Navçeya Farqînê li hêvîya rojek weha bû. Ev roj hatibû ber derî. Kelecanekê erd û asîman, dar û ber û deşt û çîyayê Farqînê girtibû. Ji erda Farqînê ra sanîye wek sa‘et, deqîqe wek roja û sa‘et wek meha dirêj dihat. Zeman sankî sekinî bû.
Fermandarê artêşa Îslamê Hekemê kurê Hîşam ji nava sed pêhlewanî, heşt pêhlewan niqandin û gazî wan kir ji wan ra hinek nesîhet kir; bi kurtî wan bi armanca ku pê hatine hetanî wir hişyar kir û emr û nehyê Xweda bi bîra wan anî. Û go: Mirin heqq e, li kuderê îrada Xweda pê hatibe, emê li wê derê emanetê xwe teslîm bikin. Reva ji mirinê bêçare ye. Mirina heqq û xweş ew e ku di rêya Xweda da be. Ew jî ŞEHADET E. ŞEHADET daxwazîya temamê dost û pêxemberê Xweda bûye. Xwezî bi wî kesê ku di rêya Xweda da şehîd bûye û dibe.” Piştî vê nesîhetê her heşt pêhlewan hemêz kir û helalî ji wan xwest. Lê belê çavê Hekem tijî girî bû. Ji bû negirî, hema xwe bizorê digirt. Fermandarê artêşa Îslamê Hekemê kurê Hîşam, kincê wan leşkerên ku dîl girtibûn ji Bîzansîyan, li van her heşt mucahîdên Îslamê kir û bi tarîtîya êvarê ra, wan di rêya Gaza Topê ra berê nav bajêr kir.
Resim 1: Derîyê Amedê yan jî Derîyê Jêr (8 Micahîdên Îslamê di vir ra daxilê kelha Farqînê dibin.)
Ewan 8 micahîdên Îslamê wek tîra ku ji kevan der tê bi wê hêzê, bi ser kufr û zilma Bîzansîyan ku li gellê Farqînê dikirin da çûn. Bi tevî çek û mertalan bi îman û teqwa jî dagirtî bûn. Malûmatê ku wê çawa bikevin kelhê, ji Fermandarê xwe girtibûn. Fermandarê wan jî ev malûmata saloxî ji wan leşkerê dîlgirtî hilanîbû. Ev 8 micahîdên Îslamê bi vê malûmata saloxî hatin ber derîyê kelhê, derîyê ku diçe Amedê. Ji ber ku şev bû nehatin naskirin, nobedarê ber derîyê kelhê, ji wan parole xwest. Wan jî parolaya ku ji leşkerên dîlgirtî hîn kiribûn ji nobedarên ber derîyê kelhê re gotin. Ew 8 micahîdên Îslamê ketin hundirê kelhê û wan nobedarê ber derîyê kelhê kuştin. Û derî li Fermandar û artêşa Îslamê vekirin. Derîyê navçeya Farqînê, li gor rîvayetekê, wiha li micahîdên Îslamê vebû. (El-Balazûrî, Futûh, 179)
Li gorî dîrokvan Waqidî (Futûhu’ş-Şam, 509) fetha navçeya bajarê Farqînê weha çêbûye: Mûhasera bajarê Amedê ku dirêj dibe, Hekemê kurê Hîşam tê ba Serdarê Artêşa Îslamê Îyadê kurê Ğanm, wiha dibêje; “Ey Emîr, îdarevanê Amedê, neyta wan tune ku teslîm bibin. Û mûhasere dirêj dibe. Ku tu jî misade bidî, em hicûmekê bibin ser navçeya Farqînê.” Serdarê artêşa Îslamê Îyadê kurê Ğanm, gazî fermandarên din jî kir û bi wan ev daxwazîya Fermandar Hekemê kurê Hîşam mişawre kir. Di mişawrê da daxwazîya Fermandar Hekemê kurê Hîşam hat qebûlkirin.
Serdarê artêşa Îslamê Îyadê kurê Ğanm, ji Ensar û Muhaciran sed pêhlewan civandin û Hekemê kurê Hîşam kir fermandarê wan û bi ser navçeya Farqînê da şandin. Hekemê kurê Hîşam û mifreza wî, di Gaza Topê da (îro navê ciyeke li dîyarê Farqînê ye) bi diyarê navçeya Farqînê ketin. Hekemê kurê Hîşam, bi xweşikiya Farqînê mest bû. Û weha dû’a kir: “Ya Rebbî! Tu vî bajarî û gellê wê bê xwînrêtin, bi Îslamê muşerref bikî ku heqqîyê qebûl bikin û teslîmî me bibin.” Piştî vê dû’ayê hicûm bir ser derîyê kelhê. Bi dûayê ra bala xwe danê ku derîyê kelhê li wan vebû û ketin hûndirê kelhê. Bi dengê tekbîra li hûndirê bajêr belav bûn. Hetta Birca Şah çûn û wê derê ji xwe ra kirin mesken.
