Li gor ku tê gotin di sala 1925an de Wekîlê Qeymeqamê Qebilcewzê (Sason) Ridwan Efendî (li gor hinek çavkaniyan Kemal Efendî), miftî, tahsîldarê bacê, fermandarê cendirmeyan (serpel) û leşkerên digel wî ji bona berhevkirina bacê berê xwe didin gundên li quntara Çiyayê Meretoya ku girêdayê Sasonê ne. Ji ber ku li wê derê serpel ango fermandarê leşkeran destdirêjiya pîrekeke zewicandî dike serhildana ku di dîrokê de wek “Serhildan/Qiyama Sasonê” hatiye qeydkirin dest pê dike.
Em wek Kelhaamedê, ketine pey sedema derketina vê Serhildana Sasonê û me meselê ji bo wê vekola. Di encama lêkolîn û tehqîqata ku me kir de, em gihaştin kalê bi navê Hecî Mihemed Reşît Ak ê 122 salî yê ku ew bi xwe jî ji şahidên wan hewadîsan e. Hecî Mihemed Reşît Ak ê 122 salî qala sedema derketina Serhildana Sasonê, zilmên ku di wê dewrê de hatine kirin û qala sirgunbûna xwe û ya xelkê heremê kir. De werin em tev de guh bidin vê serpêhatiya dîrokî…
Kelhaamed: Hûn dikarin xwe bi me bidin naskirin?
Hc. Mihemed: Navê min Hecî Mihemed Reşît Ak e. Ez di 13ê Sibata 1895an de li Goxa Gundê Hezoya Êlihê hatim dinyayê û niha 122 salî me. Min tev de 3 zewac kirin, 2 xanimên min çûn rehma Xwedê û yek jî dijî. Min neviyên neviyên xwe dîtiye. Hema hema li her derê Tirkiyê zarokên min hene. Lewra nifûsa malbata min digel law, qîz û neviyên min teqrîben nêzî 500-600 kesî ye.
Kelhaamed: Apê Mihemd, li gor ku tê gotin, bûyera sereke ya ku ji Serhildana Sasonê bûye sebeb, li vê derê qewimi ye. Hûn bi xwe jî ji vê bûyerê re bûne şahid. Gelo li gund çi hewadîs qewimî ku Serhildana Sasonê dest pê kir?
Hc. Mihemed: Berê di salên ewil ên Cumhuriyetê de bac gelek dihat standin: Bacên mîna baca însanan, heywanan, erdan û malan dihat standin. Ev bac salê carekî bû. Lê piştî wextekî li vê derê serê 2-3 heftiyan dest bi berhevkirina van bacan kirin. Ji bo bacê ekîbek dihat gund, di nava vê ekîba ku ji bo berhevkirina bacê dihat de serpelek hebû ku li dijî pîrekên gund bi şikleke bêexlaq tevdigeriya. Rojekî ji rojan ji bo berhevkirina bacan digel serpelekî 20-30 esker û qeymeqam û miftî hatin gundê me. Exlebeyê eskeran li têketina gund man. Miftî, qeymeqam, serpel û 4 esker ji bo berhevkirina bacan ketin nava gund. Mezinên me dibêjin “Kesê zalim dike, yê mumîn dikşîne.” Serpel diçe ji pîrekeke gund re teklîfeke bêexlaq dike. Serpel çawa doza tiştekî wisa li pîrekê dike, pîrek hema dike hewar û gazî mêrê xwe dike û dibêje “ev fermandar bela xwe ji min venake.” Piştî vê hewadîsê serpel hema li hespê xwe siwar dibe û direve. Gundî ji du milan ve bi ser wî de reşandin, lê berik lê neketin û serpel wê rojê xelas bû. Qeymeqam, miftî û tehsîldarên reben hatin kuştin. Wê rojê ji ber ku tarîtiya şevê daket heremê, eskern li wê derê nehatin kuştin. Eskerên li wê derê jî cil û bergên eskeriyê ji ser xwe avêtibûn û bi şiklekî rût ji wir reviyabûn. Ji Xwedê re şikir ku esker nehatin kuştin. Piştî vê bûyerê şereke ku bi salan berdewam kir dest pê kir û di taliyê de dewlet zora me bir.
Kelhaamed: Di dema wê hewadîsê di gund de hewadîsên din jî gelo qewimînin?
