Sebûrî nasnavê hevalê Melayê Cizîrî, Mîrê Hekarîyan 'Imaduddînê kurê Yehya Begê kurê Zekerîya Xan Begê ye, ewê ku di navbera salên 1632-1639ê mîladî da hukum li mîrgeha Hekarîyan kirî. Babê wî Yehya Beg di şerekî da li Wanê digel Mihemed Paşayê Walîyê Wanê li sala 1617ê mîladiî da hatibû kuştin.
Demê mamê wî Şerefxan bûye mîr, wî ew kire mezinê kela Çehrîqê û li sala 1632 ew dijî mamê xwe rawesta û hêriş[1] dane devera Elbakê, piştî demekî li serê sala 1633ê mîladî ew şiya paytextê mîrnişînê ku li Colemêrgê bû bistînit û mîrî ku Zeynel Beg bû bikujit û bibite mîr.
Hevçaxê sultanê Osmanî Miradê Çarê (1622-1639ê z.) bû, ewê şerên dijwar digel dewleta Sefewiyan kirîn û demê sultanê Osmanîyan vîya hêrişê bidete ser Sefewiyan li sala 1635ê mîladî, wî nameyek bo Mîr 'Îmadeddînê Hekarî hinart[2] û tê da daxwaz jê kir ku ew piştevanîya wî biket. Belê Mîrî daxwaza wî bi cih neîna[3] û bersîveka kirêt dayê û sivikî bi wî kir. Lew piştî hingî sultanî hêzek hinartê û li sala 1635an şerek di navber Mîr 'Îmadeddînî û leşkerê Osmanîyan da li devera Pîzanê çêbû û di encam da. Hekarî şikestin û Mîr 'Îmadeddîn ber bi Helebê ve revî. Belê ew li wêrê hate girtin û hate hinartin bo Stenbolê û sultanî fermana girtna wî bo demê heft salan da û ew hate zîndankirin, Piştî heft salan demê ew hatîye berdan, li demê zivrîna wî bo welatê wî li bajêrê Edene/Adana -dibêjn- bi nexweşîya ta'ûnê[4] mir. Hindekên dî dibêjin: Ew li stenbolê li sala 1639an bi destê Mistefa Paşayê sedrê e'zem hate kuştin.
Piştî wî kurmamê wî 'Îzeddînê kurê Şerefxanî bû mîrê Hekarîyan. Li serdemê wî gerokê navdar Ewlîya Çelebî hatibû Colemêrgê û ew behsê wî diket û dibêjit: Ew mîrekî xudan şîanê mîrgeheka bi hêz bû.[5]
Mîr 'Îmaddedîn ewê nasnavê Sebûrî bo xwe di şi'rê da hilbjartî hevçax û hevalê Melayê Cizîrî bû û di dîwana Melayê Cizîrî da şi'reka hevpişk/musacele ya mîr 'Îmadeddîn û Melayê Cizîrî heye, jê diête zanîn ku mîrî destekê dirêj di vehandina şi'rê da hebû. ji hindek gotinên Melayê Cizîrî diête wergirtin ku mîr zanayekê şareza bû di zanînên şerî'etê jî da. Melayê Cizîrî li dûmahîya vê şi'rê dibêjit:
Di behra qulzuma mîran bi xewwasî guherçîn im
Di behsa şerh û tefsîran tu deryayan we nabînim
Ji mîr û begler û çîran xulamê Mîr 'Îmadîn im
Heta demekê nêzîk mij û moranê rastîya kesînîya mîrî di nav xwe da pêçabû, gelek kes hebûn hizr dikirin ku Mîr 'Îmadeddîn êk ji mîrzadeyên Cizîra Botan bû. Her çende di hijmareka Destnivîsan da bi aşkerayî hatîye ku Mîr 'Îmadeddîn mîrekê Hekarî bû û li van dûmahîyan du destnivîsên dîwana Melayê Cizîrî hatine dîtin û agehdarîyeka giring dane m. Ew jî eve ye ku Mîr 'Îmadeddîn ew e yê nasnavê wî Sebûrî ye. Ew herdu destnivîs eve ne:
Destnivîsa Mihemed Esmerê Xoşabî ewa li sala 1283 mişextî (beranber 1872 z.) hatîye nivîsîn, ku tê da hatîye: Selam kirdin Mela ber hezretê Seburî Emîr 'Îmaduddîn ellezî hu min silsîleti’l 'Ebbas ridwanullahî Te’ala ‘eleyhum ecme’în.[6]
Destnivîsa Mihemed Sebrîyê kurê Mela 'Ebdulfettahê Herşinî,[7] ewa li sala 1341 mişextî (1923 z.) hatîye nivîsîn, ku tê da hatîye: Ma qale Şêx Ehmed el-Cizîrî fî mihawêretu’l-al Mîr 'Îmaduddîn el-Hekkarî el-melqebu’l- Sebûrî qedesellahû sirrehumma we rehmetullahî ‘eleyha.[8]
Heta nuke heft şi'rên Sebûrîyê Hekkarî hatîne dîtin: Êk ew şi'ra hevpişka wî ye digel Melayê Cizîrî ku di dîwana Melayê Cizîrî da belav bûye. Her şeş şi'rên wî yên dî eve ne yên em li vêrê belav dikeyn ku sê ji wan berî nuke belavbûyîne û sê bo cara êkê ye belav dibin.
