Kelhaamed: ji kerema xwe re xwe bi me bidin naskirin.
Dr. Adil: Navê min ‘Adil Siddîiq ‘Eli ye. Li Zankoya Helepçe mamoste me. Derbarê dîroka Kurdan û Kurdên ‘esrî de mastira min heye. Anha li zankoya Silêmaniyê doktorayê dixwînim, bi hazirkirina teza doktorayê re meşğûl im. Teqrîben ev deh sal e xizmet dikim. Heta niha min pênc kitêb nivîsiye û belacbûne. Mastira min jî li ser komkujiya Kurdan wek numûne li Îran, ‘Iraq û Helepçe ye.
Kelhaamed: Tu dikarî behsa kitêbên xwe bikî?
Dr. Adil: Yek ji wan bi navê “Helepçe ji 1889’an heta 1930”. Kitêbeke minî din li ser ‘Adîle Xanim e. ‘Adîle Xanim di tarîxa vê mentiqê û tarîxa Başûrê Kurdistanê de meşhûr e. Xanima Osman Paşayê Caf bû ye. Kitêbeke min î din li ser Helepçe ku bajarekî biçûk û tarîxî û dewlemend e. Ev kitêb behs û lêkolîn e. Mastira min jî ku li ser komkujiya Kurdan wek numûne li Îran, ‘Iraq û Helepçe, yanî 16ê meha 3’yan sala 1988, ew jî hatiye çapkirin. Kitêba min î paşî jî tefekkurên Hamid Begê Caf bi beşdarbûna Mamosta ‘Ebdurreqîb Yûsuf ku îsal çapbûye.
Kelhaamed: Kitêba we ya ku derheqê dîroka Helepçe de ye bi kurtasî behsa çi dike?
Dr. Adil: Teb’en dema tu behsa tarîxekê bikî, tarîxa navçeyekê, bu’dên wê yên siyasî jî komelayetî jî ayînî jî ferhengî jî hene. Me di kitêba xwe de behsa van aliyan hemiyan kiriye. Bi nisbet aliyên ayînî di du sed salên derbasbûyî de ev coğrafya me dewlemendbû ye bi merkez û medarisên dînî. Gelek ‘ulema li vê navçeyê, li vê coğrafyayê gihaştine. Medrese jî li xaneqînên Biyare û Tewêla destpêdike heta tê medreseyên Xormal, di serdema dewleta ‘Usmaniyan de. Medresa Xêrpanî, Biyawêle, ‘Eneb û medarisên nav Helepçe bixwe û medreseyên Birîs, Bêjawe, Ehmed Gurrinde, Nêrgizecar.
Evana medreseyên dînî ne, gelek ‘ulemayên mezin ji wan rabûne, feqî û xelkê bi wan xwe dîtine. Di du sed salên derbasbûyî de gelek alimên me hene li vê mentiqê. ‘Alimên wek Şêx ‘Ebdullahê Xerpanî ku nêzîkî heftê û du sal bes ders daye, mela û feqî rakiriye. Mamosta Mela ‘Ebdulkerîmê Muderris heye ku muftiyê ‘Iraqêbû. Doktor Mustefa Zelmî heye ku beriya çend salên derbasbûyî wefat kir. Di nav ‘ulema de ew kes bû ku çend mastir û doktorayên wî hebûn, di ‘alema Îslamî de jî yek ji mezintirên ‘alimanbû ku kitêbên wî di zanîngehan de wek menhec tên xwendin. Û binemala Mela Salih, binemala Şêx ‘Ebdul’ezîzê Îdrîsî heye. Van kesan karê melatiyê jî kirine û bi riya saziyên medenî xebat ji bo Muslumanan kirine.
