(Dîya Gulîstan wefat dike. Fîrdews û Gulîzar çend caran diçin şîna dîya Gulîstan. Carekê li ba Gulîstan rûdinin.)
GULÎZAR: Gulîstan! Xweda rehma xwe li xaltîka min bike. Bi rehma xwe şad bike. Eff û meğfîret bike.
FÎRDEWS: Xweda wê zehmetîya wê jê re bike mikafat û xelata cennetê.
GULÎSTAN: (Bi perîşanî) Gulîzar! Lê tu jibo min tiştekî nabêjî?
GULÎZAR: Xweda bi rehma xwe xaltîka min kêfxweş bike.
GULÎSTAN: (Bi girîn) Ya ez Gulîzar? Jibo min tu tiştekî nabêjî?
GULÎZAR: Rebbê ‘alemê cîyê xaltîka min bike cennet înşallah. Bi musada te be, gerek ez herim….
GULÎSTAN: (Digrî) Fîrdews! Ka rast bêje. Ma min ji dîya xwe hez nedkir? Yadêê! Yadêê! Bi qurbana te bim. Min xatrê te nizanîbû. Min effûke. Yadêê! Te heyat li min tarî kir, her tişt li ber çavê min reş kir. Yadê! Min bîrya te kirîye. Ji te pêve tiştekî naxwazim, ne eqreba, ne mektebê, ne heyatê. Tiştek ji min re ne lazim e, ne lazim e. Her tişt derew. Yadê tenê te dixwazim. (Digrî)
FÎRDEWS: Xwa min, hela em herin cîyekî sakîn.
GULÎSTAN: (Bi girîn) Fîrdews! Ez bûme nîv însan. Ta'ma tiştekî nema. Wechê dîya min ji ber çavê min nare. Bişev tê xewna min. Bi min re napeyive. Ez jixwe ditirsim. Fîrdews! Jibo xatrê Xwedê, Jibo xatrê Mûhammed min tenê nehêlin.
FÎRDEWS: Gulîstan! Ka em herin odeke sakîn.
------
GULÎSTAN: (Bi girîn) Her tişt liber çavê min reş û tarîye. Ev sê roj e, hiş û ‘eqlê min nemaye. Heya min unversîte qezenc nekiribû, ji merivên min tu kesî rêya zîyareta dîya min nizanîbû. Ez û Gulîzar, em ewqas ne lihev bûn jî Gulîzar ji wan bêtir li xestê, liber dîyamin dima. Piştî min mekteba doxtortîyê qezenckir, ez bûme delala teva. Ji doxtortîyê jî ji derewên wan jî nefret dikim.
FÎRDEWS: Xwa min xwe zêde ne êşîne. Heyfa te.
GULÎSTAN: Dayka min! Dayêê! Ezê bê te çi bikim? Yadê! Ax yadê! Hey modernîzma sosyal! Hey maddeperestno! Ji we ji fîkrê we yên pûç nefret dikim. Heger hûn karibin hezkirin û hesreta dîya min ji qelbê min derxin. Li dinyê hûn tu rehetîyê nadin. Li axîretê hunê çi bidin? Felsefe û derewê we, serê we bixwe.
FÎRDEWS: (Teskîn dike) Gulîstan! Temam xwa min. Sakîn be. Tu weha xwe perîşan dikî. Heyfa te. Ma tu nizanî, pêxemberê me, bi çavê dinyê bavê xwe nedîye. Piştî şeş salî, dîya xwe jî wenda kirîye. Du salê din, kalê wî ‘Ebdûlmûttalîb jî rehmet kirîye. Li ba apê xwe Ebû Talîb mezin bûye. Piştî pêxemberî jê re hatîye jî, sirf jibo ummeta xwe çi ezîyetû ta'de kişandîye. Ezîyetê me liber yên wî ne tiştekin xwa min.
GULÎSTAN: (Hinekî teskîn bûye) Çend cara min xwendibû ku pêxemberê me yetîm mezin bûye. Lê niha ez baş fêm dikim.
FÎRDEWS: Xwa min! Ma tev ne jibo xelasîya dinyaw axîreta me bû?
GULÎSTAN: Heww! Heger me pêxemberê xwe nas bikira, emê lipey bêdîna çima kaş bibana?