Şi'ra êkê:
Texmîsa wî li ser xezeleka Melayê Cizîrî[9]
TEXMÎS
Sed emanet li te ey mehrema esrar û şehê
Bilezîn subhedem û şam û seher sal û mehê
Di herêma herema xas û humayûn qebehê
Ey nesîmê seherê ma di mecala subehê
Sed selaman bigehînî ji me wê padişehê
Nazika şox û şepal û perîya hûrîmisal
Ya enî roje bi dêm zuhre bi burhan du hîlal
Ya ji mişka xetene xal û xet û kakul û xal
'Er'era qametelîf neyşekkera şox û şepal
Nazika sîmînten û Xusrew û zerrînkulehê
Tu bi i'zaz û bi ikram bike xemxwarî û lutf
Ji kinarê te bibêtin qemera yarî û lutf
Butê Azer bike ihsan bi keremkarî û lutf
Di berê da tu bibûsî[10] bi dused zarî û lutf
Astan û der û dîwar û şubakên qelehê
Me divê halî beyan keyn ne bi hubr û qeleman
Rahet û êminî çûn sebr û qerarim qe neman
Munşeê haşî û şerhan û beyanêd siteman
Nameya cewr û cefa û elem û derd û xeman
Dî bi destê zerîyê muhteşemê serwîsihê
Da ku sira me 'eyankeyn ne bi lefz û ne'etê
Ew perîşanî ku inşa kir te bi 'erz û bi xetê
Guh bidêrin bi te'eccub li seraser qisetê
Belku dilber ji rûyê 'adilî û merhemetê
Rehmekê kit bi feqîran û bipirsit gilehê
Ez nizanim bo çi kêşayîye şîrê xezebê
Me ji rehma te nekir hîvî û mame di 'ecebê
We'de naziktir e îro me ji şûşa Helebê
Dil giran e te ji me û dîyar nizanin sebebê
Ew bi xeşme li xerîban û nedêrin gunehê[11]
Ji çi kinaran ve guneh qet sirrê nûnek me heye
Xeyrî hubba te me ra 'işq û cunûnek me heye
Cewherê fanî ye qet mirin û menûnek me heye
Ma ji ber derb û firaqa te sukûnek me heye
Cerg û dil herdu bi nalî ne wekî çeng û jehê
Sed xeraban li terîqa te 'imaret dikim ez
Sed hezar 'ebd û esîran bi kefaret dikim ez
Zerreyek weslê bi canê xwe ticaret dikim ez
Hecera Eswed bidirit destî zîyaret dikim ez
Nezrê min bit bigirim xwasî terîqa Mekehê
Pir di 'işqê da mehuwîn me neman esl û rehek
Wekî te mest û xumarî kê dîye xan û şehek
Lew Sebûrî ji ser û qame ne hişyar e gehek
Ji ezel Heq bi Melê daye ji 'işqê qedehek
Ta ebed mest û xerab în ji meya wê qedehê
Şî'ra Duyê[12]
Dila mehcûr[13] û xemgîn im
Ji dest eflak û dewranê
Ji çeşman xûn dibarînim
Wekî tavê di baranê
Bi zecr im ez ji kovanan
Dinalim ez ji bustanan
Disojît erd û asmanan
Tinê ahek ji bîcanê
Bi min aha dilê jar e
Eger bêtin bi tekrar e
Seqer têkda dibit sar e
Ewe cuz’ek ji nalanê
Ji nalînan perîşan im
Wekî bilbil xezelxwan im
Şibet perwane bê can im
Sebeb şem'a şebistanê
Sebeb şem'a munewwer lê
Di dev marê ku sed ser lê
'Eqîq û durr û gewher lê
'Eqarib hate seyranê
Li seyrê min 'eqarib dî
Li burcê min kewakib[14] dî
Li cewzayê 'etarid dî
