Destpêk
Mijara vê nivîsê du şa’irên herêma Çebexçûrê/Çewlîkê ne ku pir hindik têne zanîn. Ev herdû şa’ir jî di çend xalan de digihên hev. Yek; herduyan jî bi du zimanan helbest nivîsandine ku em ji van helbestan re mulemme’ dibêjin. Duwem; herdû helbestvan jî bi terza klasîkî helbestên xwe nivîsandine. Herdû şa’ir jî xwediyê helbestên wenda ne, belkî jî xwediyê dîwanên wenda ne. Emê zêde nekevin nav hûrgiliya jiyana wan û emê helbestên wan jî bi dirêjahî şîrove nekin. Bila ev jî ji hosteyên qadê re bimîne. Mebesta me tenê ew e ku, bila ev helbest û ev şa’irên ku nayên zanîn, bikevin nav qeyd û bendan û belkî îlhamekê bide hin xîretkêşan da bi dû mirata wan bikevin.
Helbestên pirzimanî govenda zimanan e. Çawa ku di nav risteyên mulemme’an de gelek ziman di heman mijarê de û bi heman şêweyê deng û rengê hev pir dikin û ji hev hez dikin û bi hev re bo heman armancê radiwestin, ev çeşnî di jîyana însanan de jî wisa ye ango divê wisa be. Peyameke helbestên pirzimanî jî ev e. Herweha helbestên pirzimanî pirçandîtîyê dixe bîra me. Îro jî ji bo edebîyateke serkeftî ya cîhanî lazim e ku ev pirzimanî berdewam be. Çi bi wergerê be, çi jî bi kovar, rojname û malperên pirzimanî be, divê bi her awayî ev tradîsyon berdewam be.
Şêx Selîm Efendî (1813-1898)
Şêx Selîm Efendî di sala 1813an de li gundê Aznaferê ku girêdayî navçeya Gêxiya Çewlikê ye, hatiye dinyayê. Li gorî lêkoleran ew ji ‘eşîra Qerbaşan e.[1] Navê bavê wî Îsma’îl Axa ye. Wî xwendina xwe ya seretayî li cem bavê xwe xwendîye, piştre li cem Şêx Ehmed Ziyaeddîn Gumuşxanewî û li cem Şêx ‘Elî Septî xwendina xwe birîye serî. Wî li cem van her dû seyadayan dersên tesewwifê jî wergirtine bi vî awayî reng û rûyek daye jiyana xwe ya dahatîyê. Piştî xwendina xwe ya medreseyê ew ketîye Terîqeta Neqşebendî û ji bo ku Xalidîtî li herêmê belav bibe xebitîye. Di wê serdemê de têkiliyeke wî digel waliyê Erzincanê ku navê wî Mihemed Zekî Munîr Paşa bû, çêbûye û walî gelek ji wî hez kirîye.[2] Şêx Selîm di sala 1898an de li gundê Xerabe ku gundekî Gêxiyê ye wefat kirîye û tirba wî jî li vî gundî ye.
Dîwaneke Şêx Selîm Efendî ku ji 21 helbestan pêk tê heye. Bi gelemperî helbestên wî dînî-tesewifî ne. 15 ji van helbestan bi Tirkî, 4 bi Kurdî û 1 jî Tirkî- Kurdî ango di şêweya mulemme’ê de hatiye nivîsandin.[3] Li gorî lêkolînên me ji herêma Çewlikê/Bîngolê, berî Şêx Selîm, şa’irekî ku bi Kurdî nivîsandibe tuneye. Eger ev angaşta me rast be, em dikarin bêjin ku şa’irê Kurdînûs ê yekem ê vê herêmê Şêx Selîm Efendî ye. Mulemme’a wî ji 5 çarînan pêk tê. Helbest lîrîk û tesewifî ye, bi Tirkî û Kurdî hatiye nivîsandin. Di her sê çarînên ewil de tenê risteya sêyem Tirkî ye, yên mayîn Kurdî ne. Lê çarîna 4 û 5an, hersê risteyên pêşîn Tirkî ye dawî Kurdî ye. Bi vê forma xwe, ev mulemme’ terzeke cuda ye û ji yên din vediqete.
