Ev nivîsa me çiqa xusûsî li ser jiyana Bazê Kurê Dostik be jî lê ev bi dîroka Meyyafarqînê ra têkildar e. Ji ber vî car bi car emê behsa Meyyafarqînê jî bikin.
Tê gotin ku navê vî pêlewanî Ebû ‘Ebdullah Huseyîn Bazê Kurê Dostik e. Lê Îbn ul-Esîr di pirtûka xwe di cîldê 9an di rûpela 25an de dibêje navê wî Baz e, nasnavê Baz jî Ebû Şuca’ e. Yanî Bavê Bizavê ye. Ebû Ebdullah Huseyînê kurê Dostik jî birayê Baz e.
Hinek lêkolînera jî gotine Baz bernavkê Wî ye. Navê wî Huseynê kurê Dostik e. Pêşnavê wî jî Ebû Ebdullah yanî Bavê Ebdullah e. (Niha jî di nav me Kurda da “Bavê Ahmed, Bavê Fatma” wek vana pêşnav têne gotin.)
Beriya ku em behsa jiyana vî mêrxasî bikin, dixwazim ez behsa peyva “Baz” bikim. Peyva “Baz” di hinek pirtûka da “Bad” derbas dibe. Di zimanê ‘Erebî da herfa D (Dat) carna bi herfa Z hatiye danûstendin. Yanî di şûna hevda wan bikar anîne. Wek peyva “Rewda” ku bi peyva “Rewza” bikar tê.
Şekil 1; Fîgurê Bazê Kurê Dostik
Bazê kurê Dostik ji ‘Eşîra Humeydiya û ji qebîla Harbuxtîya ye (El Ezraqî; 271). Li gorî Îbn Ezraqî serok û reîsê vê ‘eşîrê yê yekemîn Ebu Abdullah Huseynê kurê Dostik e. Bernavkê wî Baz bû. Di nava Kurdan da ku însanekî pêlewan û mêrxas be, jê re digotin “Wek Baz e, ‘eynî teyrê Baz e” Ji biçûkîya xwe va jiber Ebû ‘Ebdullah pêlewan û mêrxas bû, ev bernavk lê danî bûn. Di xizmeta dînî da jî kesê ku digihîje meqam û merteba welîtîyê jî bernavkê Baz li wan datînin. Lewra ew jî di cenga bi nefsê ra ji ber ku biser dikeve, jê re wisa dibêjin. Wek Şêx ‘Ebdulkadirê Geylanî yek bernavkê wî jî Baz bû.
Di dîrokê da ‘eşîreta Humeydîya bi navê Hamidîye û Humeydîye derbas dibe. ‘Eşîreta Bazê kurê Dostik çiqas bi navê Humeydi derbas bibe jî ‘esil navê ‘eşîreta Baz Huvedî ye. Li gorî lêkolînê, navê ‘Eşîreta Huvedî îro bûye Hevêdî. Hinik nivîskarê zimanê ‘Erebî jiber nasvanê zimanê Kurdî nînbûn, di nivîsan da gelek xelet dinivîsandin. Navê ‘eşîreta Huvedî jî ku qulupandine zimanê ‘Erebî van xeletîya kirin. Huvedî bûye Humeydî. Meqdîsî di pirtûka xwe ya El-Suluk da û Markizî jî di pirtûka xwe ya El-Omerî da behsa vê ‘eşîreta Humeydîye-Hamidîye dike. Û dibêje, ev ‘eşîret li der û dora Colemêrgê dijîn. ‘Eşîreta Huvedî bi Begê Sileymanîyê va girêdayê bû. Û piştra babistankî ji wan koçberî navbera Maden û Hîzan bû ku di navbera Meyyafarqîn û Pasûrê da di tenişta çemê Xoxê de ye û di cîrantîya ‘eşîreta Banokî û Berazîya da jîyana xwe domandin.
