Li gorî çavkanîyê Îslamê di dewra Emewîya da li Farqînê kesê ku walîtî kirine navê wan evin: Di dewra ‘Emerê kurê ‘Ebdulezîz da Sa’d kurê Mihran bû walîyê Farqîn û Amedê. Di dewra xelîfetîya Yezîdê kurê ‘Ebdulmelîk da Mîhranê kurê Meymûnê kurê Mîhran bû walîyê wê derê. Lê Hîşamê kurê ‘Ebdulmelîk di dewra xwe da Mîhran ji wezîfê girt, Mervanê kurê Muhemmed kire walîyê wê derê. Mervan hetanî xelîfetîya xwe li Farqînê walî ma. Mervan piştî ku bû xelîfe wezîfetîya walîtîya Farqîn û Amedê da Ebû ‘Emîrê kurê Eban û Îsmaîlê kurê Se’îd. Evan kesan hetanî dewleta Emewîya xerabû li Farqîn û Amedê wezîfe kirin. (Îbnî Şeddâd.1.159)
Şekil 1 Ji Dîroka Meyafarqînê wêneyek
Di Dewra ‘Ebbasîya da Meyyâfâriqîn
Di dewra ‘Ebbasîya da Dîyarê Bekr yani herêma Amedê ji alîkî va bi îsyankarîya Xarîcîya tevlî hev bûbû. Ji alîkî din va di bin hucûmê Bîzansîya da bû. Ji ğeyrî vana jî qebîle û ‘eşîretê herêmê di nav xwe da tekoşîna hakimyetê li dijî hev didan. Ji ber vî qasî derê fitne heta dawî vekirî bû.
Ji îsyanê Xarîcîya ê ku li Meyyâfârqînê tesîr kiribû îsyana Fûdaylê bavê Se’îd e. Fûdayl bi tevî artêşa xwe girt ser herêma Diyarê Bekr. Ji gelek bajarê Diyarê Bekr xerac kirt. Fûdayl bi vê meqsedê bi artêşa xwe derbasî Meyyâfârqînê jî bû. Fûdayl bi gellê Meyâfârqînê ra li hember 10 hezar dirhem sulh kir. Fûdayl, piştî Meyyâfârqînê berê xwe da bajarê Mûsilê. Li Mûsilê nêzî çem û robarê Zapê bi artêşa Mûsilê ya ‘Ebbasîya ra şer kir. Di wî şerrî da Fûdayl û artêşa wî hatin kuştin. Li gorî rivayetekî gellê Meyyâfârqînê ji ber hezkirina Ehl-i Beyt sîxurkî şandin ji Xelîfê ‘Ebbasîya ra. Çûndina sîxur ji bo ku Xelîfe xeberdar bike bi sulha gellê Meyyâfârqînê bi Fûdayl ra û Xelîfe xeberdar bike bi hatina Fûdayl bi ser Mûsilê va. (Halife b. Hayyât, 1, 371)
Li herêma Meyyâfârqînê ji wan îsyanê Xaricîya yek jê jî a Welîdê kurê Tarîf eş-Şeybânî ye. Welîd di serî da ji qewmê xwe bi tevî 30 kesî îsyan dike. Xwedêgiravî li ser navê hibb û hezkirina Ehl-i Beyt serî radike. Gellê Meyyâfârqînê ji ber hezkirina Ehl-i Beytê di serî da piştvanîya Welîd dikin û 20 hezar dirhem alîkarî didinê. Lê piştra şêwl û mêşêwla Welîd mêze dikin tiştnê ğeyrî Îslamî tê de dibînin. Wekî ziman dirêjîya li Sehabîya û mut’e seba Xulefa-ê Raşidîn. Ji ber vana gelê Meyyâfârqînê dest ji piştvanîya Welîd dikşînin û ji Harûn Reşîd re namekî dişinin. Di namê da behsa bi sebep piştvanîya ku dane Welîd dikin û behsa talûka dirrutîya Welîd tînin ziman. Harûn Reşîd artêşek hazir dike û Yezîdê kurê Mezyed dike fermandarê vê artêşê û dişîne ser Welîdê kurê Tarîf eş-Şeybanî da. Welîd û hevalnê wî yên 'asî ji teref Yezîdê kurê Mezyed û artêşa wî va têne kuştin. (Halîfe b. Hayyât, 1, 369)
Şekil 2 Wêneyeke ji herba Misluman û Xaricîya
Di dewra Xelîfe Mustaîn da li herêma eyaleta Ermeniye tevlî hevî çêbû. Xelîfe Mustaîn jî 'Elîyê kurê Yehya (249 h/863 m) bi walîtî şande vê herêmê. 'Elîyê kurê Yehya hat Meyyâfârqînê. Xaçperestê Roma jî ji vê tevlî hevbûna di herêma Meyyâfârqîn û eyaleta Ermenîya, qelizîbûn yanî li hêvîya rojek wuha bûn. Xaçperesta hucûm dane ser ‘erda Meyyâfârqîn û herêmê. 'Elîyê kurê Yehya artêşek ji gellê Meyyâfârqinê çêkir û ketin hemberê Roma. Şerr û lihevxistin dest pêkir. Romê xaçperest bi quwweteke qewîn hatibûn ser mislumana. 'Elîyê kurê Yehya bi temamî hêz û quweta xwe da ser xaçperesta. Piştî şerrek dijwar 'Elîyê kurê Yehya û gelek micahîdê Îslamê şehid bûn. Xaçperestê Roma şehadeta Alîyê kurê Yehya ji xwer wek fersendek dîtin û hucûmê ser herêmê kirin. (Ya’kûbî, 1, 314; Taberî, V, 357)
Di sala 331 hicrî (943 mîladî) da xaçperestê Roma bi artêşek mezin girtin ser herêmê dîsa. Hucûmê ser Erzen, Meyyâfârqîn û Nisêrbînê kirin. Gelekî misluman şehîd kirin û gelekî jî dîl girtin. Di bergîdana wan dîla da destmala li dêra ku li Ruha li ser wêneya Hz. Îsa (s.x.l) xwestin. Mislumana wê destmalê şandin wan jî wan mislumanê dîl azad kirin. (Hemdânî, s. 135-136; Suyutî, 1, 341)
Di Dewra Lawên Şêx da Meyyâfârqîn
Xanedanê ku li herêma Diyarê Bekr ragirtin kiribûn yek ji wan bi navê Lawên Şêx bûn. Damezrînerê vê Xanedanê ji qebîla Şeyban Îsayê kurê Şêx bû. Îsayê kurê Şêx piştî li herêma Diyarê Bekr ragirtina xwe bi ser xist kurê xwe Muhammed kir walîyê Amedê û Ehmedê kurê xwe jî kir walîyê Meyyâfârqînê. Ehmed hetanî mirina xwe (898 m) walîtîya Meyyâfârqînê kir. Li gor kîtabeya li ser Camîya Meyyâfârqînê minarekî wê Ehmed çêkirîye (886-887 m). Her wiha tê fehmê ku birca ji teref qiblê wî çêkirîye. Lewra navî wî li ser wê bircêye. (İbn Şeddâd, 1, 156, 160)