Zanyar, şa’ir û nivîskâr ew e ku ji bo gelê xwe, pêşkêşî û rêberiyê bike û xizmetê bike. Bê şek, Şêx Ehmedê Xanî zatek weha bû. Di dema ku gelek şêxên terîqetan, di tekyê xwe de, ji bo hejmara murîdên xwe zêde bikin û wan terbîye bikin û rêberîyê ji wan re bikin dişuğulîn; wî wek wan nekir. Wî rêberîya milletê xwe kir. Zarokên Kurdan, wextê dest bi ‘ilmê kirin, ji bo zehmet nekşînin û lefzên ‘Erebî ên gelekî tên pêşîya wan fêr bibin; wî ferhengek menzûm bi Kurdî-‘Erebî, bi navê Nûbihara Biçûkan nivîsand. Di destpêka vê berhemê de, wî meqseda xwe ya nivîsandinê raste rast weha gotîye:
Ji paş hemd û selewatan
Ev çend kelîme ne ji luğatan
Vêk êxistin Şêx Ehmedê Xanî
Navê “Nûbihara Biçûkan” lê danî
Ne ji bo sahibrewacan
Belkî ji bo biçûkêd Kurmancan
Wekî ji Qur’anê xilas bin
Lazim e li sewadê çavnas bin
Da bi van çend reşbelekan
Li wan tebî’etmelekan
Derê zîhnê vebîtin
Herçî bixûnit zehmetî nebîtin
…
Şêx Ehmedê Xanî, dixwest ku zarok ji her tiştî pêştir xwedî bawerîyeke qewîn bin. Ji bo ku hişê wan, bi fikr û ramanên çewt û şaş qirêj nebin; wî berhema xwe ya bi navê 'Eqîda Îmanê bi şeklê menzûm nivîsandîye. Ev herdû berhemên Şêx Ehmedê Xanî, yên me li jor qala wan kir, di medreseyên Kurdan de, heta îro mîna pirtûkên dersê yên destpêkî têne xwendin.
Şêx Ehmedê Xanî, bêxwedîtîya edebîyata Kurdî û sêwîbûna zimanê Kurdî dîtîye; û ji bo vê pir ğemgîn bûye. Ji ber vê yekê, tevî ku ew ji xeynî Kurdî bi zimanên Tirkî, Farisî û ‘Erebî jî baş zanîbû; û herçiqas zimanê Kurdî, ne di revacê de bû jî, dîsa jî wî bi zimanê xweyî zikmakî berhemên xwe nivîsandine. Bi vê wesîleyê, xwestîye xizmeta zimanê Kurdî û gelê Kurd bike. Lêbelê, helbestvan û nivîskârên ku bi zimanên din dinivîsandin, ji hêla dewletên xwe ve, pir qîmet û alîkârî didîtin. Wan ji bo helbest û pirtûkên nivîsandine, tûrikên zêr bi bexşîşî distendin. Helbestvan û nivîskâran, bi vê qaîda, “Me’rîfet bi pesindanê ve girêdayîye” dîtine, berhemên ku pere dikin û qîmet dibînin çêkirine; ji bo berhemên nû û hê xweşik çêkin, xebitîne.
Belê, rewşa helbestvan û nivîskârên Kurdan çawa bû? Wan ji bo berhemên bi Kûrdî nivîsandine, hew li axretê karibûn mukafata xwe bistînin. Ji ber vê yekê, hejmara berhemên ku bi Kurdî hatine nivîsandin hindik bûn. Berhemeke ku bi Kurdî hatibû nivîsandin, çiqasî hêja be jî; yan qîmetê wê nedihate fêhmkirin; yan jî piştî salan, piştî ku xwedyê wê wefat dikir pê de, qîmetê wê dihate fêhmkirin.
Bi rastî, ne zimanê Kurdî ji zimanê din kêmtir bû û ne jî nivîskâr û helbestvanên Kurd ji hunermendên milletên din kêmtir bi huner bûn. Ev rastîyek e ku zimanê Kurdî û hunermendên bi Kurdî dinivîsin bêkes bûn, bêxwedî bûn. Lêbelê, heger ku alîkarî bi wan re bihata kirin, wê Kurdan jî karibûna berhemên mezin bi Kurdî binivîsandana. Şêx Ehmedê Xanî, di pêşgotina mesnewîya xwe ya Mem û Zînê de ev rastî weha anîye qelemê:
Rabit ji me jî cîhanpenahek
Peyda bibitin me padîşahek
Şîrê hunera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn
Derdê me bibînitin ‘ilacê
‘Ilmê me bibînitin rewacê
Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek
Neqdê me dibû bi şikke meskûk
Ned’ma wehe bêrewac û meskûk
Herçend ko xalis û temîz in
Neqdên bi şikkeyê ‘ezîz in
Ger dê hebûya me padîşahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane der ji destê le‘îman
….