Hc. Mihemed: Wê çaxê hewadîsa li gund û hewadîsên mîna Ermeniyan û hilweşîna dewleta ‘Usmaniyan li pey hev pêk hatin. Di dema şerê ‘Usmanî-Rûs de bavê min û gundî digel Şêx Se’îd Palewî û Se’îdê Nûrsî şer dikirin. Ustad Bedîuzzeman wê çaxê fermandarê dildar ê artêşê bû. Bavê min digot “berikê topan davêtin me.” Ew li jêrê û bavê min û yên pê re jî li jorê bûn. Ew topan berdidan û yên me jî gurniyan davêtin wan.
Kelhaamed: Pevçûna li gund çend salan berdewam kir, hûn dikarin qala rewşa wan salan bikin?
Hc. Mihemed: Em ji bo namûsa xwe mecbûr man ku heta 7 salan bi şev û rojan bi dewletê re şer bikin. Ez hêj şaş dimînin çawa em ji serma û birçînan nedimirin. Berê ji ber berfa ku dibariye mal û dar xuya nedikirin û her der dibû wek hev. Em bi mehan di bin wê berfê de man. Wê çaxê malên me hatibûn şewitandin, cil û bergên me tenê li ser me mabûn. Dema ku malên me hatin şewitandin me kefçiyeke çay jî xelas nekir, bes me canê xwe xelas kir. Dema ku em û dewletê rûbirû man, me xwe di şikeftekê de vedişart. Me wê şikeftê tevafuken dît. Me xwe nêzî metroyekê li erdê ve kaş dikir û dû re em diketin şikeftê, piştî kaşkirina çend metroyan şikeft bi qasî odeyekê bilind û mezin dibû. Li ser şikeftê bi bilindahiya nêzî 50-60 metroyan de çiya hebû. Çend xort ji bo dawiya şikeftê bibînin mûm pêxistin, lê dawiya şikeftê peyde nekir, lewra pir mezin bû. Me cihê wê dizanîbû, lê niha em nikarin peyde bikin. Belkî 50 carî ez lê geriyam, lê belê bi ser ve nebûm. 7 sal û nîvan em ji birçûbûnê reviyan û me xwe sipart çiyayan. Ger yek ji me ketibana destê eskeran dihat kuştin. Ger em neketibana destê eskeran û me xwe xelas kiribûna ev yek bo me baş bû. Wê çaxê bi eskeran re bi şev û rojan şer û pevçûn hebû. Ji vê derê bigrin hetanî herêma Motka, xelk rabû ser piyan. Me çi dît me çi nedît, ger însan nemire gelek tiştan dibîne. Hey însaniyeta berê hey! Wê çaxê Hezo (Qozluk) tunebû û em girêdayê Qabilcewzê (Sason) bûn. Di wan şer û pevçûnan bi keriyan esker û millet mir.
Kelhaamed: Wê çaxê esker û mîlîs çi ji însanan dikirin û we di bin wan şert û mercên giran de çawa hereket dikir?
Hc. Mihemed: Ew fermandarê ku bû sedema canê gelek kesan di taliyê de ji teref eskerên xwe ve hat kuştin. Lê belê ew bû sedema gelek zehmetî û eleman. Li ber nehrê aşek hebû. Rojekî ji rojan kalekî mîna min reben, xwe berdide ber wê aşê û hewil dide arvanê li dora aş berhev bike. Mistek arvan berhev dike û ji ber ku tiştek nîne bixî nava wê, arvan dixî nav cilên xwe. Dema ku vedigere, rastî esker û mîlîsan tê. Ew esker û mîlîs ji bo ‘aferînekê’ ji kumandarê xwe bistînin wî kalî zeft dikin û li wê derê serê wî jê dikin. Wî fermandarê di oxira nefsa xwe de canê gelek kesan şewitandin û gelek zirar da gelek kesan. Tiştekî me ji bo xwarinê tunebû. Em nikaribûn derkevin nav millet jî. Lewra kî me didît ji bo aferînekê serê me jê dikir û dibir ji fermandarê xwe re. Dema ku me zivistanê tiştekî xwarinê peyde nedikir, me çavên xwe li kevzan digerand û me ew dixwarin. Dema ku em derdiketin biharê jî bi pelên daran me kêf dikir. Rojekî ji rojan esker hat û em ketin şikeftê. Em nedîtin. Hingî nok, fasûlî, savar û nan ji ber eskeran ve mabû. Me wan bermayîyên wan berhev kir û me ew xwarin.
Kelhaamed: Hûn dikarin bi kurtasî qala sirgunbûna xwe bikin?
