Zarokên Hêja!
Em ji mewsîwa payîzê derketin û ketin fesla zivistanê. Me di payîzê de ‘ufara reza kir, bennîw bastêq hazir kir, berrûw te‘ew berhev dikir, gûz û bi‘îv amade kir jibo zivistanê. Weka berê kewar û kadînên me tune ne ku wan bi zexîre û kayê dagirin, lê dîsa soba me û dar û qurm û êzingên me hene.
Hûn jî zanin ku Rebbê me her mewsîmê bi hinek xweşîyan xemilandiye. Di zivistanê de jî gelek xweşî hene. Na na! Min behsa şematok û berfegulokê nekir. Min behsa berfemêr û berfedimsikê jî nekir. Ez çiqas bêjim sermaye, ne necemidînin, serma negrin, xwe şil nekin, hûnê dîsa jî bi berfê bilizîn. Min behsa germahîya ber soba zivistanê kir û ji xwe çîrokên ku li berê tê gotin, gûz û bi‘îv û bastêq û berrûw û şambelot û kestaneyên li berê tê xwarin jî. Lê belê bila haya we ji we hebe ku hûn li ber sobê di xew re ve neçin. Dersa we heye, xwendina Qur’anê heye, galgala mezin û bav û kala heye.
Zarokên Delal!
Em ketin zivistanê lê hûn dizanin ku dersa Qur’anê ne di tatîlan tenê de tê stendin. Xwendin û hînbûna heyata pêxemberê me ne di meha Nîsanê tenê de tê kirin. Lazime em her fesl û mewsîmê li kîtaba Rebbê xwe û heyata pêxemberê me payedar bin. Lewra hezkirina Xweda û Resûlê wî di ser her tiştî reye.
Raste ez jî dixwazim behsa xweşîyên zivistanê bikim. Lîstin û lîstokên zivistanê ji we re bêjim. Lê hinek ji we xefik û da’fikan li ber çûk û teyrokan datînin û wan dikujin. Qet weha nekin. Heyfa wan çûkan. Bifikirin bê ewan çûkê ze’îf û bêxanî, çawa di wê serma û berfê de li heyatê dimînin, gava li ser sergo yan jî li devereke reşayê hebek xwarinê dibînin û dixun, çiqas şukurdar dibin ji Rebbê xwe re. Gava xwarinê dixun û nikulên xwe bi derûdorê didin û paqij dikin, meriv fêm dike û Rebbê xwe jibîr nakin.
Lê dîsa jî bêjim, heger we gûz û bi‘îvên we şikandin, qin û kakilên wan xiste nav parçeke bastêq, yan destek bennî xwar, weka wan çûkan Rebbê xwe jibîr nekin. Noşîcan û afîyet be ji we re. Ji we yên pezê wan hene û gava mîh û bizinên wan zan, kar û berx anîn, firoyên wan bi dimsê re bixun, derek we pê neêşe.
Behsa Heyata Pêxember
Me behsa heyata pêxember kir, niha li jêr jibo we di çend paragrafan de behsa hinek wesfên pêxemberê me emê bikin. Emê wan bixwînin û ders û şîretan ji xwe re derxin û ji hevalê xwe bipirsin. Ê de haydê em bihevre selewatekê li ser wî û al û eshabên wî bînin. Heta biharê emê li sihhet û xwendina xwe miqatebin. Xelata xwe ya sersalê bigrin. Lê bila xelata me ya herî xweşik hînbûna heyata pêxemberê me be.
Allah Tea’la di Qur’ana Pîroz de di dawîya sûreyê Tewbe de jibo pêxemberê me weha ferman dike: “Muheqeq pêxemberekî ‘ezîz ji nav we jibo we hatîye ku zehmetkêşîya we, li ser wî girane, li ser we diricife, jibo muminan dilnerm û bimerhemete.” (Tewbe 128)
Hz. Mûhemmed (s.‘e.w);
Pir nedipeyivî; daim bifikir bû; bi tiştên pûç û beyhûde meşğûl nedibû; peyva xerab nedigot; bi kesî re niqaş nedikir; her zeman sergiranê di heddê xwe de bû; jibo karên dinyê qed nediğeyîdî; kesê jê reca tiştekî bikira, ew kes bêhêvî nedikir; li qisûra tu kesî nedigerîya; ‘efûkirina wî tebiî’ bû, ne li dû kîn û heyfê bû; tiştek li xweşîya wî neçûya, bêdeng dibû; pesn û methên dûrî rastîyê, qebûl nedikir; kincên sade li xwe dikir û ji mirês û rîyayê hez nedikir; di diltengî û tengasîyan de, torr û dexel nedibû û nediqîrîya; gava dipeyivî, tesîra xwe dida ser temamê hawêrdora xwe; ji tu kesî re tiştê nebixêr nedigot; ji bo şexsê xwe qet nediqehirî û li heyfê nedigerîya; kesê jibo alîkarîyê bihata ber derîyê wî, ew destvala venedigerand; peyvên wî weka durrên biriqandî şêrîn û zelal bûn; li cem xwe li kesê paşîn dipeyivî, weka yê ewil dipeyive guhdarî dikir; tu peyva xerab a li gorî adetê dihate serfkirin, qet ji devê wî dernediket; rûyê wî tim mehzûn û beşîşî û geş bû; bi feqîran re xwarin dixwar, xwe ji wan cûda nedikir; ne kesekî ‘elel’ade bû, lê weka însanên ‘alel’ade dijîya; li tu kesî ji pêş û paşve lome nedikir, ew şermezar nedikir; dijminê xwe efû dikir û qîmet dida wan; belasebeb nediaxivî, gava dipeyivî jî tu peyva zêde yan jî kêm nedigot; gava diaxivî berê xwe bi hêlekê din ve nediguherand; li meclîsa lê peyde dibû, li cîyekî biîmtîyaz rûnedinişt…
Zarokên hêja! Pêxemberê me di hedîseke xwe de weha kerem dike: “Ez jibo exlaqê xweşik temam bikim hatime şandin.”