Di sala 1952’yan de Îxwan di destpêkê de li vir derketiye, hatiye Kurdistan. Ewil tê Helepçe, ji Helepçe jî diçe bajarên Kurdistan yên din. Li vê der ‘ulema pêşwazî li Mûhemmed Mahmûd Sawwaf û Emced Zehawî (serokên Îxwan) dikin. Di 1966’an de ew medrese û me’hedên Îslamî vedibin. Di bin destê van ‘ulema û zanayan de ji gêncan cema’etek dighêje. Piştre ev gênc diçin nav rêxistinên Îxwan. Ev hal heta 1971’e dewam dike. Ji 71 heta 78’an Îxwan tê qedexekirin. Di 78’an de Îxwan dîsa bi ser xwe de tê. Dema temaşe dikî beşekî mezin ji qiyadatên ehzabên Îslamî li Başûrê Kurdistan xelkê vê coğrafyayê ye.
Ji aliyê komelayetî ve dema tu temaşa tarîxa vê coğrafyayê dikî tu dibînî ku di kurayiya wê de ev der bingeha medeniyet û şaristaniyê ye. Diyartirîn eserên qedîm li vê coğrafyayê û li ‘Iraqê ji serdema Dîbekan û Aşûriyan xuyadikin. Heta serdema Sasaniyan û serdema dewleta Îslamî ya xîlafeta Raşidîn. Di dûv re jî Emewî yû dewleta ‘Ebbsiyan û ‘Usmaniyan. Temamê van hezaretan (uygarlık) xwe didin nîşandan.
Ev Helepçe ku aniha em dibînin nêzîkî sê sed sale hatiye avakirin. Di destpêka sedsalan hijdeyan de binemala Şêx ‘Ebdullahê Xerpanî û Sêyanzemale hatine Helepçe mehella Pîr Muhemmed û mizgefta Kekî ev bajar careke din avakirine. Him bi him xelkê din hatine. Binemala Babale, Sahipqiran, Caf û herwekî din. Pişt re beşek ji wê ‘aîlê û binemalên navçeyên rojhelatê Kurdistan ji bajarên Pawe, Ciwanro, Bane, Merîwan, Seqiz, Sine xelk hatine vê der û civakeke tevlîhev çêkirine, cûrek kultura dewlemend çêbûye.
Komek edîb û şa’irên me hene ku ew jî ji medreseyên dînî derketine. Dema ji alî edîb û şa’iran ve tu li tarîxa Başûrê Kurdistan temaşe dikî ewê ku mezinên romantîk û kilasîk in û ewanê ku mezinên realîzmê ne bi dehan ji wan şa’ir û edîbên mezin xelkê van hudûd û vê coğrafyayê ne. Mesela Mewlewî, Nalî, Ehmed Muxtar, Natiq, Tahir Begê Caf, Qani’, Meczûb û şa’irên mentiqa Hewraman.
Li rûyê siyasî jî em zanin ku ev mentiqe mentiqekî sînorî bû ye. Heger seyr bikin tê dîtin ku hemû teqrîben 17-18 km. sînorê me yê Îranê heye. Îran jî ji serdema Sefewiyan bigre Nadir Şah û Kerîm Xan û binemala Qaçar û heta dighêje Pehlewî ev sînor nêzîkî Îranê ye. Ji ber vê di gelek qonağên dîrokê de di nav hêzên herêmê û hêzên mentiqê de gelek serdestî li ser hatiyekirin. Hêzên navxwe jî zêdetir xwe ji mîrtiya Baban û Erdelan dîtiye. Di navbêna Îran û dewleta ‘Usmanî de mucadele hebûye. Ji ber vê gelek caran serdestî li ser vê herêmê hatiye kirin. Hûn jî dizanin di demên derbasbûyî de gelek caran şer her tiştî diqeli’and, gelek caran siyaseta şewitandina bixwe re sazdikir.
