Di panela ku li Diyarbekirê ji teref Banga Heq ve hat tertîpkirin de ji teref Edîtorê kovarê Ebdussemed Yalçin di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir ew wek Kovara Kelhaamed 16 sal in bênavber weşana xwe didomînin û ew ê ji îro pêve weşana kovara xwe bi navê Banga Heq bidin domandin.
Temamê pêşkêşîya ku ji teref Edîtorê kovarê Ebdussemed Yalçin ve hat kirin wisa ye:
Gelî guhdarên hazir!
Kovara me Banga Heq ji Kelhaamed di meheke weke vê mehê de, gulana sala 2009'an de dest bi xizmetê kir. Meha pêşiya me înşaallah wê hejmara wê ya 61 derkeve. 16 sal e bê navbir çap û weşana xwe didomîne û di medya ya Kurdî de roleke taybet pêk tîne. Bi vê munasebetê em îro li vir bi navê "Di şazde saliya xwe de Kovara banga Heq ji Kelhaamed" di vê panelê hatine ba hev.
Wek editorê kovarê ezê bi giştî behsa kovarê bikim. Bi kurtasî dîroka wê, xebatên ku me kirine, şekl û naveroka wê, hedefên wê yen taybet, merhela ku îro tê de ye û mijarên her wiha.
Destpêkirin û Pêşveçûn
Go mêrik -ka bê çi bibû- bi riya xwe de diçû û di ber xwe de digot: "Lawo! Tu dibînî lawo! Zeman hewqas xerabûye ku merev pesnê xwe nede kes îdî pesnê merev jî nade lawo!"
Îja em Kurd ev in. Ku em pesnê xwe nedin kes pesnê me nade.
Ku em behsa zimanê xwe û xizmet û xebatên xwe yên ku me ji 'alemê re kiriye bens nekin kes behs nake.
Di serî de ez karim vê bêjim. Ji bo kovarekê bi dirêjiya şazde sala dewamkirina di çap û weşanê de serkeftineke hêja tê qebûlkirin. Ne xasim ku ev kovar Kurdî be. Çimkî çapemenî ku Kurdî be ev bi serê xwe îşekî giran e. Kurdewarî bi tenê têra xwe astengiyên wê hene. Çimkî bi nivîsandin û çapkirinê îş naqede. Di nav xelkê me yî ku nêzî qernekî ye di bin asîmîlasyonê de mayîye, zimanê wî hatiye qedexekirin, alfabeyaka wî ya taybet tuneye, ğerîbê perwerdeyîya bi zimanê xwe ye. Di van şertên xerab de lazim e kovar were nasandin, bête hezkirin û firotin da ku karibe xwe bizivirîne.
Ji bo em van astengiyan derbas bikin lazim bû ku em pêşî xwendina bi- zimanê Kurdî bidin hezkirin. Paşê kovarê bidin heskirin. Ji bo vê em gund bi gund geriyan me kovar da naskirin û xwendina wê teşwîq kir. Li qeza û bajaran li dernek û komelan me li ser kovarê û zimanê Kurdî semîner dan. Di van xebatan de nûnerê me yê berpirsê ji belavkirin û firotinê û kadroya wî û gelek ji nivîskarên me cî girtin. Hetta heval û nas û dostên me yên ku erca me li wan dibuhurî me li ser wan ferz kir ku bibin abone ji kovarê re.
Piştî demekê me dest bi kursên zimanê Kurdî kir. Li hinik bajar û gelek qezayên wan me dersa zimanê Kurdî da. Van kursan pêşiya me hinkî di jî vekirin. Hinik kesên ku di van kursan re derbasbûn piştî demekê bûn nivîskarên kovarê. Kovar wek mektebekê ye. Xwendekar û xebatkarên xwe di cî de nahêle, dighîne dike nivîskar û lêkolîner.
