Mehfûz BADAYÎ
Heliz Bohirî
Fettah Beg’ê Ğerzan, cotkarekî ji bendegâna xwe dixe zindanê. Cotyar, ji bo wextê dirûna gîya -ku jê re tê gotin “heliz”- nebohire, ji Fettah Beg re xeber dişîne, dibêje: “Bila min berde, ezê polikekî bidim wî.” Beg, li hember vê xwestekê ferman dike û dibêje: “Wî neberdin!”
Roja din, gundîyê hêsîr ji beg re dîsa xeber dişine, dibêje: “Bila min berde, ezê du polika bidime beg.” Fettah Beg, bertîl û pêşnîyara cotyar qebûl nake dîsa dibêje: “Na!.”
Çiqas rojekî Xwedê derbas dibe, cotyar hijmara polika zêde dike. Beg zêdetir diqehire û hêrs dibe; lê ji alîyekî din jî kêfxweş dibe û dikeve nav meraqê. Bi vî halî hejmara polika digîje şazda. Piştî wê teklîfê, îdî gundî hew xeber dişîne. Piştî çen rojên bêagahî, Beg hew xwe digire û ew ji hêsîre xwe re qasidekî dişîne. Jê dipirsîn, “de tu çima jimara polika hew zêde dikî.”
Cotyar wê demê ji zindanvan re dibêje “Herin ji beg re bejin: heliz bohirî.”
Hirç Ketîye Dahlê / Bira Devî, li Bira Kundir Ket
Rojekî, mezinê ‘êlê koçera, li gundekî, nîvrokî, bûye mêvanê mezinê dêmanîya. Ev her du camêr, ji berê de hevdû nas dikin û ji hev hez dikin. Li civatê bi kêfxweşî rûdinin. Sifre tê raxistin û dest bi xwarinê dikin. Piştî çend deqîqeyan, ğulamê ağayê dêmanîya, bi şeklekî ma’ne veşartî dibêje: “Ağayê min, hirç ketîye dahlê.” Ağa radhêje pêşgira ku xulamê wî direjî wî kirîye. Dev û lêvên xwe paqij dike. Dîsa xwarina xwe dixwe.
Tu nabêjî li derve xelkê koçera, li ser ‘erdê gundîya heywanê xwe ji bo çêrandinê belav kirine û dûvre koçer û dêmanî bi hev ketine. Nêzî xelasbûna firavînê, bi telaş, qasidê mîrê koçera destûr dixwaze ji bo axaftina bi mezinê xwe re. Ji ber ku li civata şerm e xeberdanên bi dizî û pisepis, xulamê ağê koçera jî bi zimanekî şîfrekirî dibêje: “Bira devî, li bira kundir ket. Soro, li sipî ket. Reşo, li fişo kirin. Li rîya masî dan û derbas bûn.”
Axê koçera, piştî hesandina van gotina, ji şivanê xwe fam dike ku meqseda wî çî ye, ew çi dibêje. Ma’dê serekê koçera xira dibe. Dest û lêvên xwe paqij dike. Nîyet dike ku ji xwedîyê malê, ji bo çûnê misade bixwaze. Lê mezinê gund, ji ber ku tiştek fam nekirîye, şaş û heyirî dimîne. Ağayê dêmanîya dibêje: “Kekê min, çi bû; çi qewimî, çi ‘ecela te heye? Hê wê fêkîyên me werin.”
Lê ağayê koçera dixwaze ku meselê veşêre. Radibe û dibêje: “Mala we ava, destebirakê min. Lê hewce ye em rabim.” Ağayê dêmanîya axaftina xwe didomîne: “Birakê min, ser sera û ser çavan. Lê ez dixwazim hîn bibim, ğulamê te ji te re çi got û te dev ji xwarinê berda. Tu ji bo çi rabûyî û bi rê dikevî?”
Ağê koçara bersiva wî dide û dibêje: “Ezê cewaba te bidim; lê ez jî dixwazim, ji kerema te, pêşî me’na gotinên ğulamê te fa’m bikim.”
Axayê dêmanîya dibêje: “Li ser sifrê, çend libên girarê li ser simbêlên min mabûn. Wexta xulam çav bi wan liban ket, min agahdar kir û got: Hirç ketîye dahlê. Min jî berîya ku kes pê bihise, simbêlên xwe paqij kir.” Axayê koçera jî me’na kelîmeyên ğulamê xwe eşkere dike:
Gotina “Bira devî, li bira kundir ket” tê me’na “Waye heywanên me koçera ketine nav zadên gundîya” “Soro li sipî ket” tê me’na “Bendeganên me bi hev ketine, şer kirine, ser û goyên hev di xwînê de hiştine.” “Reşo li fişo kirin” tê me’na “Koçerên me konên xwe tevde hilanîne û tiştên xwe bar kirine.” Me’na hevoka “Li rîya masî dan û derbas bûn” jî ev e ku xelkê me, li çem daye û derbasî alîyê din bûye. Mijar û mesele ev e.
Her dû ağa ji ber van bûyeran jî ji xwe şerm kirin. Ağê gund dibêje: “Hûn serbest in. Bi kêf û xweşî bi rîya xwe ve herin. Oğira we a xêrê be.”