‘Eşîreta Caf ku mezintirê ‘eşîretên Kurdistabûye li vê mentiqê meşhûr e, bi hezaran belgeyên dewleta ‘Usmanî li ser vê ‘eşîretê hene. Ev ‘eşîret ji kê pêk tê, serçaviyên aborî yên wê çi ne, ‘elaqatên civakî, serokên wê, deselatdarên wê, hejmara nufûsa wê, ciyên wanî havînî û zivistanî kîder in belge behsa van tiştan dikin. Me bi sedan belgeyên ‘Usmanî aniye, tercume kiriye da ku di çerçova kitêban de em çap bikin.
‘Eşîrata Caf, ji zozanên Qizrabat, Kifrî heta diçe zozanê Sine û Merîwan van deran teva di ciyên havînî û zivistanî de wek koçeran çûne û hatine. Bes Mîthet Paşa dixwaze ku niştecî bibin. Ew jî qismekî mezin ji erdê Şehrezorê bi tapo bi perekî remzî (gelek hindik) dikirin. Muhemmed Paşayê Caf ku re’îsê ‘eşîretê ye dibe qeymeqamê Helepçe. Piştre kur û neviyên Muhemmed Paşa nêzîkî pêncî şêst salan qeymeqamtiya Helepçe dikin. Teb’en ev, haletekî nadirbûye di dewleta ‘Usmanî de ku di sînorekî coğrafî de kursiya îdarî di destê ‘eşîrekê de be.
Tarîxê jî ji mere nivîsiye ku Muhemmed Paşayê Caf tesîreke wi ya mezin hebûye di avakirin û berdewamkirina medarisan de. Mahmûd Paşayê Caf alîkariya medrese, mela û feqiyan kiriye. ‘Usman Paşa, Hesen Fehmî Beg, ‘Adîle Xanim ku li Helepçe “Mizgefta Paşa” bi navê Muhemmed Paşayê Caf çêkiriye.
Heta dawiya dewleta ‘Usmanî ev hal wiha dewam dike. Piştî ku dewleta ‘Usmanî dawî pê hat û dewleta Birîtanî tê mentiqê û hukûmeta ‘Iraqê teşkîl dibe Helepçe bi navê xwe Helepçe bariz dibe.
Kelhaamed: Navê Helepçe ji kur tê?
Dr. Adil: Çavkanî behsa gelek nêrînan dikin. Dibe ku ji Heloçe hatibe, dibe ku ji Heloyê Mîrdelan hatibe, ji Helûşe, ji Heleba Sûriye hatibe. Bes bi giştî ew serçaviyên ku li ber destê me ne em dibêjin ji Elepçe hatiye. Nav jî dighêje serdema dewleta Selçûqî, ne dewleta ‘Usmanî. Bi derbasbûna zeman ev nav guheriye bûye Helepçe. Çimkî ‘eşîreta Caf gelek caran pîta E gerenidye H. Umîd gerendiye Humîd. ‘Usman kiriye Hosman. Elepçe kiriye Helepçe. Bi derbasbûna zeman rênivîsa zimanê Kurdî pêş ve diçe, ji rênivîsa zimanê Farisî û ‘Erebî û Tirkî cuda dibe. Serçaviyan hemiyan jî rênvîsa Arami ye. Him bi him zimanê Kurdî çerçeve û qlibê xwe digre, ew şeklê nivîsê ku bi Helepçe hatiye naskirin bi rênivîsê re pêş de diçe.
Kelhaamed: Mana Elepçe çiye, ji kur tê?
Dr. Adil: Dibêjin di serdema dewleta Selçûqiyan de bi navê Elepçe gelek nav hebûne li Kurdistana Qeredağ û Qerehincîr û Qerehesen û navçeyên din. Van navanan bi Tirkiyeke Selçûqî ne. Mixabin di wextê xwe de nehatine qeydkirin. Di seha nav û melbendan de em leqayî gelek pirsgirêkan dibin. Mesela Qeredağ yanî çiyayê reş. Bes ew navên wek Helepçe û yên wek wê merev bi sernakeve bê ka ji kur hatine.