Em Niha Me’na Wan Gotinan Hîn Bibin.
“Tîr dike dan dere, ro’n dike nan dere” Ev gotina pêşîyan jibo kesên di navbera du halî de maye û nizane wê çi bike tê gotin. Kesê weha karê li ser dixebite, halê lê qewimîye, mesela pey ketîye jê re dibe netîca zirarê, xwe bi kîjan alî ve dide, dîsa xisar dike. Gava kesek xwarinekê çêke, xwarina wî tîr be, ewê danê xwarina wî zêde be û zêde bê xwarin, ger xwarina wî ro’n be jî, wê jiber ro’nbûnê nan zêde bê xwarin. Yanî di her dû halî de jî zirar dike.
“Ma tu hatîyî agirkî” Ev peyvik û îdyom jibo zîyaretên liser pîya tê gotin. Kesek here ba kesekî din û li cem wî zêde nemîne, yê din jê re vê peyvikê dibêje. Yanî ma serdan û hatina te ewqas kin û kurt e? Wekî tê zanîn berê heste û niftik li her malê tune bû. Yekî li mala xwe agir dada û agir ji cîranê wî re hewce biba, diçû ba wî û bizotek agir jê distent û zû diçû malê daku agirê wî netefe.
“Qurban min got qey tu peya bûyî”
Xaltika Wesîlê, rojekê bilêta xwe ya teyarê dibire wê here Enqerê. Teyare bi hewa dikeve û di heyama ku li asîmana ye rêwiya li kêleka xaltiya Wesîlê diçe lewaboyê. (wekî tê zanîn di teyaran de ji bo destava biçûk lawabo heye) Piştî xaltiya Wesîlê dît ku ê li tenişta wê rûniştî rabû çû, wê jî xwe ber bi ciyê vala ve kaş kir û çû ber pacê û ji xwe re li asîman û xwarê mêze kir. Ew rêwiyê kêlekê dema ji lewaboyê derket û hat, dît ku xaltî ketiye ciyê wî û got: “Xaltî ma tu ketiye ciyê min?” Xaltiya Wesîlê jî wiha cewaba wî da: “Qurban ma min got qey tu ji teyarê peya bûy.”
Adabê Xwarin û Vexwarinê
Wexta ku we dît dêya we sifreya xwarinê raxist û temsîkên xwarin tê de û kevçî anîn danî ser, bazdin herin dest û ser çavên xwe pak û delal bişon. Çima emê bişon? Em li derve û hundur wexta dilîzin destê me bi gelek tiştan dibin. Di wan tiştên ku destê me pê bûne ve gelek mîqrobên biçûk ê ku bi çavan nayê dîtin pê ve dizeliqin û nexweşiyên pîs jê çêdibin. Gelek zarokên ku çimadestê xwe neşûştine û bi tevlî wê gemar û mîqroban xwarin xwarine bi nexweşiyên pir giran ketine û hinek ji wan pê mirine jî. Divê em beriya xwarinê pak û delal bi sabûnê destê xwe bişon.
Piştî me dest û ser rûyê xwe şuşt û em hatin ser sifreyê jî divê em beriya dest pê kin bibêjin “Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm” û hêja dest bi xwarina xwe bikin. Gelekî xêre û him jî bereket dikeve nav xwarinê. Hetta hatiye gotin; heger meriv “Bîsmîllah” nebêje şeytan jî bi meriw re xwarinê dixwe. Heger em jibîr bikin jî kengî ket bîra me divê em bêjin: “Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm fîl ewwel wel axîr.”
Piştî me têr xwar, divê em bibêjin “Elhemdûlîllah” yanê em hemd û şukur bikin ji Xweda re ku ev xwarin kir nisîbê me.
Piştî em ji ser sifreyê rabûn karê me yê ewil dîsa dest şuştin e. Lewra vêcar xwarin bi destê me ve zeliqî ye û ew jî dibe sebebê nexweşiyan. Pêxemberê me Hz. Mûhemmed ‘Eleyhîsselam di hedîseke xwe ya şerîf de kerem dike: “Paqijî nîvê îmanê ye.”