Di serdema destpêka kovarê de me dest bi çapa kitêban jî kir. Ji bo vê jî Bi navê "Banga Heq" me weşanxaneyek vekir. Gelek kitêbên cûr be cûr me çap kirin û weşandin.Wextê me nû dest pê kir niyeta me ew bû ku; Piştî demekê em kovarê ji demsaliyê derxin bikin mehane. Û her wiha me niyet kir ku em enstîtuyeka Kurdî vekin. Ji ber ku hesabê malê û çarşiyê li hev derneket ev niyet nehatin bicîkirin. Nehatin bicîkirin lê îptal jî nebûne, li bende roja xwe ne. Dîsa ji ber ku hesab li hev derneketin gelek kitêbên bi qîmet, orjinal ku di destê me de hene û ê ku ji derve de hatin ber destên me me çap nekirin. Kovarek taybet ji bo zarokan me dernexist.
Armanca me
1- Ziman: Ji kovareke Kurdî tiştê yekem ku tê hêvîkirin ziman e. Quran dibêje
Me her pêgemberî bi zimanê وَما اَرْسَلْنَا مِنْ رَسُولٍ إِلَّا بِلِسَانِ قَوْمِهِ لِيُبَيِّنَ لَهُمْ
“Qewmê wî şand ji bo ku ji wan re beyan bike." Ayet dide nişandan ku de beyanê de, di gotinê de girîngiya ziman heye. Kurd dibe ku bi zimanê Tirkî zanibe lê hest û hissiyatên qewmî ê Kurdî di Tirkî de tunene.
Hedefa me ya mezin ev e ku bi zimanê qewmê xwe em bibin beyan ji hestên wan re. Û dîsa ji bo ku zimanê Kurdî hem ji asîmîlasyona zimanê deselat xelas bibe hem jî ji zihniyeta wê ya sekulerîst xelas bibe em xizmet bikin. Heta ku ji me tê em hewl didin ku di kovarê de vî zimanî pêk bînin. Zimanê çand û dîroka Kurdayetiyê. Zimanekî li ser esasên xwe yên tebî'î.
Çimkî li hember zimanê Kurdî du operasyonên mezin hatine kirin.
Operasyona yekem a dewleta nejadperesta Tirkî ye.
A duyem jî a cereyana sekulerîzmê ye.
Zimanê Kurdî yê ku heye texrîbatên van operasyonan zêde zêde di xwe de dihewîne. Evi ji Kurdayetiyê re xizmetê nake.
Kesê ku 'eqlê xwe bikar bîne zimanê xwe jî bi kar tîne. Kesê ku zimanê xwe bikar bîne 'eqlê xwe jî bi kar tîne. 'Eqlê me di mêjiyê me de ye. Mêjiyê me jî dîroka me ye. Dîroka me klasîkên me ne. Klasîkên me li ser bîr û baweriya me, bi îstîlahatên wehyê xemilandîne, bi kultura wehyê pêk hatine. Qissetên eynbiya, menaqiben ewliya bingeha wan in. Yek numûne:
Seydayê Mela Yasînê Yusrî di tesmîsa xwe ya li ser ğezela Melayê Cizîrî de dibêje
Ji ne'leyna qedem derxe di îşqa cewheranî da
Beyta Cizîrî jî ev e:
Dilo ertê meke gazî cewaba len teranî da
Ji ber fikrê di Mûsayê dilê min Tûrê Sîna ye
Em dibînin ku îro ev zimanê meyê şêrîn, bi sirr û tesîran dagirtî li ber hindabûnê ye, di talûka jibîrkirinê de ye, li hember cereyana sekulerîzmê. Di vê rewşê de bi medya û çapemeniyê em çewa karin lê xudî derkevin, emê çewa hînî nesla nû bikin? Ji bo vê em dixebitin.
2- Kurdayetî: Hedefa me ya duyem, xwedîderketina li zindîkirina çand û 'urf û 'adet û hemî xesletên Kurdayetiyê li beranber texrîbatên deshelata nejadperest û sekulerîst e.
Bi giştî hedefa me, ji her alî ve formata Kurdayetiyê ye. Bi temamî nivîsandina li ser xesletên ku Kurdan dikin Kurd armanca me ye. Em dixwazin bihna exlaq û fikr û jiyan û folklor û 'urf û 'adet û nirxên Kurdewariyê bi kovara xwe bighînin xwendekaran. Xwendevanekî dema kovara me bixweyne bira têkeve vê atmosferê.