Ew roj roja ayîn û ‘îbadetê gellê Farqînê bû. Gellê Farqînê û keşê wan li dêra Marya bûn. Lewra ew roj ‘îda fille û xiristîyana bû. Micahîdên Îslamê bi dengê tekbîra, ketin hûndirê Dêra Marya. Melîkê navçeyê Aslağurs-Ashağurs (Islagurs) tê ba wan û weha ji wan dipirse: Win kîne û ji ku tên? Fermandar Hakemê kurê Hîşam go: Em eshabê Hz. Mûhammed ‘eleyhîsselatû wesselam in. Û ji qerargaha artêşa Îslamê ya ku bajarê Amedê dorpêç kirîye, tên.
Aslağurs go: Kê derîyê kelhê li we vekir? Hakemê kurê Hîşam go: Ê ku temamê kilît û qefla di destê Wî (c.c) da ye derîyê kelhê li me vekir. Aslağurs go: Bi ketina bajêr wun qey ji me netirsîyan? Hakemê kurê Hîşam go: Ew însanê ku zerar û feyde ne di destê wî daye, emê çima jê bitirsin. Em ji Wî (c.c) zatê ku temamê qûwwet û qûdret di deste Wî(c.c) daye ditirsin. Ji xwe ew Zat(c.c) jî divê eger hûn bawermend bin, ji min bitirsin! Ji wan ne tirsin. (Al-î Îmran: 175) Aslağurs go:Ev dîn piştra çê bûye. Dînê me bêtir kevne û qedîme. Hakemê kurê Hîşam: Eger peyva te rast bûya, gerek Îblîs ji Âdem çêtir bûya. Lewra ew ji Âdem kevintire.
Melîkê navçeya Farqînê Aslağurs, piştî vê peyvê Hakemê kurê Hîşam da’wetî dêrê kir. Xwest zîynet û xweşikîya dêrê nîşanî wan bide. Lê belê Hakemê kurê Hîşam di hundirê dêrê da kelîma la hewle wela qûwwete… û ayetê derheqê Hz. Îsa (s.x) û dayîka Wî da (r.x.s) bi deng xwend. Bi xwendinê ra dêr hejîya. Di vê Dêra Marya da keşekî zanyar û ferzan bi navê Abdulmesîh hebû. Liser vê hejandinê ji Melîkê navçeyê Aslağurs ra wuha got: Te çima ‘Ereba anî vir? Binhêre Mesîh bi hatina wan ‘acis bû. Loma erd hejîya.
Melîk Aslağurs go: Na xêr, Ez bi meznaya Mesîh kim ev hejandina Dêra Marya, jiber kelîma Tevhîdê, mu’cîza Pêxemberê wan û wan ayetê ku ji kitêba xwe xwendin qewimî. Ma Tu fehm nakî ey Keşe! Ev derê bircê çawa li wan vebû. Ma te nedî, wexta ketne hundirê Dêrê, çira û lembayê Dêrê temirîn û lerz bi van resma ket. Mizgîn li wan kesê ku bikeve dînê vana.
Melîk Aslağurs ji Hakemê kurê Hîşam, me’na wan ayetê ku xwendin xwest hîn bike. Hakemê kurê Hîşam (r.x.s) wan ayeta heb bi heb ji wan ra ma’ne kir. Ji ber ma’na van ayeta çavê Melîk tijî bû. Piştra mesela Mî’racê ji Hakemê kurê Hîşam pirsî. Hakemê kurê Hîşam mes’ela Îsra û Mî’racê ji wan ra got. Melîk Aslağurs piştî gohdarîkirinê, misluman bû û wuha got; “Ez bi meznaya Mesîh kim di dînê We da şek tune, dînê We heqqe. Ez him keşe him jî diqtor bûm. Berya ku bême vî bajarî, ez li Qudsê di huzûra Hz. ‘Umer da misluman bûbûm. Piştra hatim vî bajarê hanê. Ez bûm diqtorê Walîyê vêr. Piştî ku Walî mir, ez ketim şûna wî û piştra ez zivirîm ser dînê xwe yê berê. ‘Eceba ez anha dîsa dînê we qebûl bikim, ji ber vî gunahê min ewê Xwedê(c.c) min ‘efû bike yan na?” Hakemê kurê Hîşam wuha bersiv da. Min ji Resûlullah(êleyhîsselatû wesselam) seh kir ku wuha goti bû: “Merivekî li çoleka şaristan û xalî da rêwî be. Nan û ava wî li ser pişta welaqa wî be û ev welaq serkêşîyê bike û bireve. Ji dîtina welaqa xwe ra bê hêvî bibe û ji ber bê av û nanî li hêvîya mirina xwe be, di wê hengê da welaqa wî derê û were balê, wê çika kêfa wî mirovî bê, ji wê kêfxweşîyê bêtir bi tewba însanekî kêfa Xweda Azze we celle tê.”