FÎRDEWS: Qîza pêxemberê me Hz. Fatima, diber bavê xwe de çi zehmetî dîtîye. Qîza wê Hz. Zeyneb li Kerbela, liber çavê wê, wê zilm û wehşeta li birayê wê Hz.Huseyîn û li can û cîgerên wê yên din hatine kirin, bîne bîra xwe.
GULÎSTAN: Xwedê ji zalima re nehêle. Ji Xweda hêvî dikim ku kafir û zalim çavê rehetîyû xweşîyê tucar nebînin.
FÎRDEWS: Bisse, ji te re hinek avê bînim.
-----
FÎRDEWS: Xwa min! Heger tu hinekî sakîn bûbe, em dikarin rûnin, heger tu bixwazî bitenê bimînî, dikarim te rehet bihêlim.
GULÎSTAN: Dixwazim bi te re bipeyivim. Îro pir aciz bûme.
FÎRDEWS: Xwa min! Xaltîka Macîde, dîya tebû, dîya mebû jî. Me pir jê hez dikir. Xweda jê razî be. Gelek qencîyên wê li me bûne.
GULÎSTAN: Li heyatê zêde rehetî nedî. Belkî min jî dilê wê zêde rihet nekirîye. Ez liber vêya dikevim.
FÎRDEWS: Gulîstan weha nebêje. Tiştê ji destê te dihat, te kirîye. Lê însan bi wefatekê her çiqas liber hesreta wî bikeve jî, gerek zêde li xwe bigrî, gelo ka wî jibo axîretê, jibo piştî qebrê çi hazir kirîye. Ne emê tev herin hizûra Xweda.
GULÎSTAN: Min ji vî alî ve dilê dîya xwe hiştîye. Exlaq û îbadetê Îslamê ji min dixwest. Evan tiştê te gotin, wê jî ewqas li min şîret dikir. Jibo dilê wê neşkînim min nedigot "Na", lê min biya wê jî nedikir. Lê tew Gulîzar! Hew Xweda zane, çend cara hatîye ba min, qirik li xwe qetandîye. Liser min diperitî. Belkî ji te re gotîye.
FÎRDEWS: Xwa min! Ewqas we jihevdû hez dikir, çima hûn jihevdû qetîyan?
GULÎSTAN: Fîrdews! Ew ji min neqetîya, ez jê qetîyam. Jiber ku serê xwe venekir, nehat unîversîte nexwend, vê baqilê (!) bi vî hawî terka Gulîzar kir.
FÎRDEWS: Gerek evya nebiba sebebê ğeyda we. Tu zanî, dost û dostanîya jibo Xweda, hizûra dinyaw axîretê ye. Qey li unîversîteyê, dostê wek Gulîzar tunebûn?
GULÎSTAN: Hinek hebûn, ji îffet û îmana xwe zerrekî kêmanî nedikirin. Merev bixwaze, li kur be dikare dostê baş bibîne yan jî ji xwe re çêke. Lê ez unîversîtelî bûm. Min bi çavekî din li xwe dinhêrî. Xwa min, heger tê godarî bike, ez dixwazim heyata xwe ya unversîteyê bêjim.
FÎRDEWS: Naxwazim kul û derdê te nû bikim. Lê heger tu dixwazî bêje.
------
GULÎSTAN: Fîrdews! Hetta min unîversîte qezenc nekiribû, merivê min kesî ji min hez nedkir. Jiber ez nixumandî bûm û binimêj bûm, li cîyekî min bidîtana, digotin "Tu ji xwe li sofîka Mecê binhêre" Lê piştî min unîversîte qezenc kir, serê xwe vekir, jibo min gotin "Xweyyy! Çi qîz ji Gulîstan derketîye." Min ji wan hez nedkir. Min dev ji hîcabê berdabû, dilê min hinekî nerehet bû. Lê kêfa min ji vê peyva wan pir dihat. Êdî ez unîversîtelî bûm. Ezê bibama doxtor, hinekî mezin bûbûm.
FÎRDEWS: Yanî rewşa dinyê, însan liba însana hêja dike. Lê hêjatîya heqîqî, liba Xwedaye.
