Her welat bi hinek xususiyetên xwe derdikevin pêş. Bajarê Amed jî bi cîhê xweyî stratejîk û sûrên dora xwe yên gelek mustahkem in derdikeve pêşberî me. Ji ber vî hawî ji çaxa bajar avabûye heta niha di bin îdara kîja dewletê de be, bi gelek hawê xwe berbiçav bû ye.
Berîya ku artêşên Îslamê were herêmê, Amed di navbeyna Bîzans û Sasanîyan gelek caran dest diguhart. Ji ber vî hawî herêm timî caran ji herbê re amade bû. Lê wexta ku herb tunebûna, ji bilî îrtibata gelek cîyan di vir de derbas dibû, weke îrtibata Behra Spî û Korfeza Basra, îrtibata Behra Reş û Mezopotamyayê jî, yan jî çandin û cotkarîya di herêmê de dibû, ji welatên dora xwe bi hêla aborîyê pêştir diçû.
Piştî ku herêm dikeve destê Misilmanan, demeke dirêj aşîtî lê hikim dike. Lê cardî jî, ji fethê heta niha herêm gelek caran dest diguherîne. Ji xwe ji çaxa ava bûye heta niha di hinek rîwayetan de 27, di hinek rîwayetan jî 33 medîyet derbas dibe, li vê herêmê hukum kirine.
Di sala 1515’an di Herba Çaldiranê de Yavuz Sultan Selîm bi alîkarîya Îdrîsê Bedlîsî bi Kurdan re li dijî Sefewîyan îttîfaq dike. Dewleta Osmanîyan herbê qezenç dike û herêmên ku Kurd lê dijîn jî bi sulhê dikevin bin îdara Osmanîyan. Bajarê Amed jî, ji wê tarîxê de dikeve îdara Osmanîyan. Ji wê çaxê de Mîrêmîran a Dîyarbekir (Dîyarbekîr Beylerbeylîgî) ava dibe. Tê zanîn ku îdara Dewleta Osmanî bi 28 eyaletan ve hatibû teqsîmkirin. Her eyaletek jî ji teref sencaxekî ve dihat îdarekirin. Eyaleta Dîyarbekir jî yek ji van eyaletan bû û sencaxa wê jî Amed bû.
Her çiqas qezayên tevlî eyaleta Dîyarbekir car bicar dihat guhartin jî, li gor tarîxa 1747’an de qeza û nahîyeyên tevlî eyaletê evana bûn; Amed (sencax), Atak, Bêrecûk, Pêrtag, Çepaxçûr, Cizîr, Çûngûş, Gêl, Hesenkeyf, Hezro, Xerpêt, Kalik, Licê, Mêrdîn, Palî, Salat, Stewr, Girê Sor, Tercil, Telbisme, Meyafarqîn, Mîhranî, Pasûr, Çêrmûk, Erxenî, Maden û Hêne.
Her wîha tê zanîn ku Amed, sencaxa herêma Diyarbekir bû. Yên din jî qezayên wê bûn. Di dewra Osmaniyan de navê bajêrê anha ku em jê re dibêjin Diyarbekir, Amed bû yan jî Kara Amed bû. Ji ber wê di nivîsê de bi navê Amed em bajêr qesd dikin, bi navê Diyarbekir jî em herêmê gişî qesd dikin.
Amed bajareke mustehkem e. Surên dora wê yê nêzîkî pênc kîlometran bajêr ji dujminan diparêze. Ji bo ketina hundirê sûran çar derî hene. Di hêla başûr Deriyê Mêrdîn, hêla rojava Deriye Riha, hêla bakûr Deriyê Çîyê û hêla rojhilat jî Deriyê Nû he ye. Derîyên ku anha jê re tê gotin Derîyê Kit (Tek Kapı) û Derîyê Cot (Çift Kapı) jî piştî cumhûrîyetê hatine avakirin, ew dem evan deriyan tunebûne.
Di serê sedsala 18’an de li gor deftera tehrîrê nifûsa navenda bajêr 13.260 kes bûn. Ji vana 7.118 kes Misilman 5.985 kes Xristîyan û 157 kes jî Cihû bûn. Li gor tehrîrê bi tevlî gund û nahiyeyên dora xwe nifûsa Amedê dighêje 57.395 kesan. Bi tevahî 45.799 kes Misilman, 11.439 kes Xiristîyan û 157 kes jî Cihû bûn. Bi hesabê sedane kesên ku di navenda bajêr de dijîn %54 Misilman, %45 Xiristîyan û %1 jî Cihû bûn.