Kelhaamed: Tê gotin, di weqtê xwe de medreseyên Biyare û Tewêla îcaza ku didan, mû’adilê şehadeya zanîngeha Ezherêbûn, Ezherê wan îcazeyan bi vî şeklî qebûldikir. Yanî ‘alimên mezin ji wan medreseyan derdiketin ku gelek bi quwwetbûn. Eviya dide nîşandan ku Kurd di gel ku ne dewletin jî medreseyên wê hewqas bi quwwet in, mu’adilên zankoyên dewletên ‘Ereba ne. Tu çi dibêjî?
Dr. Adil: Rast e ku dewlet ne dewleteke serbixwe ye. Bes li tarîxê temaşe bikin, gelek ji ‘alimên ‘alema Îslamî Kurd in. Wek Dînewerîyan û Şarezorîyan û xelkê mentiqa Erbîl û Bakûrê Kurdistan Diyarbekir û bi dehan ‘alimên me yên Kurd hene ji muheddisan û feqîh û hwd. xelkên navçeyên Kurdistan in. Helbet medreseyên Biyare û Tewêla yek ji wan medreseyan e ku di serdemê dewleta ‘Usmanî de gelek mezinbûne. ‘Ulema û şêxên neqşebendî li wir hebûne. Wan hem medresan îdarekirine hem jî alîkariya maddî û me’newî jî kirine. Beşekî mezin ji ‘alimên Kurdistan li Biyare xwendine û gihaştine. Wek numûne Mela ‘Ebdulkerîmê Muderris û Dr. Mustefa Zelmî û Mela Qadirê Biyare û Şêx ‘Ebdullahê Xerpanî û Mewlana Xalidê Neqşebendî, Nalî, Mewlewî. Evana ‘ulema û şa’irên Kurd in. Yanî ew medreseyên Biyare û Tewêle li nav erdê Kurd e, bi navê Erzhera Kurdistan navdaye. Hem li Îran hem li welatên ‘Erebî xelkekî ‘Erebî hem li Kurdistan xelk hatine li wan medreseyan xwendine, bi îmkanatên kêm li ber destê şêx û melayan mane, dewleta ‘Usmanî alîkariya wan kiriye ‘aliman li wir xwendine. Mewlewî, ‘elaqatên wî yên xurt hebûne li ba şêxên Hawraman, kitêbên wî li dunyayê belabûne. Li Ezher kitêbên wî tên xwendin. Yek şa’irên mezin ê sedsala nozda ye. Nalî her wiha. Mewlana Xalidê Neqşebendî ku li Silêmanîbûye, dawiyê hatiye Dimeşq di sala 1826 û 27 de koçê axretê kiriye.
Kelhaamed: Em werin ser kîmyabaranê. Gelo bingeheke kûr ji kîmyabarana Helepçe re heye? Û piştî kîmyabaranê hûn rewşa mentiqê çewa dixwînin?