GULÎSTAN: Em ders û îbretê ji tişta nagrin heta hişê me tê serê me. Ji xwa xwe re bêjim... Çûme unîversîteyê. Hem fedîya ji însana, hem jî bi soma ji hevalê xwe lome û pêkenî nebînim, min serê xwe negirt. Çend rojên ewwil, min bi dizî nimêja xwe kir. Lê paşî min lê nêrî, nikarim weha dewam bikim, min dev jê berda. Êvarî dihatim malê, min tevî qeza liserhev dikir. Paşî min dev ji vêya jî berda. Lê dilê min qet nerehet bû. Peyva Gulîzar ji guhê min dernediket. Ji min re gotibû "Heger tu, heyaw nimêja xwe xweşik mihefeze bikî, exlaq û edeba te tucar xera nabe. Tê karibî xwe ji herama biparêze." Jiber min bala xwe neda peyva Gulîzar, min gelek tişt wenda kirin. Qîz û zortê di navhev de, henek û berradatîyê bihev re, hêdî hêdî ji min re normalbû. Kîja kinc û peyv, kîja naz û baz xorta li xwe dikşîne bû dert. Min guhneda helal û herama. Her ku peyva Gulîzar bihata bîra min, min ji xwe re digot "Qelbê min paqij e. Ma çi pê tê? Kengî min unîversîte qedand, ezê dest nimêjê bikim. Ku karibim, ezê xwe bi nixumînim." Min di televîzyonê de dîtibû qîzek servekirî, bênimêj, pir heramî kiribû, lê jiber digot 'qelbê min paqije' diçû cennetê. Carna min ji xwe re digot, hey qelb weha paqij nabe. Lê weha ji nefsa însên re xweş dihat.
FÎRDEWS: Hey mala ğerbînperesta tucar ne avabe, dixwazin bi vê çîroka “qelbê min paqij e” xort û qîzên me ji îbadet dûr bixin, emr û helalê Xweda bidin wendakirin. Xort û qîza ji dîn û namûs, ji exlaq û heya bikin. Paqijîya qelb, encax bi emrê Xweda çê dibe. Bi guneh û herama qelbê kê paqij bûye?
GULÎSTAN: Dewam bikim. Haya me ji me tunebû. Lewra sofîka Mecê, êdî sosyal bû, modern bû. Tew edebîyata bindestîyû azadî tevî nav nebû, te îja çelebata Gulîstan bidîta. Bi bejn û bala xwe, bi peyv û zimanê xwe, kesî nikaribû pê. Ji ğeyrî Gulîzar.
FÎRDEWS: Gulîstan! Çima Gulîzar?
GULÎSTAN: Xwa min! Gulîzar hem Îslam baş zanibû, hem haya wê ji fikrên Ewrûpa hebû. Hem jî ez baş nas dikirim. Min nikaribû biser peyva wê bixista.
FÎRDEWS: Xwa min! Tu çima ji Îslamê diqehirî? Ne te berê hinekî Îslam xwendibû.
GULÎSTAN: Fikr û felsefê me dixwend, ji me dixwest em guhnedin dîn, em neyartîya dîn bikin. Lê jibo ku millet ji me nefret neke, digotin li pêş millet dijminantîya dîn nekin. Digotin "dîn me li paş dihêle. Emê Qur'an û nimêjê çibikin? Niha ne wextê wê ye. Kengî em azad û serbest bûn, wê çaxê yê bixwaze dikare bike." Yanî xwa min! Êşa kufra Ewrûpa bi herama heyat li me kiribû zehîr, me ji Îslamê re kiribû ğerîb.
FÎRDEWS: Tu dîsa şanslîye xwa min. Xweda belkî ji te heskirye. Xaltîka Macîde û Gulîzar bi şîreta alîkarîya te kirine. Te bi tenê nehiştine.
GULÎSTAN: Dayê! Ax dayê! Min effûke. Ez xatrê te nû fêm dikim. Her ku ez diçûm malê, ewê halê min bipirsîya, ewê bigota "Gulîstana min! Bixebite lê Xwedayê xwe jibîr neke. Bike lê axîreta xwe jibîr neke.” Ya Rebbî! Dîya min dînê te şanî min dida. Tu jî rehm û meğfîreta xwe li wê bike.
FÎRDEWS: Amîn Gulîstan! Ez te zêde nesekinînim. Tu hem ji hal ketîye, hem jî dibe ku mêvanê din bên te bipirsin. Ez rabim xwa min. Xwe neêşîne. Kengî tu bixwazî, dîsa em dikarin derdê xwe ji hev re bêjin.
GULÎSTAN: Fîrdews! Ez êdî ji Gulîzar fedî dikim. Ewqas xêrxwazîya min dikir, min jî liber wê serhişkî dikir. Ez nizanim ezê çawa li wechê wê binhêrim.