Hc. Mihemed: Wê çaxê bes du cûr nexweşî hebûn. Yek ji wan merez û ya dî jî ta bû. Niha bi sedhezaran nexweşî derketine. Yekî reben bi nexweşiya merezê ket. Dema ev kesê reben li derekê radize mîlîs wî dibînin û di cih de ji bo ‘aferînekê’ serê wî jê dikin. Ji vê derê heta Mûtkî pîrek, zarok, dergûş, kor û seqet hema kî hebe, tevekan sirgun kirin. Ji Qebilcewzê dibirin Zokê û ji wir jî bi wesayîtan xelkê dişandin Diyarbekirê. Ji Diyarbekirê jî me bi trênan dişandin. Dema ku me sirgun kirin meha îlonê bû. Em 15 salan li Dînarê man. 50 donim erd û 2 jî ga dan min. Wê çaxê traktor, pulluk û kifletor tunebûn. Taksiyek hebû. Dema ku ew taksî ji dûr ve xuya dikir, digotin xwe bidin alî walî tê û rê dihat valakirin. Wê çaxê çi teêgihiştin hebû. Dema merivek bi ker, hesp an jî bi wesayîta derbas bûbana hemû kes rê didaye; lê niha li sûkê destê wî di pey wî de û tizbehê dihajîne û dema ku erebe lê dixe jî jê re dibêje “ma tu kor î?” Em hatin çi rojan!
Kelhaamed: Hûn dikarin qala ciwantiya xwe bikin?
Hc. Mihemed: Ez hatim vî emrê xwe. Xortên ku di temenê neviyên min de yek ji wan dibê ax piyê min, pişta min, milê min û kaboka min… Mêze ke, ez hatim vî emrê xwe, ez rabim bibêjim welleh qeweta min li cî ye, dê ev yek bibe derew. Lewra mirov ji ber kalitî û bêxwînîtiyê dikeve, encax ez qurbana Xwedê me hêj bi şikleke bê êş û elem ez dijîm. Bi qasî zerre misqal êşa min tuneye. Gelek însan li ‘emrê min ecêbmayî dimînin. Ez carinan xwe difikirim. Dema ku ez xort bûn bi şev û rojan nedirûniştim. Wî nanê ku min dixwar, Xweda û ez pê dizanin. Di wan rojên borî de 13 rojan ser hev parîkek nan neket devê min. Niha weke ku ez nû ji ser sifrê rabûme.
Kelhaamed: Gelo serpêhatiyeke we ya ku ji we re ‘ecêb tê heye? Ger hebe hûn dikarin qala wê ji me re bikin?
Hc. Mihemed: Min rojekî nimêja xwe dikir û di ser nimêjê de ez li Hz. Eyyûp difikirîm. Du caran ez çûm secdê, di secdeya duduyan de ez ranebûme û bêhiş ketime. Tu kes li mal tunebû. Dema ku xanim ji nav erdan tê li min dinêrî ku ez wek miriyan im. Hema bi lez xeberê dide zarokan û ji wan re dibêje “bavê we mir.” Zarok jî dinêrin ez wek miriyan im, hema min davêjin ‘erebê û min dibin Hezoyê û ji wir jî dîsa min dibin Êlihê. Li wê derê doxtorek min nas dikir, hema ji hemşîrê re gotiye “mirî jî were tu kesî nexin vê odê. Ew ê bi tena serê xwe bimîne.” Li wê derê min kontrol kirin û ez heta 2 rojan li wê derê bêhiş razeme. Dema ku ez hatim ser hişê xwe min got ku “ev der ne mala min e, li dora mala min dar hebûn, ev der beton in.” Min ji lawê xwe yê ku hat ba min pirs kir, “em li kû ne?” Ji min re got ku “bavo tu nexweşî, me te anî xestê.” Min lê nihêrt hesin bi poz, dev, guh, tilî û cihên din ên laşên min ve kirine. Hema min tevakan derxist.
Kelhaamed: Apê Mihemed! Hûn dikarin bi kurtasî qala malbata xwe ji me re bikin?