Dr. Adil: Mixabin piştî sazbûna partiyên siyasî û hukûmata ‘Iraqê mafê gelê Kurd neda, di serê sedsala bîstî de bi sazbûnda dewleta ‘Iraqê em ketin nav pirsgirêkan. Çimkî îngilîzan ji bo meslehetên xwe wîlayetan dixwestin. Di destpêkê de wek serhildana Şêx Mehmûd Berzencî, wek serhildana Barzaniyan, şoreşa Eylûl, pişt re jî şoreşa nû ji 75’an heta 91’an evana tev li dijî hukûmeta ‘Iraqê bûne, xwestine heqê Kurdan ji dewleta ‘Iraqê bistînin. Bes hukûmeta ‘Iraqê di nîvê sedsala 20’î de piştî şoreşa 14 yê Temmûzê, teybet jî piştî 63 û 68 ku Be’sî hatin ser hukum helwestên dijî Kurd gihaşte asta jînosaydê (komkujî). Komkujî li ‘Iraqê bi dijberiya Kurdan destpêdike. Numûzeca Barzan, numûzeca Feylan, Helepçe, Enfal. Em dizanin komkujî ne komkujiya fizîkî tenê ye. Komkujiya kulturî, îdeolojîk, aborî, komelayetî heye. Tu dibîni car heye li yek ciyî hemû cûrên qetlîamê hene. Mesela kîmyabarana Helepçe di sala 1988 meha adarê de ew qetlîam fiziki ye, abori ye, komelayeti ye, kulturi ye. Çimkî nevçe bi yek perçeyî dibe wêran. Çimkî gelek însan hatin kuştin û mesela Kurdî bi vê qetlîamê çu asta navdewletî. Çimkî heta wê demê tiştê ku dewleta ‘Iraqê li dijî Kurdan dikir ne digihêşt asta nêvdewletî. Welatên bi hêz jî ji bo berjewendiyên xwe çavên wan li curmên dewleta ‘Iraqê digeriya. Kurd milletekî ze’îf bû li ‘Iraqê. Medya û riyên ragihandinê li hember wan girtîbûn. Curm û gunehên ku li dijî gelê Kurd dihat kirin asta nêvdewletî li serê deng nekiriye. Dema ku komkujiya Helepçe çêbû rojnamegerê Turkiye, Îranê hatin vir. Îran ji bo meslehetên xwe xwest ku mesela Helepçe têxe nav sifreya dîplomasiya dunyayê ku ‘Iraq curmeke mezin kiriye. 1925 paymannameya qedexekirina komkujiyê û peymana cezakirina van curman sala 1948, Îran bi riya rojnamegeran hemû vidyoyên kîmyabaranê bir Îranê, ji wir jî bir maseya nîvdewletî û mesela Kurdî ket asta nêvdewletî.
Teb’en felaketa kîmyabarana Helepçe qiyasa wê bi Nagazakî re nayê kirin. Çimkî li Nagazakî hukûmeta Japon hebû ku ew jî teref bû di herba ‘alemî de, yanî sucdarbû. Bes Helepçe bajarekî sivîl e, xelkekî medeni ye. Hilgirê heman nasnameya ‘Iraqê ye. Yanî ‘Iraq hatiye xelkê xwe yê ku nasnameya wê hildigre kîmyabaran kiriye û bi çekên qedeğekirî. ‘Iraqê li ba xwe gotiye ku wiha bi asanî ezê bikim û hêzên nêvdewletî ‘elaqa wan pê tune. Heta şerê Kuweytê hêzên nêvdewletî li hember ‘Iraqê lawaz man. Di şerê Kuweytê de careke din dosyaya Helepçe û Enfal derdixin holê. 30-32 welat li ser mesele Kuweytê dicivin.
Piştî 1988an xelk li Helepçe neman. Evder bû menteqeke ku jiyan lê qedeğe ye. Herkesê ku vegeriyana vir fermana kuştina wî hebû. Xelkê Helepçe diçe ordûgehên Silêmanî û Hewlêr, li wir niştecî dibin, nahêlin vergerin. Û nahêlin ku kes behs bike bêje kîmyabarana Helepçe hukûmeta ‘Iraqê kiriye. Bes di sala 1991î de ku hukûmeta ‘Iraqê li vir namîne xelk careke din dizivire vir û sala 1992 de Helepçe avadikin. Piştî ew felaketa mezin ku çêdibe xelkê Helepçe bi ser welatên dunyayê de belakirin, heta bi Emrîka, Kanada û dewletên Ewrûpa birin. Beşek ji wan Yekîtiya Neteweyiyan belakir. Ew weqt xelkê Helepçe li Îranbûn. Rêkxirawê dewlî hatin gotin ê ku bixwaze biçe Ewrûpa em karin wan bibin. Beşek ji wan bi wî şeklî, beşek jî bi qaçağî çûn.
