Paş tûfana Nebî Nûh (a.s.) bi her cureyan zinde, cot bi cot ji keştiyê baz didin û li ser rûzemînê belav dibin. Li aliyekê qaz, mirîşk, çivîk, bûm, kevok û bilbil. Li aliyekê bizin, mih, çêlek û mehîn. Li aliyê din jî pisîk, rovî, gur, piling û şêr bi ewlehî ji keştiyê dertên û her yek li aliyekê dinyê belav dibin û bona jiyanê dest bi xebatê dikin. Cotek kew ên çav belek û gerdenxelek jî per didin, keştîyê paş xwe da dihêlin û li welatê pîroz li derdora çiyayê Cûdî bi cî dibin. Teyr ên xwedî bask ên dirêj û bi hêz, per didin û bilind dibin bi bal asîmana ve. Li jor çavdêrî dikin, her yekî li dûr welatekî cuda di’ecibînin û li wî welatî bi cî dibin. Belê bi bask ên kin, kew ne dikarî bilind bifire û dûr here. Bona vê yekê çîya û deşt û zozanên derdora keştîyê ji xwere kirine cîyû war. Bi vî awayî paş tofanê cardin li ser rûzemînê bi şahî û şênahî jiyan çêdibe û li ser ruyê erdê her yek bi ewlehî jiyana xwe didomîne.
Belê paş heyamek dirêj, zinde li ser rûzemînê zêde dibin. Ferd dibine malbat, malbat dibine qebîle, qebîle dibine ‘eşîr, ‘eşîr dibine millet. Her milletek gor navê qewmê xwe, nav li welatê xwe datîne û dibine dewlet. Weka Teyristan, Bûmistan, Bilbilistan û Kevokistan... Bona vê yekê welatê ku qewmê Kew jî lê dijî, navê welatê xwe Kewistan danîbûn. Ji her derê Kewistanê qebqeba kewa bilind dibû û Kewistan her demê bi dengê kewa şên û şahî bû. Xêr û bereketa Kewistanê her diçe zêde dibû.
Paş demekê her yek paşeroja xwe jibîr dike û cardin di navbera wan de dijberî û dubendi çêdibe. Roj ên bi biratî û ewlehî derbaz bûyî û soz û peymana ji Nûh Pêxember (a.s.) sitandibûn, hatibû jibîr kirin. Yek yekî tehemil ne dikir û bi şerr û kuştina her yek dixwest dijberê xwe ji holê rake. Kesên bi hêz û qewet, kesên zeîf û bê qewet ji xwere bindest dike û wana ji xwere dikine xizmetkar. Kesên xwedî penc û bi nikul û bi qiloç, daîm serdestî û zilim li bê penc û bê nikul û bê qıloça dikir. Kew ên belengaz jî, ji ber ku bê penc û ne bikilqiloç bûn, her demê li wana zilm û tade dihate kirin. Bê guman berya tofanê jî rewş bi vî awayî bû, lewra tofan li ser wan de hatibû.
Bûmistan cîranê Kewistanê bû. Heyamek dirêj cîrantî û têkilîyên wan bi xweşî û aşîtî derbazbûbu. Kewistan welatekî bi xêr û bereket bû, her diçe kew zêde dibûn, lewra her kewekê bist heb hêk dikir û di bist rojê de, ji her hêkekê kewek derdiket. Belê li Bûmistanê ev bereket tunebû. Her Bûmekê du heb hêk dikir û paş mehekê, ji van hêka jî du heb Bûm derdiket. Evana jî xetereke mezin bû ji bona Bûmistanê. Qiralê Bûmistanê bi zilmê navdar bû. Ev qiralê zalim dîwanxaneya xwe kom dike û vê pirsgirêka mezin niqaş dike. Her endamek ê diwanxanê nirxên xwe aşkere dike û encamê de li ser vê yekê biryar tê dayîn. Her roj bê kêmasî sê kes ji ciwanên Kewa ji bona taştê û firavîn û şîva qiral wê were serjêkirin. Û heman demê de vê biryarê bi cî tînin.
Bi vî awayî her ku diçe ciwanên kewa yek bi yek kêm dibûn, Kew li xwe haydar dibin, belê tiştek ji destê wana ne dihat. Lewra Kew bê serok bûn û li ser mijarekê tifaq ne dikirin. Çawa tê zanîn "Her kes dijminê qewmê Kew bû, Kew jî dijminê qewmê xwe bûn" bona vê yekê qewmê Kew serfiraz ne dibûn. Bi rastî Kew bê çare mabûn. Belê Kewek nûranî, bi bawerî radibe ser pîya û bi qebqeb dixure. Çend ciwanên jîr û ‘egîd li dor xwe dicivine û êrişê dide ser qiralê zalim û bi qeweta Xwedê qiral, ji holê radike. Ji wê rojê pêde ev roj dibe cejn û newroz li welatê Kewistanê...