Hc. Mihemed: Ji min biçûktir birakî min hebû. Wan rojên bi êş û elem ji birçî û tîbûnê mir. Wan rojan ji bilî bav, dê û xweha min pê ve tu kesî min tunebû. Bavê min hingê 120 sal kiribû. Birakî minî din jî hebû, lê ji pîreka din a bavê min bû. Ez tenê ji diya xwe çêbûme. Ez 3 caran zewicîm. 2 pîrekên min wefat kirin. Nufisa min 500-600î derbas dike. Zarokên min li Mûş, Farqîn, Heskîf, Qûbîn û Êlihê ne. Li van deran zêdetirî 15 malên min hene. Li ba min jî 30 malbatên min hene. Li Manîsa, Stenbol, Entalya, Qersê bi kurtasî li her derê Tirkiyê zarokên min hene. Însan çi tiştan dibîne û li dû xwe dihêle. Êdî nikarim di bexçe de bixebitim û ez nikarim biçim zozanan jî. Zarokên min xwarina min hazir dikin. Wê çaxê Hezo tunebû û dema ku em çûn surgunê 16 mal li vê derê hebûn. Êlih ji xwe qet tunebû. Li ser girekî kolkekî çêdikirin û li wê derê pêtex û zebeşan difirotin. Hingê tevlî me zêdetirî hezar û pênsed kesî birin Diyarbekirê. Li wê derê me malbat bi malbat ji hev cuda kirin. Wê çaxê me ‘Erebî bi tenê dizanibû. Ew bi Tirkî û Kurdî diaxivîn. Dema ku em bi wan re diaxivîn em ji peyva “Ha”yê pê ve tu tiştekî din nizanibûn. 40-50 heb nivîser hatin. Em jî nizanibûn bi tiştekî. Me pêşî ji xwe re got ku ev nivîser wan kesên ku dê bê serjêkirin dinivîsînin. Li wê derê li gor bayê serê xwe millet malbat bi malbat ji hev cuda kirin.
Kelhaamed: Di warê însanetiyê de hûn dikarin dewrên berê û ya niha muqayese bikin?
Hc. Mihemed: Di dema me de însanetî hebû. Hinek kes dibêjin Apê Hecî tu şaş difikirî. Ez jî ji wan re dibêjim çawa? Ji min re dibêjin “niha bereket heye û her tişt zêde ye.” Kesê ku ji heywan zêdetir dixwe tuneye. Heywan hezar û yek heb te’amên Xwedê dixwe û tê. Însan bi xwarinê nabe însan. Tenê bes navê wê li ser me maye. Însan dibe însanetî nemeya. Êdî ez ji vê gotinê parîkekî aciz im. Ax ew rojên berê ax! Ger dostekî min hatibana û gotibana ez mihtac im, wellahî min ê lihefa li ser xwe firotibana û min ê dabanê. Lê belê tu niha ji birçîna bimrî jî birayê te bi xwe jî gezik nan nade te û dibêje bila xebitîbana.
Dîrokçeya Serhildana Sasonê
Di salên ewil ên Cumhuriyetê de li gor ku tê gotin di sala 1925an de Wekîlê Qeymeqamê Qebilcewzê (Sason) Ridwan Efendî (li gor hinek çavkaniyan Kemal Efendî), miftî, tahsîldarê bacê (vêrgî), fermandarê cendirmeyan (serpel) û leşkerên digel wî ji bona berhevkirina bacê berê xwe didin gundên li quntara Çiyayê Meretoya ku girêdayê Sasonê ne. Ji ber ku li wê derê serpel destdirêjiya pîrekeke zewicandî dike ku ev pîrek jî bi eslê xwe ji mala Tetera Badê ye.
Ji ber ku fermandarê cendirmeyan ango serpel destdirêjîya pîrekê dike û bêexlaqiyê dike, mala Tetera Badê dirahêjin tifingên xwe bi ser wan esker û kesên ku hatine gund de digrin, di encama geşedaniya ku rû da de Wekîlê Qeymeqamê Qebilcewzê, miftî û tahsîldarê bacê li wê derê ji teref gundiyan ve hatin kuştin.
Ji ber ku fermandarê ku li gund bêexlaqiyê kir û reviya, agahiyên xelet û şaş da dewletê, dewlet bi ser wê heremê de digre. Dû re di navbera gundî û hêzên dewletê de şerekî dûvdirêj dest pê dike. Gundiyên ku di herêma Xerzan de dimînin ên ku vê zilmê qebûl nakin jî radibin ser piyan û bi vî awayî serhildana ku di dîrokê de bi navê “Serhildana Sasonê” hatiye qeydkirin dest pê dike. Şer û pevçûn heta 7 salan berdewam dike. Ev pêvajoya şer dibe sedema bi sedan mirin û sedema sirgûnbûna bi hezaran kesan.
Piştî ku serhildana Sasonê têk çû, Xelkê herêmê bi bajarên mîna Afyon, Konya, Kayserî, Kutahya, Uşak, Eskîşehîr, Çankiri, Bîlecîk, Kocaelî, Zonguldak, Bursa, Bolu, Burdur, Isparta, Antalya, Balikesîr, Manîsa, Muğla, Aydin û Denîzlî ve hatin sirgunkirin.