Xanî ji kemalê bêkemalî
Meydana kemalê dîte xalî
Ye‘nî ne ji qabil û xebîrî
Belkî bi te‘essub û ‘eşîrî
Hasil ji ‘inad eger ji bêdad
Ev bid‘ete kir xilafê mu‘tad
Safî şemirand vexwar-i durdî
Manendê derê lîsanê Kurdî
Înaye nîzam û întizamê
Kêşaye cefa ji boyî ‘amê
Da xelq nebêjitin ko ekrad
Bême‘rifet in, bêesl û bunyad
Enwa‘ê milet xwidankitêb in
Kirmanc-i tenê di bêhesêb in
Hem ehlê nezer nebên ko Kurmanc
‘Işq-i nekirin ji bo xwe amanc
Têk da ne di talib in, ne metlûb
Vêk ra ne muhibb in ew, ne mehbûb
Bêbehre ne ew ji ‘işqibazî
Farix ji heqîqî û mecazî
Kirmanc ne pir di bêkemal in
Emma di yetîm û bêmecal in
Fîl-cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bêxwidan in
Ger dê hebûya me jî xwidanek
‘Alîkeremek, letîfedanek
‘Ilm û huner û kemal û iz‘an
Şi‘ir û xezel û kitab û dîwan
Ev cins biba li ba wî me‘mûl
Ev neqd biba li nik wî meqbûl
Min dê ‘elema kelamê mewzûn
‘Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve rûha Melê Cizîrî
Pê hey bikira ‘Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran
Çi b’kim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qumaş-i ra xerîdar
Xasma di vê ‘esrê da ko himyan
Me‘sûq û hebîb e bo me hemyan
Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar
Heryek ji me ra we bûne dildar
Ger ‘ilm temam bidî bi polek
Bifroşî tu hikmetê bi solek
Kes nakite meyterê xwe Camî
Ranagiritin kesek Nizamî
Weqtê ko me dî zeman e evreng
Fî l-cumle li ser diravî bû ceng
Hez kir me bibîne kîmiyager
Gava ko me dî nebû muyesser
Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir
Tesfiyyeê cewher dexel kir
Qelbê me nekir qebûl-i hîle
Qet bo xeredê nebû wesîle
Dîn çû û neket bi dest me dînar
Paşê ji neçarî bûyîne seffar
Sifrê xwe yê xef me eşkera kir
Qirtasiye bû me lê du‘a kir
De‘wet geriya bi sidq icabet
Bû wasiteê qezayê hacet
Ev pol egerçi bêbeha ne
Yekrû ne û saf û bêbeha ne
Bêhîle û xurde û temam in
Meqbûlê mu‘amela ‘ewam in
Kirmancî ye sirf e, bêguman e
Zêr nîne bibîn sipîdeman e
Sifrê me yê sor e, aşikar e
Zîv nîne bibîn ko kem‘eyar e
Neqdê me mebêje kembeha ye
Bê şikkeyê şahê sehrewa ye
Ger dê bibûya bi erb-i menqûs
Nedima wehe bêrewac û mexsûs
Mehbûb e, bi kes ne namizad e
Lew bextsiyah û namurad e
Qirtasiyeya me bêpenahan
Bê derb-i qebûl-i padîşahan
Me‘lûl e li ba gelek ‘elîman
Meqbûl e li ba gelek hekîman
Lê hakimê weqt-i me‘rîfetnak
Mesmû‘ nekir bi sem‘i îdrak
Şêx Ehmedê Xanî, ji ber sedemên ku li jor hatine gotin, mesnewîya xwe ya bi navê “Mem û Zîn” bi Kurdî dinivîse. Di dema jîyana wî de, mesnewî pir di rewacê de bûn. Yûsûf û Zuleyxa, Leyla û Mecnûn, Wamik û Azra, Ferhad û Şîrîn... Çîrokên evînê, yên bûne mijara mesnewîyan, ji hêla helbestvanên gelek milletan ve hatine nivîsandin û pêşkêşî ‘ecibandina xwendevan û guhdar û emîran hatine kirin. Şêx Ehmedê Xanî, evîn û serpêhatiyên du ciwanên bi navê Mem û Zîn, bi hostayiyeke mezin nivîsîye ku ji mesnewîyên bi zimanên milletê din hatine çêkirin kêm nehiştîye. Bi vê berhemê xwestîye hunera zimanê Kurdî û hunermendên Kurd, ji cîhanê re îsbat bike. Di armanca xwe de muwaffaq jî bûye.