Di deftera evarizê de navên çend eşîran jî derbas dibe. Evanan; Eşîreta Kîkî, Eşîreta Reşî, Eşîreta Doxulî, Eşîreta Alûcî, Eşîreta Qereçiyan, Eşîreta Îzolî, Eşîreta Qarabegan, Eşîreta Kirmanî, Eşîreta Behramkî, Eşîreta Mîllî, Eşîreta Qerapinar, Eşîreta Şêxbozan, Eşîreta Soxanî, Eşîreta Şerkeşan, Eşîreta Maman, Eşîreta Berazî, Eşîreta Salvan, Eşîreta Zerikî, Eşîreta Tavanbiyan, Eşîreta Cemaddîn, Eşîreta Dergezîn, Eşîreta Bervan û Eşîreta Pezgûran in.
Her çiqas ev nav tenêbin jî li gor texmîna me wê navê gelek eşîrên din jî hebin. Çimkî di defterên evarizê de navên eşîretê nêzîkî bajêr derbas dibin. Eşîrên dûrî bajêr, dibe ku di defterên qezayan de jî hatibin qeydkirin.
Hinek zanyarên wê demê jî evana bûn; Ebubekir, Amedî, Sîbxetullah û Kurşunlîzade Mistefa. Şairê wê demê ku me tespît kiriye jî evana ne; Valî, Hamî, Ahmed, Murşîd û Lebîb.
Di Dewleta Osmanî de ê ku bi hunera destan û danûstandina mal û milkan îdara xwe dikirin ji wan re digotin esnaf. Esnaf jî îşê xwe li gorî sîstemekê dimeşandin jêre digotin lonca. Nîzam û wezîfa esnafan jî bi wesîla lonceyan dihat sazkirin.
Amed ew çax bi qumaş, boyaxkirina benikan, qedîfe, keten, pot û pertalên hevrîşim, sol, şimik, lîwan, gîzme û karên çerman nav û deng dabû. Ji xwe Ewlîya Çelebî jî di Seyahetname ya xwe de behsa Amedê dike û dibêje di hundirê Amedê de 366 komên esnafan hene. Di qanûnnameyeke nivîskî de jî navê 76 komên karhevalên jihev cuda derbas dibe. Bes ne vana tenê, ez dixwazim hûrgiliyên esanfên Amedê bi tevahî pêşberî we bikim.
Îşê ku esnafên Amedê dikirin ji % 18 karê texteyî, hesinî û cam bû. Di vî warî de 21 komên esnafa hebûn. Evana; hesinkar, kazancî, mîxcî, sifirvan, qûtîkcî, derîfroş, çiqriqvan, çubuxcî, çilingir, zemberekvan, dûlger, gûllevan, sahanfroş, şûrvan, neccar, zêrfiroş, nalbent, berdaxfroş, nalçevan, eynefroş û serraf bûn.
Karên esnafa ji % 21 karê pertal û cil û bergan bû. Di vî warî de jî 25 komên esnafa di xebitîn. Evana; bezzaz, boyaxfiroş, cullah, muytab, terzî, basmevan, qavuxfroş, penbevan, gazzaz, kulavvan, konfroş, mazmanvan, kurtanker, keten, xelaçvan, defecî, ebaker, mekûkvan, mazicî, şaşikvan, çoxikvan, lihêfvan, qassar, taraqçî û qumçikvan bûn.
Ê ku karê firotana xwarin û vexwarinê dikirin jî nîsbeta wan ji % 22 bû. Di vî warî de 26 komên esnafa hebû. Evana; beqqal, ettar, qesap, tûtinfroş, qehwecî, helawcî, aşçî, xwêfroş, kuncîvan, masîvan, zebzefroş, cemedfroş, paçacî, pasteker, bulxurfroş, birincfiroş, nokfiroş, habbaz, ellaf, mirîşkfroş, kîlercî, bezircî, nanfroş, ûtîcî, dendikçî û kebapçî bûn.
Xeynî vana ê karê çermê heywanan dikirin jî hebûn. Di vî warî de jî yanzdeh komên esnafan hebûn. Evana; debbax, xeffaf, serac, çaroxker, solker, kevnefroş, goşkar, kurkvan, kurtanvan, dirûnker kavafcî bûn.
Ê karê çûnhatinê û barkirinê dikirin jî şeş kom bûn. Evana hem îşê sifîl û hem jî îşê rismî yên leşkeran jî dikirin. Wexta ku herb yan jî seferek derketana muhîmmat û erzaxên leşkeran jî dibirin. Di vî warî de bêrvan, qantirvan, devevan, kelekvan, meqare û hemalan kar dikirin.
Di warê tendriristî û paqijiyê de jî, hemamvan, tellaq, cerrah, helaq, hekîm û sabûnker kar dikirin. Di warê înşeatê de jî mîmar, kevirtraş, suyolcî û neqqaş kar dikirin.
