Gotinên wecîz û bi hîkmet, di her zimanî de bi qîmet in. Lewra ji devê kesê/n hêja derketine, şîretan li mirovan dikin, rê nîşanî meriv didin, balê dikşînin ser kar û xisarê. Kesên ku evan peyv û gotin cara yekem bilêvkirine ji wan hinek neyên zanîn jî, eşkere ye ku evan kesan ehlê zana û xwedî tecrube ne.
Gotinên pêşiyan jî bi vî awayî gelek şîret û hîkmetan di xwe de dihewînin. Esasê xwe ji tecrubeyan distînin. Belê ferqa wan ji gotinên din ev e ku ji aliyê kê ve cara ewil hatiye gotin ne diyar e. Pêşiyan li gorî tecrube û dûrebîniya xwe, li ser cûrbecûr rewşa jiyan û mirovahiyê, peyvên wecîz û di cî de, bi şîret û hîkmet diyar kirine. Zaroyên wan di heyatê de dema hewce bûye li ser meseleyan, evan gotin û peyv bilêv kirine li ber zarokên xwe. Zarokên wan jî ji ewladên xwe re gotine û bi vî awayî evan peyv û gotin ji neslekê derbasî nesleke din bûne.
Behra gotinên pêşiyan ên bi zimanê Kurdî, di warê xwe de gelek dewlemend e. Gelek mijar û gotinan dihewîne. Meriv dikare bêje ku li ser mijarekê belkî her herêmekê peyvek an çend peyv gotine. Evan gotin, çand û rewşa millet, bîr û baweriya millet nîşan didin. Ji aliyê edebiyatê ve cûreke devkî ye. Li ser jiyana mirovan, hal û tevgerên însanan, eqîbet û qezenca rewşan hatine gotin. Digel ku zimanê millet diparêze ji zayî û ziwanê, nesla nû digihîne li ser rêça pêşiyan. Bi dem û dewranan re serpêhatî, tecrube û têkilîyên millet, adet û kevneşopiyên millet xuya dikin. ‘Eyneya kultura milletê ye. Li gorî dever û herêman, gotina peyvan piçekî biguhere jî meqsed eynî ye. Mîsalen; evan herdu gotin, li ser têrbûna zik hatine gotin: “Bila zikê têr be, bila cî qelşa zinêr be.” “Bila zikê têr be, bila ji çilê dêr be.” Peyva dawîn li hêla Şemrexa Mêrdîn tê gotin. Peyva “çilê dêr” ji “çiloyê darê” bi kurtkirinê hatiye gotin. Li ser cûrbecûr mijaran mîna adar, bûk û xwesû hwd. gelek peyv hatine gotin. Evan gotina ji aliyê kelîme û armancê ve ji hev cûda ne.
Ev kitêba ku ji 6080 peyv û gotinan çêbûye xebata çar pênc sala ye. Pirê van peyvan ji nav millet hatine komkirin. Li gundan li hêl û herêman, ji xeberdan û sohbetên êxtiyar û xweşxeberan hatine stendin. Hinek jî ji nas û dostan bi awayê ku li hêla wan, pêşiyan çi gotine hatine xwestin. Pir hindik jî ji çîrok û meseleyên gelî hatine derxistin. Temamê peyvên di vê xebatê de, ne gotinên pêşiyan in. Hinek ji wan îdyom in. Pêşiyan li ser hin rewş û helwestan, peyvên bi wecîz û watedar jî bikar anîne. Evan peyv û peyvik, bingeha xwe ji rastî û tecrubeyê nagrin. Ji lew ji wan re “te’bir (îdyom/biwêj)” tê gotin. Feqet ji ber ku pêşiyan evan peyvan bi kar anîne û ji nesla dû xwe re hiştine, ji wan hinek di vê xebatê de cî girtin. Hemî te’bîrên di vê xebatê de, di jêrenotan de nehatin diyarkirin. Tenê hinek hatin destnîşankirin. Her wiha me’neyên hinek peyv û peyvikan û hinek navên taybet jî di jêrenotan de hatin beyankirin.
Ez malavahiya hemî dost û nasên ku keda wan di vê xebatê de heye dikim. Nexasim Azad Rêbiwar, Mustefa Rêzan û Fexreddîn Şemrexî, li ser serrastkirina gotinan gelekî xebitîn. Xweda ji wan razî be. Hêvîdar im ku ev xebat ji vê behra kultura dewlemend re bibe piştek, nesla nû bixwîne, ji vê çand û terbiyeyê dûr nekeve. Her weha ez ji hemî nas û dostan dixwazim ku bixwînin û ji hemî xwendevanên vê kitêbê dixwazim ku di heqê vê xebat û gotinên tê de fikr û pêşniyarên xwe, kêmasiyên bibînin ji min re bişînin û her yek li herêma xwe gotinên pêşiyan ên ku neketibin vê xebatê berhev bikin da ku ev xebat baştir û firehtir bibe. Xweda ji bo xwe û li ser xêrê bigerîne.