Salên ku ez xwendevanê zanîngehê bûm rojekê li gund, em li civatekê rûniştî bûn. Ê zanin di zanin, jibo ê nizanin em bêjin. Civat û şevbêrkên gundan pir xweş in. Ya rast bi pêşveçûna teknolojîyê em êdî bûne pêgirêdayîyê ewan cîhazan. Belkî me civat û şevbêrkan jibîrve kiribe. Min ne texmîne ku ew ta’ma berê di şevbêrka de jî hebe.
Şevbêrka me germ bûbû, di germahîya şevbêrkê de meseleyek derket di nav me de. Bi rastî ez ne terefê meselê bûm. Belê di nav xeberdanê de min jî fikrê xwe got. Li şevbêrka me xalek minî aqilmend hebû. Xalê min merivekî dinya dîtî ye. Li gora şertê wî zemanî mekteb ne xwendîye bele însanekî xwedî soz û rû sipîye. Ê ku mesele di nav wan de derketi bû, birazîyê wî bûn. Li ser meselê ku min jî fikrê xwe got, xalê min li civatê vegerîya û got:
- Lê we dît, gotina herî baş, a xwarzîyê min e. Merivê xwenda hindik xeber didin belê ku xeber didin jî, xeberdana wan ne beredayî ye. We ji êvarê de serê me gêj kir.
Ev xeberdana xalê min pir tesîr li min kir. Belkî heta wê çaxê min bi vî çavî li xwendinê ne nihêrtibû. Ji ber ku di zemanê berê de îmkanê milletê tunebû, ne diçûn mektebe. Ê ku îmkanê wan hebûn û mekteb xwendibûn qedrê wan dihate girtin. Rêya medenîyetê, sergiranîyê û zanîna rabûn û rûniştinê di tehsîlê de diçû. Di nav gelê me de însanên xwenda û xwedî tehsîl, ji ber vê yekê qedrê wê bilindbû. Ev qedirdayîn û ehemmîyet, bê guman jiber tehsîlkirina ‘ilmê ye. ‘İlme ê ku qedrê însanan bilind dike.
Bi emr û fermana Rebbê Zulcelal ku ayeta Qur’ana Pîroz ya ewil e, divê em jî bixwînin. Belê xwendin cûre bi cûreye. Xwendin heye, li mekteba bi tedrîsatê tê kirin, xwendin heye bi temaşekirina li mu’cîzatê Rebbê ‘Alemê û tefekkurê tê kirin, xwendin heye jibo wê nelazime meriv here mekteban.
Xwendina herî hêja û bi qîmet, bê guman xwendina Kelamê Qedîm e. Wexta em Qur’an’a Pîroz bidine ber xwe û bixwînin, divê bi çav û zanîneke cuda em lê binhêrin. Lewra tu kitêb û kelam bi me kaînatê, jiyana herdû dunyayan heq û mafên zîrûhan, zanîn û fêmkirina Rebbê Zulcelal dîroka însanîyetê wiha xweşik nikarin bidine fêm kirin. Jiber vê xwendina herî bi qîmet xwendina Kelamê Qedîm e, kitêba herî bi qîmet jî Kur’an a Pîroz e.
Piştî xwendina Kelamê Qedîm, dor dora xwendinên din e. Xwedayê Zulcelalînsanan ji zîrûhên din cuda xuluqandîye. Aqil, fêm kirin, tefekkur kirin, mûhakeme kirin… Evan taybetiyan ferq dixinnavbeyna me û zîrûhên din. Her wiha ev taybetîyên me, hinek mesûlîyet jî didine ser pişta me. Wexta em li dendikekî dinhêrin, em dizanin ku di hundurê wê dendikê de darek heye, fêkîyên reng bi reng û bi ta’m hene, koka wê darê heye xwe berdide bin ‘erdê… Yanî qadirekî mutleq heye ku bernameyek bi wê dendikê daye xwendin. Dendika ku mezinahîya wê weke neynokê ye, belê dihundurê wê de bi tonan giranî, cure bi cure rengan û ta’man veşartî ye. Di vê ku em mu’cîzatên Rebbê Zucelal bi vî awayî em bixwînin.
Xwendina din ya ku îro di nav gelê me de tê zanîn, tedrîsata li mekteba ye. Çi medrese bin, çi mektebên fermî bin, li van deran ‘ilm tê tedrîskirin û hînkirin. Li medreseyan bi pirayî‘ilmê dînî, li mektebên fermî jî bi pirayî‘ilmên fennî û teknîkî tê hînkirin. Her dû wargehên ‘ilmê jî bi qîmetin, di ‘ilmê herdû wargehan de jî fêda însanan heye. Lê belê ew ‘ilmê ku tê hînkirin divê meriv bi bal Xwedayê Zulcelal ve bibe. yanî Ew Xwedayê ku ku ji mîsqalê zerre heta galaksîyan xwediyê vê kaînatê ye, divê xwendin û ‘ilm me nêzîkî Wî bike. Ew ‘ilmê ku Xweda yê me bime nede zanîn, bi te’bîra Qur’an a Pîroz, meriv dike kerê ku barê wî kitêb in. Bi hilgirtina kitêban tenê em te’de li xwe dikin.
Piştî qimet û giranbihayê xwendinê, me fêm kir, divê bi vê zanînê em dest bi xwendinê bikin. Wexta me kitêbek da destê xwe bi vî ‘eqlî em tefekkur bikin û bixwînin. Ê ku bi vê zanîn û tefekkurê nexweyne û bi vî rengî li ‘ilmê nenihêre, wê bibe mîsala kerê kitêbbarkirî.