MULEMME’A ŞÊX SELÎM EFENDÎ
Eya dilber ji ‘işqa te
Dilê min pir perîşan e
Senin hüsnünle sergeşte
Dibim her şubhê perwane
Sen ol can-i cananı
Sen ol mahbub-i sultanı
Buyurdu katle fermanı
Bi tîra herdû cîhan e
Semî’na, ben kabul ettim
Ete’na ben muti’ oldum
Ben bu canı feda kıldım
Welê şe'nê te ihsandır
Beni zülfünle kaydettin
Beni aşkınla bend ettin
Beni ettin kapunda abd
Kirim qitmîr bi ferman e
Eylerim ah yanar canım
Giderse artar afganım
Bilir Mevla benim halım
Dinalim ez ji wechan e[4]
Mela ‘Eliyê Xelîfanî[5]
Mela ‘Eliyê Xelîfanî wek “Mela ‘Elî Kebîr” tê zanîn. Nav û kunyeya wî Seyîd Mela ‘Eliyê Xelîfanî kurê Sofî Xelîl e. [6] Mela ‘Eliyê Xelîfanî ji malbata Xalîfaniyan e ku vê malbatê gelek girîngî daye zanistê û gelek ‘alimên mezin rakirine. Ev malbat li gundekî bi navê Xalîfanê niştecih in ku ev gund girêdayî Kanîreşa Çewligê ye. Ji ber ku malbat ji nesla Hz. Huseyîn tê, wek seyîd têne zanîn. Mela ‘Eliyê Xelîfanî yek ji ‘alimên mezin ê vê malbatê ye ku di malbatê de hem pêgirên Qadirî û hem jî Neqşebendî hene[7].
Mela ‘Eliyê Xelîfanî, ji Seyîd Mela Ehmed ders wergirtiye ku ew wek “Kekû” tête zanîn di medreseya Xelîfanê de. [8] Li gorî hin rîwayetan, Mela ‘Eliyê Xelîfanî di xortaniya xwe de bi Bediuzzeman Se’îdê Nûrsî re (w. 1960) ketiye nav mutale’ayên ‘ilmî. [9] Herwiha wî bi Mela Ehmed Taşkesenli (w. 1909) re jî munazereyên ‘ilmê kirine. [10] Mela ‘Eliyê Xelîfanî hem bi ‘Erebî hem Farsî pir baş dizanî, ji bilî Tirkî, Kurmancî û Zazakî. Ta niha mulemme’eke wî tenê hatiye tesbît kirin. Mela ‘Eliyê Xelîfanî di vê helbestê/qesîdeyê de pesnê Xwedê (c.c.) û pesnê Pêxember (s.) dide. Herwiha derbarê neseba malbata Xelîfaniyan, terîqeta ku pêgirê wê bûye û agahiyên derbarê şêxên wê terîqetê de jî dide. Mela ‘Eliyê Xelîfanî di 48 saliya xwe de wefat dike[11]. Di goristana Xelîfanê de medfûn e. Lê mixabin me tarîxa wefata wî bi dest nexist.
Mulemme‘a Mela ‘Eliyê Xelîfanî ji 18 çarînan pêk tê û bi ‘Erebî û Kurdî hatiye nivîsandin. Di mulemme’ê de sîstemeke zimanan tune. Ango mulemme’eke muretteb nîne, şikestî ye. Helbestvan li gorî dilê xwe riste bi herdû zimanan nivîsîye. Hin çarîn tenê Erebî ne, hin çarîn tenê Kurdî ne û hin çarîn jî têkel in.
