Mehfûz BADAYÎ
1. SULTAN Û WEZÎR - MÎR Û ĞULAM: Heye ku Wisa ji Te re Bi Xêrtir Be
Tê gotin di dewra ‘Ebbasîyan de siltan û wezîrê xwe, pirî caran bi hev re diçûne neçîrê. Di wan rojan de Siltan, carek kêrika xwe dide serê nêçîrê û bê hemd, serê pêçîka xwe jê dike. Hekîmê siltan tilîya wî derman dikin, dipêçin û tev de berê xwe didin kelha siltan. Di rîya qesrê de wezîr ji siltan re dibêje: “Melîkê min, tilîka te hilbû; lê dibe ku ev yek ji te re bi xêrtir be.” Siltan, ji vê gotinê kêfxweş nabe; li şahyarê xwe tê ğezebê. Jê re dibêje: “Qey kêfa te hatîye ku pêçîka min hatîye birîn.” Dema digîjine qonağê, siltan wezîr dide girtin û dişîne binê zindana sar û tarî. Wexta wî dibin wezîr ji siltan re dibêje: Padîşahê min, wellehî dibit ya wiha ji boy min qenctir be.
Em meselê dûvedirêj nekin, rojek dudo, tilîka Milûk baş dibe. Şah, wezîr li girtîgehê jibîr dike. Dîsa canê wî çûna nêçîre dixwaze. Radibe bi serleşker û wezîrê nû re diçe dikeve pey xezala, pey pezkovîya, pey şêr pilinga. Di nav dahlê de, daristanê de Siltan ji rêhevalên xwe dûr dikeve, bi tenê dimîne û rêya xwe şaş dike. De, de, diçe rîya wî dikeve nav çolekî, nav qewmekî hov û kovî. Çewa ku tê gotin wextê berê hin ji ğeyrê Misilmanan, Misilmana ji xwe re qurban dikirin, ev qewm jî siltan digire; dike dîl û bende, dike kole û hêsîr.
Ev civat, padîşe dibin ba mezinê xwe; ji pêşengê xwe re dibêjin:
“Mîrê me. Va me yek hêsîr girtîye, emê wî bikin qurban.” Serekê wê komê li siltan dinêre û dibêje:
“Na yabo, ji vînaka ti qurban çênabin, ev bi kêmasî ye. Serê tilîka wî tune ye. Wî beredayî berdin, bavêjine nav cangilê, nav daristanê. Nesîbê kîjan ajelî be, bila ew wî bixwun. Ji wan rewêlan re bila afiyet û noşîcan be.”
Werîs ji situyê siltan derdixin, wî serbest dihêlin, azad dikin.
Em serê we neêşînin… Virde wirde siltan ji çol û çema, çîya û behra ji avder û deryayan dibuhire; xwe bi saxî digîjîne welatê xwe. Xwe, xilas dike. Wexta tê qesrê difikire, gotina wezîrê wîyê berê tê bîra wî, ji xwe re dibêje:
“Wey limino. Wezîrê min gotibû, dibe ku birîna tilîka te ji te re baştir be. Vaye ez bi saya wî ji qeza û belayê rizgar bûm.”
Siltan gazî benîyê xwe, suxrevanê xwe dike. Fermen dike:
“Zû herin, wezîr ji hepsê derxin.”
Wezîr tînin ber Şah. Şah tiştê hatine serê wî bi kurtasî qise dike û jê re dibêje:
“Allah wekil, gotina te rast derket. Ger pêçîka min temam bûya, jê hilnebûbûya, wê ez qurban kiribûma, wê ez kuştibûma. Qutbûna tilîya min, li min bû xêr. Lê ez dixwazim tiştekî din ji te hîn bibim. Kengê min tu şandî seqem û tarîtîya zindanê te got: Bila be; heye ku girtin ji min re bi xêrtir be. Te çima wusa xeber da? Me’na wî peyva te çi bû?”
Wezîr got:
“Siltanê min, ger te ez neavêtima binê zindanê, helbet ezê jî bi te re çûbûma nêçîrê. Û dibû ku ez jî bi te re hêsîr ketibûma. Tu bi tilîka jêkirî filitî, riha bûyî. Lê ez spîsağlem im. Minê çewa canê xwe xilas bikira. Te dî, girtina min çewa ji min re bi xêr çêbû..!”
Siltan kêfxweş bû. Çû ‘enîya wezîrê xwe maç kir. Çîroka me li vir qedîya. Rihmet li dê û bavê me hemîya.
2. Kutlik… Bavêm, Ha Kutlik
Tê gotin, di gorrê de dema ku mar û dûpişk, ji boy ‘ezabê qebrê têne yekî, ew meriv, hewarîya xwe bi xêrekî û qencîyekî ku wî di saxîya xwe de kiribe, dike.
Û dîsa tê gotin ku haya mirî, serê pêşî ji wî tuneye ku term ew e, heta ku xelkên wî, ji mezel bizîvirin û wî li wir bitenê bihêlin.
Bi vî rengî camêrekî ditemêrin û mirî jî dema dixwaze rabe, serê xwe li kêla nav qebrê dixe. Dema li kêl dikeve; hiş tê serî.
Ev camêr, çavê xwe li der û dor digerîne; dibîne ku qulek li milê rastê, di axa mezel de heye; yek jî li milê çepê.
Ji kortika alê rastê, marekî reş êrîş dike; zimanê xwe bi tisîn dihejîne.
Ji simtîya milê çepê, dûpişkekî zer der tê; tê wî, dûvikê xwe hildiweşîne.
Mirî, ji tirsa canê xwe difikire ku li dinê çi xêr û xêrat kirine. Tê bîra wî ku di zemanê tunebûnê de beroşek kutlik pijandiye û li cînara belav kiriye.
Gazîya xwe tîne ziman û diqîre:
Kutlik, ha kutlik..!
Ji nîşka ve beroşek kutilk tê pêşîya wî. Radihêje yekî, dipekîne û devê qulekî bi kutlik diqefêle. Bi kutilekî din jî kortika din. Û heta roja hîsabê, çi wext xetereyek der tê, bi saya wî xêrî, xwe disitêre.