Li gorî Îbnul Ezraq Bazê kurê Dostik serhildana xwe ji çiyayê Baheşmê dest pêkir. Ev çîya di navbera navçeya Maden û Hîzanê ku Pasûr û Meyyafarqînê da ye. Îro jî bi navê Baheşmê gund û çîyayek li vê herêmê heye. Li dora xwe xelk civand û bi rêberîyê dest bi kar kir. Berê jî çend car avêtibû ser herêma Amed û Meyyafarqînê. Li gorî Îbni Esîr, Bazê kurê Dostik xalê zaryê Merwanîya bû. Baz insanekî pêlewan bû. (El Kamil)
Îbni Esîr dibêje: “Mezinê ‘eşîreta Beşnavîya ji min re got; Bazê kurê Dostik ji ‘eşîreta Huvediya bû û pezvanî dikir. Û şivan û çêrevanê pezê xwe bû. Li çolê wextê ku li ber pezê xwe bû, rêwîyê ku di rê da biçûna, nan û av dida wan û pez û berxan ji wan ra serjê dikir. Bi vê camêrîyê nav û dengê Bazê kurê Dostik li herêmê belav bû. ‘Eynî bi vî hawayî Bazê kurê Dostik di mala xwe da jî ev camêrî dikir. Bazê kurê Dostik bi vê camêrîyê gelek însan û malbat li dora xwe civandin. Gelek dihat hezkirin. Li derû dora xwe ji însana hêzek çêkir û piştre avête ser Ercîşa ku di destê Ermenîyan da bû. Ercîşê zeft kir. Piştre hucûm da ser Meyyafarqîn û Amedê, ew derê jî zift kir. Birayê xwe li Meyyafarqînê wekîl hişt û hucûm da ser Ruha, Herran, Niseybîn, Mêrdîn û Mûsilê. Îdarevantiya xwe wiha mezin û qewî kir.”
Tê gotin ku piştî mirina ‘Edûdud-Dewle yê Buveyhî, Bazê kurê Dostik bêtir bi hêz bû, heval û hogirên wî zêdetir bûn. Samsamud-Dewle yê kurê ‘Edud-ud Dewle (piştî mirina bavê xwe ketibû şûna wî) bi hêz û welatên bidestxistî yên Bazê kurê Dostik hisîya, şaş û heyret ma, bizdîya û çavtengî û kumreşî jê kir. Ji ber vê jî fermandarek xwe yê bi navê Ebû Herb şand ser Bazê kurê Dostik. Ev fermandarê hanê dostê Baz bû. Wexta ev fermandar gihîşt nêzikî cîyê Baz, jê re nameyek nivîsî û şand û pêşniyaz kir ku Baz serê xwe li ber fermana Samsam-ud Dewle bitewîne, bikeve ber xizmeta wî. Eger wisa bike ewê Samsam-ud Dewle welatê wî wek mîrîtî bidê. Pêlewanê mezin Bazê kurê Dostik vê pêşniyazê paşve vegerand. Li ser vê Ebu Herb artêşek hilanî û çû ser Baz ve. Bazê kurê Dostik ew têk bir. Di vî şerî de gelek leşkerên Ebû Herb hatin kuştin û kelûpelên leşkerî ketin destê Bazê kurê Dostik. Bi vê serketinê Bazê kurê Dostik û leşkerên wî bi hêztir bûn.
Piştî vê têkçûnê da Samsam-ud Dewle bêtir bizdiya û di bin fermandariya Ebû’l Hesen ‘Eliyê kurê Huseynê kurê Mexribî de artêşek din şand ser Baz ve. Ev artêşa hanê hetanî Meyyafarqînê hat û bajêr rapêça. Lê belê Baz carbicar ji nişka ve ji kelê derdiket êrîşan dibire ser vê artêşê. Serbazanê artêşê dikuşt, malê wan talan dikir. Ji ber vî qasî ne wezîr bi Bexdayê dikaribû û ne jî dikarî rapêçanî bêtir bajo. Paşiyê bêçare ma, ji wê derê vegeriya. Bazê kurê Dostik jî bi pey wan diket, timî êrîş dibirin ser hêzên wî, her carê çendek ji wan dikuştin. Piştî ku demek bi vî awayî derbas bû, wezîr têgihîşt ku bi Baz re nikare serî derxe. Naçar ma ku pê re li hev were û biryara xwe da ku vegere Mûsilê. Gava gihîşt devera Til Fafanê (ciyek li nîvroyê Meyyafarqînê dikeve û li ber çemê Dicleyê ye) ji walîyê Mûsilê Ebu’l Qasim kurê Sa’d kurê Mihemmed el Hacib re name nivîsî û rewşê jê re got. Walî jî ji Baz re namekî nivîsî û daxwaza lihevhatinê pêşniyaz kir. Baz jî pêşniyazê pejirand, di navbera herdû aliyan de di meha Remezanê di sala 377ê hîcrî (988ê mîladî) de lihavhatin çêbû. Li gorî vê lihevhatinê bajarê Tûr Abidîn (îro ji vê herêmê ra dibêjin Torê) û herêma li pişt wê ango Cezîre; ji walîyê Mûsilê re û alîyên dine jî ji Bazê kurê Dostik re bimînin.