Bi temamî ne kovareke akademik e. Di gel ku nivîsên akademîk tê de hebin û bibe mektebek, dibistanek Kurdewariyê hedefa me ye. Dbistaneke ku nivîskar û xwendevanên wê hem mamoste û hem jî xwendekar in.
Naveroka Kovarê, Esasên Wê
Kelhaamed dîroka Kurdan ji dîraoka Îslamê û vir ve digre. Çimkî piştî ku Kurd Musluman bûn zimanê Kurdî bi qasî ku di dîrokê de nehatiye dîtin pêş ve çû û mezinbû. Alfaba 'Erebî bikar anî û bû edebiyata serokan û kesên navdar. Zewq û helaweta wî bala zimanzan û edebiyatnasên qewmên din kişand û di nav zimanên herêmê de ciyekî wî yê taybet çêbû. Ji nezma 'Erebî û Farisî îstîfade kir ku ev jî tişkî normal e, di her zimanî de ev tişt çêdibin. Îdî gelek 'aliman hest û 'atifeyên xwe bi zimanê Kurdî bi şi'ra Kurdî anîn ziman. Zimanê Kurdî cara yekem bi Îslamê hem bû edebiyata dîwanê hem bû edebiyata gelêrî û î'tîbar sitend.
Folklora Kurdî jî beriya Ĵalamê çewabûbe, piştî Îslamê jî her wiha dewam kiriye. Gelek ji 'urf û 'adetên wan munasibî Îslamê bûn, ê ku ne munasib bûn jî bi şeklekî tebî'î bi derbasbûna zeman hatin
guherandin. Cil û bergên wan ji xwe munasibê Îslamê bûn û her wek xwe man. Banga Heq, li hember înkara qewmê Kurd, tarîxa wanî beriya Îslamê jî îsbat dike.
Girîngiye dide eslê Kurdan û serpêhatiya muslumantiya wan. Çimkî gelek aliyan ev mijar kirine wek birînê û dixurînin, gelek gelek îstîsmar dikin.
Lêkolînin li ser nêzdîroka Kurdan ên siyasî û qewmî di bin navên ji hev cuda de, ji mijarên kovarê yên sereke ne. Wek têkiliyên wan î bi qewmên derdorên wan re, komkujî û êrîşên ser can û mal û muqeddesatên wan, helbest û kilamên ku di van waran de hatine hûnandin yên anonim û ozanan.
Kovar li ser esasên fikra ummetwari ye, biratiya qewmên Musluman e. Di nivîsên wê de Kurd jî wek 'Ereb, Faris û Tirka sutûneke vê medeniyetê ne. Ji bona ku ummet li piya karibe bi sekine gerek van sutûna tev qewîn bin.
Bi van fêmberiyan nivîsên me tên amadekirin. Wek numûne sitranên ku di nêzdîroka me de hatine hûnandin tên tehlîlkirin.
Dîsa bi vê fêmberiyê Munazerat a Bedî'uzzeman ku jê re gotiye Reçeta Kurdan di kovarê de tê tercumekirin û li gora ziman û uslûb û naveroka Rîsaleê Nûr bi kurtasî tê şerhkirin.
Dîsa bi vê fêmberiyê, di gel alfaba latînî, alfaba 'Erebî/Soranî a ku Kurdên 'Iraq, Îran û Sûrî bikar tînin di nivîsên ji Rîsaleê Nûr de bi kar tîne. Û di hinik nivîsan de alfaba 'Erebi ya sade a ku li menteqa me di nav mela û medreseyan de tê bikar anîn jî bi kar tîne. Bikaranîna van alfabeyan dibe wek pirekê di navbêna Bakûr û parçeyên din de. Mesela gelek caran nivîskar û rewşenbîrên Başûr nivîs ji me re şandine.
Dîsa bi van femberiyan nivîsên Zazayî jî parçeyek ji kovarê ne.
Ji bo edebiyat û zimanê zaroka çar, carna pênc rûpelên paşî, bi navê BEXÇÊ ZAROKAN tê cihê kirin.