Her wekî din selikfroş, kehya, keyyal, mûmkar, cenan, dellal, tacirgan, pazarvan, şivan, cambaz, komirfroş, sellah, otrakçî, bexçevan, qeraş, sebbax, qelûnder, denkçî û barûtpêj jî di warê xwe de kar dikirin.
Ji tiştê ku me li jor diyar kir tê famkirin ku li Amedê 117 komên esnafa hebûn. Di heman demê de li Edenê 122, Mêrdîn 52, Entab 39 û li Anteqya jî 93 komên esanafan hebûn. Eviya jî diyarî dike ku potansiyela aboriyê gelekî hêsan bû li Amedê. Lê di nîvê dawiyê a sedsala 18’an ticaret û aborî pêşveçûna wê disekine. Di sedsala 19’an de jî dem bi dem bi pêş ve dikeve.
Di sedsala 18’an de li gor me tespît kiriye şêst û heft (67) kes di sencaxa Diyarbekir de walîtî kirine. Ji ber ku wê hecma nivîsa me zêde bike ne hewce ye em navê wan yek û yek binivîsin. Li gor dîrokê di nabeyna sala 1710-1713’an de, di dema waliyê Diyarbekir Meqtulzade Elî Paşa, Mizgefta Mezin (Ulu Camî) tê tamîrkirin. Her wiha li hêla Madenê dêr jî bi îzna walî hatiye tamîrkirin.
Wexta ku herb derketana, ji paytexta Osmanî her tim ferman û emir dihat şandin ku xelkê herêmê hem bi mal hem jî bi can alîkarîya dewletê bike. Sermeselê sala 1711’an de walîyê Dîyarbekir Elî Paşa bi fermandarî tevlî eskerên xwe têkilî herba Pirûtê dibe. Carnan jî ferman dihat ku li dijî rêbirr û eşqîyayan alîkarî dixwest. Sermeselê sala 1721’an de ji paytextê ferman tê ku ji rûniştvanên herêmê ji bo leşkeran li dijî rêbirr û eşkîyaan 100.000 qurûş baca alîkarî bê berhevkirin.
Ji fermana fermî ya 1724’an de tê famkirin ku Dîyarbekir, di sedsala 18’an de ji hêla bazirganîyê de bingehek herî balkêş bû. Li gor fermanê ji bo sefera Tebrîzê 30.000 kêl genim û 80.000 kêl jî ceh tê xwestin. Evan reqeman, hecma bazirganîya herêmê nîşanî me dide.
Di sala 1757-1760’an de li herêmê xelayeke mezin radibe. Bi tevlî xelayê îstilaya kulîyan û şewb jî derdikeve. Di wê hengamê de xelkê vê herêmê gelek tengasiyê dibînin. Li gor lêkolîneran tê texmînkirin ku di vê demê de gelek kes ji ber xela û şewbê mirine. Hejmara ên ku di vê demê de mirine çiqas nediyar be jî wê demê nifûsa herêmê ji sisiyan yek (3/1) kêm bû ye. Eviya jî tesîra wê çiqas nebe jî nîşanî me dide.
Ji bo hal û ehwalê wê demê qenc bê famkirin me li defterê ku qerarê mehkemê tê de hatine qeydkirin jî nêrî. Her wiha qerarê Mahkema Amedê a sedsala 18’an bi tevahî di hijdeh (18) defteran de hatiye tomarkirin. Li gor van defteran 4150 da’we hatiye dîtin. Di van da’wayan de mesela sereke danûstandin e, 1180 da’we di vî warî de ne. Zêdeyî 1200 da’we jî der heqê mîras û terekeyê de ne. 115 da’we di heqê wasî û kayyûm de ne ku ew jî bi mîrasê ve eleqedar in. Derbarê îxtilaf û lihevnekirinê de di hundirê sed salî de li gor qeyda van defteran, tenê 187 da’we ne. Ji xwe ev lihevnekirin jî tev derbarê erazî û xanîyan de çêbûne. Di heqê birîndarkirin, ğesp û qetlê 74 da’we hatiye dîtin. 28 da’we jî di heqê hîdayetê de ne ku hinek kesên Misilman bûne bi qerara mehkemê hatine qeydkirin. Derbarê bacê 118, eskerî 84, weqf 48, nefeqe 46, zewac û hevberdan 56 da’we hatiye dîtin.
Belê dîrok ne ev tenê ye… Tiştê ku hatine qeydkirin me parçekî ji wan peşberî we kir. Lê tiştê nehatine qeydkirin jî her hene.
Dîroka kevnare eslê meriv nîşan dide. Kesê bixwaze eslê xwe, pêşiyên xwe, çandî û hunera gellê xwe nas bike lazim e dîroka xwe û gelê xwe vebikole.
Bimînin di xêr û xweşiye de…