FÎRDEWS: Xwa min! Weha nebêje. Ewwilî însan gerek ji Rebbê xwe fedî bike. Tu zanî Gulîzar ne yeke wehaye ku ji te biğeyde. Kengî tu bixwazî tu karî pê re bipeyvî.
GULÎSTAN: Heger îro ez bi te re nepeyivama, ya ezê dîn bûbama yan jî li min nedibû sibê.
FÎRDEWS: Gulîstan! Li min binhêr! Tu ne yek e were ye ku ewqas zû bi zû ji qam û pîya bikeve. Tu ji dîya xwe re lazime ku tu dewsa exlaq û terbîya dîya xwe bigrî. Bi xwendin û ders û îbretê xwe, ji însana re jibo Xweda bi feyde be. De bi xatirê te. Qismet be emê hev bibînin.
GULÎSTAN: Oğra xêrê be!
------
(Çar pênc roj derbas nebûn, Gulîstan çû li deryê Gulîzar xist. Fîrdews jî li wir e.)
GULÎSTAN: Gulîzar! Tu mêvanê bêdawet qebûl dikî?
GULÎZAR: Gulîstan! Wer hela wer! Serpotik ji te neğeyidîye.
GULÎSTAN: Gulîzar!
GULÎZAR: Gulîstan!
-----
FÎRDEWS: Gulîstan! Tu bixêr hatî xwa min. Maşallah! Wa tu hinekî biser xwe ve hatîyî. Halê te perîşan bû.
GULÎSTAN: Ez hinekî aciz bûm. Min got heye tune hûn li vir in.
GULÎZAR: Te baş kir tu hatî.
FÎRDEWS: Gulîstan! Xwa min! Xweda rehma xwe li xaltîka Macîdeke. Yasîn û xetmê me li mehelê belav kiribûn, me jê re teslîm kirin. Em ji te re jî bêjin.
GULÎZAR: Rebbê ‘alemê jê razîbe, wê bi rehma xwe şad bike. Cîyê wê bike cennet înşallah.
GULÎSTAN: Gulîzar! Ya jibo min?
GULÎZAR: Gulîstan! Xweda te li dinyayê ji însana re jibo Xweda bi feyde, ji ehlê îman û îffetê bike. Li axîretê jî ji cîranê Fatima bike.
GULÎSTAN: Xweda me hersîya li dinyaw axîretê ji hevdû û ji razîbûna xwe neqetîne.
FÎRDEWS: Amîn Xwa min!
GULÎSTAN: Gulîzar! Ew roja hûn ji kermesê dihatin, di destê te de hîcab hebûn. Ka yekê bide min. Ezê bavêjim serê xwe.
GULÎZAR: Ma kêfa te ji serpotikîyê re tê?
GULÎSTAN: Heger sernixumandin û hîcaba emrê Xweda serpotikîye, bila dinya ‘alem zanibe, ez jî serpotikim.
GULÎZAR: Ewê dîsa ji te re bêjin sofîka Mecê ha.
GULÎSTAN: Kî dibêje çi bila bêje. Êdî ji min re ne derde. Ma emrê Xweda ne li ser her tiştî re ye?
FÎRDEWS: Hetta niha min li peyva we guhdarî dikir. Îro ezê bipeyvim, hûnê li min godarî bikin.
GULÎSTAN: Em pê razîne.
GULÎZAR: Tu çi bêjî, em dengê xwe nakin.
FÎRDEWS: Min jî henek kir. Lê pêxemberê me Hz. Mûhammed(‘e.s), liser hevaltîyê weha dibêje "Bi wan kesê ku bi dîtina xwe Xweda tînin bîra we, bi xeberdana xwe ‘ilmê we zêde dikin, bi ‘emelê xwe jî we li rêya axîretê kar dikin, bi wan kesan re hevaltî bikin."
GULÎZAR: Xweda jite razîbe Fîrdews! Ez jî mizgînê bidim Gulîstan. Dibêjin di unîversîteyê de sernixumandî serbest bûye. Kesê bixwaze, dikare xwe binixumîne.
GULÎSTAN: Xwa min! Ji min re ewqas ne derd e. Qîzê bixwazin, belkî karin birehetî bixwînin. Lê Îslama min avabe, milletê min tev, li dinyaw axîretê xelas dibe.
GULÎZAR: Gulîstan!
GULÎSTAN: Gulîzar!
(Gulîzar, bi vegera Gulîstan pir kêfxweş dibe û hevdû himêz dikin.)