Aslağurs çawa ev ji Hakem sehkir, çavê Wî tijî girîn bû û misluman bû. Hakemê kurê Hîşam û hevalnê wî da’wetî qesra xwe kir. Aslağurs cema’eta xwe civand û wan da’wetî dînê Îslamê kir. Cema’eta wî bêdilxweşî dînê Îslamê qebûl kir. Piştra Aslağurs karmend û fermandarên dewletê civand, ji wan ra weha got: “Tiştê ku ez ji xwe ra dıxazim ji we ra jî dixazim. Ev dînê hanê ewê bilind bibe, ti tişkek bi ser vî dînê hanê nakeve. Kî ji we misluman bibe, him dinya xwe him jî axreta xwe xelas dike. Vêga artêşa vana bajarê Amedê dorpêç kirîye. Mihaqqeq wê Amed û herêma wê feth bikin. Ê ku li dijî wan derên, ji wan û malbata wan ra wê xesar be. Ê ku teslîmê dînê Wan bibe, wê bikevin selametîyê”. Li ser vê nesîheta Melîk Aslağurs karmend û fermandarê dewletê jê re wiha gotin: “Ey rêzanê me, jibo ku em hinekî bifikirin sê rojan qewl bidin me.” Aslağurs jî sê roj qewl da wan û wan verêkir malên wan. Ev karmend û fermandarê dewletê ku bû êvar li hev civîyan, qerara ku bi mislumana ra şer bikin stend. Çek û rextê xwe girê dan û hicûmî ser Aslağurs û mislumana kirin. Li dora Aslağurs cema’eta wî û mucahîdên Îslamê hebûn. Şerre kî pir şedîd hetta roja din dewam kir. Aslağurs gazî Hakemê kurê Hîşam kir û got, qasidekê bişîne Amedê, bila alîkarîyê ji me ra bişînin. Qasidek ji bû alîkarîyê birê xistin jibo ku here Amedê. Ev qasid hê ji navçeya Farqînê dûr neketibû, dengê pîyê hespa sehkir. Bala xwe danê pên sed suwarîyên çekdar di bin fermandarîya Babbetê kurê Adîy da gihîştin ber Kelha Farqînê. Ev qasid sebebê hatina wan pirsî, Babbetê kurê Adîy jî weha got: “Şevê din Serdarê Artêşa Îslamê Îyadê kurê Ğanem di xewna xwe da Pêxember (êleyhîsselatû wesselam) dibîne. Pêxember (êleyhîsselatû wesselam) bi halê Farqînê wî xeberdar dike. Û jibo alîkarîyê emrê şandina leşker lê dike. Îyad(r.x.s) ji xew rabû ranebû bi fermandara ra xewna xwe mişawre kir û pênc sed leşker temîn dike û min verêkir vira.” Ev qasidê daxwazîya alîkarîyê Babbetê kurê Adîy û leşkerê wî anî ber derîyê Babu’s-Sir ji derîyê kelhê. Lewra mihafizên vî derîyê hanê zilamê Aslağurs bûn. Deng li mihafiza kirin û mihafizan derî li wan vekir û bi dengê tekbîr û selawata ketin nava bajêr. Nivîskar Cuma KARAN di kitêba xwe ya bi navê DİYAR-I BEKR ve MUSLUMANLARCA FETHİ (Sh:160) da dibêje; “ Hakemê kurê Hîşam gotîye; Gellê bajêr bi tilîlî-yû û bi slogana “va hatin, hevalnê Muhammed hatin” em pêşwaz kirin”
Resim 2: Mescîda Eshaba
Piştî fethê Hakemê kurê Hîşam, di vê Mescîda Eshaba da xutbeke li ser Dînê Îslamê û Ewsafê Pêxember(êleyhîsselatû wesselam) dide. Çawa bi fetha Farqînê derê herêma Anatoliyê li mislumana vedibe, ‘eynî wisa jî ev nimêja ku di vê Mescîda Eshaba da hatîye kirin, nimêja ewîle di vê herêmê da. Bi vî wesfî ev Mescîda Eshaba ku îro li navçeya Farqînê di nav Goristana Şêx Xelîl daye, mescîdek pir mubareke û em dizanin ku ji erda Farqînê wê derê pîyê Eshaba maç kirîye.