Piştî vê lihevhatinê dostaniyek bi rêkûpêk di navbeyna Bazê kurê Dostik û walîyê Mûsilê Îbnî Sa’d da hat danîn. Di pêş de di çend tengayiyê walîyê Mûsilê de Bazê kurê Dostik alîkariya wî kir. Di vê navê de komek ji Kurdên Hekarî û herêmên derûdorê êrîşê ser Mûsilê kirin, bajar talan kirin û li ehlê bajêr zordestî kirin. Ku Bazê kurê Dostik ev bihîst, ji Hesenkêfê derket, li ber deriyên Mûsilê ji nişka ve êrîşî ser van kesan kir. Gelek ji wan kuşt û malê wan talan kir. Malbata walî Îbnî Sa’d û xelkê Mûsilê ji wan xelas kir. Hingê di dilê xelkê Mûsilê de li hember Bazê kurê Dostik hezkirinek mezin çêbû.
Gava walîyê Mûsilê Îbnî Sa’d di sala 376ê Hîcrî (987ê mîladî) de mir, Beha-ud Dewle Ebû Nesr hate Mûsilê û rêveberîya bajêr girt destê xwe. Ebû Nesr li ser peymana lihevhatina ku berê bi Baz re hatibû kirin ma û mîrîtiya Cezîre û Tûr Abidînê jî dayê.
Piştî ku demek bi vî awayî derbas bû, Ebû Nesr ji Baz re nameyek nivîsî û jê xwest ku paşve vegerin ser hoyên peymana di navbera wî û İbnî Sa’d de. Lê belê Baz vê pêşniyazê nepejirand. Ebû Nesr jî vê rewşê ragihand xelîfe Tayî. Li ser vê, xelîfe di bin fermandariya kâtibê xwe yê bi navê Serîr Nesr kurê Tasî de leşkerek amade kir û şand ser Baz ve. Herdû leşker li Tûr Abidînê rastî hev hatin û li dîyarê gaza Niseybînê şer dest pê kir. Di vî şerî de Ebû’l Fewarîsê birayê Bazê kurê Dostik hat kuştin. Piştî şer Bazê kurê Dostik cenazê birayê xwe anî Meyyafarqînê, li dervayê bajêr hate veşartin û li ser mezelê wî kumbetek çêkir. Û navê vê der bû kumbetên Ebu’l Fewaris.
Piştî mirina Samsam-ud Dewle ku birayê wî Beha-ud Dewle ciyê wî girt, Hemdanîyan çavê xwe berî vî welatî dan. Di vê demê de du lawê Nesr-ud Dewle Hesenê kurê Hemdan ku yek Ebû Tahir, yê din jî Ebû ‘Ebdullah, bûbûn mîrê Hemdanîyan. Ev herdû bira ji bona welatê Bazê kurê Dostik jê bistînin, hucûm dan ser Baz. Pêşîyê Baz ji ber wana revîya, ji ciyek çû ciyek din. Paşîyê derbasî Tûr Abidînê bû û leşkerên xwe li wê derê berhev kir. Di navbera herdû leşkeran de şer dest pêkir. Di vî şerî de Baz li ser pişta hespek têk çû, ji ber ku merivekî girî zexim bû, xwest li hespek dinê siwar be û ji ser pişta hespê xwe qeviz da ser pişta hespekî dîtirê. Lê belê berî ku bigihîje hespê dine li ‘erdê ket û parxanên wî jikestin. Di wê rewşa birîndariya giran û li ‘erdê raketî de, yek ji wan kurên Hesenê kurê Hemdan tê ew bi derbên şûr dikuje û dest û piyên wî jêdike û dişîne Mûsilê û ji wê derê jî dişîne Bexdayê ji bona nîşanî xelkê bidin. Û laşe wî jî birin Mûsilê û şûştin, kefen kirin û bi limêj hat veşartin. Gelê Mûsilê gelek liber bi kuştina Bazê kurê Dostik ket, şîna wî girt û li serê girîyan. Di sala 14ê Muharrema 380yê hicrî (991ê mîladî) de, roja yekşemê hatîye kuştin.
Dîroka însaniyetîyê pelê pêlewanekî din jî quliband û wi xist nav rûpelê Mêrxasa…
[1] Ji pirtûka “İbn’ul Ezrak, Mervani Kurtleri Tarihi, Turkçesi; M.E. Bozarslan, İkinci Baskı