Piştî kîmyabaranê beşek mezin ji xelkê Helepçe venegeriyan Helepçe. Çûn bajarên Silêmanî, Beğda û Hewlêr û Kerkûk falan niştecîbûn. Beşekî kêm vegeriyan Helepçe. Ew kesên ku niha em li Helepçe dibînin pirê wan xelkê der û ber in hatine.
Kelhaamed: Kurdên ‘Iraqê gelek caran serhildane û şoreş destpêkirine. Mesela di sala 1961an de di sala 1975 heta 1991 serhildane, netîca wan felaketbûye. Li Helepçe bi kîmyabaranê qetlî’am çêbûye. Evana didin nîşandan ku xelkê Kurd her daîm ji bo hêzên xarîci wek aletekî şer hatiye bikaranîn. Tu çi dibêjî?
Dr. Adil: Van haletan serdema dewleta ‘Usmanî û Îranê de jî hebûne. Îmaratên Kurd di nav herdû dewletan de naçarbûn. Mesela Îmareta Baban gelek caran naçarbû ku bibe terefê ‘Usmnaiyan, carna jî dibû terefê Îraniyan. Heta 1914 herba ‘alemî Kurdistan li ser du terefan hatiye beşdarbûn. Piştî mutabeqeta Syks-Picot û Lozanê jî di nav çar dewletan de hatiye teqsîmkirin. Beşek jî bi navê Kurdistana Sor maye. Van dewletan mekanîzmakê çêkirine ku Kurdistan hiç nelebite. Mixabin ev dewletên li rojhilat ku li ser laşê împaratoriyeta ‘Usmanî û Îranî çêbûn ne dewletên normal in. Evana zêdetir dewletên Ewrûpî bûn. Bi taybet ‘Iraq û Sûriye û hetta Îran û dibin rejima Kemalîst de Turkiye li ser parçekirina Kurdistanê îttîfaqkirine. Teb’en navê Kurdan jî bi xerabî belakirin. Em behsa ‘Iraqê bikin:
Yekemîn ê ku doza mafê Kurdan kir li ‘Iraqê Şêx Mehmûdbû. Bes îngilîzan ji bo berjewendiyên xwe ev hereket helweşandin û bi Turkiyê re jî li ser vê tifaqîkirin. Li gorî rêkeftinê 1923 û 26 di navbêna Îngiliz û dewleta ‘Iraqê de behsa mafên medenî û kultura Kurdan bide wan dike. Ji destpêkê ve Kurd çi wek rêxistinên siyasî çi wek belavkirinên ji aliyê ferhengî ve hemû wek mekanîzmekî ku dewleta ‘Iraqê mafê wan bide wan hat hesabkirin. Bes dewleta ‘Iraqê ku hat sazkirin him bi him ber bi qewmî û nasyonaliste ve çû û van heqan nasnekir. Tehdîdên welatên herêmî jî li ser ‘Iraqê hene ku mafên Kurdan qebûl neke. Di van haletan de Kurdan dest bi hereketên musellehe kir. Van hereketan ku mecbûr man penaberî Îranêbûn. Heger Îranê wan ji bo meslehetên xwe bikar anîbe Kurd jî naçarbûye da ku piçkî alîkarî ji Îranê werbigre. Çimkî eger wiha neke Îran bi ‘Iraqê re tifaqiyên wê hene, ji Kurdan re ne bixêr e. Ji ber vê Kurda destê hevkariyê birine Sûriyê. Li ‘Iraq û Sûriye du hukûmetên Be’sî hebûn. Bes dijayetî li hember hev dikirin. Îran jî muşkîleya wê ya dîrokî heye li hember hukûmeta ‘Iraqê. Turkiye jî li hember Sûriye muşkîleya wê hebû. Bes di mesela Kurdan de hemiyan bi hev re alîkarî kir. Di hereketa şoraşa Eylûlê de, hereketa 75 heta 91an de hereketa Kurd mecbûr maye ji bo alîkariyê destê xwe bavêje Îran û Sûriye. Ewan bêtir menfeet ji Kurdan wergirtine, Kurdan hindik wergirtiye. Ewan ji bo zextên li ser Beğda û ‘Iraqê Kurdan wek meslehet bikar anîne.
