bihîst kû: Ew zat ji îşaretên xeybî yên welîyên kevn îstîxrac kiriye û qen’eta wî rûniştîye ku “ji alê rojhilat (şerqê) wê nûrek zuhûr bike, tarîtîyên bîd’eyan wê bela bike.” Ez li derketina zuhûra nûrekî wiha pir bendewar mam û (hê jî) bendewar im. Lê Çîçek di bûharê de tên. Ji çîçeka wisa qûdsî re divê zemîn bê hazirkirin. Û me femkir ku em bi vê xizmeta xwe ji wan zatê nûranî re zemînê amade dikin.” (Mektûba Bist û Heştem. Sh.523)
Di ayeta kerîm de çîyayê Cûdî û dora wî, bi wesifdayîna bi “cihekî mûbarek”, ‘eynî weke şeklê wesifdayîna Mescîdê Eqsa a ku “me dora wê mûbarek kirîye” ye. Wekî di vê ayetê de hêseya bizûtneweyên cîhadê wek Hemas û Cîhada Îslamî hws. heye, di ayeta dinê de jî Heseya Partîya Xweda heye.
Dibe ku pirsekî wiha were ‘akıl: “Di Hedîsan de “şerq” derbas dibe. Lê bele emê çewa fêmbikin ku “şerq”a kû derê ye? An jî li gorî kû derê şerq e?.
Elcewab: Mûceddidê ‘esra ku em lê dijîn Hz. Ustad Bedî’uzzeman, kerem dike kû; ewlîyayên kevn gavê van hadisa îstîxrac kirine, gotine “şerq” Kûrdistana Anadolê ye. Ew bi xwe jî ‘eynî awayî îstîxrac dike. Ji ber wê yekê di hedîsan de li gorî merkeza dawî ya xîlafetê kû Qûnstentînîyye derbas dibe; şerqê wê hatîye qesdkirin. Yanê “şerq”a (Rojhilata) Îstenbolê a merkeza dawî ya xîlafetê… Ma’lûm e kû “şerk”a Îstenbolê yanê rojhilata wê; Kûrdistana Turkîyê ye.
‘Eynî wekî di Tewratê de gavê ji Cema’eta Îslamî ya Kûrdîstanê a kû di axirê zeman de wê were tê behs kirin; îfadeya “şêrên Bakûr” ku li gorî Qudsê Kûrdistana Tûrkîye, bakûr e… Li gel remzekî da ye ku Kûrdistana Tûrkîye, hem li bakûrê Kûrdistana mezin e û hem li bakûrê Qûdsê ye. Yanê Kûrdistana Turkîye, hem li bakûrê Qûds û Şamê ye, Hem li bakûrê Kûrdistana mezin e. Heta Kurd, ji Kurdistana Tûrkîye bi kurtayî dibêjin “Bakûr”. Wekî ji Kûrdistana Sûrîyê re dibejîn “Rojava”.
Sebeba ku ev nav li Yemenê hatîye danîn, jiber li alê rastê a Kabê dikeve, navê Şamê jî jiber kû li çepê a Kabê ye; bûye Şam…”(Fethû-l Barî C.7)
Ji ber vê yekê Şam, navê herêmekî berfireh e. Filistîn, Sûrîye û Kûrdistanê li naveroka xwe de dıgre.
Hz. Ustad Bedî’ûzzeman wiha kerem dike:
“Vêga rîwayetên di derheqê merivên Mehdî de sebebên îxtîlafan û sirrê wê ev e kû: Ê kû hedîsan tefsir kirine, Metnê hedîsan li Tefsîrên xwe û li îstînbatên xwe tetbîq kirine. Mesela: Ji ber ku wî wextî merkeza seltenetê li şamê yan jî li Medînê bû; rawîyan, bi îctîhada xwe weke kû daîmî wê wisa bimîne m’ane dane, û li nêzîk merkeza Hûkûmeta Îslamîye teswîr kirine, Heleb û Şam gotine. Xeberên mucmel yê hedîsê, bi îctîhadên xwe temsil kirine.” (Şû’a Pencemîn-Meseleya Nehemîn)
Jiber vê yeke şerqa kû di van hedîsan de derbas dibe, Kûrdistana Tûrkîyê ye.
Em dixwazin çend hedîsên dinê jî ji wan hedîsên ku îşsaretî derketina cereyana Hz. Mehdi ji alê şerqê dikin; bi nimûnetî teqdîm bikin:
“Mehdî wê ji alê şerqê derkeve. Kû li hemberê wî çîya jî derkeve wê wan biperçiqîne û ser re derbas bibe, di wan çîya de wê ji xwe re rêyekî bibîne.” (El Qewlû-l Mûxteser Fî ‘Elamet-îl Mehdîyyîl Mûntezer s.39)
“Alîkarê Mehdî wê ne ‘Ereb bin, wê ji milletê dinê bin.” (‘Elametê Qiyametê s.187)
“Komek ji ummeta min, li ser emrê Ellah bimînin wê dewambikin. Ê kû wan bê alîkar jî bihêlin û ê kû biwan re muxalefetê jî bikin ewê nikaribin zirarê bidine wan. Ewana heta emrê Ellah were, ewê li ser vî halê xwe dewam bikin. Û ew wê li Şamê bin.” (Fethû-l Barî c.7 s.319)
Di hedîsên şerîf de di derheqê derketina Deccal (yanî ji cereyana wî) ya kû jî daîrea Qûtbê Bakûr yanê ji alî Amerîqa û Qeneda de; îbarên pir wecîz û mûcîzewî hene. Di hedîsên Şerîf de tê keremkirin kû Deccal wê ji Qûtbê Bakûr gav bi gav ta welatê îslamê wê were. Amerîqa ya kû di hedîsan de tê keremkirin kû merkeza cereyana Deccal e, kû tam sîh û heft sal e bi deste çeteyên wek marksîst û kemalist li hember vê d’awe û hereketa Qûdsî a li Kûrdistanê herbekî didomîne. Lê Cereyana Deccal dîgel qeweta xwe yê qerase, Ji destê wê nehat kû ğalibîyetû pêşketina vê d’awa Qûdsî û meğlûbîyet û Zilleta çeteyên milis yên kû li ser hesabê Deccal dişûğûlin, li paş bixe.