Sekulerîzma di Kurdayetiye de
Xewn û xeyala wan ji bo paşerojê ev e ku wesfê Muslumantiyê ji ser xelkê Kurd rabe û di dunyayê de Kurd bi sekulerîtiyê meşhûr bibe.
Loma îro sekuleristên Kurd û Kemalîst di himêza hev de rûdinên. Xal û xwarzîtiya wan ne îro destpêkiriye.
Problema herduyan jî Musluman in. Îdî di van demên paşî de raste rast Îslamê naxin hedefa xwe, çimkî Kurdên mezlûm ê ku bi hestên Kurdewarî hêviya xwe bi wan ve girêdane hêdî hêdî wan nasdikin û ji wan dûr dikevin. Vana mecbûr man wek musamehekar li hember şuğlên Îslamî mu'amele bikin. Di roportajeke xwe de yek ji wan dibêje: "Wan 'adetên Îslamî ji bo ku hêdî hêdî em wergerînin, lazim e em musamehekar bin."
Ji vê hêlê ve bi naverok û prensîbên xwe qîmet û navê kovara Banga Heq ji Kelhaamed bêtir zelal dibe.
Antropolog û civaknasê Hollandî Mardîn Ven Biruynzin (Martin van Bruinessen), ku ji salên 1970yî vir ve xebatên akademik li ser Tirkayetî, Kurdayetî, 'Elewîtî û îslamiyetê dimeşîne, di nivîseke xwe de dbiêje ku “di van demên dawî de gelek lêkolînên cuda balê dikişînin ser zêdebûna rola Îslamê ya giştî di nav Kurdên Tirkiyê de." Îro sekuleristê Kurd vê dibêjin: "Saziyên Îslamî, rêxistinên Îslamî, rayedarên Îslamî li şûna ku winda bibin, li gelek ciyan ji berê bêtir rolên giştî girtine ser xwe." Yek ji van saziyan jî teb'en kovara banga heq e.
Hal ew e, di seha edebiyata Kurdî de bingeha sekulerîstên kevn û nû tev de dîsa kilasîk in. Yanî şi'r û qesîdeyên 'ulemayê Îslamê ne. Yanî kelîme û îstîlahê wehyê ne. Eger tu klasîkan ji nav wan rakî tiştekî wan namîne.
Em bi riya vê panelê vê daxwaza xwe dighînin hemî Kurdên dilsoz: Werin li hember sekulerîzmê piştgiriya kovara Banga Heq bikin.
Navê Kovarê
Li ser navê kovarê jî ez dixwazim çend gotinan bêjim.
Kelha Amedê her daîm bûye îlham ji bona erbabên qelemê, ji bona şa'ir û dîroknasan. Di her qernî de li serê, gelek gotin hatine gotin, gelek kitêb hatine nivîsandin. Ji ber ku bi hezar salan bûye şahidê jiyana civakî, bi dirêjbûna dîrokê wek remz û nîşaneke zindî tê dîtin. Carna yekser xîtab û bangewaz ber pê ve tê tewcîhkirin, carna jî ji serê ber bi însanê herêmê ve tê tewcîhkirin. Û dîsa kelhaamed ji kûrayîya dîrokê ve sembola welat û nasnama me ye. Bi van hîs û pêjnan me jî bi navê "bangaheq ji kelaamed" dest bi kovargeriyê kir. Lê ji ber ku me navê "Kelhaamed" derxistiye pêş bi vî navî meşhûr bûye. îdî di nav van salan de hinik xwendevan û şopînerên me yên hem nav welat hem derveyên welat li ser nav hinek mulahezê wan çêbûn. Hineka nav herêmî dîtin, teleffuza wê ji hinik kesan re ğerîb hat. Çewa ku tê zanîn nav gereke sehl be, teleffuza wî gereke besît be. Ji ber vê me biryar da ku ji niha pê ve em navê "Banga Heq" derxin pêş. Hejmara pêşya me wê bi vî rengî derkeve înşaallah. Lego ji wê where
Ji ber we bi sebir godarî kir ji we re teşekkur dikim.
Wesselamû 'eleykum we rehmetullahî we berekatuh.