Dema îttîfaqiyeta Cezair de Îranê meslehetên xwe di hukûmeta ‘Iraqê de dît dest ji Kurdan kişand, ji wan re got yan çek deynin yan jî biçine welatekî din. Teb’en ‘Iraqê jî di wê qonağê de îttîfaqiyên nêvdewletî çêkiribû, îmkaniyatên gelek mezin bidestxistibûn. Ji ber wê di sala 74 û 75 de komplokî mezin li ser Kurdan çêdike. Îsraîl, Emrîka, Cezaîr, Îran û ‘Iraq tê de beşdar dibe. ‘Iraq, bi mercê Îran ji heqên xwe tenazul dike. Di şoreşa Eylûlê de li ‘Iraqê du hizib li ser hukum hebûn, bes di şoreşa 75an de zêdyî çar hizban hebûn li hember hereketa Kurdî.
Piştî 1979 înqîlaba Îslami ya Îranê çêdibe Seddam Huseyn fam dike ku îttifaqiya Cezayir bi rê de naçe û Îran wê ji bo meslehetên xwe bikar bîne yekemîn welat çêdibe talûke ye ji bo ‘Iraqê. Çimkî ji sedî şêst hemwelatiyên ‘Iraqê Şî’e mezheb in. Ji ber vê, Îranê li dijî ‘Iraqê alîkariya rizgariya Kurdan kir. Nûşîrewan Mustefa dibêje “dujminekî me heye ku dujminekî wiha xerab di dunyayê de nîne.” Ji dewleta ‘Iraqê re dibêje. “Dostekî me jî heye di dunyayê de dostekî wiha xerab tune ye.” Ev jî ji dewleta Îranê re dibêje. Çimkî Îran ne bi wefa ye li hember muttefiqên xwe. Sala 1988an de Bizutnawa Îslamî ji Îraniyan re dibêje “em hereketeke Îslamî ne, hûn alîkariya me dikin. Lê çima hûn alîkariya YNK dikin”. Îranî dibêjin “ji me re Îslamî û ne Îslamî ne muhîm in, kar muhîm e.” Çimkî di salên 80yan de YNK mezintirîn hîzba çekdarbû di Kurdistanê de.
Mixabin Helepçe felaketeke mezin e di şerê navbêna Îran û ‘Iraqê de. Bi qetlîama Helepçe meseleyên Îran û ‘Iraqê diçin ser masa navdewletî.
Kelhaamed: Di paşiya xeberdana xwe de ji bo xwendevanên kovara kelhaamed tewsiyên we çi hene?
Dr. Adil: Ez serkeftin û bi dewamî û geş û pêşveçûn û îşê baştir ji we re dixwazim. Belê îhtîmamdana bi xwendin û kultur û ferhenq û edebiyat bira esasê karê we be. Tesamuh û bihevre jiyan û dûrbûna ji kîn û hişkayîyê û buğzê bira wesfên we bin. Girîngiyê bidin bi navçe û hereketên Kurdistanê, ji bo meşhûr e girîngiyê nedin tu rêxistinên din. Kovara we û kenalên we bira li hemî beşên Kurdistanê temsîla komelgeha Kurdî bike, ne li Bakûrê Kurdistan bi tenê. Muşkîleya me ya mezin ev e ku Kurdistan hat teqsîmkirin, Kurdên li Başûr haya wan ji ê Başûr nemaye, ê Bakûr haya wan ji ê din nemaye. Ez hêvîdar im ev kenal û kovara we Kurdan ji hev agadar bike.