Mulemme‘a Mela ‘Eliyê Xelîfanî
1. Bi ismê te tu wehhab î
Bi hemdê te tu cewwad î
Selatên min ke ya Hâdî
Kema fi’n-nûnî we’s-sadî
2. Selatên min ke ya Hâdî
Selamên min ke ya ‘Âlî
‘Ela men ursîle’l heqqun
Mubînen şer’-î munqadî
3. We be’de zî-meqâlâtîn
Li eclî ‘erzî hâlatîn
We ente te’lemû exfa
Xeffiyâtîn xetîratîn
4. Seezkur fî sehîfetî
Weliyyen fî heqîqetî
Mudîen beynena keşşemsî
Fî’s-sehwifû we fi’l-weqtî
5. Yeqîn tû sahibê weqt î
Celîsê kursiyyû text î
Latifê kullî la mu’tî
Medet ya Şêxê Şêxnasî
6. Kefâke’n-nezretu’l-‘alî
‘Eliyyu’l-câmi’ul-qâlî
Ebi’n-nasîh û we’l-Heseynî
We’l-Huseyn zewi’l-hâlî
7. Beli’l ewwel mine’l husnî
Kelamiyyun usuliyyun
Fe kellâ bel mea’niyyun
Medet ya Qutbê Rebbanî
8. Ji neslâ ‘Ebdurrahmân î
Bi ‘eslê xwe Xelîfânî
Bi nisbeta xwe Mellânî
Meded yâ Xewsê Geylanî
9. Kefake murşîdun şahun
Ubeydillahî Dehliyyun
Hefîdun leke şâhîne’l
Uweysîyyun Buxarîyyun
10. Ji necla behra cewwad î
Ku meşhûr e bi ‘ebdal î
Bi mîm û hê û we’d-dal î
Meded ya Xewsê Geylanî
11. Felemma haceni’l hubbû
Îla midhatî Rabbanî
Female’l-qelbû ‘en ibney
Lî ‘ubdiyye Xelîfanî
12. Felemma fate fi’l-weqtî
Eşaret bi’l xelîfetî
Îla Mehmûdî’ne’l meşhûd
Bi esrarî şerî’etî
13. Felammâ fate fi’l-Hillâ
We yâ Ehmed we yâ esfâ
Fe subhâne’l-lezî esrâ
Bîhî leyl-î Île’l-Eqsâ[12]
14. Letîfa te muneqqeş bû
Felek tu çar û neh şeş bû
Ji hubba hazretê heq bû
Medet ya Şêxê Şêxnasî
15. Latifa kulila me’bûd
Li wehdetê musewwed bû
Li wesletê munevver bû
Medet ya Şêxê Şêxnasî
16. Ji hubba hazretê ewwel
Di sirrê da tu wî serder
Di seyrê da tu wî herder
Medet ya Şêxê Şêxnasî
17. Ji hubba hazretê sanî
Di sirrê her du sultanî
Ji nesla ‘Ebdurrahmanî
Medet ya Şêxê Şêxnasî
18. Fewesselte bîhim tehqîq
Teşerrefte bîhim rehîq
Bi hubba hazretê Siddîq
Medet ya Şêxê Şêxnasî[13]
[1] Mehmet Şirin Ayiş, “Bingöl ve Çevresinde Hâlidîlik”, Mevlânâ Hâlid-i Bağdâdî ve Hâlidîliğin Bingöl ve Çevresi Üzerindeki Etkisi (Ulusal Sempozyum), (ed. Orhan Başaran), Bingöl Üniversitesi Yayınları, Bingöl 2017, r. 285.
[2] Mahmut Gider, “Kiğılı Şeyh Selim Efendi’nin Dünya Algısı”, Bingöl Üniversitesi Bingöl Araştırmaları Dergisi, 5/1 (Güz 2018), r. 13.
[3] Bnr, Molla Halis Selimefendigil, Kiğılı Şeyh Selim Efendi Divanı, Kent Yayınları, İstanbul 2007.
[4] Molla Halis Selimefendigil, Kiğılı Şeyh Selim Efendi Divanı, Kent Yayınları, İstanbul 2007, r. 39-42.
[5] Em spasdarê Dr. Mahmut Gider’in ku di amadekirina vê kurtejiyanê de gellekî bû alîkar.
[6] Naim Döner, Zûhûrû Xalîdiyyetî Fî Enhaî Çapaqçûr We Cuhûdî Meşayîxî Melekan Fî Neşrîha, Ankara: Weşanên İlahiyat, 2018, 88.
[7] Ahmet Yılmaz, “Halifan Ailesinin Şeceresi ve Mensup Olduğu Tarikat Konulu Sunumu”, Mevlânâ Hâlid-i Bağdâdî ve Hâlidîliğin Bingöl ve Çevresi Üzerindeki Etkisi Ulusal Sempozyum (ed. Orhan Başaran), İstanbul: Sadık Daşdöğen-Çapxaneya Berdan, 2017,13.
[8] Şevket Tatlı, 64, Gundê Xelîfan, Dibistana Seretayî, Pîşekariya Serbest. (01.04.2022)
[9] Şevket Tatlı (03.04.2022)
[10] Mehmet Gider, Gundê Xelîfan, 66, Binlîsans, Memûrê Malnişîn (14.03.2022)
[11] Abdurrahman Kurtaran, 46, Gundê Xelîfan, Dibistana Navendî, Memûr, (11.04.2022)
[12] 13 çarînên vê helbestê me ji Mahmut Gider wergirtiye. GİDER li zanîngeha Bîngolê wek Doçentê Edebiyata Tirkî kar dike. (19.02.2022)
[13] Ji çarîna 14 heta dawî me ji Faruk Yolcu wergirtiye ku ev zat li Zanîngeha Bîngolê kar dike.