Şêx Ehmedê Xanî, hunerên xwe di helbestên “Dîwan”a xwe de jî îspat kiriye. Wî di helbesta xwe ya navdar a ku bi zimanên ‘Erebî, Farisî, Tirkî û Kurdî bi hevre çêkirîye, ev xweşik nîşan daye:
Fate ‘umrî fî hewake ya habîbî kûlle hal
Ah û nalem hem demem şod der fîraqet mah û sal
Ger benim kanim dilersin, çokden olmiştir helal
Dîn û ebter bûm ji îşqê, min nema ‘eql û kemal
….
Seyda, xwendina xwe temam kir; fatîheke din jî xwend û îşaret da me. Wextê çûnê hatibû. Ez ji tefekkura xwe şîyar bûm. Me jî Fatîheke din xwend û xatir ji vî zatê mubarek xwest û em ji hizûra wî derketin.
Roj zer bûbû, wextê meğrebê nêzîk bûbû. Îdî em çûne Seraya Îshaq Paşa… Îhtîşam û dewlemendîya paşa û emîrê zemanê berê hate ber çavê me. Me, dinya herdû qismê însana, da ber hev. Ehlê qelb û ehlê dinyayê, bê çiqas ji hevdû dûr û cudane!
Duvre, me ji ‘ezmanê dîrokê xwe berda ‘erdê. Em hatin nav Doğubeyazîdê (Bazîdê) û me li wir limêja meğrêbê li mizgevtê kir. Duvre em ketin rêya vegerê… Îstîqamet ber Êlihê (Batmanê) ve bû. Limêja ‘eşayê me li meqamê Weysel Qeranî kir.
Em derengî şevê gihane Êlihê… Roja dî, me nîyet kir ku em di ser Heskîfê re, derbasî Mîdyad û ‘Enkâfê bibin. Lewra merqeda şêxê bavê min, Şêx Xelîlê ‘Enkâfî (Hamidî) li wir bû. Me gelek carî ev meqam ziyaret kiribû… Wefa tiştekî weha ye… Seyda, her sal çend carî, xwe dighîna ser merqeda şêxê xwe. lê belê vê carê nebû qismet… Lewra ‘arîzeyek di ‘ereba me de derket. Ji mecbûrî me berê xwe da Amedê ji bo çûna serwîsê.
Piştî ‘eraba me kar bû, di ser Mêrdîn û Qoserê ve, me xwe gihand Serêkânîyê. Belê, me nêzîka 1500 km kiribû. Xwedê Te’ala, ji bo xwe bigerîne! Em tev ji vê seyahata me’newî, memnûn mabûn. Zewqa wê, zehmeta wê bi me dabû jibîrkirin.
Demeke dirêj, di ser vê zîyareta me de derbas bûbû. Rojekê behs hate ser vê zîyareta me dîsa. Seyda, di nav gotinê xwe de sebebê vê sefera me ya dirêj anî ziman:
“Heqê Şêx Ehmedê Xanî li ser me hebû. Lazim bû em bi çûna cem û jê re teşekkur bikin. Lewra wî ji me re textorîyeke mezin kiribû.” Min meraq kir:
“Textorîyeke çawa?” Go:
“Kevrê gurçika min, ketibû qenala destmêja biçûk û tê de mabû asê. Min ji ber, hew îdare kir. Ez mame bê nefes! Hema min dî, Şêx Ehmedê Xanî ber çavê min ket. Min dî, wek ku tepîskekê bavêje tiştekî, tilya xwe ya navînê leqand. Bi vê herekata wî, wê gavê kevir ji qenalê derket û ket ‘erdê. Bêhna min fireh bû. Min şukrê Xwedê kir.
Zatê mezin wekî dextoran e. Ew ji dinya me re jî, ji axreta mere re jî, fêdê didin. Îca li me diket ku em jî herin cem û jêra bixwînin.”
Bi rastî, piştî ku min ev mesele ji Seyda guhdarî kir, hurmeta min a ji bo Şêx Ehmedê Xanî, hê zede bû. Xwedê Te’ala, meqamê wî bilind bike û me ji xêra wî û xêra tevê ehlê Xwedê mehrûm neke! Amin!