Qelem zen bû di dîwanê
Di dîwanê ku sef westan
Di kerba saqîyan mestan
Şeraba safî ye di destan
Ji rengê abê heywanê[15]
Ji heywanê vexwar fincan
Ji destê saqîya qencan
Bîye daro ji bo rencan
Çi daro bû di meyxanê
Di meyxana ku daro tê
Ji bên misk û bixaro tê
Gelek şubhetî marotê
Bi dom mayîm di zindanê
Di zindanê bi dom mayîm
Di dev marê xeman dayîm
Ji 'işqê bê ser û pa yîm
Wekî goya li meydanê
Wekî go bê ser û dest im
Bi zulfa 'enberîn best im
Di xêla xidmetê west im
Tu carek lêde çewganê[16]
Bi çewganê îşaret kir
Bi min ra new'ekî red kir
Dilê xemgîn tijî derd kir
Bi wê le'la Bedexşanê
Bi wê le'la li bal 'Îsa
Cewab anî ji Belqîsa
Suleymanî dibêm dîsa
Reha wî tuxr û nîşanê
Ji vê nîşan û tuxrayê
Hîlalê reng û balayê
Çi surme bû li çeşm dayê
Muqewwes bû ji kêşanê
Keman kêşa kemandaran
Dibarin tîr wekî baran
Li qebrê me birîndaran
Di wê hebsê û kovanê[17]
Sebûrî ma di hebsê da
Bi dom mayîm di qeydê da
Wekî dinêrî di çalê da
Derîne wî ji zîndanê
Şi'ra Sêyê[18]
XEZEL
Di 'ecalê xemilîn gul te nedî baxê xeban
Ne ku fesla xezelan e gul û gulzar neman
Bilbilê baxnişîn[19] şibhî xefaşê pê xweş e
Lew ku gulşen bûne şîlan[20] û gulê par neman
Îremasa[21] xemilî bûn ji çemen bade ye têk
Tali'ê me ji çemen sebze û reyhan neman
Çend wêranenişîn şibhê hemama li hewa
Lew ku wêrane ye wêrane ku dîwar neman
Ger kesê jar ku li şagirdê qesaban me we dî
Îro şahîn ku li seydê ne bi şumqar neman
Lebê xendan şîfabexş în li merîzan çu mesh
Dê çi mu'cîz binumîtin ku tu bîmar neman
Sebrê Sebûrî ye ser wek çemenê hatî demek
Me sebr dê bi çi bit seroyê sipîndar neman
Şi'ra Çarê[22]
Dilê mecrûhê min pir jan e dîsa
Tijî derd û xem û kovan e dîsa
Neşêm derman bikem derdê dilê xwe
Hekîman bêne ser Luqman û 'Îsa
Heçî dî sûreta dildar û dilber
Bîye heyran duçar û kefte lîsa
Belê min zanîye bedbextîya xwe
Çirayê min heta subhê neîsa[23]
Ji lutfa te 'eceb mame Sebûrî
Ne go halet çî ye defter nivîsa
Şi'ra Pêncê[24]
Bi zimanê farisî ye.
XEZEL
Ey bêmisl ruy-i tu hemçu me bir felek
Medhê lebê le'l-i tu werd-i zeban-i melek
Ma di reqîb awerîm neqdê dil pîş-i tu
Her çi derd xeş bud ta mesebna sed mehek
Der lebê canan bibîn ceher ferda hekîm
Ger bi guşayî du leb warihî ez rîb û şek
Hebk fî qelbîna sar keneqş bi’l-hecer
Suretê 'eşq er delem keş natuwan kird xek
Weslek qed fat min hicrek ayne’l-mefer
Ahreq qelbî keza ewqe'nî fi’l-helek
Pîş tu can naxten lî mera karlîk
'Eşq lu bir kep şekerde zî hem bazfek
Milkê Seburî şod meqtel dergah tu
Nezer tu xahed kend can hezaran çepek
Şî'ra şeşê[25]
Bi zimanê farsî ye.
Bir arem ah kerem az sîneyê pir zexm xud her dem
Becam zihrî xun qehrê eşkter rewan her dem
Fixan az şoreş dilber ke can ma be sed nawek
Zend ber cîger rîşem helakem mîkoned her dem
Fidayî an leb-i şekerfeşan budem kî der meclîs
Buqet geften û dur sifeten û ser în şîxen her dem
Duway-i derd miştaqî kuca daned me'alic ra
Kî eşkê xun zi mijgan ta girîbanim rewan her dem
'Îlacê derdî 'aşiq ra mîyan an du leb başed
Eger xahed dewa dared eger mecrûh der her dem
Nedanem ta be kî der werteyî xun mîdum daim
Bayen halî perîşanî û derd û pir bela her dem
Nedared çareyî 'aşiq be cuz dîdar-i dilber ra
Sebûrî ta bekî başed ke der hicr betan her dem
[1] Hêriş: Êrîş
[2] Hinart: Şand
[3] Bi cih neîna: Bi cih neanî, pêk neanî
[4] Ta'ûn: Nexweşiyeke dijwar e. Bi şewb belav dibe. Kujer e. Di wucûda însên de werimandin û nipixandina pêk tîne. Cureyeke nexweşiya webayê ye.
[5] Berê xwe bide: Kitêba “Muxteseru’l-Ehwali’l-Umera” Ya Mîrza Mihemedê Yazıcı, wergêran ji Farisî Nizar Eyyûb Gulî, paşbenda jimare 2, berperên 149-163.
[6] Hêja Ebdurrehman Mizûrî êkemên car îşaret da vê meselê û vê destnivîsê di gotara xwe da ewa di hejmara (20)ê da ji kovara Peyv li sala 2012ê da belavbû.
[7] Herşinê bi ser Farqînê ve ye
[8] Kopiya vê destnivîsê ji layê Enstîtuya Kurdî ya Amedê li sala 2008ê da hatiye belavkirin.
[9] Ev şî’re ji layê Ebdurrehman Mizûrî ve di kovara Beyan da jimara jimara 86an da li Gulana 1983yê da hatiye belavkirin.
[10] Bibûsî: Maçîke
[11] Ev malik di dîwanên Cizîrî yên çapkirî da nîne.
[12] Ev şî’re di van jêderan da hatîye: Perekê destnivîs bi destê Hecî Mustafayê Kitanî li sala 1920, kurê wî Dr. Mes’ûd Kitanî wêneyê wê di kitêba xwe da “el-Mesacîd wel-Medarîs we el-Ulema wel mextûtat fî îmaretu’l- Badînan” belavkirîye û rojnameya Hewkarî jimara roja 3.12. 1981, belavkirina Ebdilkerîm Findî Doskî û kovara Beyan jimara 86, Gulana 1983, belavkirina Ebdirehman Mizûrî.
[13] Mehcûr: Tenha, terkkirî, bi tenê
[14] Kewakib: Pirjimara kewkeb. Yanî stêrk
[15] Abê heywanê: Ava jiyanê
[16] Çewgan: A. Çelakê lehîstoka kaşoyanê, polo. B. Darê padîşahan e.
[17] Kovan: Derd, hesret, kul
[18] Ev şî’re di Kovara Karwan da j. 64 li sala 1988 hatîye belavkirin ji layê Hemzeyê Şoşî ve.
[19] Baxnişîn: Li baxê rûniştî
[20] Şîlan: Navê gulekê ye ku jê fêkiya bi nave şîlanê çêdibe. Bi Tirkî kuşburnu
[21] Îremasa: Îrem yanî buhuşt. Îremasa; wekî îremê
[22] Ev şî’re di destnivîseka dîwana Melayê Cizîrî da hatîye, ewa MuheMmedê kurê Ebdul’ezîzê Şoşî li sala 1260 h./1844 zayînî da nivîsî.
[23] Neîsa: Venemirî
[24] Ev şî’re mi ji destnivîsa Îsma’îl Paşayê Mîrê Amêdîyê wergirtîye, ewa li sala 1260ê mişextî (z. 1844) hatîye nivîsîn.
[25] Ev şî’re mi ji destnivîsa Muhemed Teyar Paşayê Mîrê Amêdîyê wergirtîye, ewa li sala 1218 mişextî (z. 1803) hatîye nivîsîn.