Wergera Ji Farisî: Hemîn Omar Ehmed
Ez Mela Mihemed Xizirê Nerzîwayîyê Şînoyî me, kurê Mela Ezîz im. Bavê min kurê rehmetî Hacî Xelîfê Mela Xidirê Nerzîwe ye. Malbata me berê malbateke ‘ilimdar û olî bû. Dikarim bi kêfxweşî bêjim ku niha jî wisa ne. Ez di sala 1322yê mişextî beramberê sala 1905ê mîladî de li gundê Narzewe ya bajarê Şinoyê ê nêzî Urmiyê hatime dinê. Malbata min ez di şeş saliya xwe de şandim dibistanê. Şukir ji Xwedê re min di sê mehan de Quran qedand. Di wê demê de xwendina pirtûkên farisî yên wekî Nagihan Waî Şude Mexlûq, Gulistan û Nisabus-Sibyan meşhûr bûn ez jî bi xwendina wan prtûkan mijûl bûm.
Ez heşt salî bûm min li medreseyên Bezmert a navçeya Şino li cem rehmetî Hecî Xidrî Ewamila Curcanî, Tesrîf û Ehmediye qedandin. Piştra min pirtûkên Se’dulla Sexîr û Şerha Muxnî xwendin.
Şerê Cîhanê ê Yekem li herêma Şino jî belav bû. Wê bûyerê ez çar-pênc salan ji xwendinê dûr xistim û bû sedema birçîbûn, koçberî û sirgûnê. Piştî mirina rehmetîyê Xelîfe Mela Husênê mezinê malbata Xizrîyan û mirina birayê minê xwendekar û rehmetî Hacî Xidrî, Ûris ji Îranê derketin û asayîş vegeriya.
Birayê minê mezin rehmetî Mela Mihemed Şerîf ez û pismamê minê bi navê Mela ‘Ebdullah birin cem mamostayê jîr û zana, rehmetîyê Qazî Mela Mihemed Şerîf el-E’zem. Me li cem Mela Mihemed Şerîf el-E’zem dest bi xwendina ‘ilmê Serf û Nehw û Îstî’arê kir. Tê bîra min dema Min Suyutî û Şerha Elfiya Îbn Malik' dixwend min biryar da ku ji Şinoyê derkevim da ku xwendina xwe bidomînim. Ez çûm gundê Nalosê cem Mela Mihemed Se’îdê Burhanî (Rehma Xwedê lê be.) Min xwendina Siyûtî, Abdullah Yezdî û Şerh-i Şems li wir temam kirin. Ji bilî van pirtûkên ku min behs kirine min beşek ji Muxtesera Mutewwel jî xwend.
Di sala 1927 an de ez çûm gundê Peswe ya herêma Lacanê. Li wir min sê mehan li cem nivîskar û mamostayekî navdarê ‘Iraqî ê bi navê Hacî Mela Ebdullahê Girîtkî xwend. Ev seydayê min ji malbata ‘alimê mezin Îbnî Ademê Balek bû. Min li ba Mela Ebdullahê Girîtkî pirtûka “Qazî Larî” û beşek jî ji pirtûka “Belaxetû Îlmul-Behs” xwend. Ji wir ez vegeriyam Deşemsê û min li cem rehmetîyê Mela Mihemedê Wanî (Rehma Xwedê lê be) dersên mayî hemi xwendin. Min li ba Seyda Mela Mihemedê Wanî îmkana xwendina beşên “Tuhfe, Tefsira Beydawî û “Felekiyat” jî peyda kir.
Di sala 1929an de ez çûm Mehabadê ji bo dîtina Seydayê hêja Mela Mihemed Turcanîzade ku neviyê mela ‘Elîyê Qizilcî ye. Min li ba vî seydayê xwe “Lubabul-Îşarat, Eşkalut-Tasis, 'Ilmul-Hedîs' û her weha beşek ji Mîras û Ûsturlab jî xwend. Ez carek din vegeriyam Dêşemsê û li ba seyda min hinek din jî iîqih, Tefsîr û Hedîs xwend
Di Çileya sala 1930an de, piştî ku min destûra dersdayînê û fetwayan standibû, ez vegeriyam Narzîvê û min dest bi muderîsiyetiyê kir. Piştî çar-pênc salan rehmetî Melayê Qazî Mihemed Emînê Xakî (rehma Xwedê lê be) koça dawî kir. Li ser vê, xanedanên Şînoyê ez anîm Şîno. Li Şînoyê ez bûm melayê înê û melayê mizgefta Mezin. Di heman demê de li mizgefta nav bajêr û mizgefta Mela Taha de jî min ders dida. Bes min li wir dersa muste’îdan dida. Digel vê, çend heb feqî jî li bin destê min mezûn bûn û bûn mela. Ta niha min icazeya melabûnê daye heftê kesî. Hin ji van kesan niha serbilind in, destûr didin yên din ku bibin mela û mamostetiyê bikin.
Nivîsên min:
Piştî heftê salên xizmeta ilm, ol û dersdayînê, min 112 rîsale li ser zanistên cûrbecûr, şîrove û mijarên dînî nivîsîn. Nuha ji berhemên min ev rîsaleyên Tarîx, Meşahirû’l-Fetawa el-Mihemediye ji bo çapê amade ne.
Sûret: Helbestvan Hêmin Mukriyanî (1921-1986) û Mela Xizirê Qazî (1905-1997)
[1] Ev kurtejiyan bi destê Seyda bi Farsî hatiye nivîsîn. Ji bo danasîna Seyda me pêwîst zanî ku wergerînin Kurmancî da ku seyda bi destnivîsa xwe bê naskirin. Seyda di 6.04.1997 li Şinoyê koça dawî kir. Xweda Te’